=KTML_Bold=Bûbê Eser: ”Rêwî”=KTML_End=
Belê min îro romana brêz Îkram Oguz qedand. Hûn ya rastî bixwazin bi derengî ket. Ji ber romaneke bi kurdiyeke xweş û herikbar hatibe nivîsîn, şevek an di du şevan de diqedînim. Lê ji ber dananasîna romana min Barzan Digirî û kelecana wê min ”Rêwî” roja 12-01-2018 girt û niha 17-1-2018an de qendand û dibêjim destên te xweş mejiyê te geş û paşaroja te vekirî be, brêz Îkram Oguz.
Te bi vê romana xwe ez ji nûde kirim Rêwî û bi ser rêyan de xistim. Te ez birim gundê ku ez lê hatibûm dinyê Xozberiya lê mezin bû bûm. Te anî bîra min ku dema zarok bûm, hema hema ji mehê carekê leşkerên romê dihatin gund, mêr li alîkî û jin jî li alîkî radiwestandin. Tiştên nedidîtî dianîn serê zilaman û jinan jî li wan temaşe dikirin.
Carekê dîsa avêtibûn ser gund, hemî zilam li meydanê civandibûn. Tenê rehmetiyê bavê min ji ber nexweş û di nav nivînan de bû, hinekî bi derengî hatibû, ji hemiyan bêtir lêdan xwar.
Te ez birim dibistana Qesra Qenco ku min li wir dest bi dibistana seratayê kiribû. Te li wir anî bîra min ku ji ber kurdîaxaftina min, mamosteyê me ê kurd û ji Dêrika Çiyayê Mazî Mihemed serê min şikandibû.
Te bi vê romana xwe ez ji nû de kirim Rêwî û bi ser rêyan xistim. Birim zîndana Diyarbekirê û li wir dayika min ji ber bêjeya bi kurdî got: ”Baş e lawo baş”. Gardiyanên weke zebeniyên dojehê bi saetan li min êşkence kiribûn.
Te bi vê romana xwe ez birim dema xwendekariya min ku li Mêrdînê min dest bi orte û lîseyê kiribû. Te xebatên wir yek bi yek anî bîra min û ji nû de te ez birim wan rojên xweş û delal.
Te anî bîra min ku dema ez û em jî bûne şoreşger da ku xebatê bikin, min jî pirtûka xwe ya ewil ku navê wê ”Markizmde Gerîla Savaşi” yanî di Marksîzmê de şerî gerîlayê, girtibû.
Te Tanî bîra min ku hemî munaqeşên me yên wê demê li ser Sosyalîzmê û mezinên wan û bi tirkî bûn. Loma jî em, ez û kesên wê demê li ser koka xwe mezin nebûn. Me ji dêl va ku em mezinên xwe nas bikin, yên biyanî nasîn û bi fikrên wan şoreşgeriya xwe domand.
Te anî bîra min ku me wê demê, hemî dinya û şoreşên wan dinasî, lê hay û baya me ji şerê Barzaniyê nemir ku gavekê ji me dûr bû, nedizanîbûn. Me mezinên hemî cihanê yê sosyalîst dinasî. Lê me Qazî Muhammed, Seyîd Riza, Şêx Şeîd û Barzaniyê mezin nedanasîn.
Çawa ku Tajdin bi xwendina Destana Memê Alan li xwe vegeriya yanî jî nû de bû weke xwe. Me jî ez, tu û em bi înkarkirina çepên tirkan ya kurd û Kurdistanê hatin serheşî xwe.
Em hatin ser heşê xwe lê gelek kêmaniyên me, nezanîna dîroka xwe me şaşiyên mezin kirin û bawerim hê jî hin şaşî têne kirin.
Gotin ziman ne girînge, loma hemî perwedayiyên me bi tirkî bûn. Jiyana me bû bi tirkî, loma ew tirkî keta nava xwîna me, loma jî hin hê jî nikarin dev ji wê virûsa bi zanetî xistine an ketiye nava xwîna kurdan, derxin.
Armanca çep û rastên dagirkeran ew bû ku zimanê me ji devê me derxin û zimanê xwe bixin devê me. Weha jî kirin û hê jî gelek nivîskarên me, rewşenbîrên me û siyasetmedarên me nikarin wî zimanê ji devê xwe derxin.
Taliya talî brêz Îkram ez di nav lepên êşkenceciyên tirkan yên har û bê dîn îman da hiştim û rûpelên romana Rêwî girt.
Ev romana weke raberduyên me yên nifşê salên 1960-70 ye. Loma kesên wê bixwînin wê xwe tê de bibînin. Wele çawa min xwe tê da dît. Û Tajdînê qehremanê vê, bûm ez.
Spas brêz Îkaram Oguz ku te berhemeke delal bi zimanê şêrîn afirandiye û pêşkêşî pirtûkxana gelê xwe kirî ye. Bi xwendina vê mirov dîroka xwe, jiyana xwe û xortaniya xwe ji nû de bi bîr tine û bi wan rojana dijî.[1]