Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,787
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Romana nûjen an jî kevneşopîn?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Romana nûjen an jî kevneşopîn?
Romana nûjen an jî kevneşopîn?
Romana nûjen an jî kevneşopîn?
Nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA# , 01-02-2023
“Ehleq, kevneşopîn û feodalîzm qijnikên civak û malbatan e. “
Romana #Gula Almastê# a bi navê (#Xeleka Xeyalên Bê Ezman# ) de mijar piranî otorîteya bav e û sertewandina dêya Xezalê ya li hember mêrê xwe ye, her wiha sosyolojiya ehleq û feodalîzma kurd a paşdemayî û xirecira Xezalê ya li dijber vê çanda kevneşopî ye. Lê belê rêzebûyerên romanê bêtir li ser Xezalê û bavê wê yê otorîter, xwedî eşîr, filan û bêvan e.
Mijarên feodalîzmê, ehleq, têkiliya jin û mêran xwedî ciyekî girîng girtiye di romanê de, her wiha bêhna folkorîzmê ji romanê tê, lê di heman demê de tehm û ekleke nûjeniyê jî têde heye, îcar divê gelo em biryarekê bidin romana folklorîk an jî modern?
Nivîskar di romana xwe de dudilî maye, ango di navbera herdu piran de wekî bêbiryar mabe, ne tam romaneke folklorîk e, ne jî tam romaneke nûjen e, belkî jî şêwazeke nû ye em çi pê dizanin...
Karakterên me modern difikirin lê folklorîk dijîn, lê bi jiyaneke tevlîhev dijî, loma karakterên me jî bêeyar dixuyin... du jiyan di yek bedenê de dijî, her wiha rêzebûyerên romanê tam ne bi rêk û pêk in, monologên me jî wiha ne, loma bêeyar e. Mijar jî tevlîhev e. Belê mijarên serdest hene, lê di temamiya romanê de tevlîheviyek û kaosek serdest e. Xezalê niqrîskên hebûnê dikêşe. Jixwe di dawiya vê niqrîskên hebûnê de mirov dibêje qey Xezalê xwe dadiliqîne. Xirecira rihê Xezalê wê bi ber mirinê û têkçûnê ve dibe. Sedema têkçûna wê jî hezkiriyê wê ye (Mehmet) û bavê wê (Xisobeg) dixuyin. Xezalê karaktereke bi kelem e, zimanderzî û zimanreşbîn e û zimantûj e. Lê di monologên xwe de wiha ye, di têkiliyên xwe yê jiyînê û heyatê de têkçûyî û stûnerm e, sertewandî ye û bêdengiyê diparêze, Lê di bêdengiyê de diteqe. Di bedenekê de du jiyanan dijî... karaktereke dudilîn e, di monologên xwe de diqîre û kirasê xwe diçirîne helbet sedemên kirasçirandinê hene. Ka em li hinek sedemên kirasçirandina xezalê binêrin da ku di der heqê romanê û naveroka wê de em agahdar bibin:
Gotibû. “Bavo bêwar e?” “Bêwar!” Bêwar bavo; bavê heft keçan e.”(15) Dema em li paragrafa xwe dinêrin em têdigihîjin ku kevnesopiyên kurdan û nêrînên wan ên li hember mêr û jinê hîna jî serdest in. Nivîskar çand û kevneşopiyên me yên zû bi zû nayên rûxandin berbiçav kiriye, qîmetdayîna keç û lawan li ber me raxistiye bi çavên pêşiyên me, da ku haya me ji gotin û çanda wan hebe, rast an jî xelet nivîskar berbiçav kiriye.
*
“Lê lawik ne wisa bûn. Ew dewlemendiya dê û bavê bûn.
-çima û çawa dibe mêrxasekî wekî min dergûşa lawekî nabîne. Kê bihistîye û bilandîye zarokên ên law tune bin?
Digotin: kûrên çê ji bavên çê dikevin.”(79)
Dema em li paragrafên xwe dinêrin em tabloya çand û kevneşopiyeke û sosyolojiya civakên paşdemayî û sosyolojiya feodalîzma civakekê dibînin. Nivîskar rû û astarê civaka xwe destnîşanî me kiriye. Gotin û gotinên pêşiya yên ku li dûrî aqil û demokrasiyê destnîşanî me kiriye. Helbet nivîskar bi devê karakterê xwe di romanê de gelek caran wiha gotinên pêşiyan bikaranîne, lê yên dûrî êqil û yên di ciyê xwe de rûniştî jî hene-hebûn, hinek jê wekî kevirên qoziyabûn hinek jî eletewş bûn, loma her gotinên pêşiyan nayê wê wateyê ku di cî de ne...
“Xwedê nîşan nede hinek bibînin herin buxtana we bînin, bêjin me binkirasê wan dîtiye, ahan jî min ji we re got; heke derb li we bikeve, jixwe mirov derba xwe carekê digire. Heke we derb xwar, jixwe carekê li we ket cardin jî ji eniya we naçe, ne pêkan e hûn cardin nikarin ji eniya xwe paqij bikin.” (97)
Ev paragraf rasterast ehleqê berbiçav dike, binhiş û derhişîniya civak û malbatekê berbiçav dike. Zagon û qodên hesas eşkere dike. Kevneşopiyên ehleqê û çanda hişk a ku bi zopan jî naşikê diyar kiriye. Nivîskar serê xwe bi çand, ehleq, kevneşopî û feodalîzma civak û malbatan bi werîsekî rîs vehûnaye. Karaktera xwe Xezalê jî xistiye nav vê çirav û pirika vê civakê û jê re dibêje bi werîs û rişmê xwe yê rewan bigire û berê xwe bi çand û jiyaneke azad û modern veke, lê belê her carê Xezalê û hespê xwe yê rewan di çiravê de dimîne û li dîwarê ehlaq û feodalîzmê diqewimin. Yanê zagonên civakê û yên bavê wê derfet û destûrê nade Xezalê, loma di romanê de zagona ewil bav e, zagona duyem jî civak e.
-Dêbûz! Tu tî bûyî yan birçî bûyî? Reşbelekê min. Dêbûz hevalê şevên me yên kur û dirêj, nobedarê malbata me, lawê bavê min ê bi çar pî û bi zincirî ve girêdayî!(166)
Di vir de Xezalê bi kûçikê li ber derî, nobedarê malê re diaxive, helbet Xezalê kurtebinhişiya xwe ya derbarê bavê xwe ji me re eşkere dike. Em dikarin bibêjin ev paragraf jî kurtenaveroka romanê berbiçav dike, yanê tevnesazî û rêzebûyerên romanê giş li gor van peregrefan teşegirtinin, loma dibêjim kurtenaveroka romanê ne...

Bi zagonên hişk jiyan ji hin kesan re bi taybet jî ji jinan re dibûn dojehên bê dawî!(246)
Ev paragraf kurtenaveroka romanê û her tiştê wê diyar dike, esasê romanê li ser çi zagonan avabûye eşkere dike, bindestiya jinan a ducarîn eşkere dike. Him wekî gel bindest e û him jî wekî jin bindest e. Azadiya wê hatiye sînorkirin bi her awayî ve... Di vê hevokê de zagon bav e, zagon civak e, zagon deredor e. Takekesî tune ye, takesî malê tirbê ye, azadî tune ye, azadî malê tirbê ye. Yanê hemû rastî li gor êl, eşîr, ehlaq û kevneşopiyên berê û yên heyî tê rêvebirin, serokê vê rêberiyê jî di hundirê malê de bav e. Zagona bav, zagoneke civakî û sosyopsîkoanalîst e. Bav, xwe ji komleksên ehlaqê û kompleksên ehlaqê yên serdemên Jean Pîagetî hîn rizgar nekiriye û têde asêmayî ye, loma li serê Xezalê û malbatê bûye girêkek werîs a asê...
Evelyn Waugh di mulakateke xwe de wiha dibêje: “Ez nivîsandinê ne wekî lêkolîna karekterekî ez wekî bikaranîna lêkolîna zimên dibînim. Dibêje: “Bi rastî di vê mijarê de hingof im, bi awayekî teknîk baldariya min li ser derûniyê tune ye, baldariya min li ser drama, axaftin û bûyeran e. Helbet psîkoanalîzm lêkolîneke karaktera ye û gerek di pratîkê û gerek teoriyê û zimên de pratîkek e.”(1)
Belê nivîsandin, karakter û mijar, ziman û peyv giş alavên psîkoanalîzmê ne, divê berhem jî bi vî çavî bên nirxandin û rexnekirin. Psîkoanalîzm hem ji hêla zimên ve û hie jî ji hêla karakter ve bo berheman girîng in. Min jî xwest berhema Gula Almastê di bêjinga psîkoanalîzmê re têwer bidim, karakterên wê, zimanên karakterên wê, zimanê mijar û mijarên romanê gişan bi çavên psîkoanalîtîk ve radestî we bikim.
“Psîkoanalîzm xwegihîştina rastiya resen de şêwazek e.(3)” Belê xema me jî em xwe bigihêjînin rastiyan û heqîqeta karaktera xwe, jixwe em dizanin heqîqet û rastî di zimên û derhişîna dîrokê de veşartiye. Çawa be jî derhişîna zimên ya karakter a ku dibe peyv û hevok û ji serê zimên dişemite, ya din jî derhişîna dîrokî ye, a ku ketiye serhevdu a ku ji karakter dinizile û bi carekê ve diteqe. Talî çawa be jî bi şêwazekê xwe dide der, xezalê jî xwe dide der hem ji hêla zimên ve û hem jî ji hêla monologên xwe û derhişîniya xwe ve, xwe wekî xalîçeyekê li ber me radixîne.
Di romana Gula Almastê de ez ê berê berê behsa karakter û nasîna wan bikim, rolên wan û tevgerên wan û paşê jî behsa mijar û giringiya karakteran bikim. Karakterên romanê wiha ne: Xezalê, Xelatê, Nirno, Dêbûz û Kamo, Mehmet, Xisobeg.. Di romanê de serleheng Xezalê ye, karaktera ku navê wê di romanê de derbas nabe dêya Xezalê ye, jixwe di romanê de karakterên aktîf Xezalê, Bav û dêya wê ye. Car caran jî Nirno, Dêbûz û Kamo ye. Lê tevnesaziya mijarê û rêzebûyerên romanê piranî li gor Xezalê hatiye teşekirin û teşegirtiye. Yanê hemû tevnesaziya romanê li deredora Xezalê ve hatiye vehûnandin. Navenda mijar û rêzebûyerên romanê piranî Xezalê ye. Mekan piranî dikana bav û mala wan e. Zeman hem rasteqîn e, hem jî bi awayekî derhişîn herkehişîn e, yanê zeman di monologên Xezalê de vediguheze teknîka herkehişîn ango derhişînî ye. Loma romaneke hem folklorîk e û hem jî modern e. Mijar ehleq, komleksên Freûd, kevneşopîn, nûjentî, otorîte, orf û edetên civakê û hwd... Xezalê di malbateke asê de dijî, hem karektereke têkoşer e û hem jî karaktereke bi xof û tirs e, di nav civak û malbateke şûndemayî de dijî...
Bi kurtasî di romana Gula Almastê de a bi navê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman“ de mijar xirecira malbatekê ye. Malbateke di bin bandora civakeke ehleq bernixûm de dijîn. Di malbatê de bav kesekî otorîter û xwedî ehleqeke bernixûm e. Dêya Xezalê keseke stûnerm e, li hember hevserê xwe, lê li dijber zarokên xwe dîwar e. Yanê li hember zarokên xwe hevserparêz e. Helbet ne sedîsed be jî dê mêrê xwe diparêze li hember zarokên xwe, loma hinekî dê jî otorîter e. Mijara romanê, tevnesaziya romanê û rêzebûyerên mijarên romanê bi vî awayî hatiye vehûnandin.
Nivîskar di romana xwe de karektereke ruhxirecir avakiriye, karektereke di navbera pira kevneşopî û nûjeniyê de asêmayî ye. Karektereke hem tewyayî ye hem jî serîrakirîn e, dildarê azadiyê ye lê brûsk û ewrên reşeqîr nahêle Xezalê azad tevbigere, tirs û xofa malbatê û civakê wê ditewîne, karaktereke vekiriye lê civak û malbat bernixûm û sernixûmin. Di hebûn û nebûnê de diteqe, valahî û xirecira rihê wê dadinisile, paşê rihê rakişiyayî yê mîna werîsê rîs dîsa diqete û serîradike, di rihê xwe de hilnayê, di malbata xwe de hilnayê û di dikana bavê xwe de hilnayê, di hewşê de hilnayê, di hezkiriyê xwe de, di xwe de hilnayê, hilnayê û hilnayê, rihê wê wekî şêzekê jêneqerî. Erê em niha behsa karaktera romanê Xezalê dikin. Xezalê di malbateke feodal û xwedîkevneşopîn de dijî, lê Xezalê di atmosfereke wiha de hilnayê, dixwaze serî rake li hember rewşa heyî, lê di gola rewşa heyî de difetise û carê radibe heta ku deziya rih têde hebe têdikoşe da ku xwe ji vî rihê genî rizgar bike da ku xwe û rihê xwe azad bike. Xezalê dixwaze bi derzî be û derziya xwe di malbatê, civakê, ehlaqê, feodalîzmê û di hezkiriyê xwe de rake da ku rihet bibe. Dixwaze derziya xwe di noqa ehlaqa genî de daçikine, lê belê her carê derziya wê di wê de diçe, monologa rihê Xezalê û berxwedana wê ya li hember civak û malbatê heta roman didome wiha dewam dike.
Bavê Xezalê karakterekî feodal e, dêya wê li destê mêrê xwe dinêre û palpişta mêrê xwe dike. Yanê dê ne li ber tu tiştî ye. Karaktereke xulam û vemirî ye. Karaktereke malperêz û ehlaqparêz e, ango bi têlê mêrê xwe lê dixinî, karaktereke girêdayî ye, neserbixwe ye. Her tişt bi otorîteya bav ve girêdayî ye. Xelatê xwişka Xezalê ye, lê karaktereke xûmamî ye. Mirov nizane di romanê de ka rola wê tam çi ye? Xuya dibe û winda dibe, serê xwe bi Xelatê re neêşandiye nivîskar, qîmetdayîna karakteran girîng in, helbet serleheng girîng in, lê karakterên alîkar jî tabloyê temam dikin. Wellhasil Heman demê du karakterên me yên heywan jî hene, navên wan Nirno û Dêbûz e. Dêbûz kûçik e, Nirno jî pisîk e. Navê Dê-bûz bavê Xezalê lê kiriye. Divê em vî navî bikolin û vekolin. Çima Dê-bûz, esas ev derhişiya nivîskar derdixîne holê, heke nivîskar bi bêhemdî an jî bi hişmendî be, qet ferq nake ev derkirina derhişîn e. Arezûya derhişîn e. Divê em bi awayekî psîkoanalîtîk li vî navî binêrin:
Mînak: Freûd behsa xewnekê dike û dibêje, “Bavek di xewna xwe de dibîne kurê wî di odeya xwe de dişewite jê re dibêje bavo ma tu nabînî ez dişewitim, bi vî awayî bav şiyar dibe, lê lawê wî li oda din de bi rastî jî dişewite, agir pê ketiye û bang dike divê bavo ez dişewitim lê bav lê hayê nabe”(2). Di vir de asas bav dixwaze kurê xwe bikuje an jî kur dixwaze bavê xwe bikuje, arezûya kuştina bavî an jî kurî mijara derhişîn e û xwe daye der arezûya zagona bav e an jî gunehên li ser milê bav e, li gor Freûd arezûyên paşerojê nayên rûxandin, tim li ser mil e û hildigire, arezû wekî dîrokê li ser milê binhiş e û xwe bi kompleksa Odîpalîst dide der, xwe di xewnê de dide der, loma jî nivîskar hewante navê karakterê xwe nekiriye Dê-bûz, belê navê Dê-bûz bavê Xezalê lêkiriye lê belê yê karakterê Dê-bûz jî afirandiye nivîskar bixwe ye. Bav navekî wekî xwe li kûçik kiriye, yanê otorîter, em dibêjin wekî dêbûzekî ye, yanê xurt e. Lê nivîskar bi vî navî kompleksa elektra berbiçavîn kiriye, Dê-bûz, yanê dêyekê wekî bûzê, dêya xwe bi kompleksa elektra û otorîteya dêya xwe bi saya metafora kûçik destnîşankiriye. Yanê nivîskar hem kompleksa elektra û hem jî ya oidîpalîst di metafora Dê-bûz de komkiriye. Dêbûz neynika herdu kompleksan e û neynika derhişîn e. Dê-bûz teyisandina derhişê bav e, ya li hember hevsera xwe, ango bav otorîteya xwe ya li ser jinê teyisandiye navê kûçik, bavê Xezalê him li hember dêya xwe û him jî li hember jina xwe otorîteya xwe bi awayekî derhişîn a oidîpalîst destnîşankiriye. Nivîskar jî bi saya Dê-bûz derhişîna elektra û odîpalîst destnîşankiriye. Bi kurtasî çawa ku xewna bav ne bêhemdî be, navê dê-bûz jî nebêmdî ye, di palpişta vê rastiyê de derhişîna dîrokî raketiye û derhişîna dîrokî xwe bi zimanê derhişîn ve derdaye...
Sûdwergirtin:
1,3) Adam Phillips, Hep Vaat Hep Vaat, Edebiyat ve Psîkanaliz Üzerine Denemeler, Metis.
2)Jacques Lacan, Psikanalizin Dört Temel Kavramı, Metis.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,532 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | diyarname.com 16-07-2023
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-02-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 16-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,532 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.235 çirke!