Nûjeniyeke Xapînok.
Nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA#، 15-04-2023
“Modernîzm, maya di navbera azadiyê û êqil de tengezariyeke hatiye eciqandin e.” Helbet Modernîzm, hêla wê ya şexsî heye, aborî heye, hebûnî heye, civakî heye, neteweyî heye, zayendî û nijadî heye, welhasil gelek hêlê ve divê em binêrin. Modernîzm asas ewil têkbirina çanda folklorîk û berdewama nûjenkirina çanda folklorîk e, modernîzm, têkbirina avahiyên kevnarîn e, berdewam nûjenkirina avahiyên an jî teqlîtkirina avahiyên kevnarîn e, modernîzm têkbirina serdeman e, heman demê nûjenkirina serdemên kevnarîn e, modernîzm têkbirina hiş û aqilê şûndemayîn e, heman demê pêşvebirina hiş û aqilê şûndemayîn e. Modernîzm di wêjeyê de jî têkbirina karakter û mijar, mekan, zeman, tevnesazî û rêzebûyerên roman, çîrok û helbestên kevnarîn e, lê belê di heman demê de berdewama nûjenkirina berhemên kevnarîn û folklorîk e, teqlîtkirina berhemên kevnarîn û folklorîk e, bi şêwazeke din, bi tevnesaziyeke din, bi karekterên din, bi mijarên din û bi rêzebûyer û mekan û zemanekî din... îcar çima min ew qas behsa naveroka modernîzmê kir, çimkî çîrokên me li ser asasê modernîzmê hatine avakirin.
Çîrokên me piranî şexsî û civakî ne, di çîrokan de karakterên me li pê guherandinê ne lê belê xwe dixapînin, loma civakê jî bi xwe re dixapîne, maya civakê jî bi xwe re diherimîne. Dema hevîr û maya ne saxlem be, nanekî xweşik jî dê jê derneyê... “Tişta ku modernîzmê dinasîne wateya kirûyan û jihevqetandina aboriyê û çandê ye.”(1) Jixwe dema aborî û çand ji hev bê veqetandin, dê civakê jî ji hev belawela bibin. Jiyanê ber bi şexsebûnê û takekesiyê ve biçe, civakên herî biçûk dê bêtir taybetiyê werbigire, ji wextekê şûnde helbet civakên biçûk jî dê ji hev bela bibin. Têkiliya navbera civak û takesan(şexsan) dê biqede û biqete, çimkî dema çand û aborî ji hev biqetin dê rewşeke wiha derê holê, helbet sedemên wê jî arezûya jiyana modernîzmê ye. Baudelaire dibêje: Modernîzm, abadîna bi carekê ve di derbasdarbûna hebûnî de ye. Di her mewsîmê de guherîna xweşikbûna modayê ye. Wekî eşqa di arezûyê de bihele û abadîna ku di a niha de bihele.(2) Li gor helbestvan jî modernîzm arezû û guherîna xweşikbûna modayê ye. Modernîzm wekî kêliyên arezûyê dixuye, lê em dizanin arezûya êqil di modernîzmê de bêtir serdest û desthilatdar e. Lê têgeha arezûyê ji êqil desthilatdartir e, çimkî arezû rûxandin e, lê aqil hem avakirin e, helbet carinan jî rûxandin e, lê bêtir avakirin e.
Nivîskara me jî xwestiye karakterên xwe bi modernîzmê û bi guherînê destnîşanî me bike, lê belê karakterên nivîskar berevajî jiyana modernîzmê tev dilivin, helbet nivîskar xwestiye têkiliya çand û tevgerên me û yên modernîst nîşanî me bide lê dibêje gelek nanê tenûrê lazim e, yanê nivîskar di çîrokên xwe de ji me re dibêje modernîzm, hiş û aqilê modern hîna pir ji me re maye. Esas a ku textê û qonaxa modernîzmê dirûxîne arezû û aqil e, ango şerê di navbera herdu têgihan e. Helbet yên behsa wateya van kirûyan û têgihan dikin Nietsche û Freûd in. Jixwe herdu jî têgiha modernîzmê li ser van têgihan bilind dikin. Bingeha modernîzmê û ji modernîzmê wêdetir jî li ser esasên van têgihan radiwestînin...
Welhasil em dikarin bibêjin, mijara çîrokên #Ew jin û mêrê bi maskê# bi giştî xwexapandina bi kirasê nûjeniyê û çand, ziman, jiyaneke nû, guherîn, veguherîn, dilgermî û dildarî, dilsarî û guherîneke jî qewmê xwe sarbûn in. Di çîroka “Ezimandinê” de mijar mazûvanî, qedr û qîmet û jiyana ewropayî û guherîna dilsarîn û sarbûna li hember hevdu bi awayekî eşkere nivîskar berbiçav kiriye. Ev rewş jî nivîskar bi modernîzmê ve girê daye. Mînak ji çîroka me: “Rihê însanan çiqas tarî û kûr e! Fesîho mîna gundiyê ber golikan, hatiye bi jinika fransî re zewiciye, çend qiruş ketine bêrîka wî, dibê ez bûme mirov û însan, xwelî li serê wî be hemû orf û adetên xwe jibîr kirine...”(21) Dema em li vê paragrafê dinêrin, em têdigihîjin kesên ji çanda xwe dûrketin û xwe wekî ewropayî û nûjen dîbûn bê çiqas zehîf û tunekî dixuye, nivîskar mîkroskopa xwe li ser kesên ewropayî dijîn gerandiye û paşê rewş û derûniya wan a xwekêmdîyî wekî tabloyekê di çîrokên xwe de xêz kiriye. Wekî kurtasî em dikarin bibêjin nivîskar rewşa kesên ji çanda xwe dûrketî û li pê şopa jiyana modern ketiye û hal û rewşa wan ya trajîkomîk destnîşanî me kiriye bi saya karakterên xwe...
Nivîskar, rihê bindestan bi şêwazeke eşkere berbiçav kiriye, di piraniya çîrokan de rihê mêr, rihê bindestên xwexapînok li ber çavên me raxistiye, nivîskar çanda ewropayî û çanda kurdan rûbirû û danberhevdûkirin bi şêwazeke çawa karakter xwe bi awayekî dixapîne berbiçavî me dike. Karakterên çîrokên me piranî li ser xwexapandina jiyaneke nûjen e. Yanê karekterên çîrokan kincên û kirasên nûjeniyê li xwe dikin, lê ji binî ve jî di xwe de dirîn, xwe dilewitînin... Di rastiyê de lewitînin lê belê dema li hember kesan tevdigerin xwe nûjen destnîşan dikin. Dema tên malê, di hundirê malê de dûxana feodalîzmê û bênamûsiyê û paşverûtiyê berbiçav dike, nivîskar rewşa civakeke çawa neçopeçoyî bi pêş ve diçe radixîne berçavan. Yanê li ewropa nûjen in, lê belê dema tên welêt di xwe de dirîn û dimizîn, nivîskar bi van karekterên xwe bûye neynika civaka me û xwexapandina nûjenitiya me, helbet nûjenî tiştekî bi êqil ve girêdayî ye, bi hişmendiyê ve girêdayî ye. Nûjenî ne bi şikl û şemalê ve girêdayî ye. Dema hiş û aqil ne paqij û kamil be, dê mirov nikaribe bibe nûjen, an jî heta ku mirov hiş û aqilê xwe kamil neke, mirov nikare bibe nûjen, helbet bo nûjenbûnê jî hinekî wêrekî jî divê, çimkî divê mirov derveyî û dijî kevneşopiyên malbat û civakê derkeve, bo wê jî helbet wekî me go culhet jê re lazim e.
Nivîskar rastiya bindestan û xwexapandina wan a nûjeniyê wekî tayê rîs ji me re rêsaye. Yanê nivîskar dibêje meriv biçe ewropa meriv nabe nûjen, nûjenî bi vî awayî çênabe, bi vê rê û rêbazê mirov nikare bibe kesên nûjen, helbet nivîskar bi saya karakterên xwe yên çîrokan ji me xwendevanan re destnîşan dike. Mînak ji çîroka Beko Fesado: “li ba min rola mêrekî nûjen dilîzî, diçî derve bi telefonê diaxivî bi zihniyeteke feodalî, tu wiha bî, xêra te ji tu kesî re tune ye, ji te re jî tune ye, ev bêhntengî wê bela xwe jî te veneke”(37)
Wekî her carê em têdigihîjin mejiyê paşverû, genî û aqil û hişê nûjeniyeke xapînok nivîskar bi rêya karakterê xwe ji me re eşkere kiriye. Esas analîza civakekê hatiye kirin, dahûrandina karakterên bindest hatine kirin. Em dikarin bibêjin nivîskar danberhevdûkirina karakterên civakek bindest û karakterên nûjen yên ewropayî aniye ziman û her wiha nivîskar xwestiye xwexapandina karakterên civakek bindest nîşanî me bide...
Di piraniya çîrokan de mijar, ziman, xwexapandin, nûjenî, paşverûtî, çand, jin û hwd. Zeman û mekan piranî welat û ewropa bûn di navbera herdu ciyan de zeman diboriyan her wiha mekan jî wiha bû...
Di çîrokên din de helbet mijarên cihê hebûn, bi taybetî jî cîroka herî cihê û guherî çîroka “Şîzofren” bû, lê dîsa jî mijarên me piranî li ser têkiliyên jin û mêran bû, helbet di çîrokan de nivîskar derba xwe piranî li mêr û mêrên paşverû û yên xwexapînok dixiste ...
1,2) Modernligin eleştirisi, Alain Touraine, yky.
[1]