=KTML_Bold=Kurdî û Kursî=KTML_End=
#Aras Hiso#
Di kele-kela havînê de Eno û miço di xaniyekî sar û pir kursiyên ku ji qûna wan mezintir de rûniştî bûn. Carinan di ber xwe de dikirin ofeof, carinan dikeniyan û carinan nedizanîn ka bê xwedê ew li kur danîne. Welatê ku lê bûn, welatekî bûbû cihê fersenê. Hinekan nanê xwe lê diqemirandin, hinekan nanê xwebi dimsê wan dixwar û hinekan jî li nanekî bi qasî temenekî digeriyan. Lê wan hinekên mîna Eno û Miço carinan bê hemdên xwe buks û pîn di zikê welêt de lêdixistin.
Carekê Eno ji Miço re got:
Law Miço were em zarên xwe bişînin derve, bila pak û rind bixwînin û werin, ma ne îdare di dest me de ye.
Eno:
Law Eno wela ku van pê bihisin wê me bi gunan dar de kine. Ma tu wan nas nakî?!. Ev ne nola kesên din in haa.
Miço: Lo ma ew kî ne?!.. Ew em in looo..
Eno: Eywaa.. Ez dibêm bira zarê me yek seatan kurdî jî bixwînin. Seba va mesele hev bişo..
Miço: kurdî?!.. De berde lo gotê kurdî.. Kurdî kîjax nan dayê me ku kê îro bi medê...
Eno: Lê va kursiyê ku em ser rûniştî ne wê bi ku de here?!..
Miço: Dîsa go kurdî û kursî û nizam çi haa. Ma tu nizanî va kursiyana livok in, li kur dilê te bixwaze tu kanî bi wir ve bizîvirînî... Tenê kursî, sabûnek û hinek zimanê şîrîn gereg e. Û ji bîr neke çend çepik, ew jî nakelife
Eno: Lo Miço wela ez ditirsim, ku va kursiya here ez ê rezîl bibim, nanî min ji vê kursî tê.
Miço: Tu çi tirsokî!.. Min te re nego ew em in em!..
Miço ev gotin kir û bi qulgiranî di derve re derket. Bi cîhazê dest xwe keps tikand, deng bi JIPA wî ket wîq-wîq xwe li erebeya xwe yî reş kir û cama fêmê rakir jor û bi rê ket..
Eno jî bi ser xwe de difikirî û di ber de digot:
-Dibêje ew em in!? Lê em ew in?!. Em û ew eceb ji hev in lê ne ji hev in. Dibe ku ne em dizanin û jî ew dizanin. Eceb kî dizane?!.. mmmmm Welaaat!..[1]