$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Huseyîn Bagci
Nasnav: Engîn Tolhildan
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Fatma - Şehmûs
Dîrok û cihê şehadetê:17-07- 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
ENGÎN TOLHILDAN
Hevrêyê me Engîn di malbateke welatparêz de li gundekî navçeya Kercosê ya Êlihê ji dayik bû. Bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re li herêmê, malbata hevrêyê me Engîn dest bi naskirina Partiya me kir. Demek şûnde birayê mezin ê hevrêyê me Engîn bi xebatên milîsan tevlî têkoşîna çalak dibe û di sala 1993’an de di êrîşa dijmin de şehîd dibe. Birayekî din jî ji ber çalakiyên xwe yên ji bo azadiya gelê me di zindanên mêtingeran de ye. Hevrêyê me Engîn ê ku ferdê malbatê yê herî biçûke, bi vê munasebetê dest bi naskirina Partiya me kir. Girêdanek mezin ê hevrêyê me Engîn li hemberî gerîla pêş ket û gelek jiyana wan meraq dikir.
Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê li ber çavê civakê xwe îspat kiriye û veguheriye tevgereke gel û bûye xwedî karakterê serhildanê. Di salên 90'î de tevgera me ya azadiyê roj bi roj mîna goka berfê mezin bû û bi gelê me re bû yek. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker dema ku bi rêbazên leşkerî li hember tevgera me têk çû, di wan salan de giranî da polîtîkayên xwe yên qirkirinê. Dewleta Tirk a ku li ser mîrateya zîhniyeta Osmanî ya mêtinger, qetlîamkar û qirker ku hebûna xwe di tinebûna gelan de didît, bi polîtîkayên şerê taybet bûye kontra û bi çetebûnê re bû dewleteke terorîst. Bi hezaran welatparêzên me yên ku ji bo parastina hebûn, çand û rûmeta xwe, rastî êşkence, qetilkirin û sirgûnê hatin. Bi şewitandina hezaran gundan û kuştinên ku kiryarê wan dewlet bû, hewl da gelê me bitirsîne û wan ji Partiya me dûr bixe. Van polîtîkayên dijmin bandor li hevrêyê me Engîn kir. Ji ber ku ji malbateke têkoşer û berdêl dane hatiye. Ji ber rêbazên nemirovane yên rejîma faşîst a Tirk, hevrêyê me Engîn ji aliyê malbata xwe ve şandin metropolên Tirk û li wir ma. Hevrêyê me Engîn ê ku veqetîna ji axa ku lê ji dayik bûye ti carî nepejrandî, her tim êşa vê yekê dijiya. Didît ku weke pêwîstiyeke dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan, divê têkoşîn bike. Piştre tevlî xebatên ciwanan bû û xebatên siyasî meşandin. Hevrêyê me Engîn di kîjan xebatê de be jî, têkoşîna xwe têr nedîtiye. Herî dawî jî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hevrêyê me Engîn gelekî bandor kir. Fêmkiriye ku têgihiştineke rast û bi bandor a têkoşînê heta ku ji sîstemê qut nebe û jiyana daye avakirin û hatiye avakirin red neke, pêk nayê. Temenê xwe yê mezin ji xwe re weke asteng nedît û bi şopandina xeyalên xwe di sala 2018'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Engîn ku Rêber Apo û Tevgera me nas kiriye, xebat meşandiye û xwedî ezmûneke jiyanê ye, kiriye avantaj. Bi azwerî bi jiyanê ve girêdayî bû û bi tevlîbûna têkoşînê di asta evînê de bi lez adapte bû. Bi nasnameya PKK’ê xwe ji nû ve ava kir, li ser esasê îdeolojiya Rêbertiya me hewl da xwe ji taybetmendiyên qirêj ên sîstem û dagirkeran rizgar bike. Dizanibû ku serkeftin encax bi xwe fedakirina xeta Rêber Apo û şehîdan pêkan e û li ser vê bingehê jiyana xwe ava kir. Her ku Rêbertiyê me dixwîne û pêş dikeve, lêpirsîn û nakokî derketine holê û kariye li ser vê esasê kesayeta xwe çareser bike. Dema ku xwe nas kir, kêmasî û aliyên xwe yên kêm dîtiye û têkoşîna çînayetî û zayendî bi bandor meşandin. Di ronahiya paradîgmaya me ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de bûye xwedî zanabûn. Hevrêyê me Engîn di xeta jina azad de xwe berpirsyar dît û bi taybetmendiyên xwe yên klasîk û kevneşopî bênavber têkoşiya. Bi tevlîbûn û taybetmendiyên xwe ya gihîştî, dilnizm, kedkar û xebatkar, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Engîn di nava Partiya me ya ku civaka hevalan e, bi ser ket û di demeke kurt de taybetmendiyên milîtanekî Apoyî bi dest xist. Di nava xebatên YPS'ê yên ji bo pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser esasê parastina cewherî cih girtiye û ji bo têkoşîneke layiqî Rêber Apo û şehîdan nîşan bide, ked daye[1]