=KTML_Bold=Dema ku dewleta Tirk kirasê DAIŞ`ê li xwe kir: Komkujiya Pirsûsê=KTML_End=
ZANA SEYDÎ
Dewleta Tirk têkbirina DAIŞ`ê li Kobanê qebûl nekir, ji lew re sînorên xwe li pêş çeteyan vekirin û çeteyan li Kobanê û Pirsûsê komkujî pêk anîn. Bi vê yekê pêvajoyeke herî dijwar a şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk ê piştî pêvajoya aştiyê, dest pê kir.
Di 20`ê Tîrmeha 2015`an de 300 endamên Komeleyên Sosyalîst ên Ciwanan li navenda navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Me bi hev re Kobanê parast, em bi hev re ji nû ve ava bikin” hemleyek da destpêkirin. Ciwanan ji bo zarokên Kobanê yên piştî şerê Kobanê tevî xizmên xwe koçber bûne û li Pirsûsê bi cih bûne, pêlîstok anîbûn.
Dema ku ciwanan daxuyaniyek dida, xwekujekî DAIŞ`î xwe di nava komê de teqand. Di komkujiyê de 33 çalakvanên keç û xort şehîd bûn û 104 kesên din ên Tirk û Kurd birîndar bûn.
Komkujî çend hefte piştî Komkujiya Kobanê ya ku DAIŞ`ê bi piştgiriya yekser a dewleta Tirk pêk aniye, her wiha 6 meh piştî rizgarkirina Kobanê, hat kirin.
Nêzîkatiyên ne cidî yên hikumeta Tirk ên berî û piştî komkujiyê, gelek pirs bi xwe re derxistin. Nexasim ku dewleta Tirk wek mezintirîn piştevana DAIŞ`ê di aliyên leşkerî, darayî, îstixbarat û lojîstîkê de di dema serweriya wê li rûberên berfireh ên Sûriye û Iraqê de, dihat nasîn.
Li aliyekî din jî, desthilata Tirk ruxmî ku kombûn bi agahî û destûra wê jî pêk hat, lê parastina pêwîst ji bo kombûnê nekir ku wê demê gefên DAIŞ`ê li dijî Kurdên li Pirsûsê hebûn. Ji ber ku Pirsûs di rizgarkirina Kobanê de xwedî bandoreke mezin bû.
Hemû delîlan îşaret bi wê yekê dikir ku destê AKP`ê bi awayekî yekser di teqînê de heye, nexasim ku hikumeta Tirk piştî komkujiyê jî şîn ranegihand.
Platforma “Edalet ji bo Pirsûsê” ku ji parêzeran pêk tê, gelek caran banga eşkerekirina encamên lêpirsînên ku bi veşartî dihatin meşandin, kir. Platformê her wiha bang li dadgehê kir ku bi cesaret be û dozê bêyî tirs ji hemû aliyên wê ve lêpirsîn bike.
Li gorî rapora platformê, kesê ku komkujî pêk aniye bi navê Şêx Ebdurehman Alagoz ê birayê Yunus Emre Alagoz e ku wî jî li Enqereyê êrişî girseya partiya HDP`ê kiribû û zêdetirî 100 kes hatibûn qetilkirin. Şêx Ebdurehman Alagoz di nava lîsteyên terorê de bû û lêgerîna wî hebû.
Li gorî heman raporê, haya îstixbaratê jê hebû ku dê li Pirsûsê teqîn pêk werin û agahî dabûn hemû rayedaran jî. Her wiha fermanên kontrolkirina her kesî dabûn. Lê belê kesê komkujî pêk aniye di aliyê ewlehiyê de rastî tu astengî yan pirsgirêkan nehatiye. Li gorî qeydên kamerayên çavdêriyê jî ew kes bi serbestî di nava Pirsûsê de geriyaye, piştre di pêşiya avahiya Gerînendetiya Ewlehiyê re derbas bûye û gihaştiye pêşiya Navenda Çandê ya Amara, cihê ku lê komkujî pêk hatiye.
Di raporê de hat diyarkirin ku lêpirsînên der barê komkujiyê de ji ber 18 mehan bi nepeniyeke mezin dewam dikin. Tê destnîşankirin ku malbat û parêzerên qurbaniyan daxwaza berdewamkirina lêpirsînê bi awayekî eşkere û beşdarkirina mexdûran kiribû, lê belê daxwazên wan hatin redkirin.
Li gorî raporê, dadgehê lêpirsînkirina bi serokkomar, serokwezîr, wezîrê karên hundir, wezîrê parastinê, serfermandarê artêşê, gerînendeyê ewlehiya giştî, waliyê Dîlokê, qeymeqamê Pirsûsê, serokê îstixbaratê yê wê demê û hin kesên din re, red kiriye. Tenê dozek li dijî gerînedeyê ewlehiyê yê Pirsûsê bi tawanbariya “bikaranîna xirab a peywirê” hat vekirin û li dijî wî biryara girtinê heta 8 meh û 10 rojan û miqdarek pere (7 hezar 500 lîreyê Tirkiyeyê) hatin birîn.
Piştî teqînê bi demeke kin, serokkomarê Tirk Erdogan dan û standinên aştiyê yên di navbera Partiya Gelan a Demokratîk û hikumeta Tirk bi armanca çareserkirina doza Kurd û pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê li dar bûn, bi bin xistin. Çavdêr dibêjin ku di navbera teqînên li dijî Kurdan û demokratên li Tirkiyeyê di dema beriya pêvajoya aştiyê de û piştî wê rûxandina bajarok û gundên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê û şerê Tirkiyeyê li dijî Kurdên li Rojava û Başûr, têkiliyek xurt heye.
Di salên 2019-2020`an de beşdarên ku tev li çalakiyên ji bo eşkerekirina berpirsên Komkujiya Pirsûsê bûne, rastî êrişên polîsên Tirk hatin. Desthilata Tirkiyeyê bi tundiyeke mezin hemû xwepêşandanên ku ji bo şermezarkirina wê êrişa terorîst pêk hatin, çewisandin û nehişt xelk hêrs û nêrînên xwe bi aştî derbirînin.[1]