=KTML_Bold=Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê - 4=KTML_End=
CUMA MIHEMED
=KTML_Bold=Malzarokên Şoreşa 19`ê Tîrmehê=KTML_End=
Li ser esasê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku şoreşa guhertina zîhniyeta civakê ye, gelek akademiyên bîrdozî hatin vekirin da ku armancên şoreşê bigihînin serî.
Bi destpêka Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'yan re, gavên ber bi pêkanîna guhertinan ve hatin avêtin ku yek ji armancên şoreşê bû. Mîsyona pêşîn a şoreşê ew bû ku li şûna pergala dewletê ya ku xwe dispêre destpotî, dîktatorî, desthilata navendî ya mêran ku îradeya civakê nabîne, jinan dike kole û ciwanan paşguh dike, pergala nû were avakirin.
Pergala alternatîf a dewletê, projeya neteweya demokratîk bû. Di çarçoveya vê pergalê de komîn û meclisên xwecih hatin avakirin ku wezîfeya wan a destpêkê, birêxistinkirin û perwerdekirina civakê ye, her wiha pêşkêşkirina xizmetan, avakirina sîstemeke xweparastinê, belavkirina rêgezên wekhevî, edaleta civakî, wekheviya zayendî û mîsogerkirina mafên hemû pêkhate û neteweyan e.
Bi armanca pêşxistina vê pergala nû, pêwîstî bi amadekirina kadroyan hebû da ku bikarin vê pergalê bidin nasîn û pêk bînin.
=KTML_Bold=AKADEMÎ PÊŞENGIYA GUHERTINA ZÎHNIYETÊ DIKE=KTML_End=
Tevî ku di mehên destpêkê yê şoreşê perwerde heta astekê dihatin dayîn, lê pêwîstî bi avakirina saziyên perwerdeyê hate dîtin.
6'ê Nîsana 2013'yan, bi pêşengiya şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Konferansa Damezirîner a Saziya Nûrî Dêrsimî ya Zanist û Ramana Azad hat avakirin. Ev sazî wek navenda yekemîn a perwerdekirina civakê li Rojava ye.
Di konferansa duyemîn de navê Saziya Nûrî Dêrsimê bû Saziya Zanist û Ramana Azad. Bi zêdebûna navendên vê saziyê û elaqeya mezin a gel bi perwerdegirtin re, di konferansa sêyemîn de navê saziyê veguherî Akademiyên Civaka Demokratîk.
Akademiyên Civaka Demokratîk endam û rêveberên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîn, heta meclis û ji meclisan heta saziyên Rêveberiya Xweser û Saziyên Civaka Sivîl perwerde dikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan Akademiyên Civaka Demokratîk hene. Akademî bi awayekî asayî dewreyên perwerdeyê ku bi dehan kes tev lê didin, bi rêxistin dikin.
Li gel van akademiyan jî, bi dehan akademiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hene ku perwerdeyên bîrdozî û leşkerî didin.
Ji bo ciwanan jî akademiyên taybet hatine vekirin ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve tên birêvebirin. Her wiha 19 akademiyên tabyet ên jinan hene, di nav de 7 akademî girêdayî Kongre Star in û Akademiya Şehîd Nalîn a li herêma Cizîrê jî ji aliyê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin.
Van akademiyan zemîna avakirina zanîngehan danî. Li herêmê 3 zanîngeh; Kobanê, Rojava û Şerq hene. Dîsa jî 11 akademî û 7 peymangeh hene.
Ev akademî mîsyona pêkanîna şoreşa bîrdozî pêk tînin ku roj bi roj li ser esasê projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bi pêş dikeve.
=KTML_Bold=BI BERFIREHBÛNA ŞOREŞÊ RE, XEBATÊN PERWERDEYÊ ZÊDETIR BÛN=KTML_End=
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim ku ji salan ve endamekî çalak ê Akademiyên Civaka Demokratîk e, xebatên akademiyan nirxandin. Şervan Muslim got: Bi destpêka şoreşê re em di wê baweriyê de bûn ku eger şoreş di aliyê leşkerî tenê de sînor bimîne hingî wê bi ser nekeve, ji ber vê yekê pêwîstî bi pêkanîna serketina bîrdozî û avakirina têkiliyên xurt di navbera aliyên teorîk û praîkî de jî hate dîtnin. Ev yek jî ancex bi rêya perwerdeyê pêk were. Li ser vê yekê pêdivî bi rêxistina xurt a qada perwerdeya bîrdozî hate dîtin. Li ser vî esasî akademî hatin avakirin.
Muslim bal kişand ser mijarên herî zêde ku akademî li ser disekinin û got: Proseya perwerdeyê destpêkê li ser sîstema Rêveberiya Xweser, çawa dê kar li ser were kirin, nasandina felsefeya wê, mekanîzmaya saziyên wê, têkiliyên wê yên exlaqî bi civakê re bû. Akademiyan di vî ware de roleke gelekî girîng lîst.
Muslim îşaret bi vê yek kir ku akademiyan bala tevahî beşên civakê kişand, bi awayekî asayî û mehane derwreyên perwerdeyê yên girtî û yên vekirî tên birêxistinkirin. Muslim da zanîn di derwereyên perwerdeyan de çawaniya pêknîna felsefeya Rêveberiya Xweser, pêkanîna saziyên wê, şaştî û kêmasiyên ku xelk ji ber wan gazincan dikin, hatin nîqaşkirin.
Şervan Muslim li ser tecrûbeya xwe ya kesayetî li akademiyan jî got: Dema me ders didan an jî distandin me bi awayekî eşkere rola girîng a akademiyan di civakê de dît. Mirovê ku derbasî van akademiyan dibin zîhniyeta wan a kevn tê guhertin. Dema em asta ku Rêveberiya Xweser gihaştiye, têkiliyên wê yên bi civakê re, guhertina zîhniyeta heyî û qebûlkirina jinan di nava saziyan de dibînin, bê guman ev hemû bi saya akademiyan e ku roleke girîng di saziyên Rêveberiya Xweser de lîstin û guhertineke mezin a fikrî pêk anî.
=KTML_Bold=ROLA PÊŞENG A JINAN=KTML_End=
Rêvebera Akademiya Şehîd Şîlan a Jinan a li Kobanê Hedla Xelîl diyar kir ku Şoreaş Rojava dengvedaneke mezin çêkir û rola jinan a di şoreşê de pir mezin e. Hedla Xelîl ev li gotinên xwe zêde kir: Beriya şoreşê rola jinan di çarçoveya karê malê de sînordar bû, lê piştî şoreşê wêneyeke nû ji bo jinan li ser asta Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê derket hole. Jinan îsbat kirin ku dikarin pêşengiya civak û şoreşê bikin. Ji vir ve akademiyên jinan roleke girîng di şoreşê de lîstin. Akademî hêmanekî sereke yê projeya neteweya demokratîk e.
Hedla Xelîl destnîşan kir ku akademî li ser esasê pêşxistina jinan di aliyê bîrdozî de hatin avakirin û got: Bi pêşketina bîrdoziya jinan re civak û şoreş pêş dikevin. Dema zîhniyeta jinan pêş bikeve û ji qalibê berê derkeve, hingî dengvedaneke mezin çêdike.
Hedla Xelîl da zanîn ku akademiyên jinan, jinan bi rastiya wan dan naskirin û jin û civak pêş xistin.
=KTML_Bold=ROLA ÇALAK A CIWANAN=KTML_End=
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê –Herêma Firatê Mistefa Mihemed Sedîq diyar kir ku bi destpêka şoreşê re pêwîstî bi vekirina akademiyên taybet ji bo ciwanan hate dîtin û wiha dom da axaftina xwe: Niha hejmarek akademiyên me hene. Yek ji wan akademiya Şehîd Gerzan e ku ji bo pêşxistina asta zanistê ya ciwanan û nasandina wan bi ramanê Rêbertî kar dike. Em hewl didin her kes tev li dewreyên perweredeyê yên akademiyan bibin ku bi zimanê kurdî tên birêxisitnkirin.
Sedîq diyar kir ku li Akademiya Şehîd Botan perwerde bi zimanê erebî tê dayîn û bi bîr xist ku akademiyek ji bo jinên ciwan û yek din ji bo ragihandinê jî hatine vekirine. Her wiha destnîşan kir ku hinek akademiyên din jî hene û pêwîstiya wan bi vekirina akademiyên din hene da ku hejmareke mezin a ciwanan pêşwazî bikin.
Mistefa Mihemed Sedîq anî ziman ku akademiyan li hemberî şerê taybet ku li dijî jinan tên meşandin, guhertineke mezin çêkir û wiha domand: Em guhertinên ku di kesayeta ciwanan ya piştî perwerdeyê de dibînin. Akademî ramanê Rêbertî, rastiya Kurdan û rola ku dikeve ser milê ciwanan didin nasîn.
Sedîq bang li ciwanan kir ku tev li dewreyên perwerdeyan bibînin û got: Eger pêwîstiya me pê çêbû, em ê di siberojê de hejmara akademiyan zêdetir bikin da ku hejmareke mezintir a ciwanan tevlê bikin.[1]