=KTML_Bold=Di salvegera 11’emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê - 5=KTML_End=
YEHYA EL HEBÎB
=KTML_Bold=Rêvebereiya Xweser pariyê ji devê şêr hatiye derxistin e=KTML_End=
Hêzên hegemon ji bo jihevxistin û têkbirina Rêveberiya Xweser di nava hewldanan de ne. Lê bi saya berdêlên giran ev rêveberî bûye rastiyeke li ser erdê û gelek alî neçar in pê re dan û standinê bikin.
19-07-2012'an şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa xwe ji bajarê Kobanê da destpêkirin. Şêniyên herêmê desthilata rejîma Baas û saziyên wê ji herêmê qewitandin. Piştre şoreş li Hesekê, Qamişlo û Efrînê berbelav bû û Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî dan ser şopa wan.
Piştî ragihandina şoreşê bi demeke kurt, bi taybetî di navbera salên 2012 û 2018'an de, ji Efrînê ya li rojava heta Dêrikê ya li rojhilat, li dijî piraniya herêmê Rêveberiya Xweser êriş ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin.
Li gel êrişên leşkerî, şerê aborî jî li ser herêmê hat meşandin. Piştî rizgarkirina herêman ji komên çete dewleta Tirk tevahî deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re girtin û ambargoyeke giran li ser herêmê ferz dike.
8 meh piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, bi taybetî di 15'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Kobanê kir. Ji destpêka ragihandina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, êrişa li ser Kobanê ya herî dijwar li ser herêmê bû. Bi van êrişan xwestin derbeyekê li herêmê Rêveberiya Xweser bixin û şoreşa wê têk bibin. Êriş hat şikandin û çeteyên DAIŞ'ê û hêzên herêmî û navneteweyî yên piştevanên wan bi bin ketin.
Di sala 2017'an de pêvajoyeke nû ya êrişên li ser herêmê dest pê kir. Lê vê carê bi balafirên şer hatin kirin. Di 25'ê Nîsana 2017'an dewleta Tirk a dagirker bi balafireke şer avahiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bombebaran kir.
Di sala 2018'an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir û piştî 58 rojan dagir kir. Di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de anku di 9'ê Cotmeha 2019'an de artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir û her du herêm dagir kirin.
Êrişa li ser Efrînê ya sala 2018'an bi hevkariya hêzên Rûsyayê hat kirin. Hêzên Rûsyayê ku wê demê li Efrînê bi cih dibûn, ji nuqteyên xwe vekişiyan û qada hewayî li pêşiya balafirên artêşa Tirk a dagirker vekir. Rûsya di her boneyekê de Rêveberiya Xweser bi cudaxwaziyê wesif dike.
Senaroyaya Efrînê di Cotmeha 2019'an de li Girê Spî û Serêkaniyê jî dubare bû. Dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li her du herêman, serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Girê Spî û Serêkaniyê da û qada hewayî li ber dewleta dagirker vekir. Bi vê yekê re dewleta Tirk û çeteyên wê komkujî pêk anîn û her du herêm dagir kirin.
Ji sala 2020'an ve êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyane. Tê zanîn ku ev herêm di bin çavdêriya Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de ne.
Di aliyê aborî de, şerekî giran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Li gel girtina deriyên sînorî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, deriyê Til Koçerê yê di navbera Sûriye û Iraqê de ji sala 2020'î ve ji ber vetoya Rûsya-Çînê girtî ye.
Li hundir jî, hikumeta Şamê eşkere şerê Rêveberiya Xweser dike û heta niha îtîraf bi Rêveberiya Xweser nekiriye û diyalogan pê re red dike. Her wiha ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ferz kiriye.
Li aliyekî din, PDK hîna deriyê Sêmalkayê wek kaxezeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne û zêdetirî 100 rojan nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûr girtibû. Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ku berdewama PDK'ê ya li Rojava ye û rasterast girêdayî dewleta Tirk a dagirker e, Rêveberiya Xweser reş dike. Lê berpirsên ENKS'ê herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dagir kirine, wek herêmên rizgarkirî wesif dike.
Bi armanca jihevxistina Rêveberiya Xweser ji hundir ve jî, bi rêya belavkirina madeyên hişbir û fihûşê di nava civakê de hewldan têne kirin. Hêzên Ewelekariya Hundirîn salane bi dehan belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir digirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşekê welê de hat avakirin ku hêzên navneteweyî hîna ew nas nekiriye, lê ev nayê wateya ku di hundir û derve de têkilî ava nekirine.
Di Cotmeha 2021'an de parlamentoya Katalonyayê bi biryareke fermî Rêveberiya Xweser nas kir û ji saziyên Katalonyayê xwest têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re ava bikin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser li gelek welatên Ereban û Ewropayê hatin pêşwazîkirin. Serokkomarê berê yê Fransayê François Holland û yê niha Emmanuel Macron şandeyên Rêveberiya Xweser li qesra serokatiyê pêşwazî kirin. Serdanên şandeyên Ewropayê û yên Amerîkayê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Gelek berpirsên DYA û fermandarên Pentagonê serdana herêmê kir.
Xelkên Dera û Swêdayê yên başûrê Sûriyeyê daxwaza pêkanîna modela Rêveberiya Xweser dikin.
Li Lîbyayê bangewaziyên pêkanîna sîstema federal tên kirin. Berê Lîbyayê li ser 3 herêman; Terablus, Berqa û Fezan hatibû dabeşkirin. Di Cotmeha 2022'yan de 32 parlamenterên rojhilatê Lîbyayê destûra sala 1951'an a nûjenkirî pêşkêşî serokê parlamentoyê Aqîle Salih kiribû da ku vegera li pergala federal lêkolîn bike.[1]