=KTML_Bold=Dengê wê Miho li dinê hişt=KTML_End=
#Fatma Îsa# ji kêm dengbêjên Radyoya Êrîvanê yên ne Êzîdî bû. Jixwe serpêhatiya wê ya dengbêjiyê jî ne hema welê bû.
Fatma Îsa li gundê Erezegîn ê li Neexciwanê, nêzî Ermenistanê sala 1934´an hatiye dinê, beriya bi 13 salan 15´ê Kanûnê konê xwe ji nav me saxan bar kir û xatirê xwe ji vê dinya gewrik xwest. Hîna sê salî, tevî Kurdên din ên li gund, hatin sirgûnkirinî Ermenistanê û li wir jî 76 salî wefat kir.
Ji ber ku hîna zarok dê û bavê wê dimirin, ew li ber destê dapîra xwe mezin dibe. Tevî ku wê 20 stran gotine, 5 stranên wê di arşîva radyoyê de mane. Strana Lo lo Miho ji nava wan ya herî belav e. Wê ev stran pîrejina bi navê Têliya Evdile bihîstiye. Kilamên wê yên di arşîva raydoya Êrîwanê de, Lo lo Miho, Êrê Dînê, Şêro Dîno Lewendo, Lo Lo Gede û Herdem in.
Lê stranbêjî di nava Kurmancên Misliman de nexasim ji bo jinan bi xweşî nedihat dîtin. Wê di civatên jinan de stran digotin. Sala 1972´yan ji bo hinek dengên nû yên jinên Kurd ên ne Êzîdî peyda bike, lêkolînê dike û bi ser Fatma Îsa ve dibe. Esas bûrayê wê navbeynkariyê dike û ew bi xebatkarên Radyoya Êrîwanê re dipeyive. Fatma Îsa hingê wiha bi bîr tîne:
=KTML_Bold=Ji 20 stranan 5 mane=KTML_End=
Êw jinê ku wê demê di Radyoya Êrîvanê de stran digotin mîna Sûsika Simo, Zadina Şekir hwd... Kurdên Êzîdî bûn. Lê, ji bo ku dengê jinê Kurdên sunnî jî bê naskirin lêkolînek darxistin. Ji ber vê yekê hatin gundê me jî. Vê demê temenê min jî pêşve çû bû. Birayê min ji xebatkarên radyoyê pêşniyar kiribû ku bila min jî guhdar bikin. Wan qebûl kir û ez jî guhtarkirim. Min çend stranên klasîk got. Wan ez guhtarkirim û pir keyfxweş bûn. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê.
Tosinê Reşîd ji bo Fatma Îsa dibêje, “Di erşîva me da dora 20 sitranên Fatma Îsa hebûn. Ez û Nûra Cewarî bi taybet ji bo tomarkirina stranên Fatma Îsa çûne gundê wan... wê ji me re 20 sitran gotin. Gava em çûne Awistiraliya me nekarî erşîvê bi xwe re bibin, dema em vegeriyan ji wê erşîvê kêm tişt mabûn... yên mayî jî niha li Awistiralyayê ne û Nûra Cewarî li ser wan kar dike…”
Gava Fatma Îsa 15´ê Kanûna 2010´an wefat dike, li ser gora wê jin zêmaran û nexasim jî kilama Miho dibêjin.
Em jî Fatma Îsa bi vî wêneyê Rêbwar Perwîzî sala 2020´an xêz kirî careke din bi bîr tînin.[1]