#Fêrgîn Melîk Aykoç# : ‘Di her zimanî de bîra gel, azmûnê gel, anane û kevneşopiyên gel, têgîhîştina gel heye.’
#Lokman Polat# – Pirs : 1 – Birêz Fêrgîn Melîk Aykoç ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Rojbûnên me Kurdan yek li jêr yek li jor dişibin hev. Ez anegorî agahiya dê û bavê xwe teqrîben çel – pêncî roj li pey beranberdana sala 1951 an li gundê Baskan /Gimgimê hatime dunê. Li vê herêma me beranberdan di dawiya meha 9. destpêka meha 10. de ye. Her wiha dema hê yeksalî bûme, bavê minê ku di nifûsê de ketim bû, girtine û birine leşkeriyê. Ji wê dizanim ku di mijdara sala 1951 an de hatime dunê. Wê salê Dibistana nû jî di gundê me de hatibû çêkirin. Li ser dîwarê dibistanê jî ev mêjû heye.
Baweriya malbatê; her çendî em di gundekî mislimanan de jî dijiyan, baweriya mala me baweriya Ehlî Heq (Ra Heq) bû. Piştî serhildana Şêyx Said leşker li ser gundê Baxçecika Depê (Qereqoçan) re digirin, 25 mêrên li gund digirin (Rêya Heq û sunî têklihev). Kalikê min di firsenda yekem de direve, lê bi guleyên leşkeran birîndar dibe, Ew bi wê birînê diçe ser dilovaniya xwe. Birayê wî jî bi tevê 25 mêran dibin li Xezikê nêzîka cihê ku Zekî Yildiz lê hate kuştin (Ev di strana “Bingol şewtî.. ya Zozan distirê de heye) bi Sunguyan dikujin. Tenê yek ji wan xilas dibe (Sal 1925). Ez di sala 1975 an de bi wî re li ser mijara wê komkujiyê bi berfirehî axivîm.
Piştî kuştina kalike min, pîrika min ya nijad Ermenî yekê nijad Ermenî dibine vê re dizewice, diçe gundê Gimgimê Baskan. Bavê min jî bi diya xwe re diçe. Bavê min hetanê 35 saliya xwe jî nikane bizewice. Gundîyên Baskan û gundên nêzîk jê re dibêjin: “Tu qizlibaşî, em qîz nadin te.” Dema diçe nava Xormekan (ew ji rêya Heq /Elewî ne), ew jî jê re dibêjin: “Tu ji gundê Suniyan hatiyî, tu sûnî yî, em qîz nadin suniyan!” Du re xalanên (ji eşîra Lolan) min yên ji rêya Heq in, tên gund, diya min û meta min berdêlî dikin, bavê min bi wî awayî dizewice.
Malbata bamariyê bavê min Ermenî (ne ji dil jî be, bûbûn misliman), Xalanên min ji Rêya Heq (lolij). Ez kurê sêwiyekî komkujiyê û li ciheke wiha têklihev mezin bûm. Vê xweber bandor li jiyana min û têgihîştina min jî kir. Jiyana bavê min bi hemû êş û birînan ve di romana min ya bi navê „Dîlên li Ber Pûkê“ de (Li vir Almanyaye derket) bi berfirehî heye.
$Ez û dibistan$
Min dibistana seretayî li gund xwend, Ez xwendekarekî bê derfet, lê gelek jîr bûm. Dema ez di pola sisyan de bûm, mamosteyê pola çaran û pêncan bang min dikir, ez dibirim, min Proplemên matamatîkê yên pola pêncan bê pirsgirek çêdikir. Mamoste ço dida destê min û digot: „Li wan bixe!“ Eger min li wan nexista, yan jî hêdî li wan bixista, mamoste li min dixist. Dema ez diçûm malê jî wan zarokên mezin dor li min digirtin û li min dixistin. Yanê jîrbûn jî bela serê min bû.
Ez di sala 1966 de ketim nav azmûnê Alparslan Ogretmen Okulu Wan. Ez di azmûnê yekem de bi ser ketim. Lê 19 Tebaxê 1966 li Gimgimê Erdhejeke mezin pêk hat. Wekî îro her tişt tê bîra min. Berê yên ku di azmuna yekem ya “ilkogretmen okulu” de bi ser ketibûn. Yekber li dibistanên îlkögretmen okuluyên Tirkiyê (Lêman /yatili) bela kirin. Ez şandim Demircî Îlkögretmen Okulu Manîsa. Li wir jî me di nava şer de xwend. Nûtirkên nijad Grêk derpê me dadixistin li teriya me digeriyan!. Lê piştî me Kurdên ku di dema Yavuz Sultan Selîm de hatibûn sirgunkirin, Zarokên “Pezkelan” (Karakoyun) nasîn, dibistan ket destê me. Em ji wê belaya êrişên nûtirkan filitîn.
Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?
Fêrgîn Melîk Aykoç – 1 – Ji ber ku kalikê min di serhildanê de hatibû kuştin, xweber kurdbûn û mijara kurdî her li ser dilê min bû. 2 – Bavê min bi tirkî baş nedizanî! Ji wî zimanî hez jî nedikir! Sal 1961 ez neh, deh salî bûm! Em li Kepeneka Mezrê ya di devê rê de giha diçinin! Bavê min diçinî û min jî bi hêza xwe ya wê dema zarokatiyê li pey wî hêdî hêdî tapol dikir. Bi carê ve, pênc cendirmeyên Tirk derketin û hatin. Ji bavê min re gotin „Ulan kiro, bûraya gel!“ Bavê min neçar çû, lê tirkiya dizanî jî, ji bîr kiribû, yan jî anegorî daxwaziya wan negotibû; „buyrun komutanim, emrînîzdeyîm!“ (Fermo, fermandarê min! Ez ji fermana were amademe!) Yekî ji wan bi qundaxa tifinga xwe bi weş di pişta bavê min de lêxist, bavê min li erdê dirêj bû. Hem lê dixistin hem jî digotin „Ulan Turkçe konuş!“ Gîrî ketibû qirika min. Min xwe negirt, hemêza xwe tijî kevir kir û li ser hev kevir avêt wan. Yekî ji wan da pey min, ez girtim û li min da û li min da, ji dev û pozê min xwîn diherikî. Ez diçûm dibistanê, min tirkî hinek dizanî, lê min bi kurdî gote wî; „Tu çima li min dixî!“ Wî got; „Ulan piçin dölü turkçe konuş!“ (Hey tovê bêjiyan bi tirkî biaxive!) pîhnek bi zeft li min da, ez gilor bûm, çûm, ketim nava wê golê! Ne şilbûna bedenê lê şilbûna çavên min ji bîra min naçe! Ew roj e ev roj e, dema vê gotina fermana êşkencê û bişaftinê „Ûlan türkçe konuş /yaz“ dibîhîsim, ji ber wê êşa di bin hişê min de melisîye cin bi min dikevin!“ 3 – Meleyek gundê me yê di medreseyek Farqînê de xwendibû, di serhildana. Şêyx Seid de dema ji medresê vedigere ji ber ku Bavê wî jî li gel. Şêyx Seîd e, ew jî ji pireya Evdirehman Paşa ya li ser çemê Baskan re derbas dibe û di Girê Bizanan de xwe digîhîne wan, ew bîranîna wî hê jî di bîra min de ye. Min gelek caran ew ziyaret dikir, Mewluda Kurdî min cara yekem li ba wî dît û xwend. Ev jî bûn bingehê evîna min ya bi kurdî nivîsandinê.
Min ta di salên heftêyî de jî hewlda ku ez binivîsim. Cara yekem min di sala 1975-76 an de romana Mamosteyên Zinaran nivîsî, Lê dema hatim girtin, havala min ji tirsan digire û dişewitîne. Piştê di sa 1980 yî de hatim Almanyayê, min ew cardin bi daktîloyê nivîsî, bes derfetên min yên çapkirinê çê nebû. Ew di sala 1999 an de hate çapkirin. Lê berê wê pirtûka min ya rûberîna hemû zaravayên kurdî #Kurdîzan Rûberkirina zaravên Kurdî# di sala 1996 an de bi aliyê Enstîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanist ve hata çapkirin. Divê vê jî bêjim; berê wan nivîsê min yên lêkolînî ji 1986 an pêve di Hîwa (vesera Polîtîkayê) Rewşen û hin kovarên din de hatibû weşandin. Romana Mamosteyê Zinaran li ser polîtîka bişaftinê ye.
Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Çawa te jî di pirsa xwe de nivîsîye, “nîvîskarên zimanê Tirkî (erebî û farsî)”, belê mirov bi kîjan zimanî binivîsîne, mirov nivîskarê wî zimanî ye, wî zimanî dewlemend dike, rêya xwendin, kemilandin, hezkirindayîn û rêya bi hişmendî têgîhîştina wî zimanê vedike. Bê vê gelek peyv, biwêj û têgînên nû tevê wî zimanî dike. Nivîskarê hêja Cihan Roj lîsteyeke peyv, biwêj û gotinên pêşiyan yên ku Yaşar Kemal kirine tirkî û xizmeta tirkî derxistiye. Ew bi tena serê xwe rastiyê li ber çavan radixîne. Bê wê lîsteya Cihan Roj derxistiye, hê gelek formên hevokan û têgîhîştinên kurdî jî kiriye xizmeta tirkî. Li gel wê yê ku zimanê tirkî bi Kurdan da hezkirin bêguman yek jî Yaşar Kemal bû. Yên ku helbesta tirkî kiriye helbest Cemal Sureya û Ahmet Arîf in. Bi gotineke kurt mirov bi kîjan zimanî binîvîse mirov xizmeta wî zimanî dike. Bêguman egerên weke: “Derfetên wan yên bi kurdî nivîsandinê tinebû, di divêtiya bi tirkî nivîsandinê de man!” mijara gengeşiyê ye. Bes ez bi rengekî nerênî li wan dinêrim.
Di her zimanî de bîra gel, azmûnê gel, anane û kevneşopiyên gel, têgîhîştina gel heye. Dema nivîskarekê/î dinivise van jî tevê nivîsên xwe dike. Nivîskarê bi tirkî dinivîsînin, xweber van diyardeyên girîng jî tevê ziman ê pê di nivîsîne dikin. Em talana Stranan baş dizanin, nivîskarên bi zimanê dagirkeran dinivîsînin jî talana bîra gel digîhîne dagirkeran. Li Ser mijara Yazar û nivîskar çend gotarê min derketin. Di festîvalan de hin yazaran ji bo min digotin, “ewê bi kurdî serî xwarî hat, hajî xwe hebin!”
Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Bêguman wêjeyeke dewlemend, serkeftî û derfetên kemilandineke têr bi destxistinê tenê li welatekî serbixwe û azad pêkan e. Lewre wêjewan, ango nivîskar, helbestvan, Hunermend bêku serê xwe bi tekoşîna azadî û serxwebûna welêt biêşîne, dikane tevahiya dêhn û bala xwe bide wêjeyê, tirsa nebe ku ev nivîs /berhema min zirarek bide tekoşîna serxwebûn û azadiyê namîne. Wêjewan û hunermend di pingara wê tirsê de weke guvguvokê naçerixe, ev jî rêya dîmenziyonên din vedike. Mixabin ku li her çar parçeyên welêt ev rêbaya pêvajoya tekoşînê serdest e. Mirov dikane di şaşiyeke piçûk de jî, têkeve xizmeta polîtîka dagirkeren. Dijwariya wêjeya me, yan jî hendîkapa mezin a wêjeya me ya îro di vê xalê de ye. Ya dudyan jî di nava me de nirxandina berheman, reklama berheman, baş nebaş binavkirina wan de mixabin ku di nava çepera û kelema alîgiriya grup, kom û herêmperestiyê de maye. Ev jî pêşî li kemilandina wêjeyê digire. Lema rengê wê yê dewlemend baş xuya nake. Bes divê vê bêjim; min bi qasî cenabê we romanên nivîvîskarên Kurd nexwendibe jî, bi sedan yên ji her kom û herêmê xwendine û li ser wan nivîsandine. Her wiha min gelek yên Kirmanckî wek romana Munzur Çem “Hotay Sera Usivê Kurtkizî” jî xwendiye. Di rastiyê de romana Kurd kemiliye, ji romanên Tirk çêtir in. Bes saziyên bêlayanê ku bikane vê ragîhîne bala giştî, tine. Li bernameyên TV yan binêre, bernameyên li ser wêjeya nîvîskî gelek kêm in. Lema mijar baş nayê zanîn.
Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Helbest û roman gelek li pêş in, heta ji yên dagirkerên me serkeftîtir in. Lê rexnegiriyeke avakar, saziyên me yên belevkirinê, herwiha yên wergerê ku bikanin van bigîhînin bala cihanê tine. Min carê di gotereke xwe de wiha nivîsîbû. “Dante nenûkek Meleyê Cizîrî nake, lê teviya cihanê Dante nas dike, ti kes Meleyê Cizîrî nasnake.” Mirov dikane mînaka “Mem û Zîna” Ehmedê Xanî bide, ma çiyê wê ji “Romiyo û Julya” Sheakspare kêmtir e? Çima herkes Sheakspare nasdike, Ehmedê Xanî nasnake. Bê guman ev bi hêza Îngîlîz û bêhêziya Kurdan ve girêdayîye. Min bi dehan romanên nivîskarên Alaman, firansiz, îngîlîz xwendine, herî kêm sed romanên tirkî xwendiye. Bi dîtina min hin berhemên wêjeya me ji wan ne kêmtir, heta serkeftîtir in, lê min çawa got, bi kêmasî ev hinek bi sazîbûn, netewbûn, serxwebûn û azadiyê ve girêdayî ye. Yanê ew birîn birîna wêjeya me ye jî. Di wêjeya me de şano ewqas bi pêş neketiye, yên hene jî, nagihîjin bala giştî.
Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Di rastiyê de te di nava pirsa xwe de bersiva pirsê bi gotineke din rol û wateya rexnegiriyê bê kêmasî vekiriye, ez naxwazim dubare bikim, bes dikanim hin tiştên vekirî lê zêde bikim. Rexnegirî ne reşkirin, ne pesin û serî werimandin e, ne herêm û komperesti ye. Rexnegirî bi sere xwe zanyariyekê ye, bi giranî di wateya berhemekê bi aliyê estetîkî, erênî û kêmasiyan, hebe diziyan ve bi awayekî bêlayangirî nirxandin e. Yek jî divê rexnegirî ne di nava çarçoveya têgîhîştina wêjeya dagirkeran û ne jî ya welatên din de binirxîne. Divê rexnegiriyeke li gor têgîhîştina bîr û boçûna wêje û çîroka kurdî be. Yanê ji texlîtên biyaniyan dûr xwerû wêjekurd be. Ya dudyan: Divê haya rexnegiran xwerû di warê rêzmanî de ji hemû çengeyên welat hebe. Di warê zayendê de, di warê bikaranina hin biwêjan de, bi giştî di warê rêzmanî de xwedanê agahî û têgîhîştineke têr be. Mînak; nivîskarên Mêrdîn, Heqarî, Serhed, Meletî dibe di hin waran de formên cûda bikarbînin. Rexnegir ku haya xwe ji rastiyên herêman tinebe, ew nikane bibe rexnegir. Ez nav nedim, Hinan li ser hevokên hin nivîskarên Serhedê gotine, “Di bin bandora tîrkî de maye!” Lê hajî tinin ku dengbêjên wekî Evdalê Zeynikê, Ferzê, Hesenê Dengbêj, Kalî, Husêno û yên berê wan ew hevokana bikaranîne ku wan yek hevokek tirkî nedizanîn, heta di zimanê Xaltan /Uratuyan de jî ew form hene. Tirkî hê zimanê do ye, ku re bandora wi li kurdî bû?. Ew formên kurdî pir dû re bi rêya kesên wek Yaşar Kemal û helbestvanan derbasê tirkî bûne û ji tirkî re bûnin mal. Dîsa di warê zayendê de, gorbihuşt M. C. Bedirxan jî destnişankiriye ku hin peyv weke “sîng, kursî ûû” Li bakur (Serhed, Amed Meletî) mêza û li başûr (Merdîn) nêrza ne, divê rexnegir vê bizane. Bes em dizanin ku li Behdînan bandora konteksta hevokên erebî, heta li ba hin nivîskarên Rojava jî heye. Ev ne rika min, li ser vê nirxandinên hin rexnegirên Behdînan yên erebî jî dizanin hene. Dîsa mijara nirxandina romanên li ser kesayetî û bûyarên dîrokî jî pir giring in, Divê rexnegir haya xwe ji jiyan, serdema wan kesayetiyan dekbaziyên dagirkeran agahiyên şaş hebe. Bi gotineke kurt rexnegiriya wêjeya kurdî gelek dijwar e.
Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Baş tê zanîn rexnegiriyeke zanistî dikane nivîskar xurt bike, saziya rexnegiriyê li her welatî roleke girîng lîstiye û bala cihanê kişandiye ser wêjeya welêt. Mijara rexnegiriya li ser berhemên min; ta niha çar hêjayan li ser berhemên min nivisandine. Min rexneyên wan ji bi spasî wergirtiye. Bêguman ev têr nakin. Mînak divîbû li ser romana min #Serwerê Med Aştiyago# nirxandinên gelek berfireh pêkbihatana. Ne ku romana min e, ji ber ku piştî lêkolîneke berfireh, ya ji çend zimanan derxistina hin rastiyan, rûberandina mêjûyên wê serdemê hatiye nivîsandin. Heta navên dîrokî yên li navenda Anatolya jî yek bi yek piştê lêkolînên têr di romanê de hatiye bikaranîn. Bi gotineke kurt bi wê romanê dîroka belovajîkirî hatiye sereraskirin. Ew ji % 80 li ser rastiyan rûniştiye. Divîbû ew roman bi her aliyê ve bihata nirxandin. Mînakek ji dîroka nayê zanîn; kalikê Herkleitos Herakles “Diyalektîkê” ji generalê Med Madaheas (Medhêz) fêrdibe û neviyê wî Herakleitos jî wê dinivîse û ji cihanê re dike mal. Yanê bingeh em, nav yê Grêkan. Lê mixabin li ser zêde tişt nehat nivîsandin, bila binivisandana, ev gengeşi vekirana, navê min jî nedana, bigotana serseriyek ne ji me nivîsîye, lê rastî nivîsîye. Ez ne maşiqê nav û dengê xwe, dijê wê li pey rastiya me, bes tenê bigotana di romaneke kurdî de ev rastîyên nehatine nivîsandin hene. Bi gotineke kurt divê rexnegiriyeke hê berfirehtir, bêlayantir û xwediyê bîra Kurd hebe.
Dîrok di destan û stranê de veşartî ye - Pen6.info
Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Carê divê mirov vê bêje. Mijara rexnegiriyê li her welatî di hin waran de proplematîk e. Li welatên pêşketî bi giranî bi aliyê weşanxaneyan ve ji bo reklam û frotinê hin rexnegirên reklaman dikin tên bikaranîn. Di hin TV yên Ewropî de ev mijara rexnegiriyê cidî tê girtin, Mînak Bernameya “Scobel” ya di TV yeke Alman de. Bes herêmparêzî, komparêzî li ba wan tine. Ti kes çima te devoka filan herêma bikaranîye nabêje û ev wek rexne jî nayê pejirandin. Lê naverok, ristin di warê dewlemendkirina ramanê de bêtirs tê rexnekirin. Di wan gengeşiyan de giringî û erkê rexnegiriyê jî tên zelalkirin. Mixabin di nava me Kurdan de rexnegirî hê wek saziyekê rûnenîştiye, min di bersivên pirsên din de jî ev mijar vekiribû. Yên me ji rexnegiriyê gelek dûr e. Min du sal bê ku cûdahî têkim nav, di Ozgurpolitîkayê de her hefte li ser romanek nivîsî, lê yê min ne rexnegirî, tenê danasîn bû. Rengê rexnegiriya me bi girani wiha ye. 1 – Yê me yan pesin yan jî reşkirin e. 2 – Hima bigire piraniya kesayetiyên bi navê rexnegiriyê dest davêjin qelemê, tenê yên derdora xwe û ji cihana xwe dibîne. 3 – Rexnegirên me rexnegirên dagirkeran û wêjeya biyanî weke pîvan digire, vê jî di mejiyan de qalib afirandiye, eger li wê qalibê were, baş e, lê neyê ne baş e. Ev ev têgîhîştina di bin siya wêjeya bîyanî de ji erkê rexnegiriyê dûr e. Mînak dema ez dinivîsînim ji awayê nivîskarê Alman Peter Prange hez dikim, lê ti caran qalibên romana tirkî yan jî almanî wek mînak û bingeh nagirim, ji bo min çîrokbêjîya Kurd, dengbêjiya Kurd, awayê destanên Kurd pîvan e. Divê rexnegirên wêjeya kurdî bikane li ser vê mijarê kûr be. Dema mirov romana min “Serwerê Med Aştiyago” bixwîne, bi hêsanî dibîne ku rengê destana Memê Alan lê serdest e. 4 – Divê ti rexnegir gundê xwe, herêma xwe wek navenda “kurdiya bilind” nebîne, bikane bi giştî li mijareyan, devok û herêman binêre. Divê bizane ku roman ji alîyekê ve ji bo dewlemenkirina ziman lêkolînên qadî û herêmî ne, Alman jê re “Feld forschun” (lêkolînên qadî” dibejin, lewre gotin û formên jibîrkirî, yan jî di herêman de mayî derdixe û radigîhîne. Li Almanya romanên bi vî rengî serkefti tê dîtin.
Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Min ta niha bi giranî mijareyên dîrokî û bandora asimîlasyonê hilbijartine. Hima bigire hemu romanên min bi dîroka me re têkildar û romanên realîst in. Piraniya bûyarên romanên min di rastiyê de pêkhatine, ez bi karekterên sereke re axivîme. Mînak “Mamostê Zinaran” Mijara bişaftinê wergirtiye. “Dîlên li ber pûkê” çîrokên komkujiyan e. “Asoyê Dînan” mijara kesayetiyên di salên 50 û 60 î de di zanîngehên Tirkan de xwendine û ji ber ku li rastiyê xwe xwedî derketine, bi êşkenceyên giran hatine dîn kirinê weke mijar hilbijartiye. “Heftrojên Kalekî” jî mijara komkujiyan û bişaftinê ye. #Bextê Dagirkirî# Mijara li Almanyayê qedexeya li ser Kurdan û bandora wê ya li ser tevahiya Kurdan wek mijar hilbijartiye. “Sîya dema borî” (rexneroman) Rexnegiriyeke li ser kesên ku berhemê xwe bi têgîhîştina şovenîzma di wêjeya Tirkan de nivîsandinê ye. “Rondikên Hêviyên Wenda” evînên stûşkestî ne. “Serwerê Med Aştiyago” mijara têkçûna şarestaniya Med werdigire. #Neviye Aştiyogo Gaumada# jî dagirkerî û hovitiya Darîos I. (Dara Yawuş Arşama) û ji destê Kurdan derxistina baweriya Zerdeştî werdigire. “Evîna korona-tonik” Mijara evîneke kal û pîrbûyî û vîrûsa Koronayê weke mijar hilbijartiye. Berhemên min yên lêkolînî “ Çavkaniyên Çanda Gel I. , II. Lêkolînên civakî û zimanî ne. “Pêlên Zerya Rêziman” li ser rêzmana kurdî ye. “Fermo bi Kurdî” Ji bo fêrkirina zimanê kurdî ye. Kaniya Xwendinê jî ji bo pola 3, çaran e. Vê Dawiyê jî Berhemeke min bi Tirkî derket “Kurdistanî Înançlar” lê piraniya beşên wê bi kurdî di hin kovar û malperan de derketine.
Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Mixabin ku ev rast e. Bes ez dixwînim. Hima bigire min bi kêmasî romaneke nivîskarên Kurd xwendiye û li ser sed romanî jî nivîsandiye. Bes ev sê sal in ku ez di nava lêkolînên kelehê Xaltan /Uratuyan de me, min ta niha 200 kelehên Xaltan di Polîtîka Azad de dane nasandin, ji wê dem ji bo xwendina romanan kêm dimîne. Bes dîsa jî di her firsendê de dixwînim. Yanê quretiya weeh ez çawa roman filankesî bixwînim, li min tine. Ez li romanê dinêrim, ne li aliyên siyasî yê nivîskar. Mixabin hin mirovên me dema navekî digirin xwe di asoyekî din de hîs dikin. Mînakek balkêş Nivîskarekî ciwan berê romana min ya “Mamosetyên Zinaran” xwendibû, heta hat di nava civakê de got; “ez gelek di bin bandora wê de mam, ezê jî binivîsînim!” hê jî kesên di wê civatê de gişt xweş in. Min jî alîkarî dayê. Piştî hinek nave wî derket, hinan dest li piştê xistin, derket bernameyeke TV yê, Min ewqas nêrî ku bi Tolstoy destpêkir, Frans Kavka re debas bû, hemû nivîskarên Kurd di siya xwe de hîşt. Wî carê di medya civakî de êrişê min kir, lê min cidî negirt û bersiv neda. Mixabin ku nexweşîyên bi vî rengî di nava me Kurdan de gelek zêde ne.
Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Helbesta Kurdî ne nû ye, mirov dema li klasîkên me dinêre, dibîne ku tev de helbest in, Wan bi giranî formên kasîde, dubeyt, sêbeyt hilbijartine. Yanê bi zimanê îro formên klasîk in. Di vê serdema me de helbest bi navê forma serbest derketiye û gelek helbestvan hene. Mixabin ku di wî warî de hima bigire hîç rexnegir tine. Min hin ji wan xwendin, ev forma serbest di warê qalib de bi giranî dişibin hev, mîna hev çendbare bikin. Min bi xwe helbest neceribandiye.
Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Ez ta niha ji rexnegiran re hêrs neketime û min ”sipas” gotiye. Bes, dema peyva ”herêmî” tê bikaranîn û bi qalibên herêmî nezîk dibin, berhema kesekî din jî bi vî awayî hatibe rexnekirin hîç na ecibînim. Yanê gundê wan ne navenda Kurdî û tevahiya Serhed, Amed, Dêrsim, Ruha, Mêrdîn û Hekarî ne herêmî ne. Divê ev bê zanîn ku bê me ev awa rexne li ti çengeyê cihanê tine. Min di bersivên pirsên din de jî gotibû, ez li bendê me ku çîrokbêjî, dengbêjî, û destanên me yên kilasîk wek pîvan were girtin, yên ku vê wek pîvan negirin, bi qalibê tirkî nêzîk bin, rexnegiriya wan bi min hîç xweş nayê, lê hêrs jî nakevim.
Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Bêgûman divê berê her tiştî bi rêzdarî bi çaveke hev xurtkirinî li berhem û rexneyên hev binêrin, di nava diyalogekê de bin, rexne û dijrexneyan bi zimaneke nerm bi hev bidin pejirandin û hev xurt bikin. Yanê rexne nebe dijminahîya di navbera rexneber û rexnegir de. Divê nivîskar vê bizane, mirov bi xwe kêmasiyên xwe û nivîsên xwe nabîne, lê yê hember dibîne, ev jî tê wateya xurtkirinê. Rexnegir jî dibê şaşiyên xwe û awayê nêzîkbûna xwe di serada hişmendiyê re derbas bike, da ku bizane ka ew rexne ye, yan reşkirin e.
Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Ez di dema Mamostetiya xwe de di du gundên Kurdan de ku yên destên wan kar digirt tev de, li bajarên Tirkiyê û Ewropê bûn de, xebitim. Yên li gund mabûn gişt li ser 55 salî re bûn. Her kesên di sale me de dizanin ku kalên me yên berê hem gelek bi mistehcenî diaxivîn hem jî mînakên wan gelek balkêş û di rengên felsefîk de bûn. Carna me behsa fezayê bikira wan mînakek kevir dianî û bi fezayê ve girê didan. Ezê di vê mijarê de mînakek wan bidin, bi hêviya kes nebêje Fêrgîn dîn bûye, bi rastî jî ji bo rexnegiriyê mînakek balkêşe:
Kalekî li gundê me hebû. Wî tim ji me re “kurê birê kerê” digot. Rojekê min jê pirsî; “Xalo tu çima ji me re “kurê kerê” nabêjî, “kurê birê kerê” dibêjî?” Wî wiha bersiv da: “Lawo, dema ez ji te re “kurê kerê” bêjim, rasterast dê û bavê te dikim ker, lê ku tu mezinahiya min bide aliykê, hêrs bikevî û li hemberê vê gotina min gotineke tehl bêjî, ezê çi bersivê bidim te? Dema “kurê birê kerê” dibêjim, ji te wetrê ez te dikim birayê kerê, ev jî bi te xweş tê, lê di rastiyê de ez bavê te, birayê bavê te û tevahiya sulala te dikim ker, bes dîsa jî bi te xweş tê. Yanê weke vê mînakê, divê rexnagir ne rasterast li nivîskar û kesayetiya wî /wê heqaret bike, yan jî nivîskar reşbike, divê bikane bi zimanekî nerm ê mirovan hîç naêşîne rexne bike, kêmasiyan ragîhîne. Ango nebêje “Kurê kerê!” bêje “Kurê birê kerê.” Bi gotineke kurt bi zimanekî nerm rastiyê ragîhîne. Wê demê nivîskar çendî serhişk jî be, hêrs nakeve.
Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Divê em berê hin tiştan ji hev cuda bikin, erotîzm /zavengî (şehvet) û porno du tiştên ji hev cûda ne, di wêjeya cihanê de ji pornoyê zêdetir formên zevengî (erotizm/şehwet) hene. Porno di wêjeya cihanê de jî bi giranî nayê ecibandin. Bes bi aliyê tîcarî ve serkeftî ye. Ez li vir jî hin mînakên balkêş bidim. Niviskara Alman Charlotte Roche bi navê “Schossgebet” (Dîroz /duayê hemêzê) Romanek nivîsî, li Almanyayê li dor 5 mîlyonan hate firotin. Rexnegirên Alman ev wek “Letzte Dreck” yanê “gûyê herî genî” bi navkirin. Ti rexnegirî ew forma nivîsandina wê nivîskarê nepejirand, bes ji her romanî bêtir hate firotin.
Dîsa romana nivîskara îngîlîz. E. L. James ya bi navê “Fiftya Shades of Grey” anegorî agahiyên çapemeniyê 50 milyon hatiye firotin, fîlma wê jî hatiye kişandin, hima bigire li piraniya zimanan hatiye wergerandin. Lê rexnegir bi tundî rexne dikin. Yanê bi tevahî nayê ecibandin. Rastê rexneyên tund tê.
Di wejeya devkî ya gel me de gelek formên zevengî hene. Heta hinên wan dikeve beşa pornoyê jî Em ji bo bibîranînê çend mînakan bidin, hêvî dikim şaş neyê têgîhîştin.
Mînak-1, Di nava lawjeyên keçikan de çarekên weke vê gelek in:
“ Lawiko sîng û berê min zozan e
Jê berjêr deşt û xozan e
Min sîqalkirî bi guzan e
Lawko were rade bi gezan e…”
Mînak -2. Di straneke kemanjenan de jî bê veşartin wiha dibêje:
“Finciko finciko, ava binê cêriko, kula dilê keçiko….
Mînak -3. Xorte ji gundekî çiyê tê silav dide civatê, mezinê mirovên amade ji wî dipirse;
“Xortê delal tu ji ku yî?”
Xort wiha dibersivîne: “Ez ji deşta binê doxînê me,
Ew mezin hima pêve datîne; “Kuro min çil salî di wê deştê de cot kir, lê ez tê de rastê te nehatim!”
Bêguman ev rengên wêjeyî ne. Bes em di pêvajoyeke tekoşîna rizgariya netewî û welêt de ne, ew jî xweber ji me hin tişten exlaqî, yekîtî dixwaze. Civak jî ji ber baweri û ananeyên heyî hê bi tevahî ji mijareyên wiha re ne vekirî ye. Di hin romanan de formên zevengî /erotizmê hene. Bes di vê pêvajoyê de bi rengên pornoyî bi aliyê civakê ve jî nayê pejirandin. Hin derdorên di bin siya dagirkeran de jî dikanin vê li dij me bikarbînin. Di wêjeya cihanê de jî, ev wêje zêde bala rexnegiran nakişîne. Zeveng erê lê porno na.
Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Min hin ji wan romanan xwendine, hin ji wan di nava çarçoveya zevengî /erotîzmê de ne, gelek normal in. Min romana “kaos” berê çapkirinê xwendibû, bes ne ji aliyê erotizmê, ji hin aliyên exlaqî ve nepejirandibû. Ji bo yên din jî rexneyên min yê aliyê erotîzmê bêtir, rexneyên bikaranîna mijarê hene. Lê ji ber ku ne mijara me ye, ezê nekevim nav wan.
Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Hima bigire ji her ekolê romanên kurdî hene, yanê Klasîk, suralîzm, modern, postmodern tev de hene. Ha di wî warî de çendî serkeftî ne, yan jî bi rastî jî ew ji wan ekolan e, ew jî bi sere xwe mijareya gengeşiyê ne. Di ware naverokê de çiqas serkeftî ne, hêjayê nirxandinê ne. Li aliyê din, ew zêde bala min nakişînin, ez bi xwe bi girani li gel awayê vegotina çîrokbêjî, dengbêjî û destanên kurdî me, dixwazim vê bêjim, dive em berê di nava done xwe de biqijilin, rengên xwe yên wêjeyî bikemilînin, derxin pêş û ragîhînin cihanê, hê li reng yan jî hin ekolên hene vegerin. Dema rengê me û wêjeya me ne zelal be, em tenê weke qopya hin ekol û rengan dimînin, bi dîtina min ev jî ne rast e.
Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Min di pirsa berê vê de heta radeyekê bersiva vê pirsê dabû. Hima bigire ji giştan heye, bes di wî warî de çendî serkeftî ne, mijareyeke din e. Dema ez li wêjeya Alman dinêrim dibînim ku li ser her demên dîrokê, li ser pêşveçûnên li her bajarî roman hatine nivîsandin, Mînak li ser dîrok û peşveçuna civakî aborî ya Kölnê bi dehan roman hene. Ji wan nivîskaran Ursula Niehaus sê romanên 500 rupelî nivîsandine. Dîsa Zanyara zimanê almanî û nivîskar Sabîne Ebert li ser kana Medenê 5 bend romanên 700 rûpelî nivîsîne. Lê me ta niha çi kiriye, Hima dîroka her bajarê me dikane bibe çavkaniya bi sedan romanan, Mînak, ma li ser dîrok, çand, pêşveçûn, kolonîzekirina Rûha, Mêrdîn, Cîzir, Amed, Wan, Dersim, Xinûs, Bazîd, Agirî, her wiha bajarên Rojava, Başûr û Rojhilat çend romanên lêkolînî hatine nivîsandin? Li ser girê Mirazan, Newala Çoli, Heskîfê, bajarê binê erdê yê li Mîdyadê çend roman hatine nivîsandin? Yanê dive em berê xwe binasin, bi gotineke vekirî ez ne li dijê form û ekolan im, bes, dive em berê xwe bi her awayî binasin, hê berê xwe bidin gerstêrkan. Texlîta wêjeya cihanê wêjeya me bi pêş ve nabe. Kengê hemû rengê me derket, wê çaxê em dikanin wan rengan bi form û ekolên cûda bixemilînin.
Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Xewjîn /xeyal bi rastiya xwe nasînê û jiyan mirov re têkildar e. Yanê yekê li Kurdistanê bijî, xewjîna jiyaneke li Fîlîpînê nabîne. Xwejîn; xwe û welatê xwe nasînê ve destpê dike. têkilî di navbera wê û dîroka wê, hawîrdora xwe re rast danîn, mirovan bi cihanê ve jî girê dide. Eger forma afrînerî û xewjînê kêm be, ev hinek bi rastiya me ve girêdayî ye. Birîn û kulên welêt bigiranî pêşî li gelek tiştan digire. Hima mînakek balkêş; min xwe ji bo nirxandineke zanistî ya li ser tahrîbatên di giyana me de amadekir, lê pêşveçûnên li rojhilatê Kurdistanê ev bela vela kir. Yanê eger melûlî di xewjîna me de hebe, ev bi birîna welêt ve girêdayî ye. Îro ji bo swêdiyek, almanek, îngîlîz û fransizek pirsgireka netewî û rizgarîyê tine, di her ware jiyanê de hatiye nivîsandin, ji bo wan tenê jiyaneke din ya xewjinî bale dikişîne. Bi dîtina min eger mijara xewjînan melûl e, ev bi vê rastiya me ve girêdayî ye. Dijminên me nahêlin ku em xewnan jî bibînin, ew jî li me herimandine. Bes ez kêm nabînim. Di vî warî de, li Almanyayê gengeşiyên min û Almanan hê jî di domin. Romanên wan dixwînim, ez di vê mijarê de kêmasiyên pir mezin jî nabînim.
Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Mijareyên pirsan bi tevahî bi hev re têkildar in. Gelek caran bersiva pirsa li pêy di nava bersiva pirs berê de veşartî dimîne. Em ji bo berhemên kurdî nebêjin bi tevahî bîyografîk in, ne bi tevahî. Li romanên welatên pêşketî yên destpêkê binêre, heta di romanên postmodern de jî alîyê biyografîk, xewjînî, veşarî, lê vegerînî hene. Di romana kurdi de jî ev heye. Min mijarê Romanên xwe berê nivîsîbû, bi giranî di nava çarçoveya realîzmê de ne.
Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.
Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.
Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Min li ser vê mijarê çendî car nivîsî, hin nivîsên min di rojnameyan de jî derket. Anegorî lêkolînên min kesên romanekê dinivîse, çawa mîkrofonê bibîne, mîna ku bibêje; ”tinebû, lê min nivîsî! Binêre romana kurdî ji min destpêdike!”Yên haya xwe ji roman û çîrokan tine jî hima dibêje romana Kurdî tine. çîroka Kurdî tine, nizanim çi tine, tine û tine!. Ev qaşo xwe derxistina pêş e. Ji hezarî zêdetir roman hatine çapkirin, bi baweriya min yên ku wê gotinê dibêjin, dibe romaneke kurdî jî nexwendibin, bes yên welatê lê ne, xwendine. Heta haya xwe ji romanan jî tine, Carê yek hat mala min, got; “romana kurdî tine, hun çima romanên kurdî nanivîsînin!” Min ew bir odeya xwe ya xebatê, ji sedî zêdetir romanên kurdî nîşanên wî da, sor û more hev bû û ma. Ev nexweşî di her warî de heye. Ne tenê ew, dibêjin; alfabeya kurdî tine, strana kurdî tine, tine û tine her ew heye. Divê mirov wan ciddî negire.
Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Ji bo min ti cudahî di navbera nivîskaran de tine, bes binivîsînin. Min cara yekem Romana Ereb Shemo ”şivanê Kurd” ya wergera Nûredîn Zaza xwendibû, ez mest bûbûm, min berê wê herî kêm sed romanên tirkî xwendibûn, ti romananeke tirkî ew kelecana nedabû min. Li vir rexneyeke xwe jî rêz bikim. Divê nivîskarên li ser kesayetiyên tên nasîn dinivîsînin, wan kesayetiyan, jiyana wan kesayetiyan, herêma ew kesayetî lê mezinbûne, çanda wê herêmê baş bizane. Mînak: Dema min Romana Mehmet Uzan ya bi nave “Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê” xwend, min wer zen kir ku li Siwêrekê jî Evdalek Zeynikê heye. Ji çanda Serhedê dûr, ji jiyana Evdal dûr, ji serdema Evdal lê jiyaye dûr bû. Divê nivîskar lêkolîner be. Em wek mînak Şêyx Seîd bigirin. Yekê civîna li Mozaniyê, ya li Girê Bizinan, Pira Evdirrehman Paşa li ser kîjan Çemî ye, Têkiliya wî û baweriyên din, Rengê li Xinûsê, çanda Xinûsê, têkiliya wî û Palûyê nizanibe, dive li ser wî nenivîsîne. Divê nivîskar dema li ser mijareyekê dinîvîsîne têkeve nava lêkolîneke berfirah. Mixabin di romanên kurdî de ev aliyê lêkolînî gelek kêm in. heta mirov dikane bêje di piraniyan de tine.
Li ba hemû nivîskarên min berhemên wan xwendine, aliyên baş, jî aliyên bi kêmasiyan dagirtî jî hene. Lê ev jî bi rewşa me re têkildar e. Mînak di me de saziya lektorat tine. Ez ji bo giringiya vê mijarê mînakek bidim: Zabîne Ebert bi xwe zanyarek zimanê Almanîye û di zanîngehan de ders dide. Lê lektorê wê hene, dema ew romanê dinivîse, lektorên wê wan di ber çavan re derbas dikin. Divê em li ser vê mijareya Lektoratiyê jî rawestin.
Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendiye?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Belê tu jî dizanî ku min pirtûkên te jî xwendine. Her wiha min hima bigire hemû nirxandinên te yên li ser romanan jî xwendine.
Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Fêrgîn Melîk Aykoç – Li gel xebatên lêkolînî, Xebateke min, ya li ser nebûna zimanê tirkî û dekbaziyên etîmologên Tirk bi navê; ”Hûn zimanê tirkî, etîmolojî û etîmologên tirk çawa dizanin?” di Malpera ”enstituyakurdi.com” û ”amîdakurd.net” de derket, bi hêviya her kes bixwîne û bibîne ku ”proto tirkî” tine, hemû çavkaniyên etîmologên wan bê bingeh in. Belê xebatên dîrokî, yên romanî jî hene, wê di nêzîk de dîsa romaneke min derkeve, bila navê wê niha bimîne. Mixabin dizîna navan jî hene.
Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…
Silav û serkeftin.
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.
[1]