Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,081
Wêne
  123,209
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,347
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Heywax heyfa hin rewşenbîrên kurd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Heywax heyfa hin rewşenbîrên kurd
Heywax heyfa hin rewşenbîrên kurd
=KTML_Bold=Heywax heyfa hin rewşenbîrên kurd=KTML_End=
=KTML_Underline=Yaşar Eroglû=KTML_End=

“Divê em ji rastiyê netirsin û em ji eşkerekirina wê jî fedî nekin.” ev gotina nivîskarê kurd Helîm Yûsiv ji bo min jî bû distûr ku ez vê nivîsarê binivîsim.
Gotareke #Helîm Yûsiv# di 18-06-2023’yan de, di malpera Diyarname.comê de hatiye weşandin. Daneyên di vê gotarê de hatine eşkerekirin bûn sedem ku ez van rêzikan binivîsim. Tenê ne ew, hin kesên xwe eynika dêwan de dibînin lê di rastiyê de pir piçûk in, ev gotara Helîm Yûsiv di watshapa xwe de wekî mînaka rastiyê belavkirine, di nîqaşên me de ev gotar parastine û ez bi fêmnekirina vê gotarê ve sûcdar kirime jî bûne sedem ku ez vê nivîsarê binivîsim. Ji ber wê jî ev rexne û nirxandina min ne tenê ji bo Helîm Yûsiv e, herî kêm bi qasî Helîm Yûsiv û ji Helîm Yûsiv zêdetir ji bo wan e jî.
De ka bi xêr û silamet em dest pê bikin.
Di serî de ez diyar bikim daneyên Helîm Yûsiv rast in, ez ji bo derewbûna wan rexne û nirxandinê nakim. Eger Helîm Yûsiv wan dispêre palpişt û mesnetên ku em jî gelekên wan dizanin, nexwe daneyên wî mîna şîrê dayikan rast û helal in, ji bilî çendên nerast. Pirsgirêk di şîrovekirin û nirxandina wan de ye. Dema Marx diyalektîk ji Hegel girtibû ew red nekiribû, gotibû, “Diyalektîka Hegel li ser serê xwe bû, min li ser piyan da rûniştandin.” A Helîm Yûsiv lê qelibiye jî eynî ew e; nirxandin û şîroveya wî ne rast e, lingên wê na, serê wê li erdê ye. Bi texmîna min ev nivîs, di demeke hestên wî bilindbûyî de nivîsiye, belkî wê demê ne tenê şîroveyên wî, lingên wî bixwe jî ji erdê qut bûne.
Navê gotarê ‘Li Rojava kêra asîmîlasyonê gihîştiye hestî’ ye. Lê palpiştên ku Helîm Yûsif dane pêş bi Rojava û pergala Rojava re eleqeya wan nîn e. Yûsif wiha dibêje, “Li rojavayê Kurdistanê piştî 2012’yan li dijî biryara kurdî bibe zimanê perwerdê li dibistanan, berî her kesî bi awayekî girseyî kurd daketin kolanan û ev biryar redkirin û beşekî mezin zarokên xwe neşandin dibistanan.” Gelo em şaş dizanin an Helîm Yûsiv rastiyan tehrîf dike bi rastî ez mat dimînim. Di sala 2012’an 19’ê tîrmehê de gelê Rojava serî qeyrana rejîmê rakir û gav bi gav pergala xwe ava kir. Vê pergalê di serî de xweseriya demokratîk ava kir, di bin banê wê de perwerdeya bi zimanê kurdî li dar xist, aborî û pergala parastinê pêk anî. Ji bo ev pergal têk neçe têkoşîneke dîrokî da û xwîna bi deh hezaran fedayiyan axa Rojava hat avdan. Piştî zanîngeh, dibistan û saziyên zimanê kurdî, navendên çanda kurdî li her derê ava bûn, gelo ew kurdên biryara perwerdeya bi zimanê kurdî bi girseyî red kirin û daketin kolanan bûn hilm, ji holê rabûn? An di bin banê pergala xweseriya demokratîk de yên zarokên xwe dişînin dibistanan û gava hewce bike heman zarokên xwe dişînin ji bo parastina ax û pergala Rojava dîsa ew in? Lê Helîm Yûsiv hema di bin de dide xuyakirin ku ew aîdî şoreşa Rojava nîn in, ew ên Helîm Yûsiv ji wan re dibêje gel, gel jî nîn e, dijmin û sondxwariyên şoreşa Rojava ne. Serê Helîm Yûsiv tev li hev e. Reş û spî di heman rengî de dibîne. Divê Helîm Yûsif xwedî niyeteke xirab nebe, ez texmîn nakim wisa be, divê vê nakokiyê bibîne.
Yûsiv dibêje, “Hinek ji wan di pesindana nivîsandina xwe ya bi erebî de ketine pêşbaziyê. Gava ev kes dibin mêvanên televizyonên erebî, zimanê erebî wekî zimanê xwe yê dê bi nav dikin. Van salan têgeheke nû anîne holê, ew jî ev e “Zimanê min ê dayikê ê duyem erebî ye”. Meriv ji van hevokan re çi bibêje, hişê meriv disekine, mat dimîne. Bername, plansazî û hewldanên pergala Rojava li holê ne. Helîm Yûsiv qet wan nahesibîne, ketiye pey nivîskar û kesên dilê xwe dibijînin zimanê erebî, di eslê xwe belkî kurd bin lê bi kurdan û kurdî eleqeya wan nemaye. Weke Îzet Altinmêşe, Rûhî Sû, Yılmaz Erdogan, Ferît Melen, Kamran Înan; nivîskar, stranbêj û siyasetmedarên mîna wan turkîze bûne.
Mînaka wî ya herî şênber jî Selîm Berekat e. Wiha derpêş dike, “Ji bo bidestxistina herêmên rojavayê Kurdistanê, piştî paşvekişandina hêzên rêjîmê, Selîm Berekat “tenê Artêşa Azad ya Sûrî” xwedî wî mafî dibîne ku dest deyne ser hemû herêmên rojavayê Kurdistanê û “Partiya Karkerên Kurdistanê” wekî “partiya Baas ya Kurdistanê” bi nav dike û dibêje ew naxwazin ev Baasiyên kurd peykerên diktatorekî (Hafiz Elesed) bi peykerên diktatorekî din (Abdullah Ocalan) biguherînin”. Bi rastî dixuyê ku Helîm Yûsif ev nivîs bi hişekî zelal û hemdekî li ser xwe nenivîsiye. Bixwe dibêje ew dijminê şoreşa Rojava ye lê dizivire gihîştina kêrê li hestî li Rojava mînaka Selîm Berekat nîşan dide. Rojava bi Selîm Berekat pênasekirin karê hişê zelal nîn e. Ew çi şîr e didoşî, ew çi bişkul e dixî nav. Wekî ku meriv Ziya Gokalp ji bo mînaka têkçûna kurdî û serkeftina tirkî nîşan bide bê wate û bê mesnet e.
Mînak û daneyên Helîm Yûsiv rast in, kes nikare înkara van rastiyan bike. Lê nirxandina wî bê serî ye. Ji ber ku serê nirxandinê nizanim di ku dera nirxandinê veşartiye. Mînakên Yûsiv dide ji aliyekî ve neçariya wî diderbirîne. Xwe xistiye nava geremola nakokiyan, avjenî dike, deriyê felatê nikare bibîne. Erê pirsgirêk heye lê wê çawa bê nirxandin û dahûrandin nizane, neçar e, bê mecal e. Divê baş bê zanîn ku bi van mînakan kes nikare mohra têkçûnê li Rojava bixe. Kêra gihîştiye hestî bi van mînakan nikarê bê îspatkirin. Dibe ku xirabûneke mezin hebe divê mînak ji navenda Rojava bên dayîn ne jî ji Ziya Gokalpê Rojava Selîm Berekat û Alayên Hemîdiyê yên Rojava ENKS’ê. Nabe Helîm Yûsiv nabe! Bi vî awayî teşhîskirina nexweşiyê nabe.
Di encamê de Helîm Yûsif ketiye nav nakokiyeke darîçav. Sernavê gotara xwe daniye, “Li Rojava kêra asîmîlasyonê gihîştiye hestî” lê di dawiyê de gotiye, “Li rojavayê Kurdistanê li ser asta elîte û nivîskariyê kêra asîmîlasyonê gihîştiye hestî û xwe berdaye nav mejî.” Na Helîm Yûsiv tu nikarî di nav rojê de xwe xerqî xewê bikî. Te ji bo giştî Rojava ew qas mînak dan, te kir ku dinya bi serê Rojava de anî xarê, niha wiha dibêjî. Çend rêzik şûnde dîsa berevajî gotinên xwe dibêje, “Yê ku bêje civaka me ya kurd li rojavayê Kurdistanê civakeke kurdewar e xwe dixapîne.” Wiha jî bê pîvanî nabe. Gelo te hiş biriye? Ligel êrîşên DAÎŞ’ê, dewleta tirk, siya mirin û mayînê her roj li ser wan e, axa xwe naterikînin, ziman û çanda xwe bernadin, tu ji wan re çawa dibêjî li Rojava civakeke kurdewar nîn e? Gelo pîvan û kêşana kurdewariyê bo te çi ye? Qusûrê nenêre tu ji bo kêmasiyekê nişan bidî, tiliya xwe li çavan re dikî, ka bû Helîm Yûsîf, hinek însaf û wijdan!
Gava min gotara Helîm Yûsiv xwend nêzî bîst sal berê dîsa di Diyarnameyê de, bi eynî uslûba wî ya perakende heqareta wî ya li Serokê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Ebûbekîr Denîz (paşnavê wî belkî tam ne wisa be lê wisa di bîra min de maye) hate bîra min. Ebûbekîr Denîz gotarek nivîsîbû pêşniyar kiribû ku kurmancî û soranî bi demê re ji hev bandor bibin, jê zimanekî hevbeş derkeve. Helîm Yûsiv dev ji naveroka wê berdabû rasterast heqaret li kesayeta Ebûbekîr Denîz kiribû. Gotibû, ji serokê enstîtuyekî zêdetir dişibe dikandarekî û hwd. koroyeke rewşenbîr û nîvîskaran bi ser rexneya Helîm Yûsiv bê perwa Ebûbekîr Denîz ji fikrên wî zêdetir bi qilafet û şemala wî recim kiribûn. Min di Diyarnameyê de ev rewş rexne kir û hinekî dengên di vê meqamê de kêm bûn. Helîm Yûsiv îspat dike ku ji tiştekî bêhnteng be çavên xwe digire, bi tîr û kevan êrîş dike. Lê divê nivîskarek xwedî hin prensîpan be, nebe dîlê hestên xwe. Dibe ku Helîm Yûsiv ji hin kesan an saziyan hêrs bûye û bi wê lêzê rahiştibe tîr û kevana xwe.
Ji bo Helîm Yûsiv ew qas rexne bes in, berginda nirxandin û rexneya wî ew qas e.
Kesinan ev gotara Helîm Yûsiv li ser watshapa xwe parve kiribûn. Min bi wan re li ser gotarê nîqaş û rexne kir. Kesên ku gotar bi watshapê belav kiribûn li dijî rexneya min derketin. Min ji wan re got we gotar fêm nekiriye yan jî çeloxwarî xwendiye. Gotin me tam xwendiye, gotareke gelek di cih de ye, rastiyên Rojava tîne ziman, te fêm nekiriye.
Bi rastî ez mat mam, hê jî ez di wê baweriyê de me heta wê nîqaşê wan ev nivîs heta dawiyê nexwendibûn lê eger xwendibin dîsa jî wisa dibêjin hingê di sekn û pozisyona wan de pirsgirêk heye ku li cihekî şaş kar û bar dikin, qaşo Rojava û nirxên wê diparêzin.
Eger wan kesan ev hevokên ji dahûrandin û nirxandinên Helîm Yûsiv xwendibin û ev wekî rast û layiqî belavkirinê dîtibin di vir de problemeke îdeolojîk, siyasî û seknê heye:
“Yê ku bêje civaka me ya kurd li rojavayê Kurdistanê civakeke kurdewar e xwe dixapîne. …
Gav bi gav kurd ber bi tunebûnê ve diçin. ...
-Heyfa vî zimanê şêrîn.
-Heyfa keda hinekan!”
Em dev ji seranser nivîsa wî berdin tenê van hevokan bigirin bin mercekê tenê li gorî Helîm Yûsiv na, li gorî wan kesan jî şoreşa Rojava têk çûye, civaka Rojava têk çûye, ala têkçûnê li asoyê Rojava li ba ye.
Bi rastî jî heyfa hinekan, ne heyfa keda hinekan!
Ew hinek di cihê lêne qaşo nirxên Rojava diparêzin, ji bo nirxên ku li Rojava derketine qada cîhanê, serê xwe dişkênin. Weleh heyfa hinekan! Xwe sosretkirin, li erdê re kaşkirin mixabin divê ev qas beleş nebe!
Eger hê jî wisa difirin bila xwe ji nû ve ji her alî ve di ber çavan re derbas bikin
Gelo kêmasiyên Rojava nîn in? Piştî vê nivîsê û tevlêbûna wan êdî ne rast e ku meriv jê hêvî bike ku rexneyê wî/wan objektîf bin. Ji ber ku nirxandina nivîskar subjektîf û hestewar e, ji armaca rexneyê dûr e. Yên tevî rexneyên wî dibin jî rexne fêm nekirine eger tam fêm kiribin û dîsa jî beşdar dibin ew jî mîna Helîm Yûsiv sûbjektîf in.
Ev rastiyek e gerdûnî ye, divê rexne çêker, ji hestan dûr û objektif bin. Ma kî dikare ji vê rastiyê dûr bikeve û red bike?![1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,263 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/ - 01-08-2023
Gotarên Girêdayî: 43
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,263 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!