=KTML_Bold=Xwendineke mîna pêşwazîkirinê=KTML_End=
Dîrok: 18-05-2023
=KTML_Underline=Giryan Seyro*=KTML_End=
Berî demekê min romana Firîna bi baskên şikestî ya romanivîsê kurd #Helîm Yûsiv# qedand. Romana Kobanî, ya dagîrikirin û carek dî dagirkirina Kobaniya birîndar, romana Rodiyê kelgerm û Perwîna bêmirad û zincîreke dirêj ji êş û azarên ku di encama bêdewletbûnê de li pey sêwiyên cîhanê ketî û hê jî dikeve.
Nivîskarê jêhatî serpêhatiya vî bajarê ku zêdeyî carekê û di demeke kurt de rastî dagirkirinê tê, tîne ziman. Biêştirîn û xemgîntirîn car, ya diduyan bû, dema ku rihdirêjên xwînmij yên rêxistina DAIŞ'ê bi awayekî hovane û kîndar derbasî bajêr dibin û şêniyên wî û gundewarê wî tevan didin ber guleyan. Mixabin di nav wê xwîna ku di Şeva Xedrê de diherikî, xwîna Rodî û Perwînê, bûk û zavayên nû jî diherikî, yên ku heta bi hestiyan bi doza gelê xwe bawer û ji evîna xwe piştrast.
Roman bi awayekî dokument jî hatiye nivîsandin ku ji xeynî şêweyê wêjeyî, yê ku nivîskar pê nivîsandiye, dibe wekî belgeyekê jî ji bo dîrokê û ji bo nivşên ku bên. Nexasim dema ku navên pakrewanan, temenê wan û gundên wan jî tîne ziman û li ber navê her yekî/ê ji wan rêya ku pê hatî kuştin, tîne ziman. Asta êşê gelekî bilind bû û şîn û keser di nav hevokan de diherikîn. Diyar e ku nivîskar ji nêzîk ve rewşa bajêr di wan deman de şopandiye û wekî ku ew bi xwe li Kobanî be û li wir nivîsandibe û rû li rû rastî bûyerên ku qewimîne, hatibe.
Şehîdên ku deriyên gorên xwe vedikin û behsa kuştina xwe dikin, wekî ku çawa mirov behsa çi tiştê sivik yan behsa roja xwe bike, dara gwîzê ya ku bi xwe endameke sereke ye di romanê de, tev şahidên zindî ne li ser hovîtiya van mirovên kuştinhez û goştxwir, xwediyên ramanên genî ku hebûna xwe, dewleta xwe û ola xwe di tunebûna miletekî sivîl de dibînin. Wiha jî tu sînoran li ber xwe nabînin ku bi berdewamî zarokan serjêdikin û bi dirindiyeke mezin seriyên mirovan ji gewdeyên wan dibirin.
Helbet nabe ku ez bêhtir li ser naveroka romanê biaxivim û zêdetir eşkere bikim, ji ber ku yê ne xwendî karibe bi xwe lê bigere û bi xwe di nav rûpelên wê de bimeşe û biêşe.
Roman li piraniya pirtûkxaneyên kurdî li Kurdistanê û li Ewropayê peyda dibe.
Heta ku bi baskên şikestî be jî dê ev balinde û çûkên azadîhez bifirin, dê hêlîn û waran ava bikin û çêlîkên xwe fêrî firê bikin. Heta ku em bi war û hêlîn nebin, dê hemû dar û daristan, hemû ban û avahiyên vê cîhanê wêran bimînin.
Serkeftinên mezin ji Helîm Yûsiv re dixwazim û destxweşiya wî dikim li ser berdewamiya wî di avejeniya di çem û golên wêjeya kurdî de.
Heta ku tu dinivîsînî, em ê bixwînin û her carê em ê li benda nûtirîn berhem bin.
*Helbestvan û romanivîskarê ji rojavayê Kurdistanê[1]