=KTML_Bold=Netewdewlet û destana ga Oguz=KTML_End=
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Bêguman bê dewletbûn nabe, heta têkçûn e. Lê dewleteke çawa? Pirsa girîng ev e! Gelek awayên dewletbûnê yan jî pergala dewletbûnê hene. Di nava van awa û formên dewletê de ya herî xeternak jî netewdelet e, lewre ew awa dewlet hewldide ku hemû rengên civakê û kêmaran, çand û nirxên cûda di nava bîrdoziya netewdewletê de bifetisîne, dewlemendiya nirxên civakê têk bibe, formeke bi rengê nijadperestiyê bi ser bixe. Ew projeyeke nijadperestî û dîktatoryayê ye.
Lema her hewl dide ku civakê yan jî forma netewbûna ku hilbijartiye, anegorî doktorin û bîrdoza xwe ji nû ve birêkbixe.
Her wiha ji dîrokê bigire hetanî çandê, ji anane û baweriyê bigire hetanî helwesta tekakesên netewê di rengê plan û teşeya di projeya xwe de weke qalib û yekbîrîya robotan ji nû ve bide programkirin. Bi gotineke kurt gelek derew û wergirtinên bêbingeh û ji zanista mirov der bi kotekî di mejî û bîran de bidin rûniştin. Ev jî xweber tirsa têkçûnê û wêneyê dijmin divê. Ji bo afirandina tirsa têkçûnê wêneyê dijimên der û hindir bi awayê psîkozekê di bîr û mejî de çandin, yekîtî û payeberziya vê bîrdoza hatiye pêşkêşkirin bi azînên cûda heta bi kotekê di mejiyan de bi cihkirinê, bingeh digire. Bi wê ve girêdayî çeperên qedexe, gunehkarî û tewanbariyan wek kemînan li pêş gel û netewê danînê mîna erkeke pîroz ya netewdewletê pêşkêş dike. Yanê qada welêt û rêbaya wê ji rastiyê diqetîne û wê diguhezînin girtîgeheke servekirîyê ku lê bîr têkçûyî.a
Kes û kesayetiyên di bin pergal û pîskozeke wiha de mezin dibin jî, bi nexweşî û tirsên giyanî ve dagirtî û di rengê pîsikopatan de ne. Ew tenê di nava wê çarçoveyê de li xwe, hawîrdora xwe û li cihana heyî dinêrin. Mîna nexweşê koraniya rengan bin, her hewl didin ku her tiştî di nava rengekî de bibînin û binirxînin. Belê, a ev dewleta Tirk a ku li Anatolyayê hatiye afirandin, ne tenê weke netewdewlet, li ser vê bingeha dijmirovî û mejî hatiye damezrandin,
hemwelatiyên xwe, yan jî evdên bin fermana xwe anîne rewşeke wisa, mirovên lê ne, derewan wek rastî bin, bi sondên xwedayî diparêzin. Lê em, ew û her kes dizane ku di serdema Osmaniyan de ne di warê çandî, bîr û têgîhîştina netewî, ne jî warê têgîhîştin û baweriyê de li Anatolya bingehê neteweyeke bi navê Tirk tinebû. Heta bi dehan belgeh hene ku li Anatolya tene ji sedî dora 5-10 an bi zimanê tirkî, yan jî nîv tirkî diaxivîn, di warê olî de jî, Anadolu herî kêm ji sedî %35- 40 xiristiyan û bi baweriyên din bûn.
Piştî vê şiroveyê em niha jî ji belgeyên wan rastiya netewdewleta wan ya bi rengê wê yê xwînxwar û li ser bingehê înkar û komkujiyan rûniştîye ragîhînin.
=KTML_Bold=Ji belgeyên Tirkan Netewdewleta Tirk=KTML_End=
Di serdema Îtahat Teraqî de lêgerîna li Anatolya neteweyeke bi bîr û pîvanên ji rastiya pêkhatina neteweyan der, afirandinê hebû û bingehê wê yê ideolojîk hate danîn. Ev lêgerîn di dema Mustafa Kemal de bi zimaneke din kemalîstan de gîhîşt armanca xwe. Hem jî li ser teorîya kasekî bi aliyê ti kesî ve cidî nehatiye girtin ve. Navê vî kesî H. F. Kvergiç e. Ji ber ku li Ewropê ew teoriya „ziman û roj“ ya Kvergiç weke teoriyeke bê bingeh hatibû dîtin, ti zanyar û welateke ewropî, heta faşîstên li Ewropê jî cidî negirtibûn. Wisa di tûrê Kvergîç de mabû. Di dawiya dawiyê de Kemalîstan ev weke hêviya neteweyeke sûnî afirandinê dîtin û mîna dayina xwedê yan jî pişkê ji bo wan lêdabe, li vê teoriya Kvergiç xwedî derketin, hê ew bes nedîtin, têza dîroka çêkirî jî lê zêdekirin. Em ji ragihandinên malpera zanîngehên li Tirkiyê „Dergîpark“ paragrafeke vê rastiyê erê dike bigirin:
„Bêguman ditina ku mohra xwe li „korî zimanê tirk a sîsyan“ dabû, teoriya Dr. Phil H. F. Kvargiç ya bi navê „La Psychologie de queques elements des langues turques“ (piskolojiya hin parên zimanê tirkî) ji Ataturk re şandibû bû. Ew teoriyeke têkiliya zimanê tirkî ya bi zimanên din re bû û ev bû bingehê „Teoriya Zimanê Rojê.“ Di vê teoriyê de bi rikî tê iddiakirin ku hemû zimanên cihanê ji tirkî derçûne, lê ti bingeh û daneyeke bawerkirinê dananîne, ling li hewa maye.
Ev têza Kvergîç xuyaye ku li ser bingehê antropolojî û psikoanalîza Freud hatiye amadekirin. Kvergiç di vê teoriya 47 rûpelî de iddia dike ku têkiliya zimanê tirkî bi hin zimanan re heye. Wî nekanî vê teoriya xwe li Ewropê çap bike. Di encamê de Atatirk ev têza Kvergîç ji bo „têza dîroka tirk û zimanê tirk“ weke hevkar û bingeheke nayê bidestxistin dîtibû û bi çar destan pêve zeliqîbû.“ (1)
Li ser vê mêjiyê:
„M. Kemal, daxwaz dike ku hemû rîçal û kîteyên tirkî werin tespîtkirin, kîte û peyvên biyanî werin avêtin, ji kîte û paşgînan peyvên nû werin afirandin. Li ser vê peyvên biyanî yek bi yek tên avêtin. Bikaranîna peyvên biyanî tên qedexekirin. Lê ev di ziman de tevlihevîyê derdixe, gelek rêgezên dij avahiya tirkî jî dikeve nav, hin rîçalên biyanî jî tên bikaranî. Rewşeke wisa derdikeve êdî kes nikane wî zimanî fêm bike. Ziman ji zimanî derdikeve. Heta Falîh Rifki Atay
êvarekê di dema xwarina êvarê de ji M. Kemal re wiha dibêje: „Paşayê min, ez bê heddê xwe jî be, dixwazim tiştekê bibêjim. We hemû peyvên berê qedexe kirin, qet nebe, peyva „şey“ qedexe mekin...“ (2)
Yusuf Akçûra ji Tatarên Volgayê bû, wî jî bi serê xwe têzeke dîrokî ya bêbingeh bi pêş xistibû. Ti kesî ew jî ciddî negirtibû. Atatirkê li têza dîrokê digeriya, vê fikra wî baş dibîne û ji bo têza dîroka Tirkan bikartine. Di vî derbarî de jî gelek çavkanî hene. Di malpera SCRIBD de li ser vê mijarê wiha dinivîse:
„Lihevanînên di bin navê „Teoriya dîrok û zimanê tirkî“ (Teoriya zimanê rojê û têza dîroka tirk) de Piştî pergala komarê (cimhûrîyetê) hate pejirandin xwerû di bin serokatiya Atatirk de hate birêvebirin. Berê navên zimanzan û dîrokzanî li kesên wekî Yusuf Akçûra û Afet Înan kirin, li pey jî bi alîkariya katibên bîrdoza fermî hewl dan ku kirasekî zanyariyê li vê teoriyê bikin..., (3)
Hasan H. Yildirimê di warê siyasî û civakî de gotaran dinivîsîne di nivîseke xwe de vê nirxandinê tîne: „Civaka Anatolya ya îro ji xwe re tirk dibêje, civekek nexweş /bi pirsgirêk e, lew re pirsgirêka xwe ya nasnameyê heye. Xwedî li nasnameya „Tirk“ ya ku bi xwe jî jê nebawer e, derdikeve. Ev kêşeyeke beloq e. Egera vê jî ev e; hevgeliya vê pêkhateyê ne tirk, ji gel û kêmarên gelek cûda pêk tê. Yekitiyeke nasname û çanda wan ya ji kûrahiya dîrokê tê, tine. Ji ber ku ev tinebû, serkariya tirk bi kotekê nasnameyeke bi wan biyanî daniye ber wan. yanê kirasê netewperestiya tirk ya qirêj li wan alandiye. Vê jî pergalê hê hovtir û tuntir kiriye.“
=KTML_Bold=Nirxandina rengê netewdewletê tirk ya di Malpera „DergiParkt“ a Tirk de:=KTML_End=
„Devlet, ji bo rewabûna xwe bi tekakesan bide pejirandin, bîrdoz /ideolojî û perwerdeyê weke alaveke kêrhatî bikartîne. Ideolojî /bîrdozî; ji bo ku dewlet bikane pergala xwe di nava yekitiyê de bide rûniştin, statukoya xwe biparêze, bikane rêgez, tevgerên di nava qalibekê de, remzên siyasî û biryarên xwe yên din bi civakê bide pejirandin, xwedan erkê herî giring e. Saziyên perwerdeyê jî xwedan fonksiyona van gihandina civakê û di bîran de rûniştindayînê de saziya herî bingehîn e. Ev rêgezên bi aliyê hêza siyasî ve hatiye tespîtkirin di pêvajoya perwerdeyê de di bîra mirovan de tê bi cihkirin. Divê mirov di vê xalê de dibistanên heyî yanê perwerde li gel fêrkirina hin zanyariyan rasterast weke navendên bi armanc programkirina mejiyên mirovan jî têbigihîje. Pirtûkên dersê yên di dibistanan de tên xwendin, bi armanc hatine amadekirin, ew hê di wan salên piçûkatiyê de mirovan weke kesayetiyên bi dewlet û welatê xwe ve girêdayî amade dikin. Pirtûkên dersê rasterast di bin kontrola serkariyê de xwerû bi vê armancê tê amadkirin, tiştên dibeku hin rastiyên din jî derxe pêş tê de hebe, jê didin derxistin. Bi gotineke kurt perwerde ne serbixwe ye lê di bin kontrola pergalê û hêza siyasî de ye.“ (4)
Dema saziyeke bi zanîngehê wan re dixebite, vê rengê netewdewleta tirk bê kêmasî biteyîsîne der, bi zelalî xuya dibe ku ew netew dewlet li ser kîjan derewên dîrokî rûniştiye. Jixwe ji ber vê jî Artêşa tirk yan jî hêzên girêdayiyê kemalîzm û Ergenekonê dem bi dem ji bo pêşî li vepoşandin û derketina rastiyan bigirin, nehêlin ti mejiyeke li pey rastiyan hin valahiyên wê dîktatoryayê bikarbînin, Leşkeriyê bi vê armance dem bi dem dest danîye ser serkariya dewletê, li gel qedexeyan û makqanûnên nû pêşkêş kirine, Navê vê jî „Saziya ewlehiya netewî“ (MGK) danîne. Ahmet Însel di kovara Bîrîkîmê de biryara nazist ya vê saziya ewlekariyê vê şiroveyê pêşkêş dike, em wê bigirin:
„Ji bo vê tekoşînê tenê, pere, maşîne, alav û tiştên wek wê, ango derfetên darayî, zanyarî û heredariyên teknolojiyê ne bes in. Lewra giyan û mejiyê mirovan yên di nava çarçoveya xwezayê de jî heye. Serkeftin berê van mejiyan bi gotina gel ji mar, dûpişk û tevna pîrikan paqijkirine, wan bi ronakkirin, xistina nava kelecan û fedekariya netewî dibe. Lewra di şeran de serkeftin bi perwerdekirina şervanên bi bawerî mumkun e.“ Em ji bikaranîna mar û dûpişkan, yên ku qaşo dixwazin yekparebûna dewletê parçe bikin, ji bo me ew; tenê derdorên xayîn û çavkaniya wan ji der e, fêm dikin.“ (5)
=KTML_Bold=Kori ziman ya 18-08-1924 û hin rastî=KTML_End=
Di Malpera tr. 724 de şiroveyeke wiha heye:
„Ev netewperestî ne netewperestiyeke civakî ya li ser bingehê wê erdnigariya li ser tê wê tê jiyîn, welatperwerî û hemwelatîbûyînê rûniştiye, dijê wê, nijadperestiyeke bişaftkar, yeksankirinî, homojenist, ji holê rakirina netew û kêmaran, nîşaneyê komkujiya nijadî werdigire. Weke mînak ev netewperestiya tirk, bi avakirina komarê re komkujiya Ermenî û Rûman, rastiya hebûn û netewbûna kurdan yekber red û inkar dike. Sînorên di lozanê de hatine pejirandin wek kêmasî û ne rastiyekê meksimum dibîne, ev têgîhîştina wê xweber kêliya dema wê were, wê ji nêzikbûneke patolojik dûr naxîne. Bi gotineke din ev netewperestî netewperestiyeke manîpulatîf e.
Hemu rastiyên dîrokî red dike, anegorî cihana xwe mîtolojiyan diafirîne û dike cihê wê. Bi gotineke din nivîsandina dîrokeke bi awayê „Orwell“ (historiyografi) derdixe pêş mirovan. Anegorê vê têgîhîştinê netewa ku navê „tirk“ lêkirine, tevde wek saf tirk û mina ku bi komî hatiye li Anatoliya bi cih bûye dibîne. Hete rika ku tirk ta berê mîladê hatine Anatolyayê jî, derdixe pêş. Bi vê re pêlê dîroka tirkan ji sala 1071 an derbas dike û wê wekî nijadeke şarsetanî li cihanê belakiriye derdixe pêş. Mîsyona Komara wan vê têgîhîştinê bi nivşên li pey, bi tundi fêrkirin û bawerkirin dayîne. Bi vê armancê durişmeyên mîna; „divê mirov bi tirkbûnê serbilind be! Yên ku ne tirk in vewxînin tirkayetiyê û tirkayetiyê payeberz ji bo wan bibexşîne. Rastiya wê jî xwe di „Xwezil bi wî/wê kesê ku dibêje ez tirk im!“ de dide der.
Ev têgîhîştin heta bê gotin patolojik û seqet e, ji wê jî wêdatir ahistorik û manîpulatîf e. Ti delîlên dîrokî û arkeolojîkê berê mîladê li Anatolya hebûna tirkan wek nîşane jî tine. Wan jî bi hemû hêz û bîra xwe ve nekanîn ku xîçireke vê jî nîşan bidin. Di dîrokê de pir baş tê zanîn ku hemû gelên Anatolya yê qedîm bi ziman û anatomiya xwe ve Îndo-german û hinek jî semîtîk in. Bere sedsala 11. an li Anatolyayê nîşaneyên tirkan tine. Ew têza ku tirk bi girseyî ji navenda Asyayê hatine jî, ne rast e, yanê weke têza berê mîladê ti têkiliya xwe bi rastiyan re tine. Ti arkeolog, dîrokzanê cihanê jî vê têza tirkan napejirîne, guh jî nadiyê, ji ber ku ti nîşaneyeke wê tine.
Em îro ji civaka li Anatoliya bi tirkî diaxivin re tirk dibêjin. Ev mirovana neviyên gelên Anatolya yên cigehî ne. Berê di warê baweriyê de pişt re jî di warê ziman de hatin bişaftin û wisa bûne tirk. Bê guman rêjeyeke gelên ji Asyayê hatibûn jî di nava wan de heliyane, bes ev tevlêbûn pir hindik bû. Ji ber vê egerê; ye ku gelê îro li Anatolyayê bi tirkî diaxivin û yên li navenda Asyayê bi tirkî diaxivin, di warê antropolojî û taybetiyên morfolojîk de ji hev gelek cûda ne û naşibin hevûdu. Yanê ne asyatîk xuya dikin. Egera vê jî, ew zarokên Rûm, ermenî, fars, suryanî û gelên din, yanî ji bingehê gelên Anatolya û yên Rojhilata navîn nin. Hemû daneyên dîrokî yên antropolojik, arkeolojîk wek pêşketinê dawiyê lêkolînên genetîk raberî me dike ku gelê Anatolya bi giranî nevîyên gelê qedîm yên Anatolyayê ne (6).
Di nava her dewletî de her tişt ji rastiyan bêtir anegorî bîrdoza /ideolojiya fermî tê birêkxistin.
=KTML_Bold=Em vê rastiyê jî ji çavkaniyên wan bigirin û zelel bikin:=KTML_End=
Îsmet Berkan ê ku berê kolomnîstekî rojnameya Redîkalê bû, niha di rojnameya Arti de dinivîse, di gotara xwe ya roja 01-03-2007 an a di Yenîozgurpolitikayê de derketibû de, wiha nivisîbû:
„Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada “Tirk” gengeşiyên bi tîn dest pêdikir. Di encama gengeşiyê
de me giştan pejirand ku bi navê Tirk, nijad û gelekî tine, lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên mixî (Yazitlar) û dîrokî bi zanistî şaş hatine tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“
Beşeke gelê macar jî ne ewropî ne, ji Navenda Asyayê hatine. Macar ji bo lêkolîna dîroka xwe hin zanyarên xwe dişînin navenda Asyayê, navê eşîrekê ji heft eşîrên Macaran pêktîne „Kurd-Gyaemat bû ye. Ev ji du ezbetan pêk tê, navê yekê Kurd (bi macarî; Kurtu, kirth, kyurta) ye. Ew têkiliya vê eşîrê û eşîra navê wê di nava nivîsên Elegeşê de derbaz dibe yek in. (Qaşo dîrokzanên Tirk niha hewl didin ku vê wekî „Körtle Kan biguherînin.) Li wir 32 kêlik hene, li ser kêlikê wiha dinivîse:
„Ez serwerê Kurdan Alp Urungu me, kemera zêrîn li pişta min, neh eşîrên min hene, ez 40 salî me“ Dîrokzanê tirk Sadî Koçaş yê ku berê walî bû wiha dinivîse: „Hin Kurd berî li rojavayê deryaça Baykalê, li dor çemê Yênîsey û li dora çiyayên Altay dijiyan.“ Ji nivîsê Elegazê tê fêmkirin ku li wê derê jî mîrîtiyeke kurd hebûye.(7)
Armanca û meyla bîrdozî ya rêvebirê welatekî, tenê dikane tesîrê li wê pêvajoya dîrokê bike, lê bi demdirêjî nadomîne, bi demê re, rastê şikestin, ji hev ketin û ji rastiyê dîrokî dûrketinê bi xwe re tîne. Dîroka bîrdoziyê /ideolojiyê jî bi qasê pêvajoya wê îdeolojiyê dikudîne. (8)
Ji gotara dîrokzan Ayşe Hûr ya bi serenavê „Kurdên di biryarnameya Şîkar de“ wiha dinivîse: Ez di encamê de têgîhîştim ku peyva „TÜRKMEN“ ne naveke etnîk, tenê peyveke sosyolojîkê bi koçberiyê re têkildar e. Anegorî vê berhemê „İsfendiyaroğlu, Menteşeoğlu, Eşrefoğulları, mîritiya Ertena (Eratna) mîrîtiyên Kurdan e. Her wiha di wê de têgîneke wiha weke „Karaman Kurdistan“ balkêş jî heye. Rastî were pirsîn ji bo min tiştek nû bû, Bi salan haya min ji vî aliyê berhemê nebû.
Zîra dîrokzanên fermî ji nav belgeyan tiştan anegorî têgîhîştinên xwe hildibijêrin. (9)
Ji dekbaziya wergerên tikan mînakek zindî û balkêş. Çi profeson çi qaşo alimên îslamî, tev de heman sextekariyê dikin::
„Devlet, di her pêvajoyê de nasnameya ku weke gunehkar hilbijartiye, bi awayê çavkaniya hemû xirabî û têkçûnan nîşan dide. Kêşeya herî mezin jî, qada herî girîng dîrokê di destê dîrokzanên fermî de berdan e. Divê nivîsandina dîrokê teqez ji destên wan were derxistin. Pêdivî bi tekoşîneke îdeolojîk heye.“ (10)
Kazim Gündogan
Endamê korî perwerdeya başa dîrokê ya zaningeha Sabanci Prof. Dr. Cemil Koçak derewên dîroka fermî wiha vedike:
“ Heta Nutuqa wan jî, ya min nebêje, lê pirtûkên dersê agahiyên Nutuqê bingeh bigire, awayên vegotina di piyasayê de rûniştibe, rewş zelal e, dema em dibêjin;
agahiyên bi salan e; danine ber we tev de şaş in, medya heyî vê gotina me weke iddia pêşkêş dike. Yanê çavkaniyê dike îddîa, bi vî awayî idîa kirin rengê xwe ji
vê nexweşiyê digire.
Li vir ez bi rikî dibêjim ku ev ne iddia ne, tenê rastiya dîrokê dibêjim. Ne ku min cara yekem ev gotiye, berê jî dihat zanîn û hatibû gotin, ji xwe rastiyên dihat
zanîn jî ev e. Lê mixabin ku dû re ev rastiyana dan ji birîkirin û ez jî vê bibîrtînim. En di azmûnan de pirsên şaş yên wek rastî di pirtukên dersê de hatine bi
cihkirin jî xwendekaran dipirsin. Xwendekarên ku van agahiyên şaş bi bîrtînin, em wan li zanîngehan di beşên herî baş de didin bicîhkirin. Yên ku van agahiyên
ti têkiliya xwe bi rastî û dîrokê re tine bizanin, dikevin cihên baş, yên van derewan nizanibin jî, li der dimînin. Li ba me serkeftina di nava jiyanê de ne rastiyan
zanîn, derewen wek rastî hatine pêşkêşkirin ji her tiştî girîngtirin dibînin. Çi pergal e, haho!“ (11)
Dîroka fermî jî parçeyek pêvajoya afirandina ideolojiya fermî ye, ji wê ne cûda ye. Heta bi rengê wê teşe digire.Fikret Başkaya li ser vê mijarê wiha dinivîsîne:
„Dîroka fermî versiyonaeke dîrakê ya li ser bingehê derew, tehrîfat, tine hesibandin (occultation), bi navê wê yê rast bi navnekirin, sansûr û li ser bingehê
otosansûrê rûniştin dayîne. Têgîhîştina civakî anegorî berjewendiyê çîna serdest ji nû ve tê dagirtin, ji ber vê jî, nivşên nû ne dîrroka rast, ya ji bo berjewendiyê
hêza serdest fêr dibe.“
(3]Fikret Başkaya: “Resmi Tarih Tartışmaları-7”, Özgür Üniversite Yayınları, Ankara.)
„Dîroka fermî rêyeke çawa datîne ber mirovan? Dîroka fermî mirovan ji rastiya dîrokê diqetîne û fêrê dîrokekek sêwirandî dike. Mîna ku li gerstêrkek din bijî
xuya dike.“ (12 -13)
„Dema serkarî û pergala Tirkiyê ji împaratoriyê derbasê komarê bû, guherînên ji têgîhîştinê der pêk hatin, dîrok bi rengeke gelek cûda ya mîna romaneke sêwirandî pêkhat. Vê xweber rengê dîroka fermî jî guherand. Serkarên nû dest bi dîrokeke bi mejiyê we serdemê hatî afirandin kirin. Ev gihîşt derekeyeke wisa, naveroka romana George Orwel (1984) jî li pey xwe hîşt. Ev tiştên sêwirandî weke dîroka fermî hate pejirandin. (14)
Em niha jî werin afrîndeka netewdewletê „Destana Oguz“
Em berê ji wêjeya tirk hin şiroveyên li ser Destana Oguz bigirin:
Di berhema bi navê „N.S. Banarlı, Resimli Türk Edebiyat Tarihi, İstanbul 1971, s.1–2. (Dîroka wêjeya tirk bi wêneyan) de ev mijar destanan wiha tê şirovekirin:
„Destan vegotinên helbestî yên gelan e, bi giranî mijareyên dîn, sinc, anane, gernasî yên netewî di naveroka xwe de werdigirin. Di warê ramanên dirokî, hüneri de xwedan nirxên gelek girîng in. Di warê dîrokî de nirxa wê ev e: Hin gel hene, di kûrahiya dîrokê de gelbûna xwe afirandine, lê mirov nikane destpêka dîrokê baş şirove bike. Destan di vî warî de derdikeve pêş û fikrekî dide. Ev destanana ne rast jî bin, ji rastiya dîrokê pir dûr jî bin, bi kêmasî gel ji bo rabirduya xwe çi difikire radigîhîne. Nirxa wê di vir de ye.
=KTML_Bold=Destana Oğuz=KTML_End=
Hetanî em gîhîştin serdema Îtahat Teraqqî jî, li ti derê bi vî navî destanek tinebû. Jixwe ti belgeyekê jî tine. Cara yekem Ziya Gökalp ê nijad Kurd û endamê saziya Îtahat Teraqqî bû, vê dastana Tokuz /Okuz (Oguz) tîne rojevê. Wî bi helbestên „Ergenekon“ û „kizil elam“ jî ev herdu gotin xist nava lîteratura Îtahata Teraqqî û bi wê ve girêdayî lîteratûra tirk. Îro ev navên helbestên Ziya Gökalp buye ruhê nijadperestiya tirk. Em vegerin çîrokê. Tê gotin ku di nava xebata Hafiz Abru ya bi navê „Mucmal Etavahîr“ de jî çîrokeke nêzê vê derbas dibe. Dîrokzanê tirk Farûk Sumer jî behsa çîroka „Buxduzê“ nijad Kurd ê ku Pêximber tirsandiye dike. Jixwe di nava gelek çîrokên gelê Arî yên wek e Rustemê Zal de jî gernasiyeke taybet heye. Bi îhtîmaleke mezin Z. G. ji van hemû destanan sûdwergirtiye û ew çîrok afirandiye. Her wiha di nava çîrokên „Gor gut“ (sedsala 18.) yanê „li gor gotinan“ mijareya ga yê nav „Boxaç“ heye. Ji wê jî sûdwergirtine. Tirkan ev çîrokên nav „Gor Gut“ (anegorî gotinan) wekî „Dede Korkut Masallari“ wergerandine ser zimanê tirkî. Orjîna van çîrokan li muzeya
Dresden /Almanyayê ye, Min xwestibû qopî bikim, lê ji ber ku kevnbû destûr nedan.
Bi gotineke kurt û kurmancî ev çîrok yan jî destana sêwirandî di pêvajoya avakirina netewdewletê de derxistine piyasayê û wek rastî be jî, bi gelek der û doran dane pejirandin. Divê em vê jî bêjin çîrokek Mahmut Kaşgarî behs dike jî heye, lê ti têkiliya wê bi vê destana sêwirandî re tine.
=KTML_Bold=Em niha jî çîçîrokên ezbetên Oguzên xeyalî vekin:=KTML_End=
Ev navê êl û ezbetên bi destana Oguz ve hatine pînekirin jî, qeşmeriyeke mirovan dide kenandinê ye. „Kinik, Bozok, Kayi“ dema em vana bi awayeyeke orjîn û rast binivîsin; „Kino, Bozo, Qeyo“ Di kurdî de çîrokek van hersê navan heye. Lê nehatin bîra min, lêgeriyam, mixabin min nekanî ku bidest bixim. Yê ku ev nav ji kurdî dizîne û bi destana „ga /conaga“ yanê „Oguz“ ve pînekiriye jî Ziya Gökalp e. Necamêr bi rengekî wisa li hev aniye, ti kes bi ser ve nabe. Ew paşgîna „ik“ jî ji kurdî girtiye. Lê ji ber ku varyanta tîpa „K“ ya bi awayê „Kh“ di tirkî de tine, ti kes bi ser ve jî nebûye. Ha çoyê dewletê jî hebû ya! Kin= Kesê bejna wan ne dirêj, Boz /bozo = kesê reng vekirî çûr. „Qeyo“ jî gelek caran tê bikaranîn. Yanê ew jî ne xerîb e. Paşgîna „ik“ rengekî piçûkkirin û xweşikkirinê li peyvan bar dike. dema gotin bi tîpa „O“ biqede tîpa „i“ dikeve. Di Kurdi de gelek caran ji Keyxan, Keyan, kayxan, qeytan re „Qeyo“ dibêjin. Heta di nava gelek stranan de jî heye: „Wereee Qeyo lo ho lo looo...“ Her wiha di zarava dimilkîde „kay – kay kereden“ di wateya lîstikê de ye. Li gel wê kîteya „key /kay“ di
gelek zimanan de heye, Mînak di almanî de navê mêran e.
Rast yek jî peyva „üçok“ heye, ev jî dû re lê hatiye zêdekirin. Lê li hev neanîne. Di van demên dawiyê de kalikê Atîlayê ku hin wî wek çavkaniya Oguz nîşan didin. Lê em dizanin ku Hûn Moxol in. Nêzî çend eşîrên Moxolan îro jî, ji Hûnan pêk tê. Wêçaxê divî bû „Üçok“ bi moxolî ba!.. Bi Moxolî hêjmara 3 „gurav“ tîr yanê ok jî „sum“ e. Divîbû ev ne „üçok“ ne „ouçok“ „Guravsum“ ba. Lê mêrikan carê derew dane pejirandin, kîjan bovlatî derxin hima tê pejirandin.
Di zimanên wek xizmên zimanê tirkî tên zanîn de peyva „Tîr /ok“
Kazaxi = Jebe
kirgizi = jebe
Uyguri= jauq
Mogili= Sum
ozbeki = ok
Ji bo têgîhîştina dekbaziyan em şiroveyeke din ya li ser Ziya gökalp bigirin:
„Ziya Gökalp, destan û mankibeyên „tirk“ (!?) di nava yekitiyekê de nirxandiye. Li ser wê bingehî di navbera destanên cûda de têkiliyek daniye (na, loo!).
Anegorî vê têkiliya mankibe û destanên mîna Oğuz Han, Afrasyab, Boğaç Han, Şah İsmail (ji min: yek jî ne yê tirkan e) wek rengên cûda yê destanekê nirxandiye. Lewre forma wan têkiliyên wan hûnandina wan dişibin hev....“ (15)
=KTML_Bold=Ev Oğuz kî ye û çi ye?=KTML_End=
Ez ê disa ji çavkaniyên wan bigirim û şiroveyê ji xwinêran re bihêlim.
„Rast ev Oguz kî ye? Tenê karekterê serekê yê destanê, yan jî bi rastî jî di dîrokê de kesekî wisa jiyaye? Gelek kes û kesayetiyan serê xwe li ser vê mijarê êşandiya (ji min: Dînek kevirek davê bîrê, sed baqil nikanin wî kevirî derxînin.) Hin kes wî bi Yabgu ya (serokê) Hunnan „Mo – tun“ ve girê didin, yên wî wek pêximber nîşandikin jî hene.
Baş tê zanîn ku Çînî çîroka Mo-tun“ bi rengê cûda vedibêjin. Ev ji bo destanên tirkan weke çavkaniyekê hatiye nirxandin.(16)“
Di vir de tişta balkêş ev e: „alvên destanê“ hatiye vegotin. Ev jî tê wê wateyê ku ev destan wek romaneke lêkirî hatiye afirandin.
1 – Di rastiyê de Oğuz cisnekî ga /conega ye.
Belê dewlet e, hêza wê heye, dikane pisikê têke şêr! Ga /conega yê nav Boxaç û Oguz jî têke Mîr û beg, ji wî û çêleka belek êl û ezbetên mirovan biafirîne. Û wisa jî kirine. Hemû gelên Anatolyayê bi rêya navên weke Qeyo, Kino û Bozo“ yan jî kirine mozikên Oguz. Mixabin Kurdên pê bawer dikin û xwe bi mîzurika conega ve girê didin jî hene. Netew dewlet û hêza wê ev e!. Bi êrişkarî û kotekê jî dane pejirandin. Bi xwe jî ji vê re „Sopanin hunerî“ (Hunere ço /kotekê) dibêjin.
Di malpera fermi ya zaningehên Tirk „Dergipark. Org.tr“ de mijara OGUZ wiha tê zelalkirin:
„Di destana Oguz ya bi tîpên Uygurî hatiye nivîsandin de kurt berê bûyîna Oguz wêneyek ga (öküz) hatiye xêzkirin û di bin de nivisîne Oguz ev e (Bang-Rahmeti 1936:10).
Ev jî tê wateya di navbera Oguz û Öküz (ga /conega) de têkiliyekê hatiye danîn. Di „Secere-i Terâkime“de jî têbiniyeke wiha heye; Oguz Han di serdema Keyûmers de jiyaye (Ölmez 1996:166). Anegori efsaneye dijminê Keyûmers ê ku weke Ademê Eceman tê zanîn conegayekî har e. Ev dazanin jî hebûna têkiliyekê di navbera Ga û Oguz da danînê raberî me dike. Li aliyê din di çîrokên Dede Korkut (ev jî tehrif kirine; navê orjîn; Gor gut / gor gotinê =söylenceye göre.) Di beşa yekem de Bogaç Hanê kurê Dirse Han heye.
Gelek kesayetiyên wekî Ziya Gökalp têkiliyek di navbera Bogaç û Oguz Han de datînin (Gökalp 1339: 70-71; 1976: 104-105). Ev jî tê wê wateyê ku navê Oguz ji Conegayê nav Bogaç tê. (17)
Pirsek ji min: Di vir de zelal dibe ku ev destana Oguz destane conegayekê ye. Baş e ev lihevanîne kino, bozo û Qeyo çikên vî conegayî ne? (Kinik, bozok, qeyo/kay)?
Ew kesên bi vê derewa Ziya Gokalp û serkariya Tirkiyê baweriya xwe tînin, şermnakin ji kalikê xwe re conega dibêjin?
2 – Ji ber ku nekanîn ku vê derewa xwe bi derekî ve pîne bikin, hewldane ku bi mîrê (Yabgu) Hunnan ve girêdin. Hun ne tirk eşîrekî Moxol in, hê jî beşekê wan li Moxolistanê dijîn. Peyva tirk napejirînin.
Ti bûyare û kesayetiyeke bikane bibe çavkaniya destana Oguz nedîtin, niha hewl didin ku hebûna mîrê Hunan ya di nava daneyên Çînan de bi nave Mo-tun (Tirkan navê „Börü Tonga“ lêkirine) xuya dike ve girêdin. Bi vê re ev pirs derdikeve pêş: Ev Hûnn kî ne? Anegorî daneyên heyî, bê dîrokzanên tirkan ku ti çavkaniyeke wan tine, herkes Hûnan beşek Moxolan dibîne, Hûnên li Moxlîstanê jî xwe Moxol dibînin û peyva „tirk“ napejirînin. Dîrokzanên tirk ên fermî her wiha dinivîsînin:
„Yekem dewleta me ya di dîrokê de tê zanîn, bi destê Hûnan hatiye damezrandin. Yê ku bi damezirandina vê dewletê bingehê dewletên bavikên tirkan daniye Mo-tum (Börü Tonga) Yabgu ye.(M.Ö 209-174) ..... (18)
Dîsa pirseke ji min: Eger kalikê wan ê Oguz Mo-tun e. Ev navên Kino, Bozo, Qeyo yê ku Ziya Gökalp li hev aniye çikê wan e û çawa bûne gotinên moxolî?
„ Dîrokzan Peter Heather li ser pirsa „Hûn kî ne?“ wiha dinivîse: Pirseke bersiva wê dijwar e, lewre ew û bingehê wan hê jî wekî razekî ne. Egera vê ya bingehîn jî ev e, ti tişteke nivîsandî li pey xwe nehîştine. Bingehên wan ê rasteqîn jî nayê zanîn. Dibe ku ji bajahiya Qazaxîstanê 350 sal piştê miladê hatibin û li bejahiyên rojhilat hêwirî bin. Hin derdor iddia dikin ku êleke Xiongnu ne, û bi wê ve girêdayî dibêjin;“dibe ezbetekî tirk bin.“ Ev konfederasyona êl û êlatan berê mîladê ji hin cihan hatine û piştê mîladê di sedsala 2. de yektiya xwe afirandine û piraniya Asyayê kirine bin serweriya xwe.“ (19)
=KTML_Bold=Di çefkaniyeke din de jî wiha dinivîse:=KTML_End=
„Gelê Hûn siwariyên navenda Asyayê ne, berê koçer, lê dû re wek nîvkoçer jiyana xwe didomînin. Anagorî agahiyan; welatê wan di navbera deryaça Îssig-Kul a Kirgizîstanê hetanî paytextê Moxolistanê Ulan Batûr bûye. Dû ra di dîroka Asya û Ewropê de dengekî bilind vedidin.
Bi dibekuyeke mezin, navê wan li ba Çînan Xiongnu bûye. Serkariyên çîn di sedsala yekem, berê mîladê de li hember wan bi ser ketin, wan vê carê berê xwe dan rojava. Di sala 370 yî de li Kafkasyayê li hemberê Alanan û Ostragotlaran bi serketin û di bin serweriya Atîla de li bakurê Derya Reş împaratoriyeke mezin avakirin.
Lêkolînên kevn Hunan digîhîne imparatoriya nav Hsiung-nu, ev împaratorî di sedsala yekem de bi navê bakur û başûr bû du parçe. Beşa bakur ket bin fermana Çînan û wenda bûn (20)
„Hûnan hemû newal û çovîgên bi adan ên bakurrojavayê Çînê dagir kiribûn, bi dehan salan di bin destên wan de ma. Di dawiyê de ji wir hatin qewitandin.
Anegorî vegotineke çînan hin jinên ji rê der bi cin û û cadûyan re zewicîne û Hûnn ji wan çêbûne. Çînan ew wisa ji xwe û sîvîlasyonê bi dûr xistin ku mirovbûn nebe para wan. Hunn wekî nevîyên xwe ye Moxolen îro koçerbûn, heta hinên wan hê jî koçer in.“ (21)
Hima bigire hemû çavkaniyên cihanê Hûnnan wek êleke Moxolan destnîşan dikin. Bes tene dîrokzanên tirk yên bi bîrdoza fermî (teoriya ziman û roj) wan wek tirk nîşan didin.
=KTML_Bold=Tirkiya serdema Itahat Terraqî=KTML_End=
Minak: Ziya Paşa di rojnameya Hurriyetê hêjmar 11 a 7 ilonê 1868 de wiha dinivîse. Gelo wê îro çend kes bikane vê têbigîhîje.
“Münşeat-ı Feridun ve asar-ı Veysî ve Nergisî ve sair münşeat-ı mutebere ele alınsa içlerinde üçte bir Türkçe bulunmaz. Ve bir maslahat ifade ederken bedî ü beyan fenleri karıştırılarak, ibraz-ı belâgat için öyle müşevveş ve mütetabiü’l-izafat ibareler yazmışlar ki Kamus ve Ferheng beraber olmadıkça ve bir adam fenn-i meani ve adab-ı Arabda kemal-i mahareti olduktan sonra âdeta bir ders mütalâa eder gibi bir çok zamanlar sarf-ı zihn etmedikçe manasını istihraca muktedir olamaz.”
Minakek : ji nivîsa li ser kevirê Kul Tigin I.
Têbinî; yên bi tîpên piçûk hatine nivîsandin lihevanînê dîrokzanên fermî ne. Tenê yên bi tîpên mezin hatine nivîsandin nivîsên ser kevir in.
„tHri: tg: tHride: BOLMŞ: türX: bilge: KGN: BU: ödke: OLRTM: SBMN: tükti: sidgl: ULYU: in: ygünm: OGLNM: birki: OGŞM: BODNM: birye: ŞDPIT: bglr: yIRYA: TRKT:
BUYRq: bglr: OTZ: TTR:“ We tê de gotineke tirkî dît??
Yê bixwaze dikane li ser înternetê lê binêre.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
https://tr.wikisource.org/wiki/Orhun_Yaz%C4%B1tlar%C4%B1_(K%C3%BCl_Tigin)
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/214376 (1)
https://ataturkansiklopedisi.gov.tr/bilgi/gunes-dil-teorisi/ (2)
https://de.scribd.com/document/8551029/Turk-Tarih-Tezi-Komedisi (3)
https://dergipark.org.tr/tr/pub/tuhed/issue/39129/456051 (4)
https://birikimdergisi.com/dergiler/birikim/1/sayi-105-106-ocak-subat-1998/2301/turkiye-resmi-ideoloji-yaptirimci-ve-butunculdur/6278 (5)
https://www.tr724.com/turk-ustunlukculuk-2/ (6)
https://www.kurdenanatolien.com/sores-resi/ (7)
https://www.academia.edu/37571263/TAR%C4%B0H%C4%B0N_RESM%C4%B0_%C4%B0DEOLOJ%C4%B0_TARAFINDAN_TAHR%C4%B0FATINA_B%
file:///C:/Users/fergi/Downloads/3.+%C4%B0deolojik+Tarih+Yaz%C4%B1m%C4%B1_Dr.+C%CC%A7ig%CC%86dem+Bayraktar+O%CC%88r.son.pdf (8)
https://www.bitlisname.com/sikarinin-karamannamesinde-kurtler/ (9)
https://www.birgun.net/haber/kazim-gundogan-tarihi-tarihcilerden-kurtarmali-104412 (10)
https://belgelerlegercektarih.com/2012/07/01/prof-dr-cemil-kocak-resmi-tarih-ile-ilgili-aci-gercegi-https://belgelerlegercektarih.com/2012/07/01/prof-dr-cemil-
kocak-resmi-tarih-ile-ilgili-aci-gercegi-acikliyor/acikliyor/ (11)
https://dunyalilar.org/resmi-tarih-anlayislari-nesnel-gerceklik.html/ (12)
https://m.bianet.org/biamag/siyaset/115476-neden-resmi-tarih (13)
https://www.derintarih.com/tarihci-gozuyle/osmanlida-resmi-tarih-yaziciligi/ (14)
https://turkoloji.cu.edu.tr/HALKBILIM/metin_ozarslan_oguz_kagan_destaninda_tarihi_dini_beserihttps://turkoloji.cu.edu.tr/HALKBILIM/metin_ozarslan_oguz_
(15)
httphttps://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/782493s://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/782493 (16)
https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/143192 (17)
https://www.altayli.net/oguz-kagan-destani-ve-oguz-kaganin-kimligi.html (18)
https://www.nationalgeographic.de/geschichte-und-kultur/2019/09/attilas-hunnen-wer-waren-die-https://www.nationalgeographic.de/geschichte-und-
kultur/2019/09/attilas-hunnen-wer-waren-die-reiternomaden-aus-dem-ostenreiternomaden-aus-dem-osten (19)
https://www.igenea.com/de/urvoelker/hunnen (20)
https://www.siegburger-hunnen.de/hunnengeschichte/ (21)
https://www.turkedebiyati.org/oguz-kagan-destani/
https://www.facebook.com/watch?v=909781986788214
https://www.wissen.de/lexikon/epos
https://www.bpb.de/themen/erinnerung/geschichte-und-erinnerung/39792/geschichtsmythen-und-nationenbildung/
http://nisanyan1.blogspot.com/2018/11/oguzlarn-24-boyunu-nereden-biliyoruz.html
https://derinstrateji.wordpress.com/2015/02/18/tarih-oguz-kaanin-kimligi/
https://dergiler.ankara.edu.tr/xmlui;/bitstream/handle/20.500.12575/80660/249344.pdf?sequence=1&isAllowed=y
https://www.nationalgeographic.de/geschichte-und-kultur/2019/09/attilas-hunnen-wer-waren-die-reiternomaden-aus-dem-osten
https://www.igenea.com/de/urvoelker/hunnen
https://www.spiegel.de/spiegelgeschichte/attila-und-die-hunnen-das-mysterioese-steppenvolk-a-890968.html
Têbini: Mijara Prof. Dr. Ahmet Agirakça ji rûpela Bedel Boselî hatiye girtin.
[1]