=KTML_Bold=Şanogerekî Kurd li Gurcîstanê: #Bînbaşê Axê#=KTML_End=
#Çetoyê Zêdo# : Ji kerema xwe tu yê karibî qala kurtejiyana xwe bikî?
Bînbaşê Axê: Di sala1964an de li Ermenistanê li Gundê Qerebirnê/Karakirt hatim dunyê. Zaraoktiya min di malbeteke de normal de derbas bû û tê gihîştim. Bavê min hostê dîwêr bû, dayika min bi malbatê re aleqeder dibû. Em pênc bira sê xwişk bûn, ji biçûktiya xwe de em bi toreyên xwe ve girêdayî bûn. Em hemû li vî gundî mezin bûn, piranya wan Ermenî bûn. Nêzî 50 malê ezdîyan hebû. Li cihê ku hemû gund kurdbûn ders dihate dayîn, le bi malbatî em xurt bûn, ji ali ziman û toreyên xwe me xwe diparast. Kalikê min li Tulimê dixist. Bi çîrok û miqamên wan ez mezûn bûm. Paşe min li Gumrî li parekî sporê dikir xelas kir. Di salên 1978-1983 an de ez bi gilaşê mijûl dibûm. Ji aliyê wezareta sporê ya Sovyetê ve ez weke “Hostê Gilaşê” hatim xelat kirin di mijdara 1984an de. Di 1984-1986 an de min eskeriya Yekitiya Sovyetê kir. Piştî ku ez bo serdanekê hatim Tibilîsê edî min dev ji hemû tiştî berda û min dest bi şanoyê kir.
Çetoyê Zêdo: Merivekî sporvan çawa bû şanoger?
Bînbaşê Axê: Belê, ez merivekî sporvan çawa bûm şanoger… Herhal şano bi min re weke tiştekî veşartî bû. Mirazê Ûzo Caferov, wê demê derhênerê Kurdî yê li Tibilîsê navdar bû. Ez jî ji bo serdana Ando Çildergûşî hatibûm Tilbîsê, ew bi xwe jî li şanoya kurdî mudur bû. Em hatibûn cihê provayê, Mirazê Ûzo Caferov zimanê şanogerekî sererast dikir. Piştî wextekê bo ku alîkariya wî kesî bikim, min ji wî re got divê tu wiha bibêje, di wê navberê Mirazê Ûzo bangî min kir go “Tu dikarî bilîze?”, ji axaftin û hereketê min î provayê hez kiribû. Bi vî awayî min xwe bi carekê re di nava şanoyê de dît.
Çetoyê Zêdo: Heta wê çaxê te qet perwerdehiya şanoyê nedîtibû?
Bînbaşê Axê: Heta wê rojê qet, lê piştî ku min li Tibilîsê dest pê kir. Nezî du salan di şanoyên Ermenan de min di perwerdehiya şanoyê de pratka xwe stend. Edî ji wê rojê pê de ji bo şanoya Kurdî ez hatim li Tibilîsê bi cî bûm.
Çetoyê Zêdo: Piştî ku tu tevlî nav komê bû, te di kîjan şanoyan de lîst?
Bînbaşê Axê: Xecê û Siyabend, (Nivîskar: Tosinê Reşîd, 1987), Zarîna Çiyan (Nivîskar: Ezîze Gerdenzerî,1988), Yên Xwedê ji wan Stendî (Nivîskar: Şaliko Miraz, 1989) û Neferê Elawat (Nivîskar: Şaliko Miraz, 1990) û pişt re ji xwe Sovyêt hilweşiya û şanoya Kurdî jî pê re belav bû.
Çetoyê Zêdo: Berî te, kîjan şano di Komo Şanoya Kurdî ya Tibilîsê de hatibûn lîstin?
Bînbaşê Axê: Sinco Qîza Xwe Dide Mêr (Nivîskar: Eskerê Boyîk, 1980), Xwesî (Nivîskar: M. Şamxalov, 1981), Berî ku Erebe Biqulube (Nivîskar: O. İoselyanî, 1982), Dara Huşê (Y. Vizbor, 1983), Mala Min Mala Te Nîne (J. Ananyan, 1984), Ji Saet Sisêyan Heta Şeşan (Nivîskar: A. Çixêtze, 1985) û Zavayê Parîsê (Nivîskar: A. Papayan, 1986)
Çetoyê Zêdo: Şanoyên we yên ku piştî sovyetê kîjan bûn?
Bînbaşê Axê: Hemû yên mamoste Şaliko Miraz bûn, me bi hev re di gelek şanoyan de lîst.
Kurd û Tûtû (Tibilîs, 1992), Kawayê Hesinkar (Tîbilîs1993). Li Moskowê jî me: Reş û Sipî (1995), Ez Şayîr (1995), Kurd û Ezdî (1996), Bav û Kur (1996) û Otobusê de (1996) derxist, taybetî ji bo Med Tv bûn. Me li Moskowê sala 1996an bi derhêner Arsen Poladov re şanoya “Ahmedê Xanî Careke Din Vegere Jiyanê” derxist.
Çetoyê Zêdo: We çima dev ji şanoyê berda?
Bînbaşê Axê: Wê demê mecal hebû, ku derfet hebûy me yê gelek tişt bikira, lê nebû. Ji aliyekî malbat û zarokên min li Gurcîstanê ez çend salan ji wan dûr mam ji bo şanoya Kurdî, debar jî nedibû tenê bi karên şanoyê.
Çetoyê Zêdo: Dema Sovyetê şanoya kurdî çawa bû?
Bînbaşê Axê: Dema ku kes nediçû şanoyê eyb bû, teybetiya Sovyetê wiha bû. Her salê şanoyek dihate kirin. Temaşekirina şano bibû wek jiyanekê, wê deme şano populer bû, problemên aborî tunebûn. Millet diçû berhemên hunerî û civakî, dişopandin. Ji bo wan karên huner û çandê balkêş dihat.
Çetoyê Zêdo: Ji Bakurê Kurdistanê temaşevanê we dihatin?
Bînbaşê Axê:Na, carinan hin mêvan ji Başûr û ji kurdên Surî hin kes dihatin, ew jî li Sovyetê xwendekar bûn. Rojekê Kurdekî me, dema xwe li têla xistibû û derbasî Gurcîstanê bibû hatibû şanoya me. Dema şano bi Kurdî dîtibû pir ecêmayî bibû, heta wê demê şano qet nedinasî û piştî ku şanoya me temaşekir pir kêfxweş bibû. Wê demê şabûna hunerê bi awayekî din dihate ditin.
Çetoyê Zêdo: Temaşevanê we kî bûn?
Bînbaşê Axê: Hemû kurdên Gurcîstanê bûn, carinan em diçûn turneyê heta Ermenistan û Kazakistanê jî. Hin caran xelkê xerîb jî dihatin temaşe bikin. Temaşevanan bilêtên xwe berî şanoyê bi hefteyekê ditsend rê nedima ji bo şanoyê, li derî li pencera dixistin bo ku derbasî cihê şanoyê bibin.
Çetoyê Zêdo: Çi bi wan kesan hat?
Bînbaşê Axê: Yekitiya Sovyetê hilweşiya şanoya kurdî jî pêre hilweşiya. Gelek şanoyê me di festivalan de dihate listin, xelat distend. Lê îro tenê bîranîn man. Piştî 1994an li Tibilîsê şanoya kurdî nema.
Çetoyê Zêdo: Şanogerî ji bo te tê çiye?
Bînbaşê Axê: Ez li ser dikê dizanim kê dilîzim, damara karaktera ku dilîzim texmîn dikim li ku ye. Dik ji bona min jiyan e. Ez li ser dilqê nalîzim, ez dijîm.
Çetoyê Zêdo: Piştî ku tu ji Moskowê vegeriya, tu qet bi şanoya kurdî eleqeder nebû?
Bînbaşê Axê: Weke berê min nikarîbû, derfet jî nebû. Ji sala 1998an heta 2005an min li Gurcistina di şev û prozbahiyan de, alîkariya hin karên huner û şanoyê kurt dikir. Lê ji zû de ye ew jî nemaye. [1]