Nav:Rizganê Emo
Dîroka jidayîkbûnê:1950
Cihê jidayîkbûnê: Elegez
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Rizganê Emo, di sala 1950'î hate dunyê. Dibistana seretayî li gundê Ortaçiya xwend. Pişt re dibîstana navîn li nehiya Axbaranê pişt re li Elegezê xwendina xwe xelas dike. Di navbera salên 1969 û 1971'ê de ji bo eskeriya Sovyetê diçe li Elmanya. Perwerdehiya şanoyê li Moskowê di 1973'an de destpê dike û dereceyeke serketî tê qebûl kirin, pişt re derfetên wî nahêle li wir dewam bike û perwerdehiya xwe li Ermenîstanê heta sala 1977'an didomîne û di sala 1978'an mezûn dibe. Yekem derheneriya şanoyê bi lîstika “Teyrê Elegezê” di sala 1978'an dike û destûra Rejîsoriyê bi vê pêşandeyê hildigre. Bi lîstikvanên Kurd yên ji Elegezê re, ji 1978'an heta sala 1988an bi dehan şanoyên Kurdî derxist. Heta ku erdheja Ermenîstanê ku di sala 1988'an weke berpirsê giştî yê şanoya Elegezê xebitî. Di erdheja 1988an de, gelek mirov jiyana xwe ji dest dabû, bi vê erdhejê re tevî avahiya qulûba şanogeran û sehneya şanoya Kurdî ya Elegezê jî hildiweşe û êdî careke din ava nabe. Piştî vê erdhejê şanoya prosyonel î Kurdî li Ermenîstanê bi dawî dibe.
Rizganê Emo, piştî ku Sovyet jî hildiweşe hêviya xwe ji şanoya Kurdî nabire, lê hemû hewldanên wî yên ji bo şanoyê heta roja me nîvco dimîne. Piranî hunermendên kevn yên Ermenîstanê piştî hilweşîna Sovyetê bar dikin û diçin li welatên Ewrûpa bi cî dibin, ên mayî jî dev ji hemû karên hunerî berdidin û mîna ku qet şanogerî nekiribin li gundên Elegezê debara jiyana xwe ya rojane dikin. Rizganê Êmo, ew jî mîna hunermendên dema xwe hatine jibîrkirin, lê wî hêviya xwe yekcar wenda nekiriye, hê jî li hêviya vegera huner û şanoya Kurdî yî “Zemanê Çûyî” ye… Ew bavê pênc zaroka ye û niha li gundê xwe yê ku lê dayîk bûye dijî û ji sala 1991ê virde bi mamostetiya zimanê Rûsî dersê dide û gerînedeyê dibistana gundê Ortaçiya dike. Gelek amûrên mûzikê dikare çê bike û li wan bixe…
Şanoya ku wî derhêneriya wê kiriye û tê de lîstiye bi navê “Kerr û Kulik” e. Bi vê şanoyê re xwe digihîne bi deh hezaran temaşevanên Kurd û yên din. Li tevahiya Sovyetê şanoya Kurdî bi “Kerr û Kulik” deng vedide. Beşdarî gelek festîvalên welatên sovyetê ku taybetî kurd lê hebûn, mîna; Moskowa, Kazakîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û li Ermenîstanê gelek pêşandeyên şanoyên wî çê dibin.
Li Ermenîstanê piştî vê erhejê êdî şanoyên mîna berê derfet nabîne ku xwe ji nû ve durist bike û hêviya şanoya Kurdî li ermenistanê bi belavbûna Sovyetê re, ji sala 1991ê ve yekcar tune dibe. Bi şerê Qerebaxê re kurdên Musilman ji Ermenîstanê têne qewirandin û tenê Kurdên Êzdî dikarin bimînin. Weke hemû kurdên Sovyetê her yek ji wan li dikeve pey zemanê berê û bîranînên rojên xweş ku êdî dewr û dewran li wan venagere...
Şanoyên ku “Rizganê Emo” derhêneriya wan kirine:
Teyrê Elegezê (1978, Nivîskar: Vaçe Harûtûnyan, Wer. Emerikê Serdar)
Kerr û Kulik (1979, Nivîskar: Suren Gînosyan, Wer. Heciyê Cindî) (Di sala 1980î de li Gurcistanê û di 1988an de li Kazakîstanê jî tê lîstin)
Sînco Qîza Xwe Dide Mêr (1979, Nivîskar: Eskerê boyîk) (Di sala 1980î de diçe Gurcîstanê, û ji bo careke din dîsa di sala 1983an de li Elegezê tê hazir kirin )
Memê û Eyşê (1980, Nivîskar: Xelîl Mûradov)
Pêşî Mirin Paşê Zewicîn (1980, Nivîskar: M. Maksîmov, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Heyfhildan (1980, Nivîskar: Eskerê Boyîk)
Siyabend û Xecê (1981, Nivîskar: Suren Gînosyan, Wer. Tosinê Reşîd)
Elî Welî (1982, Nivîskar: Costa Xotagura, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Cînar (1986, Nivîskar: G. Xugayev, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Temo û Lawik (1987, Nivîskar: Wezîrê Eşo,)
Kumreşê Dînik (1988, Nivîskar: A. Papayan, Wer. Rizganê Emo)[1]