=KTML_Bold=Gundê Pêndir=KTML_End=
Gundê pêdir ku xwedî gundekî kevnare ye bi qasî 22 kîlo metran dikeve rojavayê bajrê Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê û bi qasî 15 kîlo metreyan dikeve rojhilatê çemê firatê. Li gorî xelk û malmezinên gund dibêjin ku xelkên vî gundî ji ber şerekî dijwar ya li Rojhilatê Kurdistanê koçberî Bakurê Kurdistanê berê li Hewacixê niştecih bûne, zevî û mal li wir kirîne û bûne û paşê jî hatine l û li vî gundî ku jê re digotin binxetê niştecih bûne.
Gava ku xelkên wî li gundî Bakurê Kurdistanê bûne, gelek zevî kirîne û di qeydên dewleta osmaniyan li ser navê malbata Şahîn Elî Miho tevî xizmên xwe yên din ku navê wî Hisê Cimê Iniz e tomar kirine. Lê piştî ku dewleta osmaniya kurekî ji bo leşkeriyê birin Yemenê, Şahîn tevî her du xizmên xwe ji ber şewat û qehra kurê xwe devê ji hewacixê berdidin û tevê perz û sewalên xwe ber bi başûr ve tên. Dîsa jî li gorî kesên temen mezin dibêjin ku wê hingê gundê Mişko ku li hember gundê Pêndir e nahêlin ku ew pezên wan avê li wir vexwe, ji ber vê yekê tên li gundê Elosan (Pêndir) bi cih dibin ku berê jê re digotin Elosan. Lê em ji bîr nekin ku navê pêndir jî ji berê ve hebûye ku jê re penêr tê gotin. Paşê Şahîn tevî zimên xwe bîrekê li gund dikolin, ew bîr heşt rojan dirêj dike û her rojekê jî maleke dewarekî xwe serjê dike.
Her wiha tê gotin ku lehengên wan yên bi navê Hemê Hisê û Ûlelê Mistê hebûne, wan rûyê ji her kesî re dananîne. Û tê gotin beriya 61 salan ango di salên 1960'yan de li ser destên Helebiyan aşek hatiye çêkirin. Paşê gundê Pêndir mezin dibe û dabeşî sê gundên bi navê Pêndir dibe û rûbara gundê pêndir jî 5 kîlo metre ye û xwdiyê du hezar şimbil zevî ne. Di gundê wan de nêzî duzdeh hezar darên fistiqan hene, ew bi piranî debara xwe bi çandiniyê dikin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
Hevpeyvîna bi xelk û extiyarên gund re [1][2]