Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Peydabûna Şano di Wêjeya Kurdî ya modern de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ferhad Pîrbal
Ferhad Pîrbal
=KTML_Bold=Peydabûna Şano di Wêjeya Kurdî ya modern de=KTML_End=
(Ji Konferansa Xebatên Kurdî, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, 25-05-2013)
Dr. #Ferhad Pîrbal#

Ji ber ku ez li Stenbolê ji gelê xwe re li ser edebiyata Kurdî dipeyivim, gelek kêfxweş im. Ji sala 1987an heta niha peywendiya min bi wê edebiyata ku bi zaraveya Kurmancî tê nivîsandin re heye. Qasî ku dizanim ew pêşketina mezin a vê edebiyatê bêtir li derveyî welêt pêk hatiye. Ez wisa difıkirim ku eger ev pêşketina edebiyata Kurdî ya ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin û ew lêkolînên ku li ser çanda Kurdî û dîroka çand û edebiyata Kurdî û her wisa berhêmên wekî roman, helbest, çîrok hatine kirin li Tirkiyê were qebûlkirin û bi taybetî jî di zanîngehên Tirkiyê de ev pêşketin were qebûlkirin û berdewamkirin, ew akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên li başûr dê ji xwe şerm bikin. Ez li bakur pêşketineke ewqas mezin dibînim. Ez ê îro li ser rola Stenbolê çend deqîqe bipeyvim. Ji bo ispata axaftina xwe jî ez ê behsa Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim.
Dema ku em li ser mijarekê dipeyvin, divê nimuneyek di destê me de hebe. Min Evdirehîm Rehmî Hekarî wek nimune hilbijart. Min bi zanabûnî rola Stenbolê ya di tazekirina edebiyata Kurdî ya dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de hilbijart. Di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de çawa ku roleke mezin a Stenbolê di nûjenkirina edebiyat û çanda Kurdî hebû, em dikarin bêjin ku eynî rol di hunera Kurdî de jî lîstibû. Lewre hûn jî dizanin di navbera edebiyat û hunerê de hinek cudahî heye. Lêkolînerên Kurd li ser hunerê kêmtir xebitîne. Lê belê ji hêla hunerî ve jî Stenbol roleke mezin lîstiye. Min bi zanebûnê Stenbol hilbijart. Lewre eynî bûyerên çandî, dîrokî, edebî ku di dawiya sedsala dozdehan û destpêka sedsala bîstan qewimîbûn bi baweriya min îro, li vir ku em rûniştine, dubare dibe û em niha tê de dijîn. Ev civîna we, civîneke dîrokî ye. Armanceke we heye, sedem heye. Ez pê ewle me ku hûn dizanin ka sedem çi ye ku em hemû li vir rûniştine. Û hûn hemû dizanin ka armanc çi ye ku em livir rûniştine. Di navbera pêvajoya dawiya sedsala nozdehan û destpêka bîstan û îro de şibînek heye. Ew nivîskarên ku ji Mehabadê, Mihemed Mihrî, Mustafa Şewqî Qazîzade; ji Senendejê, nivîskarên din; ji Silêmanî, Towfıq Efendî ku wekî Pîremêrd hatiye naskirin; ji Colemêrg, Evdirehîm Rehmî Hekarî; ji deşta Rewandiz û Hewlêr, Husên Huznî Mukriyanî; ji Diyarbekir, Îshaq Sikutî; ji devera Cizîrê Dr. Abdullah Cewdet hwd. ango ew nivîskarên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji bajar û bajarokên Kurdistana bakur, rojhilat, başûr nehatibûyana Stenbolê, li vir kom nebûyana û hevdu nasnekirana ew bizav û tevgera çandî, polîtîk, dîrokî -Dr. Celîlê Celîl ku li vir rûniştiye, navê wê pêvajoyê wekî ronesans bi nav kiriye minjî wergerande Erebî got Nehwe- pêk nedihat. Ango di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de cihekî wisa hebûye ku Kurdan kariye lê kom bin, werin cem hev, bi hev re tevbigerin. Li Stenbolê Kurd li gel Tirkan mil bi mil bûne. Ev yek şanazî ye. Di Stenbola îro de jî ez heman bizav û tovê dibînim. Îro xweşbextane hêviya Kurdan heye ku dixwazin li bakur wê tovê biçînin û ew tov bibe deriyek ji bo wê ronesansê.
Di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de Stenbol roleke mezin lîst, lewre Stenbol xwedî cihekî stratejîk bû, nêzikî Ewrupayê bû û dikarî sûd ji wan pêşveçûnên ku li Ewrûpayê diqewimîn, bigire. Eger em li rewşa edebita wê demê ango ya nîveka duwem a sedsala nozdehan binêrin, em ê bizava sembolîstan, sembolîstên Fransiyan bibînin. Eger li Parîsê, Cenevreyê, Brukselê 76 an jî her cihekî din ê Ewrûpayê kovareke sembolîstan an bizakeve din a hunerî derketa du meh şûnde li Stenbolê yan dibû nûçe yan jî ji hêla wan nivîskarên fransîzan ku bixwe li Parîsê dijîn an jî li Stenbolê dijîn ve, li Tirkî dihatin wergerandin. Hûn hemû jî dizanin tesîra edebiyata Fransî li ser Tevfık Fikret, Recaizade Mahmut Ekrem, Namık Kemal hwd. hebû. Berhemên Fransî li Tirkî dihatin wergerandin. Beşek ji wan nivîskarên Kurd ên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibûn yan ji bajarên Kurdistana bakur hatibûn di nav bizava çandî ya Stenbolê de dijîn, wan formên nû yên edebiyata Ewrûpayê bi awayekî rasterast werdigirtin. Ew nivîskar du beş bûn: Beşek yekem ji wan kesan pêk dihat ku Fransî dizanîn wekî Abdullah Cewdet û Îshaq Sikutî. Îshaq Sikutî zû wefat dike. Di sala 1902'an de wefat dike. Li gor nivîskarên din bandoreke mezin nekiriye. Her wisa Memduh Selîm, Abdurrahman Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Miqdat Mîthat Bedirxan jî di vê beşê de ne. Wan bixwe Fransî dizanî. Dema ku Miqdat Mithat Bedirxan hejmara ewil a rojnameya Kurdistanê derdixe, bi Fransî karteke biçûk di nav oryantalîst û rewşenbîrên Fransî de ji bo wergirtina piştgiriyê belav dike. Ango bi Fransî nameyek nivîsandiye û bi tevî rojnameyê belav kiriye. Husên Huznî Mukriyanî û gelek nivîskarên din jî Fransî dizanî. Şansa wan hebû, lewre wan him bi xwe Fransî dizanî, bi rêya zimanê Fransî ji çand û edebiyata Fransî sûd girtiye him jî ji formên nû yên edebiyata Ewrûpayê sûd wergirtiye.
Formên nû dibêjim, lewre şano, roman di edebiyata Kurdî de tunebû. Çîroka forma Ewrûpî jî tune bû. Belê Mela Mehmudî Bazîdî 1856an çîroka yekem nivîsandiye. Çîrok hebûye, lê belê wekî forma Maupassant an jî Çexof nebû. Ew formên nû yên edebî di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de hatiye nav edebiyata Kurdî. Hêvîdar im bikarim behsa mînaka Evdirehîm Rehmî Hekarî bikim. Mîna ku min got şansa wan hebû. Lewre, wan bi awayeki rasterast sûd ji zimanê Fransî girtiye û her wisa wan, sûd ji edebiyata Fransî girtiye. Namık Kemalek, Tevfık Fikretek, Recaizade Mahmut Ekremek an jî yekî din di bin bandora çanda Fransî de helbest nivîsandine. Eger şanseke Tirkan hebûya, du şansên Kurdan hebûye. Lewre wan tenê sûd ji çanda Fransî girtiye, Kurd him rasterast sûd ji Fransî girtiye û sûd ji miletekî din, ango ji Tirkan, ji Namık Kemal, Tevfik Fîkret, Recaizade Mahmut Ekrem, ji Serveti Fünun û ji kovarên mîna Yeni Kalemler û kovarên din girtiye. Ez wekî Turkmenan telafuz dikim: Yengî Kalemler. Şansa beşa din a wan nivîskarên Kurd ên ku li Stenbolê bûne, kêmtir bûye. Lewre li gor wan nivîskarên ku herdu ziman dizanin, dereceya sûdwergirtina wan kêmtir bûye. Wan tenê kariye sûd ji edebiyata Tirkî ya di bin tesîra edebiyata Fransî de maye, girtiye. Şêx Nurî Şêx Saleh, Cemîl Saîb, Zîwer, Hacî Qadirî Koyî û gelek nivîskarên din wisa ne. Ango du kanalên wan nivîskarên me yên ku di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de jiyane, hebûye. Divê girîngî bidin vê rola Stenbolê û divê em li ser wê lêkolîn bikin. Ne tenê warê edebî û çandî, lê belê warê jiyana civakî, rêxistinî, hunerî û qadên din. Niha hin konsept hene ku em li Kurdistana başûr bi kar tînin, ji me wetrî ev konsept gelek taze ne. Yek ji wan xebata saziyî ye. Şeş heft sal e ku em li Kurdistana başûr li dewsa karê siyasî û polîtîk, em dikarin karên saziyî bikin da ku barên partiyên siyasî siviktir be. Wek mînak xebata jinan. Yekemîn rêxistina jinên Kurd, Kürt Kadınlar Cemiyeti di sala 1919an de li Stenbolê hatiye avakirin. Yekîtîy Afratanî Kurdistan ku li başurê Kurdistanê tê damezrandin nizanim sala 1954 e; an 1956 e. Ango piştî navbereke dirêj rêxistineke din a jinan tê avakirin. An jî rêxistina xwendekavanan Cemiyetî Hêvî di sala 1913an de tê damezrandin. Em nebêjin ku me beriya Farisan, Ereban an jî Tirkan dest bi çîrok, roman an jî tiyatroyê kiriye. Lê belê qet nebe em bikarin van heqîqetên dîrokî bigihînin nifşên nû. Ev peywir, peywira zanîngeheke wekî wê zanîngehê ye ku ev konferans amade kiriye. Destê wan û ya weqfa Kurd Weqfa Îsmaîl Beşîkcî xweş be. Mesela, min nedizanî ku Kurdan beriya Tirkan bûye xwedî radyo. Belê, Kurdan beriya Tirkan bû bûne xwedî îzge. Nûjenbûna helbesta Kurdî panzde sal beriya nûjenbûna helbesta Erebî pêk hatiye. Eger helbesta Erebî bi destê Nazik Melaîka û Ebubekir Şakir Seyad di sala 1927an de helbesta Erebî nûjen bûbe, eger em lêkolîn bikin em ê bibînin ku 1919 bi destê Evdirehîm Rehmî Hekarî nûjenbûna helbesta Kurdî kiriye. Farisan di sala 1923an de bi destê Nîma Yusîc helbesta xwe nûjen kiriye.
Yanî Kurd di gelek waran de, di avakirina qadên ku pêywendiyên wan bi edebiyat û çand û henerê ve heye de beriya miletên cînar pêş ketiye. Vegotina vê heqîqetê tenê ji bo wê yekê bû ku em behs bikin ku Kurd li Stenbolê xwedî şans bûne ku mil bi milê nivîskarên Tirk li Stenbolê jiyane. Biratiyeke pir qewî di navbera nivîskarên modemxwaz ên Tirk û Kurd de hebûye ku em di bîranînên nivîskarên wekî Pîremêrd de vê yekê dibînin. Pîremêrd vedigere Silêmanî, dibêje ku ew li Stenbolê li qata duwem a apartmanekê jiyaye, Tevfik Fikret li qata serî jiyaye, Recaizade Mahmut Ekrem li qata xwarê bûye. Pîremêrd behsa wê dike ku Namık Kemal, Tevfik Fikret ji wî re gotine ku were hevalekî Kurd heye, navê wî Abdullah Cewdet e, were wî nas bike. Ew dibêje cama êvarê em bi hev re, kurê min Nejat jî li gel me, diçûn ba wî, me sohbet dikir. Bi rêya Tevfık Fikretê Tirk ve Pîremêrd Abdullah Cewdet nas kiriye û bûne heval. Ev peywendiya van nivîskarên Kurd ku General Şerîf Paşa jî yekji wan bû gelek girîng bû.
Avdurehîm Rehmî Hekarî ku yek ji wan nivîskaran bûye û Almanî û Rûsî dizanî, di bin tesîra atmosfera çandî ya Ewrûpî ya Stenbolê de maye, dixwaze li ser şanoyê bixebite. Her wisa peyva şano ku em di Soranî de bi kar tînin û wisa dizanim ku di Kurmancî de jî tê bikaranîn, ji peyveke Ewrûpî hatiye. Ez wisa difikirim ku peyva şano, ji peyva scêni ku di Fransî de wek sên tê telafuzkirin, bi Îtalî wek Şen tê telafuzkirin, tê. Konsulxaneyên pêşîn ên Ewrûpî yên li Stenbolê ya Îtalya û Fransayê ne û di dawiya sedsala 17.an û destpêka sedsala 18.an de hatine vekirin. Ev konsulxaneyên Îtalî û Fransî li Stenbolê kar kiriye, şano pêşkêş kiriye, komên şanoyên Ewrûpî yên van konsulxaneyan hebûye. Evdirehîm Rehmî Hekarî di wê çarçoveyê de jiyaye, yekemîn şanonameya xwe ya bi navê Memê Alan di kovara Jîn de di sala 1919an de belav kiriye. Pîremêrd hevalê wî bûye. Dema ku Pîremêrd vedigere Silêmaniyê karê yekemîn ku dike nivîsandina çend şanonameyan e. Pîremêrd sê-çar şanoname dinivîse. Evdirehîm Rehmî Hekarî ewil vê formata nû ya edebî dinivîse û Bozarslan dibêje ew şanoname li Stenbolê hatiye nîşandan jî. Pîremêrd jî eynî şêweyê ji 25an zêdetir gotarên li ser şanoyê û rexneyên şanoyî dinivîse, di rojnameya xwe de belav dike. Ango Evdirehîm Rehmî Hekarî yekemîn şanoya Kurdî dinivîse, Pîremêrd jî libaşûr duyemîn şanoya Kurdî dinivîse. Wexta min nemaye. Ez spasiya we hemûyan dikim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,436 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-03-2015 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Şano
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 09-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,436 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!