=KTML_Bold=Gundê Lihênê=KTML_End=
Gundê Lihênê bi qasî 25 kîlo metra başûr û rojhilatê #Kobanî# ya ser bi Rojavayê Kurdistanê dikeve. Di warê navlêkirina gund de li gorî kal û extiyarên gund dibêjin ku erebên ku dihat li van deveran kom dibûn û bi hev re digotin ''Li hêne'' yanî li vir. Ji ber hinge bi demê re hatiye deformekirin û jê re gotine ''Lihênê''.
=KTML_Bold=Dîroka Gund:=KTML_End=
Dîsa jî li gorî ku xelkên gund dibêjin ku ev gund temenê wê vedigere bi qasî 200-215 sal berê hatiye avakirin. Her wiha mirovên vî gundî ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve hatine ji hêla ziyareta Mislimê Tebeldar di dema şer de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û hatine li vî gundî bi cih bûne û gundê tehtikê Helebiyan ava dikin, ji ber ku war wan li ser tehtan bûn. Tê gotin di nava wan de şerekî malbatî derdikeve û ji nava derdora pênc kesan jiyana xwe ji dest didin, ji ber van egeran derbasî gundê Lihêna îroyîn dibin û cih û warê xwe ava dikin.
Di nava gundê sê bira hebûne yek ji wan Osman bûye bu nave ''Şerûm'' dihate naskirin, birayê din Abdulrehman bû û yê biçûk jî Seîd bûye.
Van her sê birayan gund şên kirine. Ev her sê bira jî bi ateyên mîna ''Şermû, Seîd û Abulrrehamn têne naskirin. Her wiha ev gund xwarziyê Elîkeran e, Elîkerî jî li Taşlûgê jêrî û serbehûrê ne.
Di vî gundî de kaşek heye jê re dibêjin Xizênê, li gorî ku dibêjin berê di vî kaşî de burkan teqiyane an gor binerdê qê teqiyaye û gelek tiştên mîna zêr û zîv jê derketine. Xelkên vî gundî mîna gundewarên din debara xwe bi çandiniya nîsk, xeh, genim û hwd dikin.
Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi xelkê gundê Lihêle Abudlla Rehman re.[1][2]