$Agahiyên şehîd:$
Nav / Paşnav: Ronahî Qarih
Nasnav: Yildiz Şahîn Botan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dê – Bav: Zerga – Bîlal
Dem û cihê şehadetê: 25-03-2023 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
YILDIZ ŞAHÎN BOTAN
Gelê me ku di bin êrîşên qirkirinê de ye, bi meşa azadiyê ku Rêber Apo daye destpêkirin, li dijî mêtingeran di xeta serkeftinê de kevneşopiyeke berxwedanê ava kiriye. Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê ku li her buhusta axa Kurdistanê belav bûye, ruhê hişmendî û yekitiya neteweyî cardin derxistiye holê.
Kobanê ku navenda berxwedan û şoreşê ye, bi hatina Rêber Apo re partiya me PKK nas kiriye û bêyî navber xizmet ji têkoşîna azadiya gelê me re kiriye. Hevrêya me Yildiz ku ji malbat û eşîreke welatparêz e, Rêbertî û partiya me PKK ji nêz ve nas kirine û bi wan re bûye yek.
Hevrêya me ku di nava şoreşê de mezin bûye, zû hay jê çêbûye ku biserketina li dijî dagirkeran ku dixwazin şoreşa azadiyê têk bibin, divê mirov bêyî sekin li ber xwe bide. Li ser vî asasî tev li xebatên ciwanan bûye û bi gelek azwerî û ked tev li têkoşîna şoreşê bûye. Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên sala 2018’an ên li Efrînê û yên sala 2019’an ku li Serêkaniyê dan destpêkirin, rakir çekê û çû eniyên şer ên li herî pêş û ji bo parastina şoreşa azadiyê ya gelê me û nirxên şehîdên me bi xwîna xwe afirandine, bi awayekê fedaî şer kiriye.
Du birayên û ji malbatên wê ku gelek kes gihîştina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û bi çîrokên gerîlayan mezin bûye, meraqa wê zêde bûye. Hevrêya me Robînê, 15’ê Sibata sala 2019’an tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye û xwestiye ku li dijî êrîşên li dijî Şoreşa Azadiya Rojava û gelê me bibe bersiv.
Bi perwerdehiya şervanên nû ku dîtiye, tecrûbeya xwe ya şer bi felsefeya Rêbertiyê kûr kiriye û ji bo zanîna xwe ya şer û jiyanê bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve bikin, tev li xebatên şervanên nû dibe. Bi wê ciwaniya xwe bi serweriya xwe ya îdeolojîk û leşkerî derketiye pêş û hemû hevrêyên wê hez jê kiriye û rêz girtiye jê re. Hevrêya me ku xwestiye lêhûrbûna bi pratîk bike, sala 2021’ê tev li nava Hêzên Taybet bûye û li çi cihî xebateke dijwar hebûye, xwe ji bo wê pêşniyaz kiriye. Hevrêya me xwe di Bîrdoziya Azadiya Jinan de kiriye şareza û zaniye ku wê pirsgirêkan çawa çareser bike.
Hevrêya me Yildiz ku şagirta fermandarên me yên pêşeng û fedaî Şehîd Dîdar Tolhildan û Şehîd Guven Dozayê ye, ji bo bibe liyaqê wan her hilm û gava jiyana xwe di ber têkoşînê de daye. Bi nefspiçûkî, kedkarî coşa xwe ya dînamîk a ciwantiyê di her warê jiyanê de nîşan daye, bi tevlêbûna xwe ya bêyî hesab, bûye mîlîtaneke mînak.
Hevrêya me Yildiz hevrêyek ji hevrêyên pêşîn e ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger bersiv daye. Bi awayekê çalak tev li Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bûye. Awayê tîmên bi tevger bi awayekê serkeftî pêk aniye û di gelek çalakiyan de ku derbên giran li mêtingeran hatine xistin, cihê xwe li herî pêş girtiye. Bi hevalên xwe re rê nedaye dagirkeran û ew têk birine û bûye mîlîtana xeta Bêrîtanê û Zîlanê.[1]