$Rûdawê ‘Xelata Zêrîn a Stevie’yê wergirt$
Em bi kêfxweşî bi rêya vê daxuyaniya rojnamavaniyê radigihînin ku Tora Medyayî ya Rûdawê, wekî rêzgirtineke li kar û deskeftên Rûdawê yên di warê medyayê de Xelata Zêrîn ya Stevieyê wergirtiye.
Yên ku xelata Zêrîn ya Stevie wergirtine îro ji aliyê desteya nirxandinê ve hatin ragihandin û dê xelat roja 13 ê Çiriya Pêşîn bi merasîmeke mezin li Romaya Paytexta Îtalyayê tên bên dayîn.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji destpêka damezrandinê ve ew berpirsyarî xistiye stûyê xwe ku di medyaya Kurdistan û navçeyê de guherînan bike. Ev yek jî bi awayekî serkeftî cîbîcî kiriye û berdewamdike.
Xelata Zêrîn ya Stevieyê pabendbûna bihêz a Rûdawê bi bicihanîna standardên pîşeyîbûnê û nûxwaziyê dupat dike.
Hewlên Rûdawê ji bo piştgirîdayîn û pabendbûna nirxên herî bilind ên rojanamevaniyê û tekeziya li ser rastgoyî û karên nû, îlhamdana saziyên medyayî yên li Kurdistanê, navçe û cîhanê berdewam dikin.
Ev xelat pêzanîna karê dilsozane û pabendbûna temamiya karmendên Rûdawê yê bi newestiyanê û amajeyeke ji bo pabendbûna me hemûyan bi prensîb û nirxên sereke yên rojanamevaniyê.
Ev xelata ku di çarçoveya bandora her sê barnameyên “Legel Renc”, “Berpirsyar” û “Diktor Aras”, herwiha ji ber berfirehiya rûmal û belavbûna nûçeyên wan hatiye dayîn, yek bi yek ji hemû hevkarên me yên Rûdawê re xelatek e.
Bexşandina Xelata Kompanyaya Salê ya Tora Medyayî ya Rûdawê destkeftek e û em şanaziyê pê dikin lê em tekeziyê li ser berdewamiya erkê xwe ji bo pêşvebirina karê medyayê û encamdana pêşketina nû dikin.
Xeleta Zêrîn ya Stevieyê amajeyek e ji bo karên hevbeş yên tora me û bi hev re karkirina me û hewla her takekesekî me jî ew e ku di çarçoveya Rûdawê de karên baştir pêşkêş bikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê spasiya baweriya rêkxer, endamên desteya nirxandinê û piştevanên Xelata Zêrîn ya Stevieyê dike ji bo rêzgirtina wan a li hewlên bênavber yên Rûdawê yên di warê medyayê de.
Ev xelat, ji bo baştirkirin û pîşeyîbûna zêdetir a karê medyayê û xizmetkirina zêdetir a temaşevan, guhdar û xwînerên Rûdawê me han dide.
Tora Medyayî ya Rûdawê[1]