Nav:Mihemed Xelîl Xazî
Nasnav: Mihemedê Dûman
Dîroka jidayîkbûnê: 1929
Dîroka koçkirinê: 05-08-2020
Cihê jidayîkbûnê: #Kobanî#
Cihê koçkirinê: Riha
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Jiyana Mûzîkjen û hunermend Mihemedê Dûman 1929-2020
Mûzîkjenê navdar, mûzîkjenê yekemîn di bajarê kobanê de ku bi awazeke dilsoj ji têlên kemana xwe bi ser bejna miştenûrê pêl bi pêl berdida. Awazeke wiha bû ku guhê guhdarên xwe li ber xwe hilak û serxweş dikir. Awazeke wiha bû ku bi roj û saetan di odeyan de bi dengbêjiya baqî Xido re çîrokên flglorî yên ken û êşê hey distirand û distrand. Ew li ser asta kurdistanê naskirî ye. Ew gencîneyeke ji huner û mûzîka kurdî re.
Malbata Mihemed Xelîl Xazî ango Hemedê Dûman bi eslê xwe ji navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûka Başûrê Kurdistanê ve ye, lê ew malbat ji berî 7 bavan ve, li Kerkûkê xwînî bûbûn û koçberî deşta Sirûcê û herêma kobanê bibû. Dengêbêjê me yê dengxweş Hemedê Dûman di sala 1929'an de li bajarokê Şêranê ya ser bi kobanê ve jidayîk bûye. Ji ber êrîşa Daişê ya di 2014'an ku bi ser bajarê kobanê de rû dide, ew ji neçarî koçberî bakurê kurdistanê dibe û li konya bi cih dibe.
Bi riya mûzîkê re girêdan û hevaltiyek xweş di navbera wî dengbêj Baqî Xido de çêdibe. Baqî Xido di şevbuhêrkên odeyan de bi saeta stranên mîna Derwêş û Edûlê, Teyar û Xezalê û Mihemed Dûman jî bi rîşên kemana xwe ya tenik ku ji dêla hespên kihêl bû, awazeke zîz û dilsoz ji şevbuhêrkên bê westan bi ser Miştenûr û deşta Sirûcê de berdida. Ew li ser destê kemanjenekî eremenî fêrî lêdana kemanê dibe. Her wiha li kêlek kemanê wî bi dehan stranên gelêrî û folglorî yên mîna ''Eyşê Eyşê, Heso Heso, Gula zer Gula zer'' gotine. Û ji stranên folklorî yên dawetên Erfrînê jî bi dehan stran gotine.
Vê dawiyê Mihemedê Dûman ku êdî ber dawiya temenê xwe ve diçû û di koşeyekê de bi ser bîr û rojên xwe yên berê de giran giran dişilmîş dibû jî Memo Seyda li ser jiyana Mihemedê Dûman a bi navê ''Refek Kevok, Dîrok û Bîrok'' belgefilimek gekek hêja pêşkêş dike.
Mihemedê Dûman berî mirina xwe ku 91 salan temenê xwe di ber mûzîk û hunera kurdî de çirmîş dike, ku êdî rûyê wî yê westiyaî, giran xuyar dikir ew di sala 2016'an de û keserên berketiyên axê lê xuya bûn wiha digot:
''Silav ji bo miletê min î kobanê yek bi yek biçûk û mezinan! Ji we hemûyan re silav û ez çavên we radimûsim. Min nan û xwê helal kiriye û hûn jî helal kin. Ez heyrane çavên we, bi hêviya belkî berî mirina xwe we bibînim. Ger ku ez mirim bila min li kobanê di nav heriya me de veşêrin. Ez li benda rebê xwe yê alemîn im, min di jiyana xwe de tu zirar negihande milet, gelê min î kobanê çîçek e çîçek. Ji we hemûyan re silav.''
Û pê re bi strana xwe dawiyê bi dengê xwe yê dilsoj ber dide dibêje ''Dikim ez bimrim delal''.
Ji wê çaxê û şûn ve mihemed Xelîl Xazî ku jê re digotin Mihemedê Dûman ket nav nivînên nexweşiyê. Ew li bajarê enqerê koça xwe ya dawî kir. Mihemdê Dûman ku ji têlên kemana xwe agir dijenand, lê vê dawiyê bixwe bi vî agirî şewitî bû dûmanek û pêlên xwe xwe bi ser pesarên Miştenûrê de berda û çû li kêlek Baqî Xido û Mişoyê Bekebor serê xwe danî û çû rehmetê.
Çavkanî: ji hevpeyvîna ji rûpela bi navê DÛMAN ya Husên Hecî
[1]