=KTML_Bold=Gelo Çima Miradê Dewrêş û Edûlê Nebû=KTML_End=
Mihemed Kurdî
Beriya çend rojan ez ji bo dîtina gora Dewrêşê Evdî çûm beriya Wêranşarê.
Bi rastî dema ez çûm ser girê Edşanê û min gora Dewrêşê Evdî di wê rewşê de dît, ez gelekî xemgîn û hestiyar bûm. Belê gora wî Dewrêşê ku li ser bi sedan helbest û dûrik û sitran hatine gotin îro bêxwedî ye. Kîjan dengbêjê me yê mezin ma ye ku evîn û lehengiya Dewrêş Evdî nekirine sitran û negotine. Ji M.Arif Cizrawî heta Miradê Kinê, ji Karapetê Xaço heta Şakîro kê dilê xwe bo Dewrêşê Evdî parçe nekiriye. Vêca ma ne şerm e ji bo me ku gora lehengekî wek Dewrêş bêxwedî be? Belê rastî tahl e, rewşa gora Dewrêşê Evdî di heman demê de rewşa gelê me ye jî.
Gelo ev Dewrêşê ku ew qas stran û kilam li ser hatine gotin kî ye? Dewrêş lawê Evdo ye, Evdo jî lawê Millhim e, bi eslê xwe ji Şengalê ne û kurdên êzidî ne. Ji ber êrîşên neyaran xwe sipartine Milan, Milan jî derî yê xwe ji bo wan vekirine, lewre jî Evdoyê Millhim çi gavê ku ereb û tirk êrîşê Milan dikin her dem li dijî wan şer dike û rûyê Milan spî dike. Ji ber ku Evdoyê Millhim mêrxasekî egîdan e , Zor Temir Paşayê milî jî gelek hez ji wî dike û dihêle ku her dem konê Evdoyê Millhim nêzî yên wî be. Du kurên Evdoyê Millhim binavê Dewrêş û Sehdûn hene.
Keçikeke Paşê ya bi navê Edûlê heye. Dewrêş û Edûlê bi temen qasî hev in û di zarokatiyê de heta xortaniyê her dem li gel hev in û gelek hez ji hevdu dikirin. Rojekê Edûl dibêje Dewrêşî “ez ditirsim miradê me bi hev nebe”, Dewrêş jî dibêje, “netirse ez dê bavê xwe ji bo xwezgîniyê bişînim mala we”.
Gelo çima miradê Dewrêş û Edûlê nebû. Piştî ku Evdoyê Millhim diçe dîwana Paşayê Milan û daxwaza keça wî ji bo kurê xwe dike, Paşayê Milan aciz dibe û vê daxwazê napejirîne. Piştre jîEvdoyê Millhim konê xwe radike û xwe durî milan dide.
Rojekê du zilamên Milan ên bi navê Çîlo û Îsoyê milî ji bo ku rewşa Dewrêş bibînin diçine bin konê wan û dibînin ku Dewrêş û Bozan xar dileyzînin. Bozan dibêje Dewrêş xareke min bi ser te ket. Dewrêş ji ber çavên wan zilamên Milan dibêje ez kilê çavê Edûla keçika Paşayê Milan im. Piştî ku Dewrêş wisa dibêje rûyê Çîlo û yê Îsoyê milî diguhere û ji acizî radibin û diçin ba Paşayê Milan û gotina Dewrêşê Evdî dibêjine paşayî. Piştî ku paşa van gotinên Dewrêş dibihîze aciz dibe û gazî sih û du reîsên Milan dike û dibêje, “ez ê sibehî herim bajarê Rihayê hûn jî dê şeva nîvê şevê biavêjin ser konê Şerqiyan (êzidiyan) û qîra wan bînin û wan tune bikin”. Lê Îslima Îzolî diçe bin konê mala bavê Dewrêş û haya wan ji vê plana qirêj çêdike. Evdoyê Millhim dibêje Îslima Îzolî “netirse keça min, tirsa me ji kesî nîn e. tuştekî ji kesî re nebêje û bizivire herê malê.” Evdoyê Millhim li hespa xwe siwar dibe û diçe heta nîvê şevê li bin konê Îskan Paşayê milî de rûdine, paşê dema vedigere malê radihêjin konê xwe û li wir bar dikin û diçin. Bi berbanga sibê dema Milan amadekariya êrîşan dikin bo ser konê malên êzidiyan dibînin ku dewsa konên wan çi tişt nemaye.
Paşê eşîrên tirk û ereb û Gêsan li dijî milan rêkeftinekê çêdikin û dibin yek. Li ser vê yekê Zor Temîr Paşayê milî jî sih û du hezar malên Milan dicivîne û dibêje wan divê li dijî van erîşan artêşek bê avakirin. Paşayê milî biryar dide û dibêje keça min Edûl dê li dîwana min de fincana qehwê bigerîne, yê ji destê Edûlê rahêje qehwê dê bibe serfermandarê vê artêşê û paşê jî heke êrîşên neyaran têk birin dê Edûl jî ji wî re be. Piştî Edûlê çend caran fincana qehwê li dîwanê digerîne çi kesî ranahêje qehwê. Paşê Zor Temîr Paşa neçar dimîne gazî û hawara xwe bigîne Şerqiyan û radibe nameyekê ji bavê Dewrêş re dişîne. Piştî zilamên paşa diçin deşta Pirsûsê ba Evdoyê Millhim nameya paşê didinê û pirsiyara Dewrêş dikin. Evdo nameyê dixwîne û tiştekî ji wan re nabêje. Paşê zilamên milan ji hespên xwe siwar dibin da ku biçin, di wê kêliyê de Dewrêş ber bi mal ve tê, hev du dibînin û silavê li hev dikin, zilamên paşê ji Dewrêş re behsa mijarê dikin û dibêjin me name da bavê te lê bavê te dengê xwe nekir û got me eleqe pê nîn e. Dewrêş tê malê û nameyê ji bavê xwe dixwaze, bavê wî despêkê nadê lê paşê neçar dimîne û didê.
Evdoyê Millhim ji Dewrêş re dibêje, “em di ber Milan de çi jî bikin ji xwe ye, heke tu biçî tirkan û ereban tune jî bikî dîsa jî paşa Edûlê nade te. Min jî ji xwîşka paşa Rihmê gelekî hez dikir, wê demê jî dîsa ereb û tirk bûn yek êrîşî Milan kirin paşa wê demê got kî evan êrîşan bişkîne ez dê xwîşka xwe bidimê lê piştî ku min êrîşên tirk û ereban têk birin, paşa soza xwe xera kir û xwîşka xwe neda min, da yekî din. Dewrêş kurê min em êzidî ne Milan jî misilman in, îja tu çi jî bikî misilman keçên xwe nadin me êzidiyan, tu were dev ji vê xeyalê berde, ev şera ne şerê me ye, em ji bo Milan çi jî bikin ji xwe ye, ew keysa xwe di me de dinînin, heke kengî ji wan bibe firehî dê dîsa êrîşê me bikin”. Ji ber ku evîna Edûlê çavên Dewrêş kor kirine,Evdoyê Millhim çi dike û nake nikare serî bi Dewrêş re derxe, lewre Evdoyê Millhim neçar dimîne ku biçe ba Milan. Piştî Dewrêş û xizmên wî diçin dîwana pPaşê de rûdinin, Edûl dîsa fincana qehwê digerîne bes vê carê Dewrêş wê ji destê Edûlê radihêje, qehwê û bi ser qirika xwe ve berdide û bi lez artêşa xwe ya ku ji duwazdeh siwariyan pêk tê ava dike. Ev artêşa ku Dewrêş fermandarê wê ye ji bo ku şerê hevdeh hezar siwariyên ereb û tirkan bikin dikevin ser rêkê. Dewrêşê Evdî siwariyê Hedbaniyê şervanekî gelekî zîrek e, çi kes nikari xwe li ber wî bigire. Lê belê artêşên tirk û ereban Dewrêş dixapînin û hespa wî ango Hedbaniyê ber bi kone mişkan ve dikşînin, piştî ku Hedbanî digihêje konê mişkanlingê wê dişkê û Dewrêş jî li ser wê dikeve û milê wî dişikê. Paşê Dewrêş li wir tê kuştin.
Gelo kê û ji bo çi Dewrêşê Evdî kuşt ?
Belê helbet gelek lehengên me kurdan ên wek Dewrêşê Evdî wisa bi hêsanî hatine kuştin û negîhaştine miradê xwe hene. Bi rastî dema ku Dewrêş radihêje qehweya di destê Edûlê de baş dizane ku diçe mirinê lê jixwe bê Edûlê jî jiyan bo Dewrêş her mirin e. Rahiştina Dewrêş a qehweyê ne bi dilê Edûlê jî bû, wê baş dizanibû Dewrêş diçe mirinê lê Dewrêş di mêj de ama debû ji bo Edûlê bimire. Her wiha eşîrên tirk û ereban jî gotine Dewrêşî ev şera ne şerê we ye, Milan ne dostên we ne jî, heke tu ji nava me de keçike kê ji me bivê em dê bidine te, bes hema tu şerê me neke lê Dewrêş gote wan çavên min ji Edûla keçika paşayê Milan pê ve çi kesî nabînin.
Belê evîna Edûlê çavên Dewrêş kor kiribûn û bûbû sedem ku Dewrêş bi dilê xwe here mirinê. Lê ez bawer im heke Dewrêş jî wekê bavê xwe ew eşîrana têk bibirana, dîsa jî paşayê Milan ji ber ku Dewrêş êzidî ye dê Edûl nedabayê. Mixabin dîroka me kurdan bi destanên wisa tejî ye. Gelo heta kengî lehengên me yên wek Dewrêşê Evdî bi hêsanî bimirin? Ma qey dema guhertina vê rewşê nehatiye? Helbet hatiye û bihoriye jî, ji bo serxwebûna welatê me êdî hewcehiya me bi serkeftinên wek Destana Kobanê heye.
Mihemed Kurdî /Mêrdîn
E-Maîl: mihemedkurd47@gmail.com
[1]