=KTML_Bold=Çend Gotin Li Ser Destana Memê Alan-2-=KTML_End=
Yaşar Eroglû
(Di Destana Memê Alan de Mîtolojî)
Yaşar Eroglû
Di destana Memê Alan de mîtolojî:
Di her destanê de bingeheke mîtolojîk heye. Ev dide xûyakirin ku despêka destanan heta dema mîtolojîk kûr dibe.
Di destana Memê Alan de jî mirov rastî hêmanên mîtolojîk tê. Em di serî de dikarin Bozê Rewan wek mînaka vê bidin. Bozê Rewan hespekî bin behran e. Di destanê de wek cinawirekî jê tê behskirin. Û ji bo Bozê Rewan wiha tê gotin:
Beglî hat tevî hezar pênc sed xortê Kurdan, xwe dane benan e
Ben kişandin, bû hufehufa pêlan û çîrkeçîrka ben û şirîtan e
Bi derket binaniyê toran e
Dîtin ku di şebekê toran da, cenawerek dixewîne, di şeklê hespan e (rp.79 rz.117-118-119-120)
Li gorî destanê, Bozê Rewan hespekî behran û tiştekî awarte ye. Di mîtolojiya Rojhilata Navîn de hesp, cinawir û heywanên wek vê terîfê pir in. Bingeha vê yekê heta mîtolojiya Sûmeran kûr diçe.
Hêmanekî din jî hûrî û periyên bi navê Tavbano, Heyvbano û Stêrbano ne. Her wiha Xoce Xizir jî heye. Bi rastiya xwe ev perî xwedawend in, wek mînakên çîrok û destanên Rojhilat ên din li gorî ola îslamê guhirîne û bûne perî an jî hûrî. Her wiha Xoce Xizir jî mînakekî xwedawendên mîtolojîk e ku li gorî ola îslamê guhiriye. Baş tê zanîn ku di mîtolojiya Rojhilat de pir xweda û xwdawend hene. Li gor zimanê destanê jî mirov dibîne ku ev pêşzanîn rast e. Destan wiha dibêje:
Hebûn sê qîzên Padişahê Periyan e
Navê xwîşka mezin Tavbano ye,
Navê xwîşka navîn Heyvbano ye
Stêrbano navê biçûka xweyîngan e. (rp.81.rz. 170-171-172)”
Padişahê periyan çawan dişibe Mardûk an jî Zeûs ku xwedayên xwedawendan e! Li aliyê din jî perî jî naşibin xwedawendên di bin fermana wan de ne? Mirov hinekî bala xwe dide serê, dibîne ku rastiyeke wiha xûya dibe.
Girtin û avêtina Memê ya zîndanê jî bi rengekî mîtolojîk e. Rewş bi vî awayî diqewime:
Vêga Beko kete binaniya bircê, zencîrek anî
Memê Alan dîsa dey ne kir; dest û pê sist kirin, berdan.
Beko mêvanê xwe pihêt girê da, xelek û girêk li hev badan
Mem bêhnekî damayî ma, qey pêtek ji devê wî derket, pê pif kire zencîr.
Hesin sor bû, helî herikî, ket erdê. Bû marekî fêris.
Dibe di guhartoyên bi hezaran salan berî îro de Mem wek xwedawendekî bê xûyakirin û ev şopa kerameta xwedawendîtiya wî, îro bi vî awayî hatibe guhartin. Ev emareyên mîtolojîk in.
2) Di destanê de pirolekirin:
Pirolekirin (mibaxele), xemla destanan e. Ew bi xwe tehm û çêjekê tevî destanê dike. Di destana Memê Alan de pir caran em rastî piroleyê dibin. Destan, bi wan pêlan carinan radibe û carinan jî sivik dibe.
Hûn bala xwe bidine bajarê Mixribê çi bajar e: ”Bajarê Mixribê bajarekî pir î giran e/ Li ser heft çiyan e/ Li ser sê sed û şêst û şeş qapiyan e/ Her qapîke li ser sê sed û şêst û şeş walîlixan e/ Her walîlikê li ser sê sed û şêst û şeş midirlixan e.” (rp.73)
Li gorî van piroleyan, bajarê Mixribê bi qasî bajarê Stenbola îro ye. Werin em li mezintiya Bozê Rewan temaşe bikin: ”Mem emir da Beglî serdarê xortan e /Got: ”Vî heywanî bibin, têxin paş wan diwazde odan e/ Di ser ra kilît kin hemî deriyan e. ” (rp.79). Bi vê nitirandinê ve em fêm dikin ku ecebêke giran e. Lê merîfetên Bozêya Rewan naqedin. Binihêrin Bozê Rewan hespekî çawan e (di destanê de dema behsa Cizîra Botan dibe, kes wê nizane, neçûyê û cihêkî ew qas dûr e ku riya çûn û venegerînê ye)!
”Nedîtin kesê riya Cizîrê bizane/ Bê wê ez, li ser pişta Bozê Rewan hatim panzde rojan e / Min pê birî riya şeş mehan e.” Dengbêj li vir hatina Memê û lezbûn û cudabûna Bozê Rewan mibalexe dike û dinitirîne. Di destana devkî de, qabiliyeta dengbêjan derdikeve rastê. Bela ku nitirandin karê wan e. Dengbêj konaxa ticêr dinitirîne û pirole dike: ”Kalo va meha şeşan e /Ez pir geriyam li der û bajaran e/ Min tu qonax nedîn li tertîba vê qonaxê, bes yek e wanî heye, li bajarê Mixribiyan e/ Ew jî qonaxa Padişahê Kurdan e.” (rp.120-121)
”Zînê got: Va şeş meh in ko min venexwariye ava kaniya Qestelê, ya gulan e.” (rp.129). Li gorî honandina destanê dem ew qas zelal ne diyar e, lê hozan li vir bêdengî, hesret û meraqa Zînê pirole dike, heyecanekê derdixe holê. Ev çend mînak ji fêrbûna hebûna mibaxeleyê tera me dikin.
Lê bêyî gotinekê em derbas nebin. Wek me li jorê ji destanê girt, Memê Alan riya şeş mehan di navbera panzdeh rojan de diqedîne, lê heman rojê dema diçe ber qonaxê dibêje ku ”Ev şeş meh in ez digerim min bi vê tertîbê qonaxek nedît.” Belê kîjan hevok rast in? Gava em wiha bifikirin ev nakokiyek e, lê ev ê ne rast be. Me behsa qabiliyeta dengbêjan kiribû. Bi rastî jî ev qabiliyet e. Dengbêj wexta bixwaze kîjan hêmanî derxe pêş wê mibalexe dike, dinitirîne. Erê, dengbêj hostayên peyvan e. Bi peyvan dileyîzin û li gorî xwe û nitirandina xwe, dirêsin.
Ev rastiyeke destanê ye. Ger li ser vê şîrove bên kirin, divê ku mirov vê rastiyê li ber çavan dûr nexe. Her kes dikare navbera Mixribê û Cizîrê çi qas e texmîn bike. Lê bi van hevokên li jorê ne gengaz e ku tiştek zelal û aşkera be. Bi rastî ev metod dê ne rast be.
3)Hin hêmanên berî zayînê û îslamê:
Mînakên ku me li jorê, ji bo mîtolojiyê dan hêmanên berî zayînê ne. Lê ez dixwazim ji aliyê jiyana civakî ve jî hin mînakan bidim. Di nav kurdan de çend tiştên ku dev jê nayê berdan hene, di serî de yek jî namûs e. Kurd gava behsa namûsê dikin dibêjin, bi her sê sonda bêfetwa. Li ser her çi sond bixwe, namûsê jê didin aliyekî. Ji ber vê yekê jî, di nav kurdan de namûs hêmaneke awarte ye. Em bi rastiyê bi rê dikevin û di avaniya destanê de digerin. Tiştên ku em dibînin ne li gorî rastiya îroyîn e.
Memê Alan rêwiyê ji Mixribê û evîndarê Zînê, mêvanê qonaxa Celaliyên e ku yek ji wan dergistiyê Zînê ye. Gelo miama çawan çareser dibe? Pir tişt diqewimin lê di encamê de eşîret, malbat, birayên wî û ew bi xwe dev ji dergistiya xwe ango Zînê berdide ku ev fedakarî jî, ji bo Memê xerîb û biyanî ye. Em ji devê serek û serleşkerê Eşîra Celaliyan guhdarî bikin: ”Carekê gotinek bû, bi der ket ji devê me her sê biran e/ Heya îro, ji me nehatiye bîna derewan e/ Me tim qedandiye îşê mêvanan e/ Em ê bidin Memî, rûyê xwe bi der bixin ji bin lingane.”(rp. 153)
Dema Memê ji şer vedigerînin jî Hesen dibêje ”Here mala me”. Ew mala ku hemû mêrên ku di destanê de tên zanîn çûne şêr, malbat bêmer e û yên mayî giştên wan jin in. lê Hesen qet li wê nafikire û bêfikar berê wî dide mala xwe.
Ev rewş bi baweriya min, ne aîdî 1500 salên dawiyê ya kurdan e. Berî îslamiyetê şertên civakî yên kurdan cuda bûn. Namûs û mefhûmên mîna wê li gorî wê demê bûn. Ew dirûvê şertên wan deman, di destanê de bi wî awayî mane.
Bi girêdayî vê xalê niqteyek dîsan heye. Ev niqteya ku ez dixwazim li ser bisekinim ev e ku, ew ji mêvantiya Memê heta mirina Memê bêrawest û sekn didome. Ew jî dostanî, hevalbendî û dilsozî ye. Ew qas dilsozî û hevalbendî heye ku, cur bi cur fedakariyan bi wan dide kirin, neyarbûna mîr, malşewitandin, şer û tiştên mîna wan ji bo wan ne xem in. Di dema feodalîtiyê de diyar e ku, dilsozî û dostanî pir giran e, lê ne di ser namûsê re ye, her tim li pêşiya dilsoziyê cih digire. ”Di qanûna xelkê Cizîra Botan e/ Eger dewar û tarîş û yan jî însan here nav erdê meriyan e/ Merî dikare wî dewarî an însanî ji xwe ra bîne û heqê kes tune ji meriyan e.” (rp.164)
Di van rêzan de tiştê ku tê dîtin ev e; milk û sînorên milk pîroz in an jî sedemên destdanîna li ser in. Di serdama feodalîteyê de milkê kesane pir binirx e, lê ne wek van rêzan. Bi piranî berî zayînê û îslamê koçberiyeke giran hebû. Eşîrên ku bi zîraetê û yên ku bi ajdariyê mijûl dibûn, êrîşî hev dikirin. Derbasbûna ji sînor, sedemê şer bû. Birçîbûn û xizanî xedar bû ji ber vê yekê ji sinor derbasbûn dibû destdayîna li ser.
Di van rêzên li jorê emareyên bi vî rengî hene. Ne gengaz e ku mirov bibêje ji sedî sed ev e, lê şopa wê tê dîtin ku tiştekî wiha heye.
4) Nakokiyên destanê:
Ji ber ku destan yekser çanda gel e û bi hezaran sal e ku gel di jiyana xwe ya rojane de di şahiyên xwe de, di şîn û dewatên xwe de, di cotkarî û paletiyên xwe de, di şivanî, gavanî û bêrîtiyên xwe de, di zivistan û baharên xwe de, di şev û rojên xwe de parastiye û nifş bi nifş radestî hev kiriye û domandiye, lewma guhartin û nakokiyên di destanan tiştekî pir normal in. Nakokiyên ku min di Destana Memê Alan de dîtine ev in:
”Ban kire Qeretacîn biçûkê biran e” (rp.156)
”Girt pîsîra Çeko, biçûkê herdu biran e” (rp.157)
Kîjan rast e, Çeko an Qeretacîn biçûkê birayan e? Lê bi giştî em di destanê de dibînin ku Qeretacîn biçûk e. Ev yek ne kêmasiya destanê ye, dema dengbêjan gotiye vê nakokiyê bala wan nekişandiye an jî xwe dane ber bayê destanê û şaş gotine.
Bi qasî ku xuya ye, di destanê de ji mîr mezintir kes nîn e. Lê dema Beko ji mîr re nameyekê tîne em nakokiyeke ku heta wê demê em rast lê nehatibûn, dibînin. Ev name ku ji yekî di ser mîr re ye, tê û mîr ji şer averê dike û mîr mecbûr e ku wê fermanê bi cih bîne. Ew bi vî awayî dibe: ”Mîr Ezîn ferman vekir û xwend di nav wan siwaran e/ Got: Gotina Beko rast e, şer sekinî û ji me ra hat rihetiya sê mehan e/ Di bin fermanê da heye mora qolordiya Kurdan e.” (rp.195-96)
Ev nakokî dibe ku ji dengbêj jî qewimî be, lê bi ya min dibe ku ev nakokiyeke destanê bi xwe be jî.
Ya herî girîng nakokiya dawiyê ye ku ez dixwazim nîşanî we bidim. Piştî mirina Mem, Zîn û Beko, Çeko diçe bajarê Mixribê. Beglî bi ordiya xwe ve bi rê dikeve û ber bi Cizîrê tê. Gava digihîje bajarê Cizîrê, wê xira dike û li gorî destanê kevir namîne li ser kuçan e. Dijmin esas Mîr Ezîn e, diviya ku tolê ji wî bistînin. Lê di rastiyê de wisan nabe. Beglî û artêşa wî Mîr Ezîn û giregiran didin aliyekî, dest pê dikin Cizîra bêsûc û bêguneh dirûxînin: ”Beglî emir da leşkeran e/ Tev da bi derketin ji bajarê Cizîra Botan e/ Hînga, Belî da îzna Mîr Ezîn, Mîr Şem û her sê Celaliyan e/ Bajarê xan û xirabe teslîmê wan kir, hate ser tirba Memê Alan e.” (rp.235)
Ez bawer im ku ev nakokî ji avaniya destanê tê, ne ku nakokiya dengbêjan e. Dibe ku armanca destanê ev be; ew Memê Alanê ku destan li ser wî hatiye avakirin dema dimire, divê ku tola wî jî wek giraniya wî navî be. Ew bi xwe, bedelî bajaran e, ne bi kesan e. Divê ku gava tol tê standin bajar bên hilweşandin ku armanca destanê pêk bê. Yek jî Mixrib ava û abad e. Divê ku miqabilê wî bajarî, piştî vê bûyerê li ser piyan nemîne; ew jî bajarekî tewanbar ê wek Cizîrê ye.
Cih cih di destanê de navê ebebozan cuda hatiye nivîsandin. wek ”ebeboz” (rp.123. rz.1185), ”bozebelî” (rp. 122. rz.1174), ”ebesor” (rp.123.rz.1188). Berê pêşîn em bibêjin peyva ”bozebelî” di bin tesîra tirkî de ye. Lê tevî vê peyvê, bi giştî navê wan ji hev cuda hatiye diyarkirin. Mirov dikare vê yekê wek nakokiyekê bide xuyakirin. Ger wiha bê nirxandin dê çewt be. Çima? Sedem ev e ku, huner û hostatiya dengbêj ev rastî derxistiye holê. Dengbêj xwestiye ku bixemilîne, ji ber ku rola ebebozan li vir neyînî ye. Hozan bi vê rewşa neyînî leyîstiye, xemilandiye, nitirandiye û rola xerab û ne baş bi awazekî xweş raxistiye ber çavên guhdaran, em jî bi saya Roger Lescot bi zimanê nivîskî pê agahdar bûne. Ji ber vê yekê, em nikarin vê cudahiyê wek nakokiyekî binirxînin.[1]