Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,094
Wêne
  123,310
Pirtûk PDF
  22,022
Faylên peywendîdar
  124,424
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Rola wergerê di wêjeya kurdî de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rola wergerê di wêjeya kurdî de
Rola wergerê di wêjeya kurdî de
=KTML_Bold=Rola wergerê di wêjeya kurdî de=KTML_End=
Bêrîvan Xizêmzer

‌Giringî û bandora wergerê ya di wêje de berbiçav e. Nasîn û danasîna wêje û çandê bi navbeynkariya wergêr re sînorên navwelatî û sînorên zimanî ji holê radike. Em dibînin ku îro bi sedan berhemên wêjeyî ên nivîskarên wekî Tolstoy, Dostoyevskî, Victor Hugo, Johann Wolfgang von Goethe û hwk. çawa bandor li wêjeya dinyayê kirine. Di vir de jî ev pirs li me pêyda dibin ” gelo wergera wêjeya Kurdî di çi astê de ye, rola wergerê di wêjeya kurdî de çi ye?” ji Lewre me jî wekî Koma Helbestê ya Înstitûya Kurdî Li Stockholmê bernameyek bi sernavê ” Rola Wergerê Di Wêjeya Kurdî De ” bi Wergêr Muhsîn Ozdemîr re li dar xist. Hêjmara beşdaran û pirsên di derbarê rola wergerê di wêjeya kurdî de baldariya wêjehezan û giringiya wergerê a di wêjeya kurdî de eşkere kir. Ez li ser navê Înstitûya Kurdî Li Stockholmê spasiya hemî beşdaran û spasiya Muhsin Ozdermir dikim.
Muhsîn Ozdemir bi van gotinan giringiya zanîna zimên û giringiya hilbijartina fikrî a wergêr kir û got, ” Di wergerê de çend stûnên sereke hene, divê wergêr berçav bigre, heman tişt bibin jêderka hilberîna hêja û îdeal. Wek mînak; zanîna ziman bi awayekî rast û puxteyî, şêwaz, çand, raman. Yanî bi kurtî, di wergerandina berhemekî wêjeyî de, romanek, pirtûkekî lêkolînî, metnên wêjeyî û rexneyî û dîrokî… hwd. de divê wergêr xwedî hilbijartineke fikrî be, nikare hema her pirtûkekê bigire û piştî xwendinê wergerîne. Bi kurtî, divê wergerandin pêvajoyekî ramanî be. Divê werger li gorî şêwaz, fikir û felsefeya xwe hilbijartina xwe ya ramanî bike.
Karê herî zehmet ê wergerandinê, wergera wêjeyî ye, hemî nivîsên wêjeyî li gorî şêwaz û ravekirineke zelal a wêjeyî û bi paşxaneyeke xweşikînasiyê-estetîkî tên nivîsandin. Tu metnên wêjeyî sernakevin ku heke ev xal berçav neyên girtin. Ji ber ku metna wêjeyî bi şêwaza xwe ya hunerî ji çarçoveya metnên aborî yan zanistî ji hev cuda dibe. Ji ber ku ziman stûna karê wêjeyî ye, nebûna pisporiyê di ziman û şêwaza hunerî de metna duyemîn têk dibe. Pêwistiya wergêr bi du zimanan heye ku bi puxteyî û kûr bizanibe û nas bike.”
Raman Hesê dibêje;” Werger, ji nû ve nivîsandina mijarekê a bi zimanekî din ji bilî zimanê pê hatî afirandine…”.
Wekî te zanîn werger jî wekî cureyên wêje di nava xwe de ji gelek beşên wekî; Wergera Niviskî , Wergera Şopandî,Wergera Yekser, Wergera Zanistî, Wergera Wêjeyî pêktê. Dibe ku dijwartirina cure ya wergerê wergera wêjeyî be, lewre zanîn û bikaranîna zanîstê ji wergera wêjeyî re divê.
Wergera wêjeyî, zehmetirîne ji afirandina helbest, roman anjî gotareke edebî. Di wergera wêjeyî de bêyî ku wergêr ji naveroka gotarê dûrbikeve û bêyî ku yekoyek peyvan wergerînê divê berhema heyî ji nûve biafirîne. Ji bo ku werger serkeftî be, divê wergêr bi zimanê kurdî baş bizane û bikaranîna zanîna xwe ya zimên bizane. Li ser pirsa min a ” hûn di wergerên xwe de biwêjan çawa rava dikin, hûn li şûna biwêja orîjînal biwêjeka hêmwate dinivîsin ?” birêz Muhsîn Ozdemir go ” ez biwêjan şîrove dikim ”. Li gor vê yekê jî em dikarin bêjin werger, di heman demê de beşa lêkolînî ye ku divê wergêr haya xwe ji çanda zimanê berhemê ê orîjînal jî hebe. Ji bo wergerek xurt divê wergêr; qewîmîyên dîrokî, wêje û hunera gelê zimanê orîjînal ê berheman bizane.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,911 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 65
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-06-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,911 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!