Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,755
Wêne
  123,382
Pirtûk PDF
  22,047
Faylên peywendîdar
  124,769
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,831
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,299
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,649
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,431
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,500
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,022
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,570
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,733
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,227
PDF 
34,615
MP4 
3,812
IMG 
232,587
∑   Hemû bi hev re 
272,241
Lêgerîna naverokê
Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin
Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin
Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin.
#KAZIM POLAT#
Demekê di navbera Şivan Perwer û rewşenbîrên êzdî de bi rêya dijîtalê gengeşî û êrîşhevkirinek gur dibe. Ev bûyar hin tecrubeyên ji bîra min çûyî anîn bîra min. Ez kesekî ji malbateke bawerî elewî me, lê bi tu olan, kitabên pîroz baweriya min nîn e.
Ez dibînim gelek kes vê gengeşî û êrîşhevkirinê bi metirsî dişopînin û ez ji xwe dipirsim, gelo Şivan Perwer dixwaze çi bike? Dixwaze guherînek, reformek di ola êzdîtiyê de dest pê bike? Dixwaze çi bike?
Berî ku li ser vê mijarê jixwe tiştek bêjim dixwazim ew tecrubeyên nû ve hatin bîra min vebêjim.
Piştê êrîşa Sedam a li Başûr, gelê me, gelê kurd xwe dabû nav çiya û baniyan, hatibûn ser ew sînorê neya me û bê çarê bûn. Ji her hêlê de bo aîkarî berhev bikin kurdan dest bi kar û bar kiribûn. Ligel çend hevalan me jî xwestibû çi ji destê me tê em bikin. Bi wan hevalan ve em li mala me bûn û me nîqaş dikir ka em çi ji kê dikarin berhev bikin…
Dema diya min ev yek bihîst, bi gotinên nexweş ket nav gotinên me û got: “Hûn dixwazin ji kê re yardimê berhev kin. Wan bi sedan salan xwîna me rit di her fersandê em kuştin ew li xwîna me tî ne. Fersandê bibînin aniha ê me serjê bikin.”
Ez bi van gotinên diya xwe pir acîz bûm, min gotibû, “Ew kurd in, em kurd in. Here, li ser serê me here, em ji xêra te razî ne. Pêşî însan in, em kurd in, misilman ha elewî çi ferq dike. Em kurd in.”
Got: “Em kurd nîn in, elewî ne…” Bi hêrs ji me bi dûr ket, di ber xwe de dikir pitepit, eşkere bû ji hêrsan nifir dikirin.
Min ê çi bigota, ev her du eynî tişt nîn e… Wê demê min empatî kiribû, bi qasî min fêm kir tirsek di kûrahiya mejiyê diya min de hebû, dê bi rastî ji dîroka devkî di binbîra wê de çêbûyî bû. Bi kurdî “em kurd nîn in” digot û bi zimanekî din jî nikaribû bigota, bo ji tirkî bêtir tu zimanên din nizanibû. Ev çi hal bû? Belkî tirk an erabên serkêşiyê zilm û qetlîamên elewiyan dikirin ew qas ew nediêşand. Wê jî zanîbû ew û em kurd in, lê zan dikim ji êşa binbîra protestoyekê li der dixist û wekî ku digot zilm û zordariya xelkê heta derekê tê qebûlkirin, lê ew zilm û zordarî ku ji nav malê were kirin…
Yek jî hat bîra min, di dema zarokatiya min de tirsa herî mezin a dê û bav û malbatên elewî keç an xortên wan dilê xwe bidin yekî/a misilman. Wê demê min ev qet fêm nedikir, çima ditirsiyan, ew keç û xortên cîranên wan bûn û bi wan re di têkîliyên gelek baş û xweş de bûn. Piştre ez gihîştim, her ku mezin dibûm li doraliyê çend zewacên bi zor an revîn û revandinê çêbûn, lê ya balkêş ji hêla malbatên misilman ve şert û şûrt dihat datanî, ger ew keç an xortê elewî baweriya xwe biguherîne, bibe misilman (sunî) piştra ew zewac dihat qebûl kirin. Wisa jî dibû. Ya ku ez gihîştim ev bû, ew dê û bav, malbatên elewî tirsekê xwe yê rasteqîn hebûn, ger zewaca zarokên xwe serbest berdin dê bi temamî zarok û baweriya xwe wenda bikirana…
Dawiya dawî min dît elewî her çi dikirin bo baweriya xwe û yanê xweparastinê dikirin. Bi sed salan in misilmanên tirk, kurd an ereb bi êrîşên hovane xwestibûn bi zilm û zordariyê wan biguherînin, nebû, tune bikin… Wan jî xwestibûn xwe biparezin, qest ji destê wan civateke girtî bi şart û şûrtan avakiribûn. Her çiqas êdî elewî civatek vekirî be jî lê demek berê gelek di nav xwe de girtî bû.
Îro elewiyên kurd miriyên xwe bi gulbendên kurdî datînin axê û demên xwe bi kurdî digerînin, heta demek berê di rê û resmên cenazeyan de gulbendên kurdî jî tune bûn, cemên kurdî jî. Hemû bi tirkiyeke nîv erebî bû. Di nav xwe de guherîneke ji binyat çêbû. Pîr jî ew pîrên berê nîn in, ew jî guherîn.
Îro diya min herçî xwe bi baweriya xwe ya elewîtiyê digire jî, lê êdî nabêje “em ne kurd in”, nikare bêje jî, bo ku gor rastiyên rojane û pêwîstiyan ew jî, baweriya wê jî guherî. Ne ji gengeşîkirin û êrîşkirinên ji derve, berevajî ji pêwîstiyên navxweyî yên baweriyê guherîn û diguhere.
Em ji dîroka ol û baweriyan baş zanin. Di ol û baweriyekê de ger pêwistiya guherînê çêbûye ew ê di navxwe de dest pê bike. Mînak zerdeştî, bi destên mazdek ku bawermedekî ola zerdeştî bû hat guhertin, mînak Îsa bixwe musewiyekî bû, xwest ola musewiyan biguherîne, mînak Martîn Lutherê xiristiyan xwest xiristaniyê biguherîne, em dikarin van mînakan lê zêdê bikin…
Yanê guhertina ol an baweriyekê divê di nav xwe de, gor hewcedariyên rojane ji hêla bawermedên wê olê yan wê baweriyê ve bê guhertin, ne ji derve ve, wekî Şivan Perwer dike û dixwaze bike…û nikare bike jî. Ew karê Şivan Perwer jî nîn e.
Bi ya min ên ku ji derve ve rexneya ol an baweriyekê dikin bi çi niyetê dikin bila bikin, bi çavên bawermendê wê olê yan wê baweriyê ve wekî êrîşkar û wêranker tên dîtin. Ez dibêjim, destên xwe yên ji derve ve ji pişta bawerî û bawermendên êzdîtî dûr bixin, ger guherînek di ol û baweriya êzdîtiyê de hewce bike ew ê xwe bi xwe biguherînin. Herçî gengeşiyên wisa bên kirin ew ol û bawerî dê xwe hê bêtir nav xwe de vekêşîne û bi xwezayî û bi heq piştî ew qas zilm û zordarî dê xwe û baweriya xwe û bi xwe biparêzîne. Ev jî heq e. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,114 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/ 20-08-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 20-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 15-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,114 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!