Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 519,075
Wêne 106,677
Pirtûk PDF 19,298
Faylên peywendîdar 97,292
Video 1,392
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd...
Pirtûkxane
Lenînîsm
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî – 2
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî – 2

Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî – 2
Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî – 2.
#Umîd Demîrhan#
$Pêşek$
Piştî weşandina beşa yekem a kurtegotarê, min biryar da ku heta demekê li ser vê mijara beyar hinekî rawestim; ji hevalan re peyaman bişînim ku agehî û zanyariyên xwe bi min re pareve bikin da ku vê qada xebatê berfirehtir bikim. Her wiha min heban û bîra xwe tesele kir, ji vî aliyî û ji wî aliyî ve mêjiyê xwe çelqand da ku zarokatî, xortanî, ger û geştên xwe bînim bîra xwe; di nava wan bîranînan de axaftinên şîfrekirî yên belawela berhev bikim û xamê gotarine din jî jê derxim. Bêguman hinek hevalan jî bi şiroveyên xwe yên li ser medyaya civakî han dane min ku nehêlim ev avzêmk bimiçiqe û wê çirava avê vegerînim çavkaniyekê.
Niha tê bîra min ku hertim zimanekî nihênî û hêmayî yê (sembolîk) kurdan hebûye; peyam û nameyên nepen hertim bi awayekî sêalî (aliyên şandî, hildayî û navberkar) di nava civaka kurd de çûne û hatine. Bi rastî di dîrok, çand û wêjeya kurdî de rêjeyeke berbiçav a van nimûneyan jî heye. Ez ê hewl bidim ku bi hişmendiyeke analîtîk li ser axaftinên şîfrekirî yên kurdan rawestim; ji xebat û nimûneyên biyaniyan jî sûdê wergirim ku encamine baştir bi we re pareve bikim.
$1. Awirek li dîroka axaftinên şîfrekirî yên kurdan$
Bi rastî berhemên ji arkeolojiya Kurdistanê bidestketî cîhaneke bi serê xwe ye. Hemû neqş û nîgar, rolyef û gravurên ku kurdan xêz kirine çandeke bilind a hunera şîfrekirinê ya kurdan, her wisan a Kurdistanê ye. Mixabin ji ber şert û mercên jiyana koçberiyê ez ê nekevim nava vereşandina nîşane û hêmayên hunerî û ji wir jî derbasî şirovekirina mîtolojiya kurdan nebim; lê ez ê ji xebatên nivîskî sûdê wergirim û bi çend nimûneyên berhevkirî (yên xwe û weşandiyên hevalan) mijarê binirxînim.
Gava nivîskarê yûnanî Ksenefon di “Anabasîs”ê de qala kurdan dike, derbarê zimanekî wan î şîfrekirî de jî hinek agehiyan dide: “Dema kardoxiyan bi hev re êriş dikir, sirûdeke êrişê ya hevpar dixwend; her wiha wan li çiyayan agir pê dixistin û bi van agiran peyam bi hev re dişandin.”
Ji aliyekî din ve Ibn Ezreqê Farqînî jî di “Dîroka Merwaniyan” de behsa axaftineke şîfrekirî ya kurdan dike û dibêje ku tirkmenan ew şaş fêm kiriye: “Dema ku Nasiruddewle Mensûr bihîst ku welat ji destê wî derketiye, qiyamet li xwe rakir. Êdî ew rojên wî yên xweş qediyabûn. Siltanê selçûqî jê re nameyek şand bê ka li şûna welatê xwe yê jidestçûyî çi dixwaze. Mîrê merwanî di bersivê de dibêje ku ez rimekê dixwazim ku bi sînga min de biçike, kevçika dilê min qul bike û ji pişta min re derkeve. Ji ber ku navê rimê yê erebî herbe ye û peyamnêran her wekî bihîstî û bêguhertin bersiv guhastibû, ji Siltên re hate gotin ku mîrê merwanî Nasiruddewle Mensûr gundê Herbeyê yê li bakurê Bexdayê dixwaze û ev daxwaza wî hate bicihanîn. Lewre mîrê merwanî heta mirina Siltan Melikşahî li wê derê jiya.”
Dîsan di “Destana Memê Alan” de derbas dibe ku Sitî xanim nameyeke kêlekşewitandî dişîne û xeternakiya rewşê destnîşan dike. Wan rojên han mamoste Mihemed Keleşî derbarê şêwazekî namenivîsîna xalê xwe de li ser hesabê xwe yî medyaya civakî digot ku “xalê min nameyên xwe bi binikên cixareya sotî qul dikirin û gava me jê dipirsî bê ka çima wisan dike, wî digot ku bila evîndara min bizanibe ku kezeba min dişewite.” Ji van nimûneyan û sedan nimûneyên negotî diyar e ku di nava hemû çînên civaka kurd de zimanekî hêmayî (sembolîk) yê axaftin û tevgeran hertim hebûye; hîn heye û dê hebe jî.
$2. Di çanda kurdan de şîfrekirina axaftin û tevgeran$
Piştî weşandina gotara pêşîn, hinek hevalên medyaya civakî şirove li ser gotarê nivîsandin. Wekî mînak: yekî digot ku “Ez jî gelek caran bûme şahidê axaftinên şîfrekirî. Hinek caran me fêm nedikir, hinek caran me nîvînîvî yan jî qismî fêm dikir; lê me guh nedayê û ji bîr kir. Niha jî em hinek hevalên li ser heman frekansê di nava xwe de yan jî bi kesên çav û anten vekirî re (bi kesên li derdora xwe re) wisan diaxivin; lê ji hevokên dirêj zêdetir, em biwêj an jî kurtegotinokên şîfrekirî bi kar tînin. Ew çand hê li hinek cihan û di nav hinek kesan de heye.” Dîsan hevalekî digot ku “Tevahiya gotarê nebe jî, min tiştine wisan bihîstibûn; lê bi rastî ew tevgera bûk û zavayî ya şeva pêşîn teze dibihîzim. We wiha got û meseleya misînî hate bîra min. Di heyama zarokatiyê de gava em biçûna malekê, heke li ber dêrî misîn hebûya, wan digot ku malxweyê malê ne li malê ye, lê heke misîn tunebûya malxwe ne li malê ye. Nivîsa te ev şîfre anî bîra min. Yek jî: dema bûk cara pêşîn ducanî bûya û biwelidiya, mezinê malê yan jî kesekî din jê dipirsî bê ka zêdehiya te ceh e yan genim e?; gava bigota ceh e, dihate fêmkirin ku nifşê zarokê keç e; lê gava bigota genim e dihate zanîn ku nifşê zarokî kur e…”
Bi rastî di çanda kurdî ya gelêrî de ne tenê di pirs û bersivan de; lê di stran û çîrokan de jî hêmayên şîfrekirî hene. Li gorî gotinên gotindaran û salixên salixdaran (ku xêr û guneh li stûyên wan be), dibêjin ku strana “Lûr ke lûr ke”yê straneke mêrkujî û sûîqestê ye; stranbêjî bi awayekî şîfrekirî gotiye ku “şûran peyda ke, mêvanên nebixêr hene ku divê bên qewartin, piştî kuştina dijmin bi lez here malên hinek kesan, ew ê wiha wiha pêşwazî û mazûvaniya te bikin”. Li gorî vê şiroveyê, hem desteka çekdarî ji aliyê Luristanê hatiye xwestin (dibe ku ji Zendiyan) hem jî cureyên erzaqê pêwist bi strankî hatine vegotin. Gotinên stranê wiha ne:
“Lûr ke lûr ke lûr ke lûr ke xanimê lûr ke,
Min heyrana dilê hûr ke, xanimê lûr ke,
Min heyrana dilê hûr ke, tol bavê çê ke.
Çûme mala Bêriyê Xweşo, xanimê lûr ke,
Çûme şêniya Bêriyê Xweşo, xanimê lûr ke,
Danî ber min nan û tirşo, xanimê lûr ke,
Danî ber min nan û tirşo, tol bavê çê ke.
Çûme mala Eliyê Emer, xanimê lûr ke,
Çûme şêniya Eliyê Emer, xanimê lûr ke,
Danî ber min qeliya qemer, xanimê lûr ke,
Danî ber min qeliya qemer, tol bavê çêke.
Çûme mala Xalê Bekir, xanimê lûr ke,
Çûme şêniya Xalê Bekir, xanimê lûr ke,
Danî ber min heft pût şekir, xanimê lûr ke,
Tobe be min lê tem nekir, tol bavê çêke.”
Dîsan li gorî gotinekê, strana “Xezalê hêlî hêlî”yê straneke şoreşê ye; li gorî vê salixê, stranbêjî rênexşeya tevgera şoreşê vegotiye: “Biryargeha şoreşê (dukan) li Qersê ye; karên serokatiyê û biryarên îstixbaratî (şar û kilê çavan) li wir tên nirxandin. Gava artêşa kurd gihişt Amedê (peyva Diyarbekir wekî nêr hatiye bikaranîn ku artêşê dinimîne), divê her kes berê xwe bide parastina paytêxt (sola qûndare) û bi dizîka û bêdeng (sola bênalçe) xwe bigihîne wir. Gava paytext hate damezrandin û parastin, şerekî seferberiyê dê dest pê bike (fîstanê reş) û divê her kes hişyar be û xwe ji mirin-mayînê re amade bike (çavên reş).” Gava meriv li teql û gotinên stranê guhdariyê dike, qinaetek çêdibe ku ev stran di dema xwe de ji bo tiştekî giring li hev hatiye anîn:
“Xezalê hêlî hêlî, delalê hêlî can
Xezalê hêlî hêlî, delalê ez heyran
Min Qersê dikan vekir, xezalê hêlî can
Min Qersê dikan vekir, delalê ez heyran
Bazara şara te kir, xezalê hêlî can
Bazara şara te kir, delalê ez heyran
Xwe kil kir morî nekir, xezalê hêlî can
Xwe kil kir morî nekir, delalê ez heyran
Xezalê hêlî hêlî, delalê hêlî can
Xezalê hêlî hêlî, delalê ez heyran
Ez çûme Diyarbekir, xezalê hêlî can
Ez çûme Diyarbekir, delalê ez heyran
Bazara qondira te kir, xezalê hêlî can
Bazara qondira te kir, delalê ez heyran
Min bîr kir nalçe nekir, xezalê hêlî can
Min bîr kir nalçe nekir, delalê ez heyran
Xezalê hêlî hêlî, delalê hêlî can
Xezalê hêlî hêlî, delalê ez heyran
Xezalê bimeş bimeş, xezalê hêlî can
Xezalê bimeş bimeş, delalê ez heyran
Xwe kiriye fîstanê reş, xezalê hêlî can
Xwe kiriye fîstanê reş, delalê ez heyran
Heyrana wan çavê reş, xezalê hêlî can
Heyrana wan çavê reş, delalê ez heyran
Xezalê hêlî hêlî, delalê hêlî can
Xezalê hêlî hêlî, delalê ez heyran”
Ne tenê gotinên stranan, her wiha hinek meqamên bilûr, def û zirneyê jî watedar in; di zarokatiya me de hinek tilimjen hebûn ku carinan di nava govendê de ji nişkê ve tilima xwe hildidan û direviyan, hinek ciwanên destbidar li pey wan diketin, tilimjenan xwe diavêt bextê hinek mezinên vexwendî û xwe ji xwediyê dawetê vedişart. Me dipirsî bê ka çi bûye û mezinan digot: “Kurê kerê meqama dêresorê hate te, dêrezerê *ete te lê xistiye û gotî em ser û guhên wî hûrxaşe bikin”. Hê hê jî ew rîtma wê meqama belayê di guhên min de ye.
Carekê ji caran, rehmet li gora miriyên we be, dayika min a rehmetî qala meqameke lîstikê dikir ku navê wê “Şeranî” ye; taybetmendiya vê lîstikê ewqasî giran û bê liv û tevger e ku dibêjin “carekê Şeranî hatiye lîstin, hinekan tasek av daniye ser kofiya bûkê û heta govend teribiye av ji tasê nerijiyaye.” Li gorî salixên diya min ev lîstikeke şînê ye û çîrokeke wê ya dirêj heye.
Di destpêka salên 70yî de em derketibûne zozana Girdeholê ya nêzikî Geliyê Zîlan; wê hingê roj tunebû ku merivan qala komkujiya wî geliyî nekira, behsa dîtina hestiyên kuştiyên temenmezin û temenbiçûk nekira û bûyerên wê bobelatê ji me re venegota. Carekê dayika min got ku “wê çaxê jin paşepêl dimeşiyan û mêr jî serberjêr û çavgirtî”; min pirsî bê ka çima jin û mêran wisan dikir û wê jî wiha dibersivand: “Rebenên jinan ewqasî xwe di kaş-kerîşan de xijikandibû ku paşiya kincên wan zîvalzîvalî bûbû û hêtên wan xuya dikir; lewre gava mêr rastî jinan bihatana jin paşepêl dimeşiyan, mêran jî yan rûyên xwe diguhastin an jî serberjêr û çavgirtî ji jinan derbas dibûn. Namûs û heyset hebû, qedr û rûmet hebû.”
Li gorî gotinên gundiyên me, keçeke malxalanên bavê min hatiye xwestin, lê bav û birayan keç nedane aliyê malbavana min; lewre keçikê amadehiya revê kiriye, çarixên xwe ji êvarê de kirine avê ku nerm bibin û di navbera keç û dayikê de axaftineke wiha derbas bûye:
“-Keçê ev çarix çarixên çûyînê ne?
-Erê dayê, dinya mirin e, milkê dinê ji Hezretî Silêmên re jî nemaye!”
Bav û birayên keçikê ji vê axaftinê tiştek fêm nekiriye; sibehê rabûne ku keça wan tuneye û yekî ji diya wê pirsiye bê ka keçik bi ku de çûye. Dayikê gotiye: “Ma êvarê negot ku ev çarix, çarixên çûyînê ne; dinya mirin e, milkê dinê ji Hezretî Silêmên re jî nemaye!” Li ser vê yekê gelekî li dayika keçikê dixin ku çima malbat pê nehesandiye û ew jî dibêje ku “li pêşberî we got û tiştekî diziyê tê de tunebû.”
Wan salên han li gundekî Bazîdê bûyereke sosret qewimîbû; li gorî gotinan, bûkeke malê hertim şara serê xwe keçanî girêdaye û gelek caran ji mêrê xwe lêdan jî xwariye. Rojekê çend mêvan tên û dibêjin ku hatine xwezgîniya keça wan; malxweyê malê dibêje ku “filan kes, di mala me de keç tunene, dibe ku hinek xêrnexwazan ji bo ku we bêrûmet bikin hûn şandibin ber deriyê me?” Meriv xwe didin erdê û dibêjin “na, ew keç di vê malê de ye û dema ku ketine hundir jî çavê wan pê ketiye, ew ne şaş in”. Li ser vê yekê malxwe gazî hemî jinên malê dike û dipirse bê ka kîjan e; îcar berendamê zavatiyê wê bûka şar keçanî girêdayî nîşan dide. Malxwe neçar dimîne ku rewşê şirove bike û lêborînê ji wan bixwaze; li ser vê yekê hevserê wê sond dixwe ku heke careke din destmala xwe keçanî girêde dê wê berde û hew. Jixwe mijara revandina destmalên serên keçikan û ji bo aştiyê avêtina laçikan bûyereke navdar e ku ne pêwist e bê şirovekirin.
Tê bîra min carekê li gundekî Bazîdê lêkend rabûbû û keriyek pezê merivekî di wê lehiyê de bi ro de çûbû. Dibêjin ku kesekî ji wî gundî gotiye: “Welleh kirîvê filan kes, ew pez ji devê newalê re anîbû û dîsan di devê newalê de winda kir, ziyaneke mezin pê neketiye, wisan hat û wisan jî çû.” Ev gundî bi vê gotina xwe mikur hatiye ku sexbêrê wî keriyî ewqas pez bi diziyê daye hev (ew pez ji devê newalê re anîbû).
Bêguman şîfrekirina axaftinan ne tenê di nava kurdan de, her wiha di nava gelên din de jî heye: “zimanê çivîkan (kuş dili)” ê tirkan, zimanê taybet bi jinên çînî û kînayeyên erebî tenê çendek ji van nimûneyan in. Li gorî bihîstinên min, li Çînê gava keç digihêjin temenê xamatiyê, jinên malbatê yên mezin kom dibin û zimanekî şîfrekirî yê taybet bi jinan hînî wan dikin. Ev keçên xama piştî sondeke giran hînî vî zimanî dibin û hînkirina vî zimanî li mêran qedexe ye, wihareng xiyaneteke gelekî mezin e ku bexşandina wê tuneye.
Carekê rehmetiyê xezûrê min qala tevgera welatekî cîran dikir ku serdemekê li wê derê “nikah û zewac” hatiye betalkirin; lê rêbazeke giştî hebûye, gava mêrek çûye mala jinekê şewqeyê xwe di dêrî de daliqandiye û êdî mêrekî din neketiye wê malê heta ku şewqe ji ser dêrî hatiye rakirin. Bi kurtasî şewqeyê daliqandî bûye nîşaneya qedexeya li ser ketina malekê. Ev cure û sedan cureyên din ên axaftin û ragihandinê di nava gelên cîhanê de hebûne, heye û dê hebin jî.
$3. Çend gilî gotinên şîfrekirî û ji aliyê xwediyan ve deşîfrekirî$
Carekê rehmetiyê kekê min ê Evdilah behsa bûyereke Şerê Kirrê Gilîdaxê (Şerê Çiyayê Agiriyê) kir; lê gelekî kurt birrî û wê çaxê ez jî pê de neketim. Piştre min hinek agehiyên berfirehtir berhev kirin û niha wan bi we re pareve dikim. Kekê min navê wî kesî jî dida ku wan salên han çûye rehmetê û mêrikî gotiye: “Gava Şerrê Kirr dest pê kir û zor bi hêzên romiyan ket, pere dane hinek gundiyan ku rêberiya wan bikin. Fermandarê romiyan ez bi zorê kirim rêber û ez birim ber devê şkefteke aliyê gundê Helacê; lê min pereyên xwe standin û minexetî bi miletê xwe re nekir.” Îcar ev mêrik li ber derê şkeftê bi kurdî gazî merivan dike, lê tu deng dernakeve. Paşê ji fermandêr re dibêje “ez ê straneke govendê ya kurdî bibêjim, dibe ku kesên li hundir bi stranê binermijin, bixapin û derkevin”. Piştî destûrê beşeke vê stranê dibêje:
“Toraq toraqa bizina çûr e,
kurman tê de bûrebûr e
Pî Miho, pî Mihemedê kepenekî!”
Ewên ku di hundirê şkeftê de xwe veşartî bang dikinê:
“Kuro tu kî bî, her bi şîrê xwe!
Em Ceiferî ne, ne birçî ne
Gewrî ziwa neqirqiçî ne
Şanê hevraz-berjêr neşîne
Tûle-dêlê hev va girêde
Ji Qersiyê ra ro da berde
Per-baskên Xwedê li ser te!”
Mêrikî gotin fêm kirine û li wan vegerandiye:
“Qûntorbik çerçî ne;
lê gundî ne bikirçî ne.”
Vê carê deng hatiyê ku dibêje:
“Her sê kulekan ji gomê derxe
Xurê qeysiyên terixî qax e
Zozan sar e,
cil-palaz sitar e.”
Li gorî berhevkariyên min, mêrikî bi vê stranê gotiye şkeftiyan: “Romê erzaq û cebilxane şandine û kêmasiyên artêşa xwe dabîn kirine (toraq toraqa bizina çûr e, kurman tê de bûrebûr e); lê hêza romiyan nemaye ku şer bikin û bizdiyane (Mihemedê kepenekî).” Şkeftiyan jî rewşa xwe wiha eşkere kiriye: “Nekeve tatêla me, ev şkeft quleke dirêj e û ji aliyê Îranê re derdikeve (em ceiferî ne); lewre ew xwarin û vexwarina xwe ji wir peyda dikin (ne birçî ne, gewrî ziwa neqirqiçî ne). Nehêlin, bila jin (Şanê: navê dêlikan e) nêzikî romiyan nebin û bila neyên ba me jî. (Şanê hevraz -berjêr neşîne). Jin û zarokan bi riya çemê Qersiyê derbasî aliyê Îranê bike (Tûle-dêlê hev va girêde, ji Qersiyê ra ro da berde). Xwedê alîkariya te bike, gelek sipas (per-baskên Xwedê li ser te).” Îcar mêrikî xwestiye ku derbarê rewşa gund û leşkeran de jî agehiyekê bidê û pê bişêwire; lewre gotiye: “Leşker zorê didin milet da ku alîkariya wan bikin û bi we re şer bikin (qûntorbik çerçî ne), lê belê em xwe egle dikin û xebera wan nakin (lê gundî ne bikirçî ne), îcar çi bikin?” Wî jî di bersivê de çareseriyek nîşan daye: “Çekên veşartî derxin (her sê kulekan ji gomê derxe), kesên heqkirî bikujin (xurê qeysiyên terixî qax e) û tivdîrên xwe hildin û xwe bispêrin çiyayan (zozan sar e, cil-palaz sitar e).”
$Li vê derê divê mecazên hinek peyvan eşkere bikim:$
toraq: wekî ku di biwêja toraqa wî dane ser nanê wî de jî diyar e, tê wateya zad, zexîre û destheqê.
kepenek: nexweşiyeke kuxikê û tengenefesiyê ye û ji nexweşê vê êşê re navkutî û kepenekî jî tê gotin; mecazkî: kesê bizdiyayî û jihalketî, westiyayî û dilnexwestî
per-baskên Xwedê: mebest hertim alîkariya Xwedê ye
Ceiferî: mebest kesên li ser mezheba şieyê ne; mecazkî piranî ji bo Îranê/Ecemistanê tê bikaranîn.
qûntorbik: mebest hertim leşkerên romî ne, ji ber ku kincên leşkerî yên wê heyamê şalwarkî bûne û navran hinekî fireh bûne.
Şanê: navê dêlikan e, -bila jin dilên xwe nekin- lê gelek caran min ji devê merivan bihîstiye ku gava dibezine keçên xwe, vê çêrê dibêjine: dêla ji dêlan ketî û mebest jin e, dayika zarokan e.
tûle: têjikên kûçikan e, lê wekî çêr û dijûn hertim zarok e; we jî bihîstiye ku dibêjine hev: tûleyê kurê tûleyan.
çerçî: firoşkarê gerok e, lê bi mecazî kesên ajawekar û propagandîst in.
bikirçî/bikir: sîmsar, firoşkar; mebest kesê ku malê çerçiyan/propagandîstan distîne û bi gotina wan dixape.
kulek: ajelên kedîkirî yên kullek in, bi mecazkî: çekên veşartî ne û min ji devê gelek kesan seh kiriye.
xur: malê xwarinê, kêrhatiyê xwarinê; divê we bihîstibe ku dibêjin: filankeso xurê guleyekî ye yan jî xurê filan kesî guleyeke domdomê ye…; li vir tê wateya misteheq/heqkirî û bikêrhatiyê çalakiyekê.
terixî: mêweya lap gihiştî, bi mecazkî: tiştê ku wextê wê hatiye û derbas bûye.
qax: mêweyên hişkkirî, mebest li erdê û li ber tavê raxistî kesê kûştî ye û termê wî li derve mayî ye.
zozan: cihên bilind ên hênik in, bi mecazkî: çiya û banî ne.
cilik-palaz: tivdarekên lixwekirin û raxistinê ne, bi mecazkî: kinc, rayêx û nivîn hertim penageh û sitargeh in
$Nirxandin û encam$
Mebesta sereke ya berhevkirin û weşandina van agehiyan dabînkirina keresteyên mirovnasiya (antropolojiya) kurdan e; lê mebesta duyem jî nîşandana zimanê taybet (jargona) bi jin û mêr, keç û kurên evîndar, diz û keleş, qûnek-matoşqe, mêrkuj-esrarkêş û hemû karên nehênî-nepen e. Bêguman naskirina vî zimanê şîfrekirî dê gelek tarîtiyên zimanê kurdî eşkere bike; mecaz û kînayeyan şirove bike, rewanbêjiya ji mecazên dûr xurt bike, alîkariyê bide ferhengsazî-fesahet-belaxet-rêzimana kurdî…. Tiştê herî girîng dê asoyekê li ber nifşên nûhatî veke ku bikaribin zimanê pêşiyên xwe fêm bikin; bêrêbaz zimanê xwe kor û topal nekin.
Ji aliyekî din ve naskirina vî zimanê taybet dê asta karên nehênî yên qirêj jî kêm bike; alîkariyê bide çaksaziya wêjeyî-exlaqî û rêjeya gendeliya wêjeyî jî daxîne. Ji ber ku zelalbûn û eşkerebûna hinek nehêniyan rê li ber kesan vedike ku li dijî hinek karên veşartî doza mafên xwe yî xesbkirî bikin. Gava pîvane û dengeyeke qanûnî derkeve holê û bikeve fermîtiyê, wê hingê mirov dê ji her gotin û kiryareke sitemkarane, dijqanûnî û dijxwedayî berpirsiyar bibin. “Zelalî û hesabdayîna zimanî-wêjeyî bingehê zelalî û hesabdayîna dadweriyê ye jî”; ev ne aforîzmayeke min e, Konfuçyûsî berî çend hezar salan gotiye û kesî negotiye ku şaş e.
[1]
Ev babet 922 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://umiddemirhan.wordpress.com/ 29-08-2023
Gotarên Girêdayî: 37
Dîrok & bûyer
Jiyaname
Kurtelêkolîn
Pirtûkxane
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 28-08-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 29-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 922 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Lenînîsm
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
05-05-2024
Aras Hiso
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Lenînîsm
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
19-05-2024
Sara Kamela
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
MEDRESEYA QUBAHAN
Babetên nû
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 519,075
Wêne 106,677
Pirtûk PDF 19,298
Faylên peywendîdar 97,292
Video 1,392
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Lenînîsm
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!