=KTML_Bold=DI DÎROKÊ DA PÊŞÇÊBÛNA ZIMANAN=KTML_End=
Dilbêzarê Bêkes
Di cîhanê de, dîrok û temenê zimanan bi hejmara peyv û zaravayên wan tên pîvan. Lewma, di destpêka zimanan de nivîs tunebûye ku dîrok were nivîsîn. Ev rêbaz, wek di hin kanunên fizîkê de ku du tiştên dîyar hebûn û nirxê tiştek ne dîyar didin zanîn. Herwiha, ziman jî bi peyv û zaravayên wan dîroka temenî wan dîyar dibe. Di cîhanê de, ziman bi destpêka xwe heta hezar salan pişt re xwe dikemilîne. Piştî wê xwe kemilandina hezar salan, devok û zarava ji wan zimanan peyda dibin. Temenê wan devok û zaravayan jî di navbera çarsed û pênset salan da pêk tên. Belê gorî van têgehan, dema mirov peyv û zaravayên zimanekî bihejmêre temenî wî zimanî dertê holê. Mînak, zimanek xwedî 4 zaravayan be wiha dihê hesab kirin = 4 × 500 = 2000 +1000 = 3000 nexwe ew ziman 3000 hezar salî ye. Dema mirov hejmara peyvan jî li wî zmanî bar bike, kêm zêde ji sedê çil temen zêdetir dibe. Herwiha, di warê peyvsazî û morfolojîyê de zimanê kurdî di cîhanê de rêza 9 mîn da cih digire. Ev yek jî, di warê peyvan de dewlemendîya zimanê kurdî dide nîşandan. Di heman demê de, ji sazûmana nêr û mêtîya zimanê Kurdî, di warê cînavkan de jî, ji zimanên xwerû dewlemendtir e. Ji ber ku, di zimanî Kurdî de her cînavk bi 2 dengan tên bilêvkirin, dengê nêr û dengê mê. Ev yek jî, hejmara cînavkên zimanî Kurdî dike 2 carî xwe . Mînak wek Ez û Min Te û Tu We û Hûn Wê û Wî û hwd. Ev gotin tev hevwatene, lê yek nêr, yek mê ye û yek xwerû, yek tewange. Di bingeha zimanî kurdî de, wisa dide xuyakirin ku hin zaravayên wî jî îro bûne zimanê serbixwe. Lê mixabin, ev yek niha yek bi yek nayên peyîtandin. Ji ber ku di cîhanê de ramyarî û sîyaset ji bo berjewandiyên serweran ketîye berîya zanistîyê û rastîya dîrokê dihê berevajî kirin. Ger ev zimanên ku ji kurdîyê cuda bûne werin zanîn dê hejmara temenê zimanê kurdî gelek pirtir be. Mînak, civaknas û sosyologê Îran î Alî Şarîatî: Ewrupayîyan wêjeya xwe ji grek û yewnan girtine, grek û yewnan jî ji Mezopotamyayê girtine. Lê mixabin, niha ku em li bingeha peyva Mezopotamyayê bigerin wek peyvek yewnanî hatîye nîşandan. Baş e, gelo navê erdnîgarîyan bîyanî lê dikin, an xwedîyê wan lêdikin?. Bi rastî, di bingeha xwe da navê mzopotamyayê, dibe ku hinek guherbarî çêbibin, lê ew nav ji alîyê Mezopotamîyan ve hatîye lêkirin û danîn. Dîsa gorî fîlolog û zimanzanên cîhanê dibêjin, zimanek xwerû were bişavtin, di nav malbata zimanê xwe da li ser bingeha zimek nêr û mê dikare ji nû ve xwe pêş bixe û bikemilîne. Lê belê, ger ew ziman bi sazûmana nêr û mê be, di nav malbata zimanê xwe da nikare ji nû ve xwe pêş bixe û bikemilîne winda dibe diçe. Herweha wek minak, niha zimanî Kurdî were bişavtin û helandin ji nû ve li ser zimanî farisî nikare xwe bikemilîne, zimanê farisî her çendî ji malbeta zimanê Kurdî be jî ji ber ku ew zimanekî xwerû ye. Lê belê, zimanê farisî were bişavtin dikare li ser bingeha zimanî Kurdî ji nû ve xwe bikemilîne û pêş bixe. Ji ber vê çendê ye, ku zimanên bi sazûmanên nêr û mê, zû bi zû nayên wendabûn. Lê belê, dema wenda bibin li ser ti zimanên xwerû nikarin xwe bikemilînin. Herwiha, di bingeha zimanên xwerû da yek kîteyî heye, lê di bingeha zimanên nêr û mêtî da perkîteyê heye. Bi piranî, ew zimanên xwerû û yek kîteyê qurmê peyvan ji zimanên pirkîteyî an jî ji zimanî xwe dewlemendtir girtine û pêşgir û paşgirên xwe lê zêde kirine û bikartînin. Wek mînak, di zimanî Tirkî de, (çerçeve ) qurmê peyvê ji çarçovê dihê di bingeha xwe da Kurdî ye lê ew jî wek farisî didin nîşandan. Lê belê, ti têkilîya çarçoveyê bi farisî re tuneye. Ji ber ku di farisîyê de, ji çarê re cahar tê gotin. Bi rastî ev peyv bi Kurdî ye. Di heman demê da, wateya wê ji çarçovan dihê ) Ka em lê binêrin, ji çarçoveya me çend bêje hatine dariştin. ( Çerçeve ) çerçeveci, çerçeveli, çerçevesiz, çerçeveleme, çerçevecilik, çerçevelenmek, çerçevelenme, çerçeveletme, çerçeveletmek, çerçeve anlaşma. Belê, min van peyvan wek mînak da nîşandan, ev bi Erebî, farisî û çend zimanên din jî di nav zimanê tirkî de dihên bikaranîn. Belê, ez dixwazim li vê derê hinek jî qala dîrokê bikim, ji ber ku ez dibêjim bi gelemperî dîrok hatine berevajîkirin. Dîrokzan, dîrokê dişibînin çemê ava boş dema ew çem diherike kanî, avzêm û qulzêmên derdorê digire nav xwe şilo dibe diçe. Dîrokzan, ji vê sazûmanê re agahîyên dîroka fermî dibêjin. Hin avzêm û quzêmên alîyê din ve ku dimînin ew jî rastîya dîrokê didin nîşandan. Ji ber ku ew av gelek paqijtir mane û wek wan çemên boş, şilo û tarî nebûne. Ji vê sazûmanê re jî, dîroka ji alîyê gerok û seyahên bê teraf û alînegiran ve hatine nivîsîn. Lê mixabin, ev yek jî di cîhanê de kêm in, ji ber ku serwerên cîhanê her tiştî datêxin di bin destê xwe. Niha, em dikarin derbarê dewlemendî û kevnarîya zimanê kurdî de gelek minakan bidin. Minak, bila destpêka dîroka zimanê kurdî neyê zanîn. Hember vê yekê, dîroka zimanê Osmanîyan dîyar e ku şehsed sal li ser erdnîgarîyek mezin bi awayek fermî hatîye bikaranîn. Belê, 99 sal berîya niha de ew civaka Osamanîyan têk çûye, hatîye rûxandin. Gelo niha, çend kes ji zimanî Osmanî fêm dikin û daxivin? Bi rastî, hejmar ne dîyar e, lê kêm zêde dihê gotin ev hejmar navbera 4 û 5 hezar kesan de ye. Hember vê yekê, hezar sal e neteweyên Kurd bê dewletin, û li hember gelek zor, zextan û qedexebûnan, rû bi rû mane. Lê belê, bi hemû zaravayên xwe ve di her qadan de bi zimanê xwe dikarin biaxivin û ev hejmar jî kêm zêde navbera 35 û 55 pênc mîlyon kesan de ye. Belê mixabin, dawîya sed salê de ji ber qedexebûnê hejmarek zêde jî ji zimanî xwe dûr ketine. Piştî hezar salan, ev ziman bi alfabeyên ji hev cuda dihên nivîsîn û axavtin. Ji ber ku zimanê Kurdî ne wek hin zimanên berhevkirî û esperantoyî ye. Gelo, ev yek dewlemendîya zimanî Kurdî nade nîşandan?. Mixabin, qaşo hin zimanzan dibêjin di dîrokê de navê zimanî Kurdî derbas nabe. Belê rast e, lewma di cîhanê de ti tişt bi navê xwe yê ji destpêkê ve heta niha nemane girêdan, xwezayî ye ku navê her tiştê were guhertin. Belê, navê zimanê Kurdî jî di fetlanekên dîrokê da hatîye guhertin. Minak, di serdema Medan da navê zimanî Kurdî, ne Kurdî ye, wekê din peyvên ku di Avestayê da hatine nivîsîn zêdetirîn nêzî zimanî Kurdî ne. Di heman demê de, gorî lêkolînên zimanzanan îro ew peyv di zaravayên kirmanckî de pirtir dihên bi karanîn. Lê mixabin, hin kes dibêjin têkilîya kirmanckî ( zazakî ) bi zimanî Kurdî re tin e ye, ev yek jî çewtîyek mezin e. Hin kesên din jî, dibêjin ev peyvên dengbilind, dengqalind û denghişk ji Erebîyê ketine nav zimanî Kurdî. Lê mixabin, dibe ku wan nedîtîye ku di alfabeya Avestayê de 49 tîp hatine bikaranîn, lê têrê zimanê Kurdîya wê çaxê nekirîye. Di warî dengzanî, fonetîk û nûansê de zimanê Kurdî gelek dewlemend e. Di heman demê de, ew deng hîç winda nebûne, di nav gelê Kurd de niha jî ew deng dihên bikaranîn, lê mixabin gorî alfabeyên heyî nayên nivîsîn. Ji ber ku ew alfabe têrê wan dengan nake. Lewma, ji gelek tîpên bêdeng du dengên cîyawaz ( nûans ) derdikevin. Niha, hinek zimanzanê me jî çend tîpên wek Ç K P T tenê wek dengên dudeng dizanin, lê ev ne tenê ne. Ji xeynê van, tîpan H, R, S, û Z jî hene ku niha di zimanê Kurdî de dihên bi lêv kirin. Ez li ser vê mijarê zêde ranawestim ji ber ku piştî alfabeya Erebî alfabeya latinî bi vê awayê hatîye pejirandin. Lê bi rastî, ev alfabe jî gorî zimanê Kurdî nîn e. Ez wan rê û rêbazan, wek mînak dinivîsim. Lewma, zimanzan dibêjin ji bo barê alfabeyê were sivikirin, ev tîpên dudeng nehatine nivîsandin. Di heman demê de gorî alfabeyên navnetewî guncan dîtine. Êdî çendî mafdar in hûn xwendevan biryarê bidin. Ez vê mijarê li vir diqedînim. Lê belê, ez ê van gotinên xwe bi helbestek hevyek û hevdeng ji we xwendevanên hêja ra binivîsim…
Heyhat, heyhat çi li me hatî kirin
Welatî me hatîye dagir kirin
Li bingeha me hatî agir kirin
Mal û milkê me hatî talankirin
Em hatin koçber û mihacirkirin
Li xurbetan em hatin belav kirin
Zimanî me hatî qedexe kirin
Çand û kultûr me tê inkarkirin
Ji zimanî wan ti nayê fêm kirin
Vir û buxtanê wan nayên kêmkirin
Ji van kul û derdan em tev dimirin
Televîzyonek Kurdî hat vekirin
Di nav Kurdan da çend kes peydakirin
Hertim pesnê xwe bi wan didin kirin
Kurdên dijber tev tên tewanbarkirin
Nizanin kes ji kesî ne kêmtir in
Hezar televîzyon werin vekirin
Kela dilê Kurdan nayê sarkirin
Dibên em ê li fezayê bifirin
Li derdora heyîvê bizîvirin
Rum dibên em jî ji nijada gur in
Ji we jî gelek zêde kevintir in
Em nikarin li fezayê bifirin
Dê hûn çawa li fezayê bifirin
Gotinên we hemû derew û vir in
Heta kengê dê ev derew bên kirin
Rojek dê ew ji derewan bidirin
Mixabin ji derewan kes namirin
Hin Kurd jî çawa mêhla wan digirin
Dibin cerdevan tên kuştin dimirin
Di nav birayan da şer nayê kirin!
Divê birakujî were terk kirin
Rojek dê ev sazûman bê terk kirin
Maf û hesab dê tev werin pirskirin
Dê sazûmanek baş were sazkirin
Rêya rastîyê dê were vekirin
Mafê mafdaran dê bê parvekirin
Dê para Kurdan neyê windakirin
Bawer bin kes ji kesî ne çêtir in
Li van gotinan pir baş bifikirin
An jîyanek bi rûmet an jî mirin
Bila gotinên Bêkes bên fêmkirin.
[1]