Nav: Semer Ebdilrehman
Nasnav: Semer Dirê'î
Dîroka jidayîkbûnê:1977
Dîroka koçkirinê: 31-08-2023
Cihê jidayîkbûnê: Amûdê
Cihê koçkirinê: Almaniya
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Semer Dirê'î hunermena kurd di dîroka 1977'an de li bajarê Amûda ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û bi qasî 23 sal in li Romaniya dijiya. Ew xwedî branşa wênexêziyê ye li Bixarstê û master di felsefeya hunerê de wergirtiye û ji aliyê sanîdkeya hunermenda bi qasî mehan bi pêşangehekê hatin xelatkirin.
Semer Dirêî yek ji avakerên hunera şêwekariyê ye li Rojavayê Kurdistanê. Wê bi toblo, muhr, şêwaz û hunera xwe ve karibû, rengekî xweşik di dîroka hunera şêwekariyê de zêx bike, çiku di nava tabloyên wê de mirov rast êş, azar, derd û nexweşiya civakê dibîne. Her ji wê hatiye karibûye bi rengekî afrîner û xweşik rengan li ser tabloyên xwe yên spî de xêz bike.
- Gelek pêşangeh li gelek dewletên Rojhilata Navîn li dar xistiye û hatiye xelatkirin.
- Beşdarî mihîrcana navnetewî li Mexribê bûye û weke yekem hunermenda afrîner derketiye.
- Beşdarî mihrîvana hevdîtina huneran a navnetewî ya Tûnisê li bajarê El-Mehres bûye.
- Li bajarê Helebê di mihrîcana afrîneriya bajar de xelat wergirtiye.
- Li ser asta Romaniya bi dereceya duyem di mihrîvana wênezêkirina yekser (Xêzkirina li ser laş de) xelat wergirtiye.
- Li bajarê Amedê bi komek hunermendên kurd re beşdar bûye.
- Pêşangehên salane li Baxrstê ya pirtûkxaneya navnetewî.
Hunermenda kurd Semer Dirêî di dîroka 31-08-2023'an de li nexweşxaneya Almanyayê piştî rûbirûbûyîna nexweşiyê re di sala xwe 46'an de koça xwe ya dawî dike. Sermer Dirêj bû rengekî xweşik a jina kurd di nava hunera şêwekariyê de û bû stûnek ji hunerên bedew.
Çavkanî: Kurdîpêdiya - Amadekirin û Wergera ji Zimanê erebî.[1]