Navê pirtûkê: Têkçûna Îdealan
Navê nivîskar: Elî Şerîatî
Navê wergêr: Abdulayê Derwêş
Wergera ji ziman: Farisî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Hîvda
Sala çapê: 2005
Rûpel: 132
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Ji ber ku ez ji nîveka duyem ya sedsala bîstan im pir dilşad im, eger ku ez di sedsala nozdehan de bijiyama, ji bo behişta ku burjuwaziyê di sedsala bîstan û bîst û yekan de li rûyê erdê dixwest çêke, min ê bi ehmeqî slogan bavêta. Niha di zemaneke ku behişta burjuwaziyê çêbûye de, ez bi çavên serê xwe dibînin ku zanist golika Samîr a ji pere ye. Ji zêr hatiye çêkirin û bi awayeke xapînok, lê belê perê banqê yê bê giyan, bê ruhaniyet, bê manewiyat, derewîn û sexte derket holê û ehmeqan li ber xwe tîne secdê.[1]