$Agahiyên şehîd:$
Nav – paşnav:Yûsûf Hecî
Nasnav: Mûnzûr Rojava
Cihê Çêbûnê: Tirbespiyê
Navê Dayik û Bav: Zehra – Mihemed
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19-08- 2021 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
MÛNZÛR ROJAVA
Hevrêyê me Mûnzûr, ji gundekê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Malbata wî malbateke welatparêz e. Rêbertiya me ku piştî derbasê Rojava û Sûriyeyê dibe, malbata wî Partiya me nas dike û hez jê dike. Bi geşbûna têkoşîna me ya azadiyê li Rojava, malbata hêja ya hevrêyê me Mûnzûr jî tev li xebatan dibe, di çêbûna hişmendiya azadiyê de li Rojava keda malbatê gelek e. Malbata me ya hêja zarokên xwe jî bi vê hişmendiyê mezin dike, bi geşbûna Şoreşa Azadiya Rojava re, bi awayekê çalak tev li xebatên şoreşê jî bû. Hevrêyê me Mûnzûr jî sala 2011’an ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava geş bû, gihîşt yekîneyên berxwedanê yên herêmî û tev li xebatên şoreşê bû. Wek ciwanekê Kurd xwe ji parastina gelê me berpirs dît û bi vê hişmendiye tev lê bû. Hevrê Mûnzûr kir ku bi dehan ciwanên wek wî tev li nava refên berxwedanê bibin û hêj di serê jiyana xwe ya şoreşger de bi erka pêşengtiyê rabû. Di nava yekîneyên berxwedanê de bi du salan cih girt û çandeke leşkerî pê re çêbû. Her wiha bandora fikirên Rêber Apo li ser çêbû û şoreşgerên pêşengtî ji şoreşê re kirin jî nas kirin. Ji van şoreşgeran hînê rastiya Rêber Apo bû û biryar da ku biçe çiyayên Kurdistanê.
Hevrê Mûnzûr, perwerdehiya xwe ya ewil sala 2013’an li qada Garêyê dît, bi hemû ezîtiya xwe tev li vê pêvajoya perwerdehiya bû û ket hewila famkirina ji Rêber Apo û rastiya partiya me PKK’ê bi her awayî. Ji feraseta îdeolojîk a herî piçûk, ji bikaranîna çekan ta bi taktîkên şer ket hewila xwebipêşvebirinê. Ji wê boneyê gelek ked da. Tevlêbûna hevrê Mûnzûr bi awayekê ji xwe bawer û bêyî dudilî û bi fedakarî bû. Bi îdia û biryardariyeke mezin xwe amadeyê derbasbûna pratîkê kir. Bi vê helwesta xwe bawerî bi hevrêyên xwe re çê dikir. Sala 2014’an çû qada Cîloyê.
Hevrê Mûnzûr li herêma Cîloyê, lig elek qadan cih di nav gelek xebatên cuda de girt û bi jêhatîbûna xwe di hemû xebatan de bû mîlîtanekê mînak. Di pêvajoyeke wisa de ku Şerê Gel ê Bi Şoreşgerî bi her aliyê xwe ket nav rojeva gelê me, wek hêza pêşeng a gelê me cih di nav merheleyên amadekariyê yên şer de girt, heta bi hûrguliya herî biçûk pir bi baldarî xebitî.
Hevrêyê me Mûnzûr hay jê hebû ku xebata di nav de ye bi stratejîkî çiqas giring e, bi awayekê gelek cidî û bi biryardarî tev lê bû. Yekê fedakar bû û tempoya wî gelek bû. Bi van taybetiyên xwe jî bû yekê mînak ji hevrêyên xwe re. Li qada ku lê bû gava ferasetine ne li gor amadehiyên giştî yên rêxistina me didîtin, wek mîlîtanekê Apoyî ji bo derketina ji heqê van rewşan têr diker hewilê û têdikoşiya, parêzkarekê nebez ê xeta partiyê bû. Roj bi roj xwe bi pêş ve bir û têkoşîna bi awayekê biryardar bi rê ve bir. Qet ji perwerdekirina xwe nedima, her hûrguliya jiyanê kir bone û materyala perwerdehiyê. Xebata kûryetiyê pir kir, di vê xebatê de jî ku divê mirov baldar û hestyar be, bi saya lêhûrbûna xwe ya bi tevahî yekê serkeftî bû. Bi vê xebatê bû ji her qada Cîloyê re bû serwer, bi her hûrguliya erazî zanî û ev ji xwe re kir avantajeke giring. Li dijî êrîşên dijmin ên li ser gel û tevgera me, wek mîlîtanekê Apoyî baş dizanî ku divê li erkên serdemê bibe xwedî û hay jê hebû ku vê jî wê bi kirina çalakiyan bi berdewamî pêk bê. Hevrêyê dijmin tim dişopand, gava keysa xwe didît bi awayekê bandorbar li dijmin lê dixist û dibû bersiv ji bo pêvajoya şerê dijwar.
Dijmin ku tecrîda li ser Rêbertiya me girantir kir, êrîşên xwe yên berpêyî roj bi roj zêdetir kirin, bi kirinên nemirovî yên dijmin ên berpêyî şehîdgeh û cenazeyên hevrêyên me yên şehîd, hevrê Mûnzûr pir bi hêrs bû.
Lewma hişmendiya ku divê mirov eseh bersiveke dîrokî bide dijmin, hevrê Mûnzûr sala 2018’an rapora çalakiyên fedaî nivîsî û pêşniyaz ji bo çalakiya fedaiyane kir. Hevrê Mûnzûr heta kêliya dawîn ku wê bibe şehîd jî tawiz ji xeta xwe ya fedaîtiyê neda.
Di pratîka serkeftî ya nêzîkê bi 8 salan a li Cîloyê de, hevrêyê me Mûnzûr ku mîlîtanekê pêşeng û kadroyekê fedaî yê PKK’ê bû; bi hezkirina xwe ya ji hevrêtiyê, bi sekin û nêzîkahiya xwe ya cidî ku xwe dabû ser serkeftinê, hemû hevrêyan ew ji xwe re dikir mînak û çûyîna di rêya wî de ji xwe re wek deyn didît. Di şexsê hevrêyê xwe Mûnzûr de em hevrê soz didin ku wê bidin ser şopa xeta têkoşînê ya hemû şehîdên xwe.[1]