$Agahiyên şehîd:$
Nav - paşnav: Kemal Xizirî
Nasnav: Zana Seko
Cihê Çêbûnê: Serdeşt
Navê dayik û Bav: Ayşe –Abdullah
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19-08- 2021 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
ZANA SEKO
Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi sedan sal in di bin mêtingeriya rejîmên zextker de dijî tu hêviya xwe ji azadiyê nebiriye û têdikoşe, bi têkoşîna partiya me PKK’ê cardin hêvîdar bû zarokên xwe yê herî hêja tev li nava refên azadiyê kir. Bawerî bi têkoşîna azadiyê ya PKK’ê anî û her ber û dilê xwe da serê çiyayên azad ên Kurdistanê û bi têkoşîna me re bû piştgir.
Hevrêyê me Zana li gundekê girêdayê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di nava jiyana xwezayî ya gund de jiyaye û kesayeta xwe li cihekê wisa bi teşe kiriye, bi taybetiyên xwe yên dûrê pergalê malbatê û der û dorê hez jê kiriye. Ji ber mêtingehbûna welatê me ku di bin destên dagirkeriyê de ye, wek her zarokê Kurd dudilî bi hevrêyê me Zana re jî çêbûne. Nakokiyên sereke ku pê re çêbûne ev in: perwerdenebûna bi zimanê xwe yê zikmakî, vêderbûna ji aliyê pergalê ve, ku nekariye çanda xwe bi serbestî bijî.
Hevrêyê me Zana ku her ku mezin bûye, sedema van nakokiyan baştir fêm kiriye û li dijî dijmin pir bi hêrs bûye. Dest bi lêgerînê kiriye û dîtiye ku mêtingeriya heyî bi tenê bi Rojhilatê Kurdistanê ne sînordar e. Di serî de Bakurê Kurdistanê, bala hevrêyê me çûye ser têkoşîna ji bo azadiyê ya li dijî hêzên mêtinger. Bi taybetî bandora çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker li ser hevrêyê me Zana pir bûye. Lewma pir meraqa Partiya me kiriye û dest bi lêkolînê kiriye û fersenda wî ya naskirina jiyana gerîla û hevrêtiya gerîla ya watedar çêbûye. Wek ciwanekê Kurd ê birûmet xwestiye ku bigihîje gerîla da ku erka xwe ya ji bo azadiyê ya li hember gelê me bi cih bîne û para xwe ji jiyana xwe watedar a gerîla bigire. Ji wê boneyê salvegera 15’ê Tebaxê Cejina Vejînê sala 2013’an gihîştiye gerîla.
Hevrêyê me Zana ji bo hînê jiyana gerîla û çiyayan bibe, hînê rêgezên bingehîn ên jiyana nû bibe û hişmendiya xweparastina pêwist a li dijî dijmin pê re çêbibe, li qada Qendîl tev li perwerdehiya Şervanên Nû bûye. Hin caran zehmetî kişandibe jî bi vîndarî û biryardarî ji heqê zehmetiyan hatiye der. Piştî ku perwerdehî bi serkeftin temam kiriye, sala 2014’an derbasê qada Cîloyê bûye; heta ku bibe şehîd li vê qadê xebitiye. Gerîlatî li qada Cîloyê ku dewleta Tirk a dagirker xwe herî pir berpêyî wê dike, asê ye, ji bo hevrê Zana bûye xaleke werçerxê. Hevrêyê me bi hewil û fedakariyeke di ser ya mirovan re têkoşiyaye û xwe ji taybetiyên pergala kapîtalîst rizgar kiriye. Ji sala 2015’an ve li qada Cîloyê ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîş kiriye, hevrê Zana bi hêrs û azwerî bersiv daye dijmin. Cih di nav gelek çalakiyan de girtiye. Bi taybetî gava li qada Oramarê bûye tim çalakî li dar xistine, bi pratîka xwe nehiştiye ku dijmin çavên xwe jî vebike û bi erka xwe rabûye. Hevrê Zana, tevî pratîka xwe ya serkeftî, her tim xwe kêm dîtiye û xwestiye ku têkoşîna xwe geştir bike. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê me ji xwe re kiriye armanc ta ku bigihîje vê armancê xwe serkeftî nedîtiye. Hevrêyê me her tim xwebipêşvebirin û xwenûkirina di warê leşkerî de ji xwe re kirine esas, di asta akademîkî de tu perwerdehî nedîtibe jî xwe hewila xwe perwerde kiriye. Şehadeta fermandarên me Bager-Fatîh ku ew û hevrê Zana bi hev re têkoşiyane û jiyane, ji bo wî pir dijwar bûye û ev ji xwe re kiriye sedem ku bêhtir têbikoşe.[1]