Nav:Mihemedê Nenyasî
Nasnav: Mehmet Tanrıverdi
Dîroka jidayîkbûnê: 1947
Dîroka koçkirinê: 06-02-2023
Cihê jidayîkbûnê: Licê - Amed
Cihê koçkirinê: Amed
=KTML_Bold=Jîname: Mihemedê Nenîyasî kî ye?=KTML_End=
Dengbêj Mihemedê Nenîyasî, di sala 1947’an de, li gundê Nenyas ê bi ser Licê ve, di malbateke ku kevneşopa dengbêjîyê tê de geş û zindî bû, ji dayika xwe çêbû ye.
Di dîwanên dengbêjên navdar ên dema xwe de ku bav, kal û apên wî datanîn, bi kilamên dengbêjan mezin bû.
Di sala 2005’an de, li Amedê Mala Dengbêjan hat avakirin û ew û birayê xwe Cemalê Nenyasî bûn dengbêjên nasyar yên Mala Dengbêjan.
Hunermend, di sala 2022’yan de, bi awayekî fermî nasnavê guhêzkarê mîrateya çandî ya ne şênber wergirt.
Cenazeyê wî ji bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin..[1]