Nav:Zîlan Tîgrîs
Dîroka jidayîkbûnê: 1972
Dîroka koçkirinê: 06-02-2023
Cihê jidayîkbûnê: Amed
Cihê koçkirinê: Amed
=KTML_Bold=Jîname: Zîlan Tîgrîs kî ye?=KTML_End=
Zîlan Tîgrîs, di sala 1972’yan de li Amedê, ji dê û bavekî ermen û li maleke ku lê kurdî û ermenîkî dihat axaftin, ji dayika xwe bû ye.
Êya wê Cemîla Xanim, eleqe û nêzikatîyeke zêde nîşanî muzîkê dida û hevaltîya wê bi Ayşe Şanê re hebû.
Dêya wê, bi vê eleqeya xwe ve, piştgirîya keça xwe Zîlan Tîgrîs kir.
Di gava xwendina xwe ya dibistana navîn û lîseyê de, bala wê li ser kilam û stranan bû.
Di sala 1990’î de wekî stranbêj hat hilbijartin ji bo koroya muzîka gel ya ku li Şaredarîya Amedê.
Li Amedê, koroya yekem ya zarokan, koroya yekem ya kevaniyan û koroya ciwanan ava kir û bi salan şeftiya wan koroyan kir.
Hunermend Tîgrîs, di sala 1992’yan de, albumeke bi navê “Îro”, di sala 1998’an de albumeke bi navê “Edlê”, bi tevayî du albumên kurdî, di sala 2018’an de jî, albumeke tirkî ya bi navê “Geliver” amade kir.
Cenazeyê wê jî di bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin.[1]