Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,842
Wêne
  123,949
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,705
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Xiyaneta Enkîdû
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Xiyaneta Enkîdû=KTML_End=
#Necat Zivingî#

Destana herî kevn ya cîhanê Gilgamiş e. Pênc hezar sal berê hatîye nivîsîn. Ji Îlyadaya Yûnanîyan û Mahabharataya Hindûyan hezar û pênsed sal kevintir e.
Şaristanîyê, li Mezopotamyayê berya mîladê di navbera 5000 û 4000 î de bi Sûmerîyan dest pê kir. Nayê zanîn bê Sûmerî ji Îndûsa Hindistanê bi rêya deryayê hatine yan ji bakur, derdora Qefqasê daketine. Zimanê wan yê yek kiteyî, ne ji koma Hînd-Ewrûpa, Fîn-Uygur yan jî Ural-Altay e. Li derdora çemên Dicle û Feratê bajarên Uruk, Kîş, Erîdû, Şuruppak, Lagaş û Nîppûr ava kirin.
Sûmerîyan ber bi 3000î ve nivîs dîtin. Nivîsa bi resm her ku çû veguherî nivîsa mîxî. Herîya ritam (balçik) ya ber çeman wek qetên nan hat ziwakirin (dupşar) û bi qamîşan li ser wan hat nivîsîn. Piştî nivîsê, ev tablet yan li ber tavê yan jî di tenûran de hatin hişkkirin. Di bin banê perestgehan de dibistanên nivîsê vebûn û zarokên giregiran, li van dibistanan xwendin. Nivîs bi destê Fenîkeyîyan ji Yûnanê li hemî rojavayê cîhanê belav bû.
Piştî Sûmerîyan berya mîladê di navbera 2334–2154ê de împeretorîya Akkadîyan li mezopotamya hukim kir. Piştî wê Gutîyan dewleta Akkadîyan ruxand û derdora sed salî li herêmê hukim kirin. Piştî Gutîyan, Asûrîyan berya mîladê di navbera 2025-612ê de bûn desthilatdar. Mezopotamyaya navîn li jor welatê Sûmerîyan bû û wek Sûbarû dihat zanîn. Piştre wek Asûr deng da. Asûrî ji Samîyan bûn û bi Akadî diaxivîn. Berya mîladê ber bi 2000î ve, Akadîya başûr wek Babîlî, ya bakur wek Asûrî dabeş bû.
Di sala 1839an de Henry Layardê Ingilîz li girikên nêzîkî Mûsilê dest bi kolanan kir. Ev der bajarê Nemrûd û paytextê Asûrîyan Nînewa bû. Di sala 1942yan de Paul Emîle Bottayê Frensî kolanên nû da destpêkirin. Nêzîkî Nînewa li girikê Horsabadê gelek peyker derketin û li Ewrûpa yekem mûzexaneya Asûrîyan li Louvreyê vebû. Layard jî di sala 1852yan de li perestgeheke Asûrbanîpal dabû çêkirin gelek tablet dîtin. 75 hezar tabletên Layard û Rassam dîtin, li British Museumê pirtûkxaneya Asûrbanîpal pêk anîn.
Berya jevderxistina van tabletan, lêkolînerên rojavayî ji nivîstekên Behîstûnê zimanên Zend-Avesta, Elamî û Akadî keşf kirin û xwendin. Piştî di sala 1857an de Akadî hat xwendin, di sala 1872yan de George Smîth ji tabletên Brîtîsh Museumê yên bajarê Nîppurê destana tofanê xwend. Destana Gilgamiş “vegotina Nînewa” bi vî awayî ji tabletan hat keşfkirin.
Gilgamiş, keyayê bajarê Urukê ye. Dayika wî xwedawenda bi navê Nînsûn, bavê wî şeytanê bi navê Lîlla ye. Lewma nîv-xweda, nîv-mirov e. Li gor tabletan, 1200 salî Lugalbanda, 100 salî Dumuzî, 126 salan Gilgamiş, 30 salî jî Ur-Nungal li Urukê hukim kiriye.
Destana Gilgamiş ya Sûmerîyan berya mîladê di 2000î de derbasî Akadî bû. Berya mîladê di sala 1200î de hozanekî Urukî yê bi navê Sîn-Lekke-Unnînnî, destan ji nû ve berhev kir, bi wezna erûzê behra recezê nivîsî. Destan bi vê risteyê dest pê dike:
“Ew ku her tişt dît, dixwazim wî bi welat bidim nasandin
ew ku her der nas kir, her tişt fêr bû
li her derê hemî veşarî eşkere kirin
ew zanayê zanayan, têgihîştîyê her tiştî.
Tiştên veşartî dîtin û veguhestin
Agahîyeke ji tofanê kevintir gihand me.”
Li gor tabletan, Gilgamişê kurê Lugalbanda û çêleka pîroz Nînsûn, keya û şivanê Urukê gelek karên serkeftî dike, di çîyayan de rêyan vedike, bîran çêdike. Ji sisêyan diduyê wî ji goştê xwedayan, yekê wî ji goştê mirovan e. Leheng û şervanekî navdar e. Lê her jinê ji xwe re dixwaze. Kuran ji bavê wan re nahêle. Her kes ji tirsa wî diricife û gilîyê wî li xwedawend Anû dikin. Anû, gazî xwedawenda mezin Arûrû dike û dibêje “te Gilgamiş çêkir, niha hemtayeke wî çêke ku tim bihevkevin, Uruk rihetîyê bibîne”. Arûrû, Enkîdû diafirîne. Gewdê wî bi pirç, porê wî wek yê jinan. Mirov nedîtibûn. Bi xezalan re diçêrîya. Bi kerîyê heywanan re dadiket ser kanîyan. Nêçîrvanek wî dibîne û gelek ditirse. Tê, Gilgamiş ji vê rewşê agahdar dike. Gilgamiş dibêje jê re jineke şox bibin, dema jinê bibîne tebat nake, kerî wê wî biterikîne. Jin diçe li ber kanîyekê lê rast tê. Şeş şev û heft rojan bi hev şad dibin. Piştî wê, kerîyê wî jê direve. Weke berê nikare baz bide. Hêza laşê wî qels dibe. Jin jê re wiha dibêje: “Tu çima bi heywanan re li van warên bêkes digerî? Were te bibim Urukê”. Enkîdû dibêje “Em herin. Bila alem bizane ka ez bihêz im an Gilgamiş. Dixwazim pê re şer bikim û wiha qîr bikim li meydana Urukê: Ez im yê herî hêzdar”. Bi vî awayî Enkîdû tê bajêr. Bi Gilgamiş re şer dike. Lê zora hev nabin. Dibin heval. Wî fêrî xwarina nan, vexwarina şerabê û serşûştinê dikin. Gewdê xwe yê bi pirç dişo û zeytê li xwe dike, xwe bi cilûbergan dixemilîne. Bi vî awayî serpêhatîyên Gilgamiş û Enkîdû dest pê dikin.
Di vê destanê de çîroka Gilgamiş û Humbaba (Huwawa) me bi xiyanetekê re rûbirû dike: Xiyaneta Enkîdû. Helbet di destanê de wek xiyanet nayê pênasekirin. Lê ji hûrgilîyên vegotinan dîyar e Enkîdû xayintî bi qewmê xwe re kirîye.
Li gor çîrokê, Gilgamiş ligel Enkîdû ji bo darên sedrê bîne diçe çîyayên Zagrosê. Daristana sedrê ji alîyê dêwekî “Arasteyê heft çirûskan” ve tê parastin. Huwawa ji nesla xwedayan e û kes nikare li ber çirûskên wî çavê xwe veke. Ew dêwekî nîv-mirov, nîv-xweda ye. Li gor tabletan, Gilgamiş wiha behsa Humbaba û daristana sedrê dike: “Dixwazim ew ê navdar bibînim / Ew ê navê wî li her welatî pir tê bîranîn”. Em ji tabletên Sûmerîyan bixwînin:
“Li daristanê Humbabayê dêw dijî
Were bi te re em biçin wî ji holê rakin
Welat ji xirabîya wî xilas kin
Biçin darên sedrê jêkin
Enkîdû devê xwe vekir, xeber da:
Ji Gilgamiş re got:
“Dizanim ez, bira, dema kovîtîyê
Fêr bûm wexta bi kerîyê xwe re digerîyam
Derdora daristanê du caran şêst qonax e
Kî dikare bikeve navê?
Weke heytehola tofanê ye
Qêrîna Humbaba
Li cem devê wî agir ne tu tişt e
Henaseya Humbaba ji mirinê xirabtir e
Tu çima xwe tevlî karekî wisa dikî
Çima radibî dînîtîyeke wisa
Yê berê xwe bide vî şerî
Xwe li hemberî Humbaba dibîne.”
Li gor agahîyên Enkîdû dide, bi pêşnîyaza xwedayê hêzên sirûştê Adad, xwedayê bablîsokê Vêr daristana sedrê diparêzê ku nobedarê wê Humbaba ye. Enlîl bi heft birûskan ew arastîye.
Di tabletên çîroka Gilgamiş û Huwawa de, dema Gilgamiş dixwaze biçe ser çîyê, Enkîdû wiha jê re dibêje: “Keyayê min, heger tu îro derkevî çîyê, divê tu pêşkêşî xwedawendê rojê Ûtû bikî… Çîya di îradeya xwedawendê rojê Ûtû de ye”.
Di tableta pêncan de Gilgamiş û Enkîdû tên ber çîyayê sedrê û perestgeha Îştar (Îrnînî) dibînin. Dema Gilgamiş û Huwawa têne hemberî hev em fêr dibin ku Enkîdû yek ji qewmê Huwawa ye û Huwawa wî bi xayîntîyê sûcdar dike. Di tabletan de wiha derbas dibe:
“Hey Enkîdû, dola masîyan ku bavê xwe nizane!
Yê weke kûsîyan şîrê dayikê nemêtîye!
Di nûciwanîya tê de çavê min li ser te bû
Bi taybet nêzîkî te nedibûm
Niha te bigrim û bikujim wê dilê min rihet be
Lewra te Gilgamiş anî vêderê
Ew dijmin e, bîyanîyekî çavsor e.”
Li gor tabletên çîroka Gilgamiş û Huwawa, Gilgamiş ji Huwawa re dibêje min xwişka xwe anî ku em bibin xizmên hev. Û gelek tiştên din. Mebesta xwe ya şer eşkere nake. Huwawa jî hêzên xwe pê re parvedike. Lê Gilgamiş bi dek û hîleyan wî dixe xefikê. Dema Huwawa girêdidin wiha dibêje “Te derew kir, ez xapandim. Te soz dabû!”.
Di encamê de Gilgamiş û artêşa wî heft daran jê dikin, lîstikekê li serê Humbaba digerînin û serê wî jêdikin. Xwedawend Enlîl ji vê yekê aciz dibe. Enlîl “Heft çirûskan” li heft hebûnên wek “çem, çîya, şêr…” belav dike.
Çîyayên Zagrosê, xwedawendê rojê û heft çirûsk Kurdan bibîr tînin. Mirov dikare vî qismê destanê bi Kurdan ve girêde. Û xiyaneta Enkîdû! Ji bo rê li ber zordestîya Gilgamiş bigre hatibû şandin. Lê xwe jibîr kir. Ji rê derket. Pêşî bi jina şox xapîya. Piştre bû hevalê Gilgamiş. Rêya çîyê nîşanî wî da, derîyên çîyê jê re vekirin. Welatê rojê têk çû. Hey Enkîdû! Dola masîyan!
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 964 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | http://thehallkurdi.com/ - 10-09-2023
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-04-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 84%
84%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 964 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.11 çirke!