=KTML_Bold=Fîlmekî Li Ser Komkujîya Helepçe yê: Textê Reş=KTML_End=
Rûmet Med
Fîlmê duyem ê derhênera navdar û xelatgirtî ya Îranê Samira Makhmalbafê yê “Textê Reş” (Takhté Siah/Blackboards) di sala 2000 î de bi zaravayê Soranî yê Kurdî ketibû vîzyonê û qala dema Komkujîya Helepçeyê dikir. Herikîna hin sehneyên fîlmê bi nêrin û teknîka belgefîlman hatine kêşandin
Min, fîlmê Textê Reş cara yekem nêzîkî 15 sal berê temaşe kiribû, piştî vê jî min gelek caran lê temaşe kir. Him ji hêla çîrok, him jî ji hêla afirandina atmosferê fîlmekî girîng û balkêş e ku heta niha di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman de derket pêşberî temaşevanên sînemayê û ji festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî Cannes, AFI Fest û Buenos Airesê xelat girtin. Fîlm, di heman demê de yek ji fîlmên herî girîng ên perwerdehîyê ye û li dibistanan weke mînakek girîng a fîlmê perwerdehîyê tê temaşekirin.
Textê Reş, ji aliyê derhênera navdar Samira Makhmalbaf ve hatibû kêşandin û li ser dema Komkujiya Helepçeyê disekine, rewşên derûnî yên mirovên herêmê yên wê demê, jiyanên kolberan û têkoşîna dijwar a debarê dike. Di herikîna fîlmê de mamosteyên ciwan ên kurd, xuya ye ku hêj nû zanîngehê xelas kirine û bi armanca perwerdehîyê diçin gundan. Mamoste dixwazin ku xelkê herêmê, bi taybetî jî zarokên herêmê hînî xwendin û nivîsînê bikin ku ji ber vê yekê bi textên xwe yê reş ve derdikevin rêwîtiyeke zehmet û dirêj. Mamosteyên ciwan textên xwe girêdidin piştên xwe, bi nanzikî jî bibe dest bi mamostetîyê dikin. Mamoste ji bo xwestek û hêvîya perwerdehîyê gund bi gund li sînorên herêma welêt digerin. Daxwaza wan perwerdehî, hînkirina xwendin û nivîsandinê ne.
Zarok û mezinên herêmê kolberî dikin û ji ber şerr û mercên jiyanê, ji bo debarên xwe derbasî pişt têlên sînoran dibin, ji wir xwarin û hin tiştên din ên pêwîst tînin. Kolber di jiyaneke dijwar de jiyanên xwe didomînin û pirî caran li sînor jiyanên xwe ji dest didin an birîndar dibin. Li gorî nûçeyên çapemenîyê, heta niha bêhejmar kolber di rêyên têlên sînoran de jiyanên xwe ji dest dane.
Mamoste jî wekî xelkên vê herêmê di nava jiyaneke xizan û dijwar de jiyanên xwe berdewam dikin. Di fîlmê de, hewl, lêgerîn û gerên mamosteyên ciwan cî bi cî nagihîjin armanca xwe, ji ber ku zarok kolberîyê dikin jî wekî wan li ser debarên xwe difikirin û bi endîşeyên rojanî ve dijîn. Mamoste di fîlmê de dor bi dor rastî li çîrokên bandorker û rastîn ên jiyanê tên.
Senaryoya fîlmê Textê Reşê li ser çîrokên du mamosteyên ciwan ên kurd hatiye honandin û bi çîrokên wan diherike. Her mamoste diçin deverekî din, bi vê yekê dixwazin ji xwe re xwendekarên nû bibînin û ders bidin wan. Du mamosteyên sereke yên fîlmê, di rê de şahîdê gelek êş û janên birînan dibin; endîşe û rewşên giyanî yên mirovan di rûyên wan de xwe dide der, derhêner Makhmalbaf atmostera wê demê bi awayekî serkeftî û jidil veguhestiye. Çîroka “Textê Reş” jî di Sînemaya Kurdî de wekî fîlmê Nizamettin Ariçî yê “Klamek Ji Bo Beko” (1992), fîlmên Behmen Qubadî yên “Kusî Jî Dikarin Bifirin” (2004) û “Dema Hespên Serxweş” (2002), fîlmê Jano Rosebîanî yê “Jiyan” (2002), fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014), fîlmê Hiner Saleemî yê “Warê Min ê Îsota Şerîn” (2016) li ser mijarên neteweyî, zayendî û çînî disekine, mirov dikare di Sînemaya Kurdî de gelek mînakên fîlman ên din jî bide.
Derhênerê navdar û xelatgirtî yê kurd Behmen Qubadî jî bi rola mamoste di fîlmê de cih girtiye. Mamosteyê yekem ê fîlmê, di rêya koçî de rastî li komeke koçber ên qelebalixê tê ku dixwazin bigihîjin herêma Helepeçeyê û rewşa herêmê bibînin. Lê diyar e ku koçberên qelebalix riya xwe wenda kirine, mamoste bi textê xwe yê reş nêzî cem wan dibe û ji bo hînkirina xwendin û nivîsandinê dipirse lê nabersivînin. Ji rûyên hemû kesên koma koçberan şayîş û dilnerehetî xwe dide der. Mamoste ji rûyên wan fam dike ku tiştek qewimîye, demekê bi wan re dimeşe û rastî çend teqînan tên. Piştî demekê koçberek ji mamoste dipirse û dibêje ger tu bikarî me bigihîne herêmê, em ê çend gûzên xwe didin te û ew jî teklîfên wan dipejirîne ji ber ku di rê de birçî maye. Mamosteyê ciwan di nava koçberan de kalekî nexweş dibîne ji halê wî diyar e ku rewşa wî giran e. Mamoste di rê de ji kalekî din dibihîse ku kalê nexweş ji bo keça xwe ya Halelehê tu qelen naxwaze, piştî demekê hin kalên koçber ên qelebalixê bi bergîdana textê reş ê mamoste, wan dide zewicandin. Mamosteya ciwan ligel koçberan heta bajarê Helepçeyê diçe, dema ku digihîjin li herêmê tu kes bawer nakin ku ew der Helepçe ye. Herêm wekî berê nemaye û hatiye hilweşandin.
Mamosteyê duyem, di rêya dirêj û zehmet de rastî li zarokên kolber tê û dixwaze wan hînî xwendin û nivîsînê bike. Lê heman dilnerehetî û şayîş ên koçberan, ji rûyên wan diyar dibe ku ew jî mîna mamosteyê ciwan ji ber derdê debarê ketine rêwîtiyeke dijwar. Ji navbera zarokan bi tenê zarokek dixwaze hînî xwendin û nivîsandinê bibe. Zarokên kolber û mamoste di rê de rastî gelek zext û dijwarîyan tên û di dawîya fîlm de hemû kes têne kuştin.
Sînemager Samira Makhmalbaf di heman demê de keça derhênerê navdar ê Îranê Mohsen Makhmalbafî û lîstikvana sînemayê ya Îranê Fatemeh Meshkînî ye. Derhêner û senarîst Samira Makhmalbaf yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “The Apple” (1998) di 17 saliya xwe de kêşandiye û bi vê fîlmê xwe ji bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Juriyê girt. Makhmalbaf, di fîlmê Mohsen Makhmalbafî yê “Bicycleran” (1987) de weke lîstikvan cîh girtibû. Fîlmên Samira Makhmalbaf, di bernameyên gelek festîvalên fîlman de derketin pêşberî temaşevanên sînemayê û heta niha ji Festîvala Fîlman a Cannesê, xelatên Juriyê û Ekumenîkê, ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Îngîlîz (British Film Institute) ve xelata Sutherland Trophy girtin.
Fîlmên din ên di sînematografîya Samira Makhmalbafê de cih digirin: “At Five in The Afternoon” (2003), “Asbe Du-pa” (2008), “Sempember 11 / 11.09.01 (Ligel 11 derhêneran kişandine, 2002).
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
https://en.wikipedia.org/wiki/Samira_Makhmalbaf
https://www.imdb.com/name/nm0538533
Rûmet Med
Sînemazan-Stenbol
[1]