=KTML_Bold=Danasîna Romana #Bêhna Dara Sincê# ya#Dilawer Zeraq#=KTML_End=
Faîk Ocal
Dilawer Zeraq romana Bêhna Dara Sincê li ser koka dara sincê ava kiriye. Dara sincê bi her alî ve estetîze kiriye. Di bin dara sincê de du zarok rûniştine. Navê wan zarokan Cindî û Xelas e (Rûstem). Herdu zarok her tiştî ji hev re dibêjin. Dara sincê li ser rastiya mirovî geş dibe, lewre herdu zarok dilsoz in, hevalbend in. Cindî tirsa xwe, Rûstem jî êşa xwe berê koka dara sincê dide.
Di destpêka romanê de yê ku “ji çokan ketibû” Rûstem bû, di dawiya romanê de jî yê “li ser çokan rabû ser xwe” dîsa Rûstem e. Di navberê de çîroka Cindî û Rûstem diherike. Xwîner meraq dikin? Cindî û Rûstem kî ne? Çîrokên wan çawa tevlî hev dibin? Bi rastî jî rêzdar Dilawer Zeraq karekî bi hostatî kiriye. Lewre roman ji sê beşên sereke pêk tê. Di beşa xwenasînê de çar beşên din hene. Cindî û Rûstem (Xelas) bi dorê çîrokên xwe vedibêjin. Di beşa hevnasînê de neh beş hene. Vebêjer Cindî ye, ew çîroka xwe vedibêje. Di beşa xwezanînê de panzdeh beş hene. Vebêjer Rûstem e, Rûstem çîroka xwe vedibêje.
Di beşa yekemîn de (xwenasîn) du cure zarok pêrgî hev tên: Yên zengîn (Cindî û Sadî) û yên feqîr (Xelas-Rûstem). Em bi çîroka Cindî re zarokên ku di eynî taxê de bûne du alî nas dikin. Di beşa diduyan de (hevnasîn) vebêjer Cindî ye. Cindî him behsa jiyana qawişê dike him jî behsa zarokatiya xwe dike. Di beşa seyemîn de (xwezanîn) vebêjer Rûstem e. Rûstem behsa jiyana xwe ya zor û dijwar, jiyana gerîlatiyê dike. Di destpêkê de çîrokên Cindî û Rûstem ji hev cuda xuya dikin, lê paşê di eynî qawişê de hevdu dinasin, behsa zarokatiya xwe dikin.
Bêhna Dara Sincê romaneke bi peyamekê hatiye nivîsandin. Peyama romanê di romanê de wisa tê rave kirin: “Nebî nebî tu hundirê xwe, dilê xwe ji bîr bikî! Heke te ji bîr kir, hingê dê dara sincê ji te bixeyide…” (Rûpel; 180).
Mijara romanê xwenasîn e, xwezanîn e. Ji bo wê jî rêzdar Dilawer Zeraq zanînên psîkolojiyê baş bikar anîne. Bêhna Dara Sincê, romaneke hişyarkirinê ye. Em dikarin ji romanê re bibêjin romana perwerdehiyê.
Romannûs têgehên balkêş bikar anîne. Mînak: Tirsa xav, hêza derbxwarî, hêza nerm, dirûvgirtina kesayetiyê, cureyên kesayetiyan, kakilê mirovbûnê hwd.
Ji perwerdeya psîkolojîk çend mînak: “Her bîranîna zarokatîyê heqîqeteke hebûnîyê ye jî.” (Rûpel; 116).
“Alîyê qels ê tirsê, hezkirin e.” (Rûpel; 127).
Romannûs romaneke polîtîk nivîsiye lê qet angajeyî siyaset/rêxistinekê nebûye. Serbest fikiriye, azad afirandiye.
Romannûs dixwaze em xwîner, xwe bibînin. Ji bo wê jî rê û rêbaz, metod û dirûv daye ber me. Di hundirê her mirovî de dareke sincê heye. Yên wêrek û dilsoz dikarin dara sincê ya di hundirê xwe de bibînin. Di romanê de du serleheng hene: Cindî û Rûstem. Em xwîner çîrok û rastiya herduyan jî dibînin? Belê, dibînin. Ew jî serkeftina rêzdar Dilawer Zeraq e.
Bêhna Dara Sincê
Dîlawer Zeraq
Weşanên Lîsê
246 rûpel
Diyarbakır, 2018
[1]