Navê pirtûkê: Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasik
Navê nivîskar: Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Nûbihar
Sala çapê: Çapa Sêyem 2015
PESGOTIN
debiyata Kurdi ya klasik edebiyateke nivîskî ye û di serde- Ema Islamé de di bin bandera unsurên dini, Erebi, Farisi û çanda franê de li gorî hinek rêzikan derketiye meydané. Ev edebiyat, zanistên binbeş ên weki tarixa edebiyaté, kêşa erüzê. serwa (qafiye), passerwa (redif), teşeyên nezmě (şiklên nez- me), rewanbêji (belaxet), ciwankari (hunerên edebi), cureyên edebi, şiroveya metnan û edebiyata berawirdkari (edebiyata muqayeseyi) di xwe de dicivîne ku ji van zanistan bi taybe- ti tarixa edebiyatê ji aliyê giringiyê ve zêdetir derdikeve pêş. Tarixa edebiyatê li ser metnên edebi û niviskarên wan ên ku di pêvajoya tarixê de derketine meydané radiweste. Di lêkolînên edebiyatê de ev metnên edebi materyalên sereke ne û zanistên di yên navborî ji bo têgihiştina van metnan arikar in. Eger met- nên edebi tinebin imkana tetbiqa zanistén teorik namîne. Ji ber vê yekê ji di nav binbeşên edebiyata klasik de ya heri giring zanista tarixa edebiyatê ye.[1]