Navê pirtûkê: Baqek ji Folklora Berîya Mêrdînê
Navê nivîskar: #Mistefa Aslan#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2019-08-15
Hijmara Rûpel: 144
Baqek ji Folklora Berîya Mêrdînê
Herêma Mêrdînê yek ji kana zengîn a folklora kurdan e. Di vê pirtûkê da, gelek pêkenok, çîrok, serpêhatî û fablên Berîya Mêrdînê hene. Ev hêmanên zargotinê, gelek jê li ser zaran, li odeyan bûne mêvan û heta roja me hatine. Mele diçê ser mûlidê Yekî gundî ba dikê melê dibê: “Seyda îşev were ser mûlida me.” Mele zarokê xwe tev de didê dû xwe û diçê. Yê gundî li devê derî dibînê go mele zarokê xwe tev de anîne. Jê re dibê: “Mele mi go tu wer ser mûlidê, mi nego zarokê xwe jî werê.” Mele dibê: “Xwedê mala te ava bike, ez sale weqat wa xwedî dikim, ma go tu şîvikê bidê wa, wê dinya xera bibê!?”.[1]