Navê pirtûkê: Payîzxêr Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk
Navê nivîskar: Sadiq Ûskan
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2017-02-02
Hijmara Rûpel: 137
Payîzxêr Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk
Ev xebat, li ser salnameya Kurmancî hatîye kirin, wextê mirov gava xwe ji şêmûka vê xebatê diavêje hundir, mirov rastî jîyana Kurdan a şivantî û cotkarîyê tê. Mirov dibîne bê Kurd çawa xebitîne, çawa li demê miqate bûne; salnameya wan û kar û barê wan û jîyana wan çawa li hev fesilîye. Ev xebat, li gorî derdora herêma Mêrdînê hatîye kirin û vê xebatê ji gelek alîyan va pişta xwe daye çavkanîyên berî xwe.[1]