Nav:Ebdilqadir Silêman
Dîroka jidayîkbûnê: 1961
Dîroka koçkirinê: 04-09-2023
Cihê jidayîkbûnê: Qamişlo
Cihê koçkirinê: Dihok
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Hunermendê kurd yê gelêrî ebdilqadir Silêman, ew yek ji strabêjên navdar a bajarê Qamişloya ser bi Rojavayê Kurdistanê ye. Gelek strabêjên kurd stranên wî bi dengê xwe gotine ku yek ji wan hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer e. Ew di sala 1961'ê de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.
Ew di nav malbeteke hunermed de mezin bûye û gelekî bi wan bandor bûye, ji her hingê dengê wî li tevahiya welêt belav bûye û gelekî xizmetî çand û hunera kurdî kiriye.
Ew beşdarî gelek dawet û şahiyên bajarê Qamişlo bûye, ku tu şahî yan dawet bêyî wî nedibûn, wî bi awaz û dengê xwe dîlana keç û xortan geş dikir. Behremendî, strabêjî û rêwîtiya wî ya bi hunerê re ji sala 1969'an de dest pê kir. Di nav şert û mercên zehmet û ruxmî zext û zorên dewletê wî tu carî dev ji stranên xwe yên neteweyî û gelêrî ber nedida û her stran di dawet û şahiyan de digot. Ji ber van sedeman ew gelek caran ji aliyê dewletê ve tevî kelûpelên wî yên hunerê dihat binçavkirin.
Ew piştî sala 2011'an gava ku şerê li sûriyayê dest pê kir, wî berê xwe da Başûrê Kurdistanê û koçî bajarê Dihokê kir.
Ebdilqadir Silêman van çend salên dawiyê ku li Kampa Domîz a bajarê Dihokê ya li Başûrê Kudistanê dima, piştî demeke dirêj ya rûbirûbûyîna nexweşiya celtayê re ku canê wî felc bûbû di dîroka 04-09-2023'an koça xwe ya dawî dike û li goristana Şaxikê ya dihokê tê veşartin.
Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi War Tv re
[1][2]