Nav: Ehmed Mele Husên
Dîroka jidayîkbûnê: 1969
Dîroka koçkirinê: 24-08-2023
Cihê jidayîkbûnê: Dêrik
Cihê koçkirinê: Dêrik
=KTML_Bold=Jîname: Kurtejiyana welatparêzê kurd Ehmed Mele Husên=KTML_End=
Mamoste û welatparêzê Kurd Ehmed Mele Husên di dîroka 1969'an de li bajarê Girkê Legê ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew bi xwe kurê kesayetekî civakî û oldar Mele Husên Yûsiv e ku wî yekemîn mizgeft li Girê Legê ava kiriye.
Ehmed Mele Husên bavê şehîd Rênas e ku di dîroka 27-04-2022'an de li herêma medyayî li çiyayê kurdistanê şehîd ketiye. Wî qonaxa seretayî li dibistana Girgê Lekê xwendiye û dibistan navîn û amadehî li dibistana Rimêlanê ya Emaliyê xwendiye. Ji Peymangeha Perwerdeyê ya Mamosteyan a bajarê Hesekê derçûye. Di warê hîndekariyê de xebitiye û li gundê Salhiya yê gundewarên Girê Lekê wekî wekîl bûye mamoste. Piştre wekî mamosteyê sabit li gundê (Kin Kilo) ya gundewarê bajarê Dêrikê hate erkdarkirin.
Mamoste Ehmed welatparêzekî hêja û mamoste ye ku şopa fikir û ramanên wî yên paqij xwe di nava qala perwerdehiyê ya li herêmê dida der û ji dibistana ku lê perwerde dida, ronahiya fikir û zanistê jê dida der. ji bin destên wî bi sedan xwendekarên ji Girê Lekê gelek kesên zana û têgihîştî derketin û karibû xwe di her qada civakî tekez bikin.
Ji bilî karê wî yê mamostetiyê di warê bazirganî û pîşesaziyê de yek ji pîşesazên serkeftî bû ku sazgeheke bi navê (Pêşangeha Ehmed ya Hesin) ava kir ji bo ku bazirganiya hemû cureyên madeyên hesin û avahîsaziyê ava bike û di karê xwe de samîmî bû. Di warê dabînkirina endezyar û karkeran û tevî peydakirina madeyên avahîsaziyê de xwedî baweriyeke mezin bû ku ji salên nodî ve beşdarî jinûveavakirina Girkê Legê bûye.
Çavkanî: Kurdîpêdiya - wergera ji zimanê erebî[1]