=KTML_Bold=ÊZDATÎ, ŞIVAN Û AWIREK=KTML_End=
#Mahabad Felat#
Hemû ol û bawerî xwedî rêzik û rêbazên bingehîn in. Di hema bêje hemû olan de ev rêzik û rêbaz bi giranî li gor armanca derdorekê reng û teşe digirin û ew derdor her di nav hewldanan de ne ku van rê û rêbazan li ser civaka xwe û eger karibin li ser civakên din jî ferz bikin. Cudahiya ola êzdîtiyê ev e ku ew rêzik û rêbaz bi giranî li gor armanc, pêdivî û şêwaza jiyana civakî teşe girtine û felsefeya xwe ya jiyanî afirandine. Ango ne rê û rêbazên li ser civakê têne ferzkirin in, lê rê û rêbazên ji nav jiyana civakî derketî û teşegirtî ne. Rîtuel, çand, kevneşopî, rêzik û rêbazên bingehîn li ser vê bingehê şîn bûne û ev hemî bi hev re bûne kodên civaka êzdî. Tişta beriya îslamiyetê hemû civaka kurd û piştî îslamiyetê jî civaka kurdên êzdî parastiye jî ev kod in û tişta herî zêde dibe armanca her cure êrîşên dijmin û xêrnexwazan jî, dîsa ev kod in. Êrîşên li dijî van kodan, ji hemû êrîşên fîzîkî girantir û metirsîdartir in. Ev êrîşên li dijî baweri û şêwaza jiyana civaka êzdî, di tu demên dîrokê de ranewestiyane û ev êrîş îroj jî, bi gelek şêwaz, lîstk û komployan didomin. Divê bê zanîn ku ev êrîş hemî jî, ji aliyê Eniya Sunî ve tên organizekirin, fînansekirin û birêvebirin. Loma ku, ev kes û derdorên derbarê şêwaza jiyana êzdayetiyê de mafê axaftinê di xwe de dibînin û van kodên civaka êzdî ku civaka êzdî parastine û heya roja me anîne dikin mijara nîqaşê, an bi zanebûn, an bi nezanî di xizmeta vê Eniya Sunî de ne. Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk a dagirker, yek ji rêvebira vê Eniyê ye û armanc, di kesayetiya civaka êzdî de, jiholêrakirina kodên kurdayetiyê ye. An na, li hemû cîhanê hejmara êzdiyan li biniya milyonekê ye. Lê ya grîng ne hejmara êzdiyan, lê felsefeya jiyana êzdayetiyê ye û ya dibe armanc û dixwaze ji holê bê rakirin jî ev e û ev weke tê zanîn daxwaza herî sereke ya dewleta tirk e. Lewre heya giyana kurdayetiyê di yek ferdekî kurd de jî bimîne, xweşî û başî ji tirkan re û ji hemû musulmanan re jî nîne. Lewre ew dizên çîroka me û pêre jî ya jiyana me ne û naxwazin diziya wan aşkere bibe. Lewre aşkerebûn, tunebûn e ji bo wan. Loma jî, kesên derbarê mijarê de dixwazin gotinekê bikin, eger ne niyetxirab bin, divê sed caran biramin ka gotina wan dê bikeve xizmeta çi û kê.
Pir aşkere ye ku gotinên #Şivan Perwer# ne di xizmeta berjewendiyên civaka êzdî û bi giştî ne di xizmeta civaka kurd de ye, lê dijberî wê, gotinên Şivan lîstina bi kodên êzdatiyê ye. Şivan vê kambaxiyê di bin navê kurdayetiyê û hezkirinê(!) de dike. Dibêje ”divê em ji hev hez bikin” û hezkirinê jî bi zewacê ve girê dide. Ev hişmendiya Şivan ji navê berjor naçe, lewre herkes bi qasî xwe ye! Mijara zewacê ji nav civaka êzdî bê derxistin û zewaca bi kesên ne êzdî re bê serbestkirin, tu tiştekî li ser navê êzdatiyê, şêwaza jiyana êzdatiyê û kodên êzdatiyê li holê namîne û ev ne wekî bombekirin û kuştina deqên civaka êzdî ye jî, ev jê pir xerabtir e, ji kokê hilkirin, ji holê rakirin e, tişta divê bê zanîn û li ser bê rawestan jî ev e.
Ev mijar çima wekî erkek e ji bo Şivan Perwer, hêjayî lêkolînê ye. Çima Şivan bi îsrar li ser vê mijara diaxive? Li gel hemû bertek û nerazîbûnan jî dev ji vê rika xwe bernade? Hêjayî lêkolîneke berfireh e, lewre ez ne bawer im ev rik bê bingeh be.
Tiştekî din û ji bo min grîng jî ji axaftina dawî ya Şivan ku ji êzdiyan re dibêje ”Em in xwediyên we, bêyî me hûn ne tu tişt in”. Ev gotin bi serê xwe êrîşek e. Êrîşa kesayetiya êzdatiyê ye, piçûkxistin e. Rastî, dijberî vê gotina Şivan e. Lewre bêyî kodên di giyana êzdayetiyê de heya roja me hatine parastin, tu kurdek jî wekî kurd nikare bimîne û nikare bibe tiştekî din jî, tenê dikare bibe kopîyekî xerab ê dijmin û dagirkerên xwe. Hişmendiya ”em xwediyên we ne” hişmendiya desthilatdariyê ye. Kesên xwedî vê hişmendiyê xwedî giyan û derûniyeke nexweş in. Şivan bi vê gotinê, vê derûniya xwe û vê kesayetiya xwe ya nexweş daye der, ne tu tiştekî din e.
Êzdatiya resen ne paşverûtî, lê pêşverûtî û rûyê ronahî ya hemû mirovahiyê ye. Lewre di êzdatiyê de jin xwedî rûmeta bilind û rolên mezin in. Kuştin heram e. Çend mînakên ku Şivan kiriye benîşt di devê xwe de jî nikarin vê rastiyê biguherin. Li şûna du sê mînakan, bila Şivan bala xwe bide welat û civakên musulman ku rojê bi dehan jin têne kuştin û jin ji bo wan ji her cure bikaranîna mêran re bi tenê amûrek in, ne tu tiştekî din in.
Mafê tu kesekî û bi taybet mafê kurdekî ku ne êzdî ye tune jiyan û pîvanên êzdayetiyê nîqaş bike û bike benîştê devê xwe, ev bi gotina herî sivik, bêrêzî ye.
Eger hûn dixwazin başiyek bikin û bibine kurdekî baş, li xwe, li rasitya xwe vegerin ku di nav kodên jiyana êzdayetiyê de veşarî ne.
Her tişt diçe ser rastiya xwe. Tişta li dijî rastiya xwe li ber xwe dide, mahkûmê tunebûnê ye, ev çerxa jiyanê ye. [1]