=KTML_Bold=Şerê man û nemanê=KTML_End=
#Mahabad Felat#
Dîroka mirovahiyê bi giranî dîroka dagirkerî, talan, kuştin û barbariyan û berxwedana li dijî van barbariyan e. Ango dîroka mirovahiyê dîroka man û nemanê bûye timî.
Di hemû şerên bi armanca dagirkeriyê de, hin bajarên navend û ji ber sedemên cuda grîng, timî armancên yekem ên şûr û tîrên êrîşkaran bûne. Gelek bajar gelek caran xerab bûne û ji nû ve ava bûne. Gelek bajar gelek caran dest guherandine û di her destguherandinekê de bajar bûne kavil û şêniyên bajêr bûne bedêla herî giran a van şeran. Gelek bajar, gelek caran nav guherandine û bi her carî re reng û rûçik jî guheriye. Talan, destdirêjî, komkujî û her cure êşkence û hovîtî bûne rêbaza herî sereke ya dagirkeran.
Sophanene, Tigranokerta, Martîropolîs, Justîniyanpolîs, Meya Farqîn, Farqîn, Sîlvan an jî bi navê herî kevnare Zilîvan-Silîvan. Artûkî, Bîzansî, Moxol, Selçûqî, Eyûbî, Merwanî û Osmaniyan li bajar û herêmê serdestiyê kirine.
Amed, Amîd, Amîda, Ameda, Dîyarbakir jî her wisa, ji aliyê gelek hêzên dagirker ve hatiye dagirkirin û ji hemuyan şopek maye li bajêr.
Îlya ango Qudus, cara yekem B.Z. di sedsala 16an de ji aliyê fîrewnan ve hatiye dagirkirin. Piştre ketiye destê Romayiyan, Farisan, Ereban, Emewiyan, Ebasiyan, Fatimiyan, Karmatiyan, Selçûkiyan, Xaçparêzan, Moxolan, Memlûkiyan û Osmaniyan.
Konstantinopolis, Istanbul; yek ji bajarên herî kevnare ye. Ji Împaratoriya Roma, ya Bîzans, ya Latîn û herî dawî ya Osmaniyan re paytextiyê kiriye. Îstanbûl di sala 1453yan de, di 53 rojan de ji aliyê Osmaniyan ve hatiye dagirkirin.
Paris; yek ji kevintirîn bajaran e. Bi qasî tê zanîn, ji 40 hezar salî û vir ve mirov bi awayekê li wê derdorê jiyane. Cara yekem B.Z. di sala 52an de ji aliyê Romayiyan ve tê dagirkirin. Cara dawî jî di Şerê CÎhanê yê Duyem de, ji aliyê artêşa almanan ve di rojekê de (14 hezîran 1940) tê dagirkirin.
Hemû ev bajar jî, di demên kin de têne dagirkirin, ango dest diguherin.
Dewleta tirk a dagirker, ev 5 meh in li çend bajarên Bakurê Kurdistanê şerek dijwartirîn, hovtirîn û qirêjtirîn li dar xistiye. Berxwedanên li dijî êrîşên van hoveberan li bajarên mina Gimgim, Silîvan, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Silopî û Sûrê belav bûn. Dewleta tirk a dagirker bi zanebûn û armanca xistinê û şikandina vîna gelê kurd şer li sê-çar bajaran girantir kir û li wan bajaran bi sînor kir. Ev her sê-çar bajar, Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbîn li dijî çekên pir giran û hovîtiya dewleta tirk ku tu pîvanên mirovahî nas nake, bi çekên ferdî, lê bi vîn, dil, mêjî û baweriyeke pir mezin li ber xwe didin û nakevin. Vîna kurd bi xwîna zarok, jin, ciwan, kal û pîrên kurd, bi berxwedaneke bêhempa tê parastin. Bi vê vine re, hemû nirx, rûmet û hebûna kurd û pêşeroja zarokên kurd tê parastin. Ji hemû şerên din zêdetir, ev şer, şerê man û nemanê ye.
Di şerên parvekirina cîhanê yên yekem û duyem de kurd ji gelek sedemên navxweyî û derveyî, lê di bingeha xwe de jî ji ber bêserûberî, bêrêxistinî, bêsiyasetî û dîplomasî û herî kêm bi qasî wan grîng bêyî hêzeka leşkerî ya xurt, nebûne biryarder, têk çûn, hatine bikaranîn, kuştin, sirgûnkirin, asîmîlekirin û têkbirin.
Îroj, her çendî nav lê nehatibe kirin jî, bi taybet li Rojhilata Navîn û bi giranî jî li Kurdistanê heman tişt tê jiyîn, ango parvekirineke nû, dîzayneke nû li dar e li ser axa qedîm. Lê kurd îroj li Bakur û Rojava di ware îdeolojîk, polîtîk û leşkerî de bi rêxistin in. Alternatîfeka wan û armanceka wan heye û ji bo vê armancê di her aliyê jîyanê de û bi her rengî bedêlên pir giran didin. Di vê pêvajoyê de dibêjin em jî li gel hemû hêz, armanc û alternatîfên xwe hene û derbarê pêşeroja xwe de em ê biryarê bidin.
Kurd ji her demê bêtir nêzîkî azadiya xwe ne û ji her demê bêtir xwedî destkeftî û giyaneka neteweyî ne. Ev xewnereşka dijmin e. Zilma wan bi tirsa wan re zêde dibe û ev jî rengê têkçûna wan e.
Ev şer, şerê Hurmuz û Ehrîman e.
Ev şer, şerê Spenta Maînyu û Angra Maînyu ye.
Ev şer, şerê ronahî û tariyê ye.
Ev şer, şerê pakî û xirabiyê ye.
Ev şer, şerê zanyarî û nezaniyê ye.
Ev şer, şerê nefsê û bênefsiyê ye.
Di vî şerî de bêalîbûn an aliyek sisiyan tuneye, ev derew e!
Û aliyê her kesekî diyar e, nav çi dibe bila bibe.
Ev di dîroka mirovahiyê de her tim jî wiha buye.
[1]