=KTML_Bold=Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -4=KTML_End=
#Agîd Yazar#
Xelek 4
Jin û Mêrên vî Çiyayê Bi porr û mahsûlatên din
Sedema ji vî çiyayî re digot Çiyayê Bi Porr ew e ku temamê xelkê li vir, nola jinan porrên xwe fitîl fitîl(kezî kezî)dirêj dikin. Û heta tu bibêji merivin pîs û bi qirrêjin. Ji serdema Hazret-î Nûh û virve, ji çaxa mar ji xweliya xwe çêbûye û heta niha bi sed hezaran kêç û sipiyan di nava porrên wan de hêlînên xwe çêkirine.
Temamê kincên wan, şalik û şapikên wan ji qumaşê hevirmêşê tuxobelekî bû. Kofiyên wan jî ji kitana tixobelekî bûn.
Çaroxwên pansadî, sidisî, hezârî, kepkebî û bi dûvik dixistên pê. Lewra deverek bi kevir e.
Sîlehên wan şûr, xencer, tiving û câb bûn. Câb, ew tişta nola gedeleka Entebê, tîr û kevan dixistinê û bi kemera xwe ve dikir, ji vê re digitin Câb. Lê ewqas ji derb berdanê re jêhatî bûn, dikanîbûn gule li kêçê bixistana, lê te tivingên wan bidîtana, te ew bi mangirek paxir nedikirrî jî. Lê gelekî sekvan bûn.
Gelemperî merivin kurt û ser-lehanî bûn. Te digot qey hustuyê wan tinebûn; nola serê wan bi gewdeyên wan ve bûn. Lê bi navpişt bûn defa sîngên wanê fireh, tije kîn bûn. Bi kulêmek û zend stûr bûn. Pêtik pahn û lep mezin bûn. Lê ne siwarî bûn.
Çavên wan reş û buruyên wan heta tu bibêje kulx bûn. Kurdên wekî din ji vana re digotin heyşt simbêl. Lewra du simbêlên wan, du buru, du firnikên pozên wan û guhên wan nola simbêlan bi mû hebûn. Laşê wan nola postê mîha reş li xwe bipêçin, wanî bi pirç bûn.
Devên wan ew çend mezin bûn, papûç diketin devên wan û diran hespînî bûn. Bi rastî jî merivin gelkî neçopeço/sik, bi hêybet û serçav mezin bûn. Zarokên wan ji deh saliya xwe û pêve nola merivên mezin ew jî wekî wan Yezîdên bi pirç dibin.
Û heta tu bibêjin mêrkuj bûn. Jinên wan jî wanî bûn. Lê hema meriv dibû bengiyê keziyên wan yên reş ku li pahiniya wan diketin û bi erdê re dikişiyan. Jinên wan her sal zarok dianîn. Ewil şîrên seyên reş didan zarokên xwe. Li welatê vana tu kevirekî bavêje ji kelbekî de, eman zeman nadin te, dê te li wêderkê bukujun. Li ber devê deriyê her malê 5-10 kûçik henin. Ewil nan didin kûçikên xwe, paşê ew bi xwe nan dixwun.
Lewra tevdek ji kûçikan re şujde dibin û bi kûçikên xwe re vediketin. Bi hezar quruşî, bi deh hêstiran kûçikên reş dikirrin.
Ev qewm, penêrê bi sîrik û pêvazê di paxila xwe de digerînin. Heke yek li ber wan bi humtuka xwe pêvazekê bipelêxîne, ew ê serê wî kesî li wir bipelêxin.
Û tişta seyr û ecêb jî ew ku, wexta yekî dewlemend ji vana bimre, wan bi ava pîvazan dişuşt û 9-10 serî pîvaz dixistin tirba wî kesî. Û tew di ser de jî pirça kûçikan jî dixin li ber berateya wan a pîs û wanî miriyên xwe didefinînin. Bi caran min ji hêsîrên wan dipirsî, ji min re rast nedigotin. Wan digotin 'pivaz hoşet' yanî soğan iyidir. Qina galegalê ew e: ji Kurdekî pirs kiriye gotiye 'tu bibe Padîşah teyê çi bixwara?' gotiye min ê zîlika pîvazê bixwara. Bi rastî jî Kurd pirr ji pîvazê hez dikin, dibêjin 'pîvaz hub hub'
Tiştek din ya xerîb: tu dora van Kurdan bixêzîne û wan têxin hundurê xelekê, bimrin jî îhtimala ji hundurê wê xêzikê derkevin tineye. Tu nabêje heta yek ji derve de deriyekî vedikin û şûnde, ji wê xelekê derdikevin. Ew Yezîd bizanibin bimrin jî ne mumkun e ji hundurê wê xêzikê dernakevin.
Li vî diyarî kûçikek biteilqiya, didan lotikan direqisîn. Kûçikekî wan yê reş bimra, ew bi ava pîvazê duşuştin, kefen dikrin û dibirin di mezelên xwe de ew didefinandin. Heta şîna kûçikê mirî jî digerandin. Ji bo kûçik mîhî serjêdikir, dikir kebab û dida kûçikên xwe. Bi rastî jî kûçikên wan nola şêran bû. Û li vî diyarî qetiyen gur nayên dîtin. Kûçikên wan gur nehiştibûn.
Hîkmeta Tanri li vî çiyayê pîroz û ev bêîman û bê mezheb lênin. Lê wexta Şam wilayetek pîroz bû, li wir jî li Çiyayên Durziyên Sipî Sor, Yezîdî, Mervanî, Teymânî û qewmê Nusayrî yên bê mezheb hebûn. Lê ti qewm bi qasî vî qewmê melûn ê Bi Porr ne bê xêr û bê yom in.
Mahsûlatên wan pirrin. Cara pêşîn helawa qudretê li wan dibarin. Diyarbekirî jê re dibêjin 'gezenguvî'. Mushîl, helawa qudretê bi rengekî kesk e.
Û çivîkek bi navê Menn-î Selva tên li çiyayên wan diçêrin. Ev çivîk ji umeta Hezret-î Mûsa re jî hatibû û goştê wê tê xwarin.
Û hinguv û tirîyê wan li devereke din a cîhanê tineye. Tucarên Sîncarê, Bexda, Besra û Lasha yê bi mewîjên van rezan ditêrînin.
Ew çend darên wan yên tûyê, pirrin, qumaşên wan yên ji hevrmêşê rûyê cîhanê dinuxwumîne. Heta têştên giranbiha yên li kela Mèrdîn tên dirûtin, tev ji qumaşên Çiyayê Sîncarê ne. Lewra av û hewa vî Çiyayê Sîncarê xweşe. Erda wê a tê çandin, di nava xelkê de giranbiha ye. Lê deşta wê ji welatê Keys Ûrbanê xerabtir e.
Li ser van sebebên li jor, bi destê efendiyê me Melek Ahmed Paşa, fetih kir û mal û milkên wan yên bê ser û ber û bê hejmar, bi kêfxweşî û bi dewlemendî giahşt Kela Diyarbekirê.
Bila fetha vî Çiyayê Bi Porr bibe nisîbê Cenâb-i Bârî jî.
Çaxa min qala van tiştên li jor nivîsandî yek bi yek dikir, Fîrarî Paşa ji min re digot: Ewliya Efendî, li gorî van gotinên te, gelek esker ew ê qîma xwe bi zehmetiyên giran
di vê rê bînin. Bila Tanri vê fetha te li ser xêrê bike nisîbê min jî Kesên li wir, tevdeka bi hev re gotin amîn! Û bilandin.
Roja dîtir li civîna huzûra Paşê nameyek di derheqa Qewmê Bi Porr de nivîsand, di namê de nivîsî bû ger hûn ji Paşê re îttiaet bikin, bax, benâk û edet-î axnamên din(baca mîha) û bacên wekî din yên nola orfî bidin... Ji bo şandina nameyê ya ayânê Mêrdîn û Begê Sîncarê, ev hakîr û Firarî Mustafa Paşa em bi hev re hatin peywêrdarkirin. Menzîla derketina li ser Çiyayê Bi Porr, em derketin jora çiyê nav gundê Bapîr. Em bi 300 zilamî gihaştin wir. Em çûn mala Bapîr, ango mal Hakîm. Wexta me nameya Paşê da wî, esla nexist dewsa kâxiza helwacî. Temam îş li huzûra eran(?) Xwend. Tercûmanî Mêrdînî jê re tercûme kir. Tişta dihat xwestin ji wan re ragihand.
Wan jî gotin: me bi kirinên Melek Ahmed Paşa netirsînin. Wezîrekî wanî ne hatiye û ne jî tè. Me bihîst Melek diçî Wanê. Ger dîsa were bibe waliyê Diyarbekirê, em ê tevî zar ú zêçên xwe werin rûyê xwe bi toza nigê wî bidin(?) Mal û canê me li oxra wî ye. Emê tenê barê deh hêstirên sor qumaş bidin vî Wezîr Mustafa Paşa û wekî din tiştekî din em nadin.
16 hêstirên bi barê hevirmêş şand. Û pênç okka hevirmêş dan her yek îlerîgelenên kesên bi me re hatibûn. Ewana qedrê vî Hakîrî jî girtin, barê hêstirek sor hevirmêş, barê hêstirekî tirî hejîr û gelek tiştên din danin min. Wê şevê heta serê sibê em li wir bûn mêvan û heta êvarê ez li wan deran gerriyam.
Lê di ser wêrankirin û şewata Melek Ahmed Paşa re 15 sal derbas bûbû. Di nava vê wextê de dîsa ew çend dor û dor ava kiribû û ew çend ciwan çêbûbûn nayê ravekirin.
Berbanga sibê em li hespên xwe siwar bûn û tevî diyariyan em meşiyan. Çaxa me Katareke/karwanek hêstirên bi barê hevirmêş barkirî anîn teslîmî Firarî Mustafa Paşa kir, Paşa tibabekî hêrs bû û kir kufekuf.
Ji bo seferekê derxin li ser wanên ji Çiyayê Bi Porr, ferman da tevahiya Wilayeta Diyarbekir. Lêbelê ka qey mumkun bû! Ji bo vê yekê 80.000 esker û 200 kêse mesref jêre lazm bû. Hîkmeta Tanriyê mezin dotira rojê gaziya Alî Fâris ê Urbânê Çolê hat got; eman Sultanê min, eman Padîşahê çolê(--)(--) ez perîşan kirim, werin xwe bigihînin hewara min; min xwe avêtiye bextê Padîşahê xwe, nameyek tevî pênc heb kuheylanên mihîn hat. (--) (--) (--) (-) (-) (--) (-) (-) (-) (-) (-)
Dawî
Têbinî 1: ji dawiya nivîsê wer tê famkirin ku Ewliya Çelebî piştî 15 sal di ser fermanê re derbas bûye û şûnve, cara dûyemin çûye Çiyayê Şengalê.
Têbinî 2: min werger li gorî nivîsa wê a Tirkî wergeran. Heta min hinek şaşiyên Tirkiya wê jî bi heman awayî wergerand. Ger kêmasiyek min çêbûbe jî lêborînê ji we dixwazim [1]