=KTML_Bold=YEKEM ROMANA KURD A MARKSÎSTÎ=KTML_End=
Ronî Reşo
#Şivanê Kurd#
Her wekî miletên din, kurd jî di nav dîroka edebiyatê de, xwediyê berhemên yekem in. Di wêjeya cîhanê de yekem roman, romana nivîskara jin a japonî ye. Murasakî Şikibû, di navbera salên 1007-10an de bi navê “Hîkayetên Genjî” nivîsandiye ev roman. Piştî vê romanê sedsala 16an de li Ewropa romanên modern hatin afirandin. Giovanni Bocaccio “Dekameron”, Miguel de Cervantes/Sorvantes “Don Kîşot” nivîsandin.
Miletê kurd jî bi berhema #Erebê Şemo# “Şivanê Kurd” xwedî yekem romana kurdî ye. Ereb Şemo dema ku diçe Ûrisêtê/Rusia karê hesinên trênê de dixebite, li wir Bolşevîkan ji nêz ve dinase. Di sala 1916an de ji ber ku nêzîkî Bolşevîkan e, ji aliyê polêsên Çarl tê girtin. Ev girtin dibe sedem ku Şemo, sosyalîzm û komunîzmê fêr û fêm bike û ji dil vê îdelojiya Marksîst bipejirîne.
Roman di sala 1935an de çap dibe, jixwe di romanan de du zemên hene, ango zemanê ku roman hatiye nivîsandin û zemanê di nava romanê de. Em di naveroka romanê de têdihêjin ku roman ji zaroktiya nivîskar wexta xwedê dide, dest pê dike. Û herî dawî nivîskar li ser mesela dîrokê, beşa dawî a romanê wiha dibêje
“— Ez ji 1920–salê şûnda her îsal, 1924–da vegerîyam, hatim.” (Lîs/rpl:148*)
Dema ku em li gor van agahiyan hesêb bikin, nûser, behsa 27 salên xwe yî yên ciwantiya xwe dike. Jiyana nivîskar a ku di romanê de vegotiye; bi xwerû û tije jan û kul e. Ber ku nûser, di her rûpelê de behsa belengaziya xwe û ya malbata xwe dike. Di her rûpelê de têrnexwarin, birçîbûn, tazîbûn û êş xwe dide der. Di romanê de ji bilî belengazî û derbideriya nivîskar û malbata wî, derbideriya gelê kurd ya wê demê li Qersê gundê Sûzîsa ji hêla polîtîk û sosyolojîk ji me re rave dike. Di wê erdnigariyê de têkiliya aborî ya civakê, li gor diyalektîka axa û xulam-axa û rênçber de ye. Li gor ku nivîskar dibêje, ji çandiniyê zêdetir, li ser wê axê xulam ji rêncberan bitir, şivan û gavan in. Ber ku ax ne li gor çandiniyê ye. Roman, ji hêla polîtîk de têkiliya neqeba axa û xulam de wiha dibêje
...
“— Wextekê em revîn hatne Axbaranê. Li wêderê Cangîr-axa nav me ket, em talan kirin. Ro bi ro halê me xirab dibû, melxuqet dest xwe diçû. Xelayî kete nav me, em tev bûne hêsîr.” (rpl:146)
...
Nivîskar, li gor vê hişmendiyê li gor diyalektîk û têkiliya rewşa gundî û axayan de ev roman nivîsiye. Hêjayî gotinê ye ku nivîskar, tam jî li gor hişmendiya demê a di wê erdnigariyê de aniye ziman. Jixwe ev hişmendiya nivîskar, xwedî îdeolojî ye; îdeolojiya Marksîzmê ye.
Marksîzm û Şivanê Kurd
Her roman/ûs û helbest/van xwedî poetîka û fikrekî gerdûnî ne. Neoklasîkan dixwestin bi rêka ehlaqê, dilpakiyê hîn bikin; Tolstoy, bi rêka ola xrîstiyanî dixwest biratiyê di nav mirovatiyê de belav bike, Marksîstan jî dixwestin îdeolojiya xwe ji bo gel û miletan rave bikin. Kurtasî her nivîskar bixwazî angaje an ne angaje û ramanê xwe di berhemên xwe de vebêjin û rave dikin.
Ereb Şemo jî dema ku em dinihêrin jiyana wî, serdem û cografyaya ku lê jiyaye, ne pêkan bû ku ji bilî romana wisa Marksîstî nenivîsanda. Ew dem, dema şînbûna, bingehkirin û plansaziya serhildana Bolşevikan a Cotmehê bû. Ji xwe wekî min gotî di romanê de du grûbên karakteran yên karakterîstîk hene, yek hejar/xizan û ya din jî dewlemend/axa û began in. Di romanên Marksîstan de nakokî û şerê di navbeyna gel û desthilatdar/ otoriteyan de nabe ku nebe. Ev nakokî û şer, dibe mijar ku nivîskarên Marksîstî, di romanên xwe de dihonin. Ereb Şemo jî di bin bandora îdeolojiya Marksîzmê ev roman afirandiye.
Li gor Marksîstan sê taybetmendî hene ku berhemek dikare bibe berhema îdeolojiya Marksîstî
1) Her berhemên civakparêz û tenê berhemên civakparêz baş in.
2) Berhemên baş berhemên civakparêz in, lê her berhemên civakparêz nabe ku em bêjin berhemên baş in.
3) Hinek berhemên civakparêz baş in.
Dema ku em romana “Şivanê Kurd” li gor van taybetmendiyan binirxînin, taybetmendiya duduyan em dikarin nîşan bikin. Ber ku Şivanê Kurd romaneke civakparêz/sosyalîst e ku baş hatiye honandin.
Em nikarin bêjin romana Şivanê Kurd, romaneke millî ye. Di romanê de her çi qasî behsa feodalîteya kurdan hatibe kirin jî ji hêla dewletbûn, yekgirtin û serxwebûna Kurdistanê nehatiye kirin. Ber ku di wê demê de serxwebûna gelan û miletan encax bi biratiya karkarên bindest dikare bihata ragihandin û bi destxistin. Eynî wekî hişmendiya ummetê. Di vir de millet ne girîng in, a muhîm ew e ku bila xizan û hejar bibin desthilatdar û ev kesên hanê bi xwe, xwe rêvebibin. Di vê rûpelê de ev gotara min yekser piştrast dike;
“— Bavo! Lê kê destê me eşîrê kire hevdu, berî hev dan, me xûna birêd xwe dirêt. Em jî xebatçî, ewana jî xebatçî. Bega bona kara cêba û kara daşnaka em muxluqet berî hev didan, me hevdu qir dikir. Lê çima kesek niha nabêje. ‘Eva kurmance, eva êrmenîye, eva ûrise yan eva eceme.' Niha em tev,mîna bira, dixebitin, dengê xwe hevra nakin. Her dîwana şêwrê eva azaya anî nav me.
Rastî, her înglaba Oktaybrê û dîwana şêwrê zulma patşê Nîkaleyî xûnxur, zulma bega, şêxa, axalera, û mella zulma daşnaka ser gundîyêd xebatçî dane hildanê.” (rpl:155)
Ji Dewsa Encamê
Hêjayî gotinê ye ku ev roman berî serhildana Bolşevîkan ya Cotmeha 1917an û piştî vê raperînê hal û rewşa kurdên wê herêmê radixe ber çavan. Ji hêla civakparêziyê, ji hêla polîtîkaya wê serdemê nivîskar, xwedî qelema xwe yî xurt û jîr e. Em dikarin bêjin ku ev roman ne tenê romana ewil/yekem a kurdan e, her wiha ev roman, romana yekem Marksîstî ya kurdan e û yekem romana otobiyografîk e.
*Mînakên ku min di gotarê de nivîsîne ji weşanxaneya Lîs'ê çapa duyem/Berfenbar 2015an, girtî ye. [1]