=KTML_Bold=Berê Êzdiyan li ku ye?!=KTML_End=
Ibrahîm Osman
Bê guman, ji sedema zulma ku li Êzdiyan hatiye kirin û hê jî tê kirin, civaka Êzdî, wekî hîmekî giran ji ciyê xwe bi leqe, bêy daxwaziya xwe ji warê xwe, leqiya ye. Bê plan, bê rêber, bê ser û ber, terkûmal, terkûwar û terkûax bûye. Ew li ser axa xwe û li diasporayê jî her penaber in, koçber in, derberer in.
Her yek ji wan, xwedî serpêhatiyek û çîrokek e reşqeder e. Jiyana tevan tije kul, jan û keser e. Endamên mal û malbatan ji neçarî, her yek ji wan bi derekê vê pengizî ne. Tiştek li ser hev mîna berê nemaye. Her yekî/ê komek mirî, dîl an jî yên bê ser û ber, li pey xwe hîştine. Bêy ku bizanibin çi li pêşiya wan heye û dê çi were serê wan, malwêran û paymal bûne.
Belê, Êzdiyên bermayên fermanan, qurbaniyên tevkujiyan, ji bo stara xwe û jiyaneke piçekî aram, li ser rûyê cîhanê li devereke ewle digerin, da ku bijîn. Mixabin ku, li zemîneke şaş ku ji perspektîfa pêşerojê qut, li çareseriyeke bê armanc digerin.
Beriya her tiştî, lazime were zanîn ku, ji welêt rev, ne çareye û ne jî çareserî ye! Lê li aliyê din, metirsiya li ser manyina li welêt jî hê dom dike.
Meriv dikare vê pêla koçberiyê ya vê dawiyê, wekî pêvajoya bê kok bûnê û dûrketina ji nasnameya olî û neteweyî bi nav bike. Lewre nifşê ku berê ji welat qut bûne, dikare weke mînak bê dîtin. Wan riya vegerê an ji bîr kirine an şaş kirine. Jixwe tu kes ji wan ne li xema vegerê ye.
Kin were gotin, berdêla qutbûna ji axa welêt, pirr giran e. Li gel wendabûna çand, ziman û nirxên olî, ji koka xwe qutbûyin, gelek nexweşiyên din ên ruhî jî bi xwe re diafirîne. Îcar eger mirov ji aliyekî din ve lê binêre, bi vê koçberiya Êzdiyan re, netewa kurd jî, xwediyekî xwe ê qedîm, resen, parêzvanê ziman û çanda kurd wenda dike.
Mixabin;
Guleke sorgewez û bînbuhiştîn ji gulïstana Kurdistan kêm dibe û ne li xema tu kesî ye!
Ezmûnên dîrokê çi raberî me dikin?
Beriya ku ew peyva ewil a evsûnî were gotin, agirê pîroz, bi evînî, di ocaxê de were vêxistin, ristika baweriya îmanê ji nêta pak were ristin, xêr û bereketa hebûnê, bi van her çar elementên pîroz dest pê kir.
Roj, agir, ax û dilopek av!
Paşê bi navê jiyanê, kan û kaniyên jînê çizirîn, derbûn û herikîn ser bendera dîrokê, bû hebûn.
Li gorî bîr û baweriya Êzdiyan a olî, ev elementana her yek ji wan, Xwedanekî wan ê afrînêr heye. Bizirê jiyanê ji sir û dura wan nezilîye û dehir bûye. Lema, ew li ba Êzdiyan bimbarek û pîroz in. Çerx û pergala rojê, di şîroveya olî de bi şêweyekî zanistî û berfirehî hatiye ravekirin. Jixwe Qewlê Çarşemiya serê Nîsanê li ser vê mijarê ye.
Di dîrokê de çend caran ferman li Êzdiyan rabûn, bi qirkirin û tevkujiyan re bi rû man, lê wan her carê xwe avêt bextên çiyayên xwe ên asê û xwe ji belayan diparastin. Ew tu carî ne fikirîn ku rojekê terka axa xwe bikin. Bi can û xwîna xwe berdêlên mezin dan, lê her li ser axa xwe man. Ji ber wê jî, li gel ku ew qas ferman û tevkujî bi ser de hatin, eger Êzdî hê hene û dijîn, sira vê a esasî girêdana wan a bi axê re ye.
Ola Êzdî, oleke resen û xwezayî ye. Bi bawerî û çanda ku temsîl dike, pireyekê di navbera Xwedayê xwezayê û mirovan de. Lewre tevna ola Êzî, li ser bingeha zagonên xwezayê dirûvê xwe wergirtiye. Rehên wê, wekî bîr û bawerî dirêj dibin, diherin xwe dispêrin destpêka dîrokê. Ji berwê jî, înkarkirin, dijberî, şer, kuştin, hesûdî, di heyvanê ola Êzdî de peyda nabe û nîn e. Ev ola xwezayî, ji bingeha xwe de aştîxwaz e. Tu carî ji bo çînekê nebûye destik, an jî wekî amrazekî serdestî û desthilatdarî yê nehatiye bikaranîn. Êzdiyan her ji Xwedayê xwe hezkiriye, jê re rojî girtîne, dua kirî ne.
Kesên Êzdî gava bi piyênxas, pêlî axê dikin, beriya ku ro hilê û biçe ava, berê xwe didin rojê, bi dilekî pak, ji bo hemû mirovayê dua dikin, xêrê dixwazin. Ew ji Êzdanê mezin, daxwaziya aşîtî û aramiyê ji bo giştiya parzemînên dinyayê dikin. Bi vî awahî rûhê xwe bi hêvî û xweziyên pak dişon û aram dikin.
Berya ro hilê bi vê dilpakiyê dest bi jiyana rojê dikin, bi heman hest û xweziyan royê radestî şevê dikin, paşê serê xwe datînin ser balgiyan û bê xem radizên.
Ji ber wê jî, ji bo her Êzdiyekî girêdana bi ax û avê re, bi ocaxa bav û kalan re, cûdaye ji a hemû miletan. Qutbûna ji van nirxan, hilandin, rizandin û wendabûn e. Mîna masiyekî ku av ji ser were birîn bi bandor e.
Ji sedema zor û zextan, cimeata Êzdî ji neçarî berê xwe didin welatên rojava, piştî xwe didin royê. Ji welat, ax, av, agir û ocaxên pîroz dûr dikevin, yekser qut dibin. Ji ber mirinê xwe davên himbêza hilandin û tunebûnê. Li paş agir e, li pêş derya ye! Eger bimînin dişewitin, pêş de herin derya wan dadiqurtîne. Lê xwesteka pêşde çûyinê, xurttir e ji ya mayinê. Wer diyare ku derfetê bibînin dê kes li şûn nemîne. Jixwe kambaxî jî ev e.
Mal, komele û rêxistinên Êzdiyan, bi nav, pirr in. Rewşa wan jî wekî ya Kurdistan û partiyên kurd ên siyasî ye. Ew jî ji hev dûr û parçe ne. Asîmanê siyasî li kurdistan çawa be, bandora xwe yekser li rêxistinên Êzdiyan jî dike. Ev mijar dirêj e, bila binîne ji gotareke din re.
[1]