$8 Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard)$
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Nimûne din yên ewarekirina standarbûnê:
Kuştin û kujtin:
Di peyva “kujtin” de “j” di zimanê devokî de wek “ş” dihêt bihîstin. Lê bala xwe bide van nimûneyên li jêr:
Ez dikujim/ tu dikujî/ ew dikuje/ em dikujin/ hûn dikujin/ ew dikujin. Û kesê/kesa dikuje: kujer e. Eger weha be, de çima bikarhanîna “kuşt” di zimanê nivîskî de? ¬¬Bi zimanê devokî, ji bo axaftinê, bikarhanîna “kuşt” xem nake, lê ji bo nivîsandinê şaş e, bi dîtina min. Divêt wek “kujt” bihêt nivîsandin.
Di peyva “brajtin” de jî heman kêşe heye. Hinek kes bi şaşî “braşt” li şûna “brajt” dinivîsînin.
Hanîn û anîn:
Bingeha peyva “hanîn” ji peyva “hatin” e. Bala xwe bidin van hevokên li jêr:
Em hatin vir û me ew jî bi xwe re hanî.
Ew her roj bi me re dihat vir (Ne: “diat”).
Bala xwe bidinê ku “anîn” bi serê xwe wek lêker di kurmancî de tune. Ma em dikaribin bibêjin: Ez diînim yan “ez ê biînim”? De çima nivîsandina “anîn” li şûna “hanîn”?
- Bikarhanîna “i” bêyî ku pêwîst be.
Tîpa “i” carine di nav peyvine de şûna xwe digire bêyî ku pêwîst be. Bala xwe bide peyva “bra” (bira) / “brader” (birader) û wan bide hember peyvên bi heman wateyê di du zimanên ewropayî de, înglizî û almanî:
Înglizî: Brother/ almanî: Bruder, lê di Kurdî de hinek tîpa “i” li dû tîpa “b” bi kar dihînin, bêyî ku pêdivî pê hebe. Di alfabêya latînî de “b” di hinek peyvan de rola “i” jî digire ser xwe. Heman gotin dikare derbarê peyva “gran” de bihêt gotin, bo nimûne. Bale xwe bide peyva înglizî “grand” û peyva almanî “grün.” Di peyva “gir” de bikarhanîna “i” pêwîst e, lê ne di peyva “gran” de. Nimûne: Konên wan li ser giran bûn/ Barekî gran bû.
Di peyva “bir” de, bo nimûne, bikarhanîna “i” pêwîst e, lê ne di peyva “broş” de.
Bidim zanîn ku min jî berê “bira” dinivîsand, bo nimûne, lê nema weha dikim.
Dema Kurmanc bûn xwedîyên xwendegeh û zanîngeh û akadêmîyan, van şêwe cûdabûnan dikarin bihên çareserkrin. Lê ya grîng yekkirina alîyên rêzimanî (gramerê) ye. Ji bo standrdkirina tevahî ya kurmancî hîn çend salên din divên, lê careke din ragihînim ku standarda kurmancî, ligel çend kêmasîyên li holê jî, heye û di kar de ye. Em hêvî bikin ku di nav Kurdan de kesên “linguist,” kesên kurdolog û yên di warê zimên de xwedî pêzanîyên akadêmî bi derbasbûna demê re zêde bibin, da bikaribin roleke baştir derheqê pirsên standardkirinê de bileyizin. Em bi omdî bin ku kesên weha sîstêma zimên ya hevokî (syntax), ya wateyî (semantics), ya dengî (phonetics) û ya rêzimanî (grammatical) baş fêhm kiribin û zimanê Kurdî ne ku tenê ber bi nivîsandina yekgirtî bibin, lê her weha bigihînin radeyeke bilinde li gor pêdivîyên qonaxa demî. Em hêvî bikin ku her weha kesên haydare pirsên xwe bi fêrkirindana zimanan ve peywendîgir dikin hebin û bikaribin gavên sûdemend derbarê pirsên pêdagojî û nivîsandina matiryalê pêwîst de biavêjin.
-Dawî-
[1]