=KTML_Bold=Êzdîyatiyê ji kaniya wê ya resen fêr bibin=KTML_End=
Ibrahîm Osman
Heke weke destpêk ez bibêjim. Bê guman, giştiya Olan di dem û heyamên xwe de, ji ber pêdiviyên civakî peyda bûne û bûne bersif ji alozî û nakokiyên serdemên xwe ên heyî re.
Tevan, di destpêka afirînên xwe de, di jiyana mirovan de risteke baş lîstine û xizmet bo mirovahiyê bi giştî kirine.
Piştî ku ol bûn amraz û erkên desthilatiyê, yan jî kînga bûne beşek ji pergala rêvebiriya civakê, hema peywîrên wan ên pêşverû li wir xilas dibe. Eger ol ket xizmeta çînekê û bû beşek ji desthilatiya dewletê, siya şik û gumanê dikeve ser cewherê wê yê resen. Ji ber ku ew êdî ji riya xwe derketiye, bûye tiştekî din.
Ola Êzdî cûdaye ji tevayiya olên Semawî.
Ola Êzdî, ola kurdan a resen û qedîm e. Dikarim bê pesindayin bibêjim ku, ola Êzdî çavkaniya hemû olên semawî ye. Bi aweyekî din jî, ola ku tu carî çavê xwe bernedaye erka desthilatiyê, bi siyaseta çînayetî nehatiye rapêçan û weke kakilê xwe yê destpêkê pak maye, ola Êzdîye. Eger kin were gotin, cewherê bîrdozî û felsefeya Êzdiyatiyê ya jiyanê, çanda kurdewarî û aşîtiya cîhanî di kakilê xwe de diparêze. Ev ola qedîm, tu deman nebû ye desthilat û hewl nedaye ku bibe desthilat. Tenê xwestiye bi serbestî bijî. Li dijî fermanan û êrîşan jî, tenê xwe parasti ye.
Mixabin ku, nivîs û lêkolînên ji hêla lêkolîner û lejîyonerên biyaniyan ve li ser Êzdiyan û ola Êzdî hatine lêkirin, bi qasî ku ji rastiyê dûr in, ew qasî jî zirar dane Ëzdiyan. Ji ber berovajî kirina rastiyan, hîştine ku hizir û bîreke şaş di derbarê vê ola qedîm, a xwezayî de peyda bibe.
Divê bê zanîn ku, miletê Êzdî ên ku ji pêsîra êzî bin, zilmê li evdên Xwedê nakin, zilma evdan jî li ser xwe qebûl nakin. Ev ceweherê felsefeya Êzdiyatiyê ye.
Rikin û bingeha ola Êzdî li ser armanca ji hev hezkirin, pêk ve jiyan kirin, weke hevî û parvekirinê ava ye. Ferqê naxe navbera olan, nijadan, gelan, çînan, zimanan cûreyên mirovan. Nêr, mê, biçûk, mezin, reş, spî, sor an esmer tev xwedî giyan in, afrînerê tevan yek Xweda ye. Heke tu zulm û neheqiyê li evdên ku Xwedê afirandine bike, ev tê wê meneyê ku tu ji xwedayê xwe bi guman û şik e. Ên ku xwe weke kefîlê xwedê bibînin û di dewsa Xwedêde biryaran bidin, xwedayê wan cûdaye.
Kurdê ku Êzdiyatiyê înkar bike, neheqiyê li Êzdiyan bike, heramzad ye.
Eger tu Êzdiyan û Êzdiyatiyê înkar bike, ji nava çand û zimanê kurdî derxîne, gelo bi navê kurdîtiyê dê çî te bimîne?
Ên Êzdî înkar dikirin berê jî hebûn, lê bi taybet di van salên dawiyê de, li Başûrê Kurdistan hinek mela û qaşo alimên dînî, bi şewzekî aşkire dijminatiya Êzdiyan dikin, Êzdiyan weke Kafir bê ol bi nav dikin û qetla wan helal dikin. Ev kesên wisa, bi van kiryarên xwe, Êzdiyan dikin nîşangeha êrîşan û bizrê nakokî û bê tifaqiyê dixin nava gelê kurd e. Ev kesên wisa ku koka xwe înkar dikin, xulam û xizmetkarên dijminan in.
Ên ku vê yekê dikin, bi kurdî dipeyivin, weke delîl, videoyên wan jî li ser rûpelên medya civakî têne belavkirin. Lê hikûmeta Başûrê Kurdistan, tu lêpirsînekê yan îcratekê di derheqê wan kesan de nade dest pê kirin. Kî çi dike û çi dibêje jê re dimîne. Gava ku wisa jî dibe, helbet cîyê starê bo Êzdiyan namîne.
Jixwe Êzdî, weke her miletê, li ser rûyê dinyayê, xwe evdê Xwedê (Êzdan) dibînin. Di navbera xwe û Ezdanê ezdayî de ji bo hezkirinê, pêdivî bi tu Qasidan, navbênkaran û kefîlan nabînin. Xwedê yeke, ew bê şirîk û heval e. Ên ku kuştina mirovan di bin navê Xwedê û dîn de bikin helal e, dua û karên wan li ba Xwedê betal e. Xwedê mirov afirandin ji surrê, ji durrê, ji bo hezkirin û muhubet ê! Ne ji bo pev çûn û kuştin ê!
Ji roja ewil heya îro, di ocaxa felsefeya Êzdiyatiyê de, bizir, hizir û hezkirina aşîtî û aramiyê ji bo hemû mirovayi yê û xwezayê dikele. Ji ber ku xweza û mirov ji hev venaqetin, ew her du bêy hev jï nabin. Daxwazi, her dem ji bo xwezayeke pak, mirovayiyeke xwedan fikreke çak e.
Serê seran yek Xweda ye
Ew afirînêre ew Ezda ye
Wî ji bo me Ax, Agir, Av û Ba ji nûr û qudretê daye.
[1]