Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,205
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Mîr Bedirxan û Botan Kurdistan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çiya Mazî
Çiya Mazî
=KTML_Bold=Mîr Bedirxan û Botan Kurdistan=KTML_End=
#Çiya Mazî#

(Ji Bo Zarok û Ciwanan)Gelî birayên delal, ez di vê xewna xwe de ketim nava qewmekî ku min di demên berê de, di jiyana xwe de pir bihîstibû. Ji xwe hûn jî baş nas dikin. Sal 1835 bû û ew êl jî “Bedirxanî” bûn. Êla wan jî li gor navdariya wan mezin bû. Serokê êlê Bedirxan, yekî gir î bilind bû. Badir Xan kurê Ebdal Xan bû, Ebdal xan lawê Ebdulezîz waliyê Diyarbekir bû. Ji bav û kalan de arîstokrat bûn. Secera wan digihişt heta Mustafa Xan, Mansur Xan, Emîr Şeref Xan, Emir Mehmet Xan. Bedir Xan, ji ber wê secerê 16 salî bûbû Mîrê Botan. Malbata wî pir fireh bû; bi rastî kesî nizînîbû çend zaroyê wî hene. Hinekan digotin 65, hinekan digotin 90. Tiştê li mala wan bala min kişand, lawê wî yê mezin Elî Şamîl bû, digotin hê di zarokiya xwe de kurekî çak û zîrek bûye, şervan û fermandarekî ku li gor dihat gotin û li gor min didît, pêşketî bû. Navenda vê mîrekiyê Cizîra Botan bû.Min ev dîmen di xewna xwe de li pey hev û bi lez dîtin li vê derê; dema tanzîmata dewleta Osmanî hat îlankirin û Nastûrî û Êzîdiyan jî xwestin bacê nedin Bedir Xan û Osmaniyan, nexweşiyên herêmê dest pê kirin. Piştî ku Cizîra Botan ji Diyarbekir hat veqetandin û bi Mûsilê ve jî hat girêdan, nakokiyên di navbera Bedir Xan û Dewleta Osmanî de jî êdî dest pê kir. Heft salê mîrekiya wî bû û dîsa li himber Osmaniyan rabûbû. Bac û Esker neda İmperatoriyê. Gelek deverên ku Kurd lê dijiyan bi dest xwe xistibû. Pêşî piştgiriya Xan Mahmût û Mîrê Çolemêrgê Nûrullah Beg jî stendibû û têkiliya xwe bi Mîrê Erdelan re jî xurt kir. Bi wan re peyman çêkir ji vê peymanê re digotin “Peymana pîroz”. Hêzek wisa pê re çêbûbû ku li Dîwana xwe digot; “Împaratorê vî welatî ne Sultanê Osmanî ye, ez im; heke hêza wî hebe, yê min jî esaleta min heye, ez jî esîl im”.Mirovekî bi heybet bû; bestukura qapûtê wî bi zêr neqişandî bû, bi firehiya metroyekê şûtika wî ya ser milan, desmalek wî ya bi nexş û cîzmeya wî ya ku kêlekên wê sor û vajîkirî, ew wekî qralekî xuya dikir. Hinek Kurdan jê re digotin Mihemmedê duyemîn, pir jî dîndar bû. Hinek êl û eşîrên Nastûrî û Filehan jê nexweş bû, ji ber ku wî bac ji wan distend. Lê bi wan re jî peyman çêkir. Gelek proje amade kir; yek ji wan çêkirina cuhoyek dirêj bû, ji bo Behra Reş û Gola Wanê bigihîne hevdû. Ji bo bazirganiya Bahra Wanê û hunera şer gelek xwendekar şand Ewropa û xwest bazirganiya herêmê bi pêş bixe. Du atolyeyê çekan li Cizîrê ava kir. Ji bo têkiliya xwe bi dinyê re deyne, zewaca bi filehan re serbest kir û baca wan hindik kir. Li gor tê hişê min gelî hevalan di sala 1842’an de jî serxwebûna welatê xwe Kurdistanê îlan kir. Cizîra Botan kir Paytext û hêzên wî ala Kurdistan li ser Birca Belek û Dêlgurê li ba kirin. Serok û fermandarên wî sond xwarin ku ji bo azadi û serkeftina Kurdistan bixebitin û hukumeta wê biparêzin. Ewlekariya welatê xwe bi awayekî têkûz bi cîh tanî. Ji ber wê ewlekariyê jî Ewropiyan wisa digot: “Zarokekî biçûk jî dikare di nava axa Botan de destê xwe kil bike û bigere, kes nikare tiştekî pê bike.” Heta sala 1847’an rewş wisa bû, heta min dît.Ji vê bicîhbûna pergala mîrekiyê, Ewropa ji bo berjevendiyên xwe ketin tev û alîkarî da împeratoriya Osmanî û artêja împeratoriyê ji sê beran êriş bir ser hêzên Bedirxanî. Di wê salê de şerekî giran çêbû, neviyê apê Bedirxan û fermandarê Kurdistan Êzdîn Şêr hat girtin û pêre jî çû alî Osmaniyan. Gelek cephaneyên mîrekiyê bi vî awayî hat bidestxistin û Êzdînşêr kirin Mîrê Botan. Mîrekên din ku tifaq pê re çêkiribû yê wekî Mîrê Hekkarî Nurullah, vekişiya. Birayê Mahmût Xan, Abdal Xan ku di tifaqê de bû, ew jî çû alî Osmaniyan, Mahmût Xan teslimi Osmaniyan bû û Mîr Bedirxan têk çû. Ew dem 27 Tirmeh 1847 bû. Bi şertê ku peyayên wî nekujin berdest bû. Lê Osmaniyan ji bo ku carek din serî hilnede, ew kirin paşa û pêşî birin Stenbolê, dû re birin Girava Girît’ê. Ew jî li wir bi padîşah re xebitî û serhildana Girîtê ya li himber Siltan çewsand, padîşah ji bo vê yekê payeya Mîrê Mîran dayê.. Piştî salan, ji ber nedawa wan deran nexweş ket û got “Min bibin welatê min, bila ez li wir bimirim.”Lê belê nebirin ser axa wî û ew îjar birin Şamê û li wir ma. Heta mirina wî ya di sala 1869’an li wir peywîrdar bû. Dema ku mir 4 jinê wî, 5 heb cariye, 21 law û 21 qîz bi temamî 42 zarokên wî sax man li dû wî. Piştî wî Mahmût Xan mîrê Wanê jî şandin Bulgarîstan bajarê Rûscûk û Mîrê Çolemêrgê Nurullah Beg jî şandin Girîtê. Û piştî ku serhildan bi tûmî têk çû, Osmaniyan pergala herêmê guherand. Navend bû Diyarbekir; Wan, Mûş, Çolemêrg, Cizîr, Bohtan û Mêrdîn pê ve hat girêdan û Osmaniyan bi xwe navê wê eyaletê jî kirin Kurdistan.Ezdîn Şêr Kî bû?Êzdînşêr lawê pismamê Bedirxan, lawê Mîr Sêvdîn e. Mîr Sêvdîn berî Mîr Bedirxan ew serokê Botan bû. Hê di dema ku Bedirxan bû Mîr, navbera wan nexweş bû. Ji ber ku digotin Bedirxan fen li me kiriye û ji me mirov kuştine. Ji ber wê yekê jî tê gotin ku Êzdînşêr xwestiye têkeve dewsa Bedirxan û pê re xaintî kiriye û alîkarî bi Osmaniyan re kiriye.Îjar dema ku Êzdînşêr bû Mîrê Botan wî jî xwest derdora xwe fireh bike heçî mirovên jêhatî jî anîn ba xwe. Ji vana yek hebû navê wî Xelefê Şûvî bû. Ji eşîra Şûvê ya li derdora Dihê bû. Mirovekî pir çak û jêhatî bû. Gelek carî li himber Mîr Êzdînşêr radibû. Yekî bi rik bû. Singa xwe dida gulleyan. Egît û mêrxasekî şeran bû. Eşîr û begên derdorê gişan hesabê wî dikirin û jê ditirsiyan, fermandarekî pir navdar bû. Ji ber wê yekê Mîr Êzdîn jî dixwest her tim ew li ba wî be. Lê ji ber nelihevkirinên plan û tevgerên leşkerî û serdestiyê û nav û navdariya xwe, Xelef çû serê çiyan û bi serê xwe jiya. Ku denmek tê çû û lawazbûna hêza mîrekiyê xuya bû, Mîr dîsa bangî wî kir û ew li ba xwe bi cîh kir. Xelef bû fermandarê mîr Êzdîn. Tevlî ku carinan li himber wî radibû jî dîsa ji hevdû neqetiyan heta demek dirêj. Leb her tim Xelef serhişkiya xwe diyar dikir û serhildana xwe li himber mîr dimeşand û li ber wî radibû û gotina xwe venedişart. Gelek caran ew û mîr radibûn hevdû. Çîroka wan a ku herdû li himber hev gef li hevdû kirine pir navdar e, ev çîroka bi stran heta roja me hatiye, ev stran wisa ye;Rojekê Xelef li hewşa qesrê sekiniye û bangî Mîr Êzdînê ku li qatê jor e dike, ji bo şerê hev û halanan dide;– Wa Ezdinşêr! Mîrê Botan ! Ka kê pişta xwe spartiye Romiyan e. Tu dibejî Xelef ditirse ji meydanê. Ka were em îro deqên xwe li hev bidin. Emê bibînin ku kî berx e, kî beran e. Pêşde were!– Heeeeey ! lo hûn dibînin kom û berên me hatine hemberê hev şer dikin looo.. Xelefê Şûvî, Ezdînşêr Mîre Botan. Heeeeeeey! Ezdînşêr derkeve meydan e. Şer şerê me ye!Ez Xelef im Xelef imhawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîrez Xelef im Xelef imÊzdînşêr mîrê Botan exwedîyê şûrê bi sedef imhawar e mîr hawar e mîr hawar e mîrnav eşîran bigef imhawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîrÊzdînşêr mîrê Botan eez Xelef im Xelef imez Xelefê kinik imhawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîrÊzdînşêr mîrê Botanoxwedîyê şûrê bi şirik imhawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîrÊzdînşêr begê beganonav eşîran bi rik imhawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîrÊzdînşêr mîrê BotanoBi vî awayî herduyan fort li hevdû kirine û şer kirine. Lê bi rastî dawiya mîrê Botan Mîr Êzdîn ne baş bûye. Bi bûyer-ên wisa jî her ku çûye fen û fût jê re bûye dafik û ew jî û rewşa wî jî wekî ya Bedirxan dibe. Osmanî ji ber xwestekên êzdîn şêr yên firehkirina xana xwe jî, nerehet dibin û bi dewletên din re wî jî têk dibin. Bi taybetî dibêjin Yekî înglîz nameyekê ji mîr êzdîn re dişîne û wî disekinîne.Kaynak: Mîr Bedirxan û Botan Kurdistan - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 921 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/- 23-09-2023
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-05-2015 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 921 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!