Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Tewfîq Wehbî
25-07-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Ishaq Iskotî
21-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Letif Memmed Brukî
18-07-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv
18-07-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Mela Kaka Hemê
13-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemed Cezaêr
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mistefa Elî Şan Nebo
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Nîroz Malik
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ebdo Mihemed
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 526,130
Wêne 106,512
Pirtûk PDF 19,793
Faylên peywendîdar 99,725
Video 1,450
Ziman
کوردیی ناوەڕاست 
301,423
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,780
هەورامی 
65,761
عربي 
28,952
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,323
فارسی 
8,571
English 
7,175
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Pol, Kom
Kurmancî - Kurdîy Serû
Peyv & Hevok 
41,119
Pend û gotin 
24,602
Kurtelêkolîn 
4,869
Şehîdan 
4,214
Enfalkirî 
3,011
Pirtûkxane 
2,706
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,602
Jiyaname 
1,229
Cih 
1,134
Belgename 
289
Wêne û şirove 
132
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
26
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Pêjgeha kurdî 
3
Wekî din 
2
Karên hunerî 
2
Nexşe 
2
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Ofîs 
1
MP3 
311
PDF 
29,990
MP4 
2,353
IMG 
194,689
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergê...
Jiyaname
Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv
Şehîdan
Mahmûdê Kerem
Jiyaname
Ishaq Iskotî
Jiyaname
Tewfîq Wehbî
Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr
=KTML_Bold=Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr=KTML_End=
Ephrem-Isa YOUSIF*
Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan

Îro, ez ketim pey şopa xeyala Mezopotamyaya jorîn û lehengên wê. Min hew xwe dî, ez di dawîya sedsala dehan, an ya rasttir, di sedsala yanzdehan (piştî zayînê) de bûm. Ev yek, wekî rakirina lehîyê ji hêla pêlên deryayê yên serdema me ya ber bi serdemeke dî ve bû, a ku hin warên ji hêla dîrokê ve dewlemend û veşartîmayî derdixist meydanê.
Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî) de, herêma berfireh a Diyar Bekr bi rê ve dibir.
Çalakîyên wan ên ronak, hêza wan a hikimdar, serketina wan a bicoş, efsaneya wan a leheng dê careka dî çawa bê dîtin? Ewan, ji bo damezirandina dewleteke nû û xanedaneka ronak, dema xwe derbas kir, di wê serdemê de, ciwanî, hostatî, wêrekî û jîrîya xwe bi camêrî xerç kir.
Cizîrê
Diyar Bekr (peytexta wê Amedê ye, îro bi fermî Diyarbakır), yek ji her sê herêmên Cizîrê bû, a ku ji hêla zanyarên dema antîk ve wekî “girav” dihat pênasekirin, di nav herêma berfireh a Tîjle û Ferata jorîn de cîyê xwe digirt. Cizîrê, herêma Diyar Rebîa (peytexta wê Musil bû) û Diyar Mûdar (peytexta wê Reqqa bû, li hêla çepê ya Feratê dima) jî di nav xwe de dihewand. Ev herêm, îro di nav sinorên her sê dewletên Sûrî, Îraq û Tirkîye de hatîye dabeşkirin.
Kurdên ku bi koka xwe ve Îndo-Ewropayî ne, li gel gelên din li herêma Diyar Bekr a li ser sinora Bîzansê û ji Bexdayê dûr, a ku ji bilî Amedê hin bajêr û erdên weke; Xerzan, Farqînê, Heskîfê (îro Hasankeyf), Xelatê, Melazgirdê û herêmeke li bakûr-rojhilatê Gola Wanê de dima jî dihewand, bi hev re dijîya.
Destpêka Xanedana Merwanî
Bûyêrnûsê Cizîrî yê sedsala XII Ibn’ul Ezraq ê Farqînî, nivîskarê Ereb Ibn’ul Esîr û bûyêrnûsên Asûr Elîas ê Nisêbînî û Mihaîl ê Gewre, bi kêfxweşî qala dîroka Merwanîyan kirîye.
Damezîrenerê xanedanê, gavanekî Kurd ê bi navê Ebû Şûca Bad ê Dostik bû. Ewî dest ji gavanîyê berda, çêkên xwe wergirtin û bû serokekî wêrek ê şer, ê ku nav û deng veda. Dema hikimdarê xanedana Îranî ya Bûweyhan Adûd el Dewle, yê ku Împaratorîya Îslamê bi rê ve dibir, di sala 983-an de mir, Bad bajarê Farqînê ya ku li bakûrrojhilatê Amedê dima, zevt kir. Berê de navê wî bajarî Martîpolîs bû û îro wekî Silîvan tê binavkirin. Ewî (Bad) her wiha Amedê, Xelatê û Nisêbînê jî bi dest xist.
Bajarê dî, ê ku li başûrê Çiyayên Tûr Abdîn dima (îro Nisêbînê, li Tirkîye) xwedî dîrokeke antîk bû. Ew bajêr, di nav bera herêmên Sasanî û Bizansê de qada sinor bû her wiha ji bo karwanan, dergeha derbasbûnê bû. Ji hêla Ereban ve di sala 639-an de hatibû zevtkirin. 
Bûyêrnûs Elîas ê Nisêbînî û Ên Merwanî
Bûyêrnûsê Asûr û Metropolîtê Nisêbînê Elîas, şahidekî xelatkirî ya peydabûna Merwanîyan bû. Di nivîsarên xwe de, ewî pesinê van mîrên zana û xweşbîn dide; “ Ma ew (Merwanî) nizanibûn pêwendîya birûmet, rêzdar û dostanî li gel zanayên Asûrên rojhilat (ên Nestûrî) û Asûrên rojava (ên Yakûbî) deynin, ên ku li bajarên Mîrnişînîya wan bi piranî diman û li gel kurd û ereban di nav aramîyê de dijîyan? “(D’après C. Hillenbrand. Beşê “Marwanides – Ên Merwanî”, Encyclopédie de l’Islam, N.E, tome VI, Brill 1991, P. 611-612)
Asûr kê bûn? Nevîyên Asûr, Babil û Aramên kevnar… Ewana bi zaravayeka Aramî diaxivîn, a ku ew zarava kiribûn zimanekî zanayî û zanyarî bi navê Zimanê Asûrî. Ewan, di destpêka serdema me de (destpêka Mîladê ve) çûne li ser dînê Xristîyanîyê. (Di wê demê de) Riha û hawirdora wê, navendeka Evangelîzmê (belavkirina Incîlê )ya çalak bû.
Elîas ê Nisêbînî, ê ku wekî Elîas Bar Şênaya jî dihat zanîn, di Sibata 975-an li bajarokê Şêna hatîye dinyayê, ev bajarok li cîyê ku Tîjle û Zapa Mezin digihîjine hevûdin dimîne û ji destpêka sedsala VIII ve navenda Metranîya Asûrên rojhilat e. Elîas li wir dibe keşe. Di 19 salîya xwe de dibe keşeyekî payebilind û pişt re li Dêra Abba Şemûn tê tayînkirin, a ku ji bajarokê Şêna ne pir dûr bû. Ewî dîsa jî li Dêra Mezin a Ezîz Mikhaîl a nêzî Musul perwerdeya xwe didît, ew herêma ku dêr tê de dima ji hêla nivîskarên ereb ve, ji ber rezên wê yên binavûdeng pir dihat ecibandin. 
Di sala 1002-an, Elîas ê Nisêbînî bû metranê Beyt Nuhadhre a li herêma berdar a Dihokê dima û pişt re jî di sala 1008-an de bû metropolîtê Nisêbînê.
Di destpêka sedsala XI, bajêr (Nisêbînê) bi avahîyên xwe yên delal, bi mizgefta xwe, bi himam û dar û zevîyên xwe yên dewlemend ve pir xweş û dilkêş bû. Bi hêla siyasî û rêvebirîyê ve girêdahîyê Mîrê Diyar Bekr bû.
Ji demên kevnar ve Nisêbînê navendeka olî ya girîng bû. Di nav de, dibistaneke binavûdeng a ji hêla Metran James ê Nisêbînî ve di sedsala IV hatibû avakirin, hebû.
Di sedsala V de, weke navenda olî ya Beyt Erebayê, Nisêbînê jî bi navê Beyt Qardû xwedî çend metranîyan bû, mînak; Cizîr a Beyt Zapdaî, Miks a ku di herêma nav bera Gola Wanê û Ava Botan de dima, Xerzan a raserî bakûrê dûava Botan û Tîjleyê… Di serdema Elîas de Herran, Reşan, Beled û Şengalê jî girêdahîyê navenda Nisêbînê bûn. 
Elîas ê Metropolît, heta koça xwe ya dawîn a 1046-an de, li vî bajarî jîya û hebûn û jiyana xwe diyarî xebatên zanyarî kir. Bi zimanê Asûrî û Erebî baş dizanibû û her wiha bi çanda Îslamê jî xweş serwext bû. Ewî, li dû xwe gelek xebatan weke bûyernameya xwe, Gramera Asûrî, ferhengeka Erebî-Asûrî, qesîde û beytan, şîretên metranî û hin nameyên bi zimanê Asûrî hatibûn nivîsandin, hişt. Elîas ê Nisêbînî, hin xebatên xwe yên teolojîk û sincî bi erebî jî nivîsîne. 
Hin sernivîsên wan li jêr in:
- “Pirtûka Tefandina Kelecanîyê” (Weşana Constantin Al Bacha, li Kahîreyê)- “Gotinên kêrhatî ji bo rih û bedena mirov” (Weşana P. Sbath, Kahîre – 1936)- “Peymana Kêfxweşîya jiyanê ya di siberojê de” (L. Şêxo, Bîst Peyman û Berevanîyên Nivîskarên Ereb Yên Mesîhî, Kahîre 1929, r. 129-132) 
Bûyêrnameya wî ya 1018-an, hîn jî ji bo dîroka Kurdan pir girîng e, ji lew re nivîskar di der barê jiyanên hikimdarên Merwanî yên destpêkê û têkilîyên zanyarên Asûr û Kurdan de gelekî hûrgilîyên hêja dide me.
Trajedîya Mîr Ebû Alî El Hesen ê Merwan
Elîas ê Nisêbînî, bi kurtî qala jiyana Ebû Alî El Hesen dike.
Piştî mirina mamê wî Bad, kurê mezin ê Merwan hate Heskîfê, bi jinebîya serokê şêrvan ê kal (Bad) re zewicî. Bi Hemdanîyên dawîn re şer kir, wan ji hev belav kir û ji nû ve hemû kelehan zevt kirin. 
Elîas bala xwe daye li dawîhatina biêş a vî mîrzayî, ê ku li Amedê di sala 997-an de ji hêla niştecihên serhildêr ve tê kuştin. Birayê wî Ebû Mensûr Seîd, bi nasnavê Mumehhîd El Dewle, dikeve şûna wî.
(Ji bo wergirtinan, min xwest ku forma nivîsandina navan, yên ku ji hêla wergêrên tekstên Asûrî ve hatine pejirandin, bi kar bînim):
“Pişt re, Mîr Ebû Alî ê kurê Merwan çû Amedê û niştecih ber bi wî ve hatin. Dema ji dergeha bajêr derbas bû û kete nav bajêr, zilamekî bi navê Ebd El Barr ew kuşt, serî hilda û bajêr jî zevt kir. Ebû Mensûr Seîd ê kurê Merwan, wê çaxê walîyê Cizîrê bû. Dema bi kuştina birayê xwe hesîya, bi şûn de ber bi Farqînê ve bazîya û destpêkirina serdema xwe di heftê Dulqada de, roja pêncşemê (11-ê Mijdara 997-an P.Z.) ragihand. Ji wê gavê vir ve, pênaseya “Mumehhîd El Dewle” wergirt.”.(“Bûyêrnameya Elîas Bar Şênaya, Metropolîtê Nisêbînê”, ji hêla L. J. Delaporte ve hatîye wergerandin û weşandin, Parîs – 1910 – r. 138)
Mumehhîd El Dewle Seîd û Boxtîşo ê Bijiîşk
Mumehhîd ê dîplomatê şareza, dikaribû armancancên Bîzansê, ya ku li bakûrê Anatolê desthilatdar bû, ji bo berjewendîyên xwe bi kar banîya. Têkilîyên vî mîrzayî li gel împaratorê Bîzansê Basîl ê II (976-1025) pir dostane bû. Dema Basîl bi kuştina Davîd ê şahê Gorzan (Gurcistana Jorîn) ê ku berê de bi peymanekê, welatê xwe radestî Bîzansê kiribû hesîya, sefera xwe ya ber bi Sûrî ve, a ku ji bo xwepiştrastkirina ji îteata emîrên ereb dabû destpêkirin, rawestand. Welatê David zevt kir, sond li bindestên xwe da xwarin, ên ku wekî Mumehhîd Dewle hatibûne ba wî û “li ser xalîçeya wî rûniştibûn”, -sala 999-an-:
“Pişt re Davîd ê şahê Gorzanaens mir. Şahê Roman Basîl ber bi erdê Gorzan ve bi rê ket. Mumehhîd El Dewle hate ba wî û li ser xalîçeya wî rûnişt. Şah ew bi kêfxweşî pêşwazî kir û pênaseya Mîr dayê. Êdî li ser sinoran aştî ava bibû” (heman berhem r.138).
Mumehhîd El Dewle, ji bo ewlekirina desthilatdarîya xwe û ji bo avakirina sûrên peytexta xwe Farqînê, ev aştî baş bi kar anî û navê xwe jî li ser sûran da nivîsandin, ê ku îro jî ew nav li ser sûran xweş diberiqe.
Di sala 1000-an de, ewî ji Mîrê Bûweyhan Baha El Dewle xwest ku bijişkê mesîhî Gabrîel ê Abdallah ê Boxtîşo, ê ku li nexweşxaneya Bexdayê peywirdar bû, bişîne ba wî. Ev kes, nimînendeyê dawîn ê malbata binavûdeng a Boxtîşo bû, ev malbat ji serdema El Mensûr (754-775) ve di xizmeta xelîfeyên Ebasî de dima. Gabrîel, tevî ku 80 salî bû, li gel kurê xwe çû bajarê biçûk lê xurt Farqînê, da ku peywira xwe bîne cî. Piştî du-sê sal, li wira di nav rûmet û zengînîyê de mir.
Mumehhîd El Dewle, wekî birayê xwe Ebû Alî Hesen bû xwedî dawîhatineke biêş. Elîas ê Nisêbînî, demeke dirêj bi awayekî xemgîn û tengezar li ber mîrzayê xwe ket. Elîas, ew kesê ku “Mîrê Pîroz” ê ku di dilê wî de pir ezîz bû bi xayintî kuştibû, wekî “Bêdîn” bi nav kir, ev pênase (Bêdîn) li ba Asûran gotineke pir xirab bû. Birayê ciwan ê Mumehhîd, Nasir El Dewle Ehmed, bi lez bi kûjerê birayê xwe re dest bi şer kir. Û Xwedê, di sala 1010-an de bi edaleta xwe serketin kir para wî:
“Pişt re, Şero yê Bêdîn, Mumehhîd El Dewle yê Mîrê Pîroz di şeva pêncşemê ya pêncê Gumada (14-ê Berfanbar a 1010 P.Z.), bi xayintî kuşt. Lê Xwedê serketin kir para Ebû Nasir ê birayê Mumehhîd El Dewle ûew serketin xist nava destên wî. Ebû Nasir ew (Şêro) kuşt û bi navê Nasir El Dewle, bû Mîr” (heman berhem r. 141).
Nasir El Dewle, Mîrê Serkeftî
Kurê sisîyan ê Merwan, piştî serdema bêaram a her du birayên xwe, li ser textê rûnişt. Ewî, wekî siyasetmedarekî jîr, bi awayekî serkeftî bandora xwe li ser Mîrê Bûweyhan Sultan El Dewle, Xelîfeyê Fatimî yê Misirê El Hakim û Împaratorê Bîzansê Basîl ê II, xweş nîşan da. Hemûyan peyamên pîrozbahîyê jê re şandin. Ewan, Farqînê wek dewleteka tampon, ya ku di nav bera hêzên gewre de dimîne, pesend kir.
Elîas ê Nisêbînî dibêje; “Mîrê Serkeftî” Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan, Amedê, ya ku ji bo herêma wî pir girîng bû û ji hêla Ibn Dîmne yê bindestê wî ve dihat birêvebirin, di sala 1011-an de careka din zevt kir:
“Pişt re, Nasir El Dewle yê Mîrê Serkeftî, ji bo dorpêçkirina Amedê bi rê ket û Ibn Dîmne xiste nav tengasîyê. Dema Ibn Dîmne dît ku rêya xelasbûnê nîn e, serî li ber Nasir El Dewle tewand. Hin karmendên fermî yên bajêr û hin peywirdarên ku bac didan hev, bajêr bi rê ve bir û ewan hêza xwe zêde kir – Pişt re Ibn Dîmne hate kuştin. Hin niştecihên Amedê ew kuşt. Nasir El Dewle careka din bû xwedîyê Amedê (heman berhem r. 141). 
Anegorî çavkanîyên dî, Nasir El Dewle Ehmed di sala 1024-an de careka dî Amedê zevt kirîye.
Ewî bi Împaratorîya Konstantînapolîs re peymana şernekirinê û aştîyê girê da lê carekê an du cara li dijî vê peymanê tevgerîya. Nav û dengê vî mîrzayî kurd ê misilman, dema ku li rojavayê, niştecihên Rihayê (Edessa) ji bo ku bikaribin xwe ji serokê xwe yê ereb xelas bikin, banga hatina wî (Nasir El Dewle) li bajarê xwe kir, bilindtir bû. Nasir El Dewle ê Merwan, derûdora 1026-27-an de Rihayê zevt kir û ew bajêr li ser erd û milkên xwe zêde kir. Nivîskarê binavûdeng ê Asûr ê Rojavayî Ebû’l Fereç Bar Hebraûs (1226-1286), ev şer wisa rave dike:
Di heman salê de, mezinê Diyar Bekrê Nasir El Dewle ê Merwan, bajarê Rihayê, a ku di destê zilamekî nezan û xerab ê bi navê Atîra de bû, zevt kir. Xelqê Rihayê, ji bo bajêr radestî wî bikin, nameyek ji Nasir El Dewle re şand. Nasir El Dewle, fermandarekî xwe yê bi navê Zengî ku li Amedê dima, ber bi Rihayê ve bi rê kir. Zengî bajêr zevt kir û Atîra kuşt.”(Bar Hebraûs, “Bûyernameya Gerdûnî-Giştî”, Mûxtasar El Dûal, Beyrût, r.180)
Axir, Nasir El Dewle Riha bi dest xist, lê bajêr di sala 1031-an de ji hêla Împaratorê Bîzansê ve bi şahî careka dî hate standin. Gelo, ev yek di dîroka Xrîstîyanîyê de ne xwedî cîyekî taybet bû?Serdema dûvûdirêj a Nasir El Dewle, wateya asta herî bilind a hêza Merwanîyan dide. Ewî, li ser girekî Farqînê, ê ku Dêra Meryemê jî li ser bû, keleheka nû ava kir, her wiha pireyan û himamên giştî bo xelqê xwe ava kir. Rasatxaneyê tamîr kir. Di mizgehtên Amedê û Farqînê de pirtûkxaneyên mezin ava kirin.
Pira Mala Badê ya li ser Çemê Batmanê, derûdora 1040-50-an ji hêla Nasir El Dewle ve, li ser navê Bad ê Dostik hatîye avakirin (Xerzî Xerzan)
Desthilatdarîya wî ya gewre, dadmend û xweşbîn; zana, zanyar û dîrokzanên mîna Ibnûl Esîr, helbestvanên mîna Abdullah El Kazarûnî û El Tîhamî li hawirdora bajarê zadegan ê ku ji hêla tava rojhilat ve dihat ronîkirin, civandin. Ewî, penaberên sîyasî yên wekî Muqtadî (1075-1099) ê Xelîfeyê Ebasî yê siberojê, li ba xwe parastin. Ewî, çavê xwe li carîyeyên herî xweşik û aşpêjên herî hosta digerand, lê dîsa jî, ji ber ku pir oldar bû, peywirên xwe yên dînî bi hişmendî pêk tanî. Civata wî ya ronak bi lûks û zerafeta xwe, bandoreke ecêb li ser mêvanên xwe dihişt û ew civata wî wisa dikir ku, mêvanên wî bi vexwarina qedeheka şerabekî kevnar , serxweş û kêfxweş dibûn. 
Wezîr Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî û Elîas ê Metropolît
Nasir El Dewle ê Merwan, ji zêdetirî pêncî salî hikimdarî kir û di nav gelê xwe de aştî saz kir. Ewî, wezîrên herî payebilind hilbijartin, ên ku aramî û zengînîyeke gewre li Diyar Bekrê ava kir. Werin em behsa Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, ê ku berê de wezîrê yekem ê Mîrzayê Uqeylên Musilê Karwaş ê El Muqallad bû û pişt re jî wezîrtîya Xelîfeyê Bexdayê El Qadir kiribû, bikin.
El Maxrîbî, ji 1025-an heta 1027-an di xizmeta Nasir El Dewle de ma û di vê demê de peywira xwe pêk anî. Zilamekî şareza û xwedîyê pirtûkxaneyeka zengîn bû. Ewî, hin xebatên siyasî nivîsîbûn; di nav wan xebatên wî de pirtûka wî ya “Kitab fil Siyasa” jî hebû ku ev pirtûk der barê birêverina herî baş a dewletekê de, li ser navê hikimdarekî hatîbû nivîsandin û bê guman ew hikimdar Nasir El Dewle bû.
Li Mîrnişînîya Kurd a Farqînê , El Maxrîbî der barê mijarên xwe de, bi zanyarên Asûr re têkilîyên dostane danîbû. El Maxrîbî, bi Metropolîtê Nisêbînê Elîas ê ku li ser hîmê zanayî û zanistî rûniştî bû, zilamekî oldar û di heddê xwe de xwedî biryarên baş bû û terbîya dîplomasîyê baş dizanibû re, der barê pirsên dînî de gotûbêjan pêk tanî û bi vê yekê pir kêfxweş dibû.
Di xebata ceribandinên xwe yên olî ya “Pirtûka Gotûbêjan” de, Elîas, hevdîtîna wan a yekemîn û hin gotûbêjên nav bera wî û wezîrê gewre de, yên ku di sala 1026-27-an de derbas dibe, bi awayekî serketî rave dike:
“Wezîr –Xwedê ew biparêze-, par bist û şeş a Cemazîyûlaxir a 410-an, roja Înê hate Nisêbînê (bi salnameya erebî 410 – bi salnameya Mesîhi 1026) . Roja Şemîyê ez çûme balê (berê de min ew qet nedîbû): Ewî gazî min kir, rêz li min girt û li ba xwe rûniştand. Piştî ku min ji bo wî ji Xwedê re dia kir û bo hatina wî ew pîroz kir, min kir ku ez rabim û herim lê ewî ez sekinandim û got: “Ev yek baş bizanibe, zû de bû ku min pir dixwest bi te re hevdîtîn pêk bînim û te bibînim, û ez vêga jî dixwazim ku tu werî mala min û bikevî xizmeta min û heta dema ez bixwazim tu ji ba min herî, wê demê tu bikaribî ji mala min herî”.
Min jî got, ji bilî bicîanîna fermana wî, tu daxwaza min nîn e û careka din ez li ba wî rûniştim”(Elîas ê Nisêbînî, “Pirtûka Gotûbêjan”, wergera wê Benedicte Landron, “Helwestên Nastûrîyan li hember Îslamê” , Cariscript, Parîs, 1994, r.290).
Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, pişt re dîtineka xwe ya derasayî ya di rêwîtîyekê de rûbirû mabû, ji Metropolît re qise kir. Ev dîtin, wisa wî dabû bawerkirin ku, Xristîyan ne ew çend bêbawerî bûn, weke ku ew dizanibû.
“Pêşî, tiştê min li wir dîtin, di der barê bêbawerîbûna xrîstîyanan de ez xistim nav gumanê. Dema ku ez nû hatibûme Diyar Bekrê, ji bo pêkanîna hin peywirên xwe, ez ber bi Bedlîsê ve bi rê ketim.. Bi gihîştina vî bajêrî, ez pir nexweş ketim, nexweşîya min ew çend dijwar bû ku ez ji hêzê ketim, tama ti tiştî nema û hêvîya min a jiyanê qut bû. Min biryar girt ku vegerim Farqînê, ji lew re ti kes nikare ji biryara Xwedê - Pesin tenê bo wî ye – xwe bifilitîne, çi li vî bajarî, çi li devereka dî, tiştê ewî dixwest dê her biqewimîya. Min nekarî xwarin an jî vexwarin hilbigirta û ji ber westana siwarbûna hespî, min pir êş kişandin. “Her roj min rêyeka kurt diajot lê her diçû bêhêzbûna min zêde dikir, ez ji qewetê diketim, nexweşîya min xerabtir û xerabtir, dijwartir û dijwartir dibû; Ez gihîştime dêreka li ser rêya xwe ku wek Mar Marî dihat binavkirin û êdî ez ketibûm rewşa xwe ya herî lewaz û nexweşîya min jî gihîştibû asta herî bilind.”.
Keşeyekî ku xizmeta dêrê de bû, ji Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî re ava hinarên dêrê anî û dayê, ji ber ku ew av pîroz bû û dê kêrê Wezîr bihata. Ev ava ku bi hêzên sihiran ve dagirtî bû, wisa kir ku Wezir ji mirinê filitî û dilê Wezîrê nexweş êdî diçû nan:
“Keşe, ji bo ciwanan şorbenîsk çêkiribû; Min jî xwest û bi wan re têra xwe xwar. Serê sibê ez zû ji xew rabûm, li serbana dêrê bi kêfxweşî meşîyam û cî de baş bûm. Ez li ber vê qewamê şaş û metal mabûm – û her kesê ku bi min re bû jî her wiha - Û hîn jî, dema ku ew bûyêr tê bîra min, ez careka din şaş dimînin û difikirim ku ev nîşaneyeka derasayî ye; Ez li her deverê, ji her kesî re ev mesele dibêjim.
Ev yek wisa kir ku êdî ez bawer nakim Xristîyan bêbawerî ne û kafir in.”. (Werger: Benedicte Landron r.291)
Çend salên dî, Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî dîsa pir nexweş ket û li ba Elîas ê Nisêbînî, gilîya birayê wî yê bijişkê binavûdeng Ebû Saîd bîn Mensûr kir, ji ber ku Ebû Seîd dermandayîna Wezîr sekinandibû. Lê Ebû Seîd ê bijişk, ne ku gunehkar bû, tenê ewî di xewna xwe de dîtibû ku Wezir hatibû dawîya jiyana xwe û li ber mirinê bû. 
Û bi rastî jî wisa bû, Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî ê ku hîn li ser kar bû, di sala 1027-an de li Farqînê koça dawî kir.
Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa Nexweşxaneya Farqînê ava kir
Hin bûyêrnûsên Ereb wekî Ibn Ebî Ûseybîye (1194-1270), bi pesindayînê behsa Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa yê bijişkê Farqînê dikin, ê ku nasnavê Zahîd El Ulama (zanyarê herî qenc ê ku haya wî ji malê dinyayê nîn e), heq kiribû.
“Zahîd El Ulama, Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa ye; ew xrîstîyanekî Nestûrî yê bi helwestên xwe ve binavûdeng bû û birayê wî jî Metropolît ê Nisêbînê bû. Ewî, di xizmeta Nasir El Dewle de bibû pisporê tendurustîyê (ew kesê ku, Ibn Bûtlan pirtûka xwe ya “Şahîya Bijişkan” li ser navê wî -Nasir El Dewle- nivîsîye). Nasir El Dewle pir rêz li Zahîd El Ulama digirt, di warê tendûrustîyê de ewlehîya xwe gelekî pê tanî û bi nêteka pir baş nêzîkatî lê dikir..Zahîd El Ulama Nexweşxaneya Farqînê ava kir.”
Useybîye gotinên xwe didomîne û ji xwendevanên xwe re sedema avakirina nexweşxaneya Farqînê rave dike; “Doteka Nasir El Dewle ya kêfa wî pir jê re dihat hebûye û piştî ew dota wî, bi nexweşîyeke pir dijwar ketîye. Ewî (Nasir El Dewle), bext daye ku, kê dota wî baş bike, dê bi qasî giranîya wî pereyan, bi xêra xwe bide wî kesî. Û dema ku Zahîd El Ulama nexweşîya dota wî baş dike, peşnîyarekê ji Nasir El Dewle re tîne û dibêje ku heger bi dilê wî jî be, bi wan pereyên ku soza diyarîya bi xêra xwe dabû wî, ew dikare nexweşxaneyekê ava bike û bi vê yekê her kes dê jê sûd werbigire. Û bi vê yekê, ewî dê heqê xwe bistanda û dê nav û dengê wî jî dê belav bûya. ““…Nasir El Dewle fermana avakirina nexweşxaneyê da wî û gelekî pere li ser xerç kirin; Nasir El Dewle, ji bo debara nexweşxaneyê bête mîsogerkirin û siberojê de xizmeta wê qût nebe, hin erdan li ser nexweşxaneyê weqf kirin û amûr û alavên bijişkîyê yên herî baş jî tê de bi cî kirin. “.Useybîye, “Uyun El Anba Fî Tabaqat El Atibba”, berhevkirina 380 jinenîgarîyan, li Misirê di 1921-an de hatîye weşandin, li Beyrûtê careka dî hatîye çapkirin, r. 341, wergera wê Ephrem Isa YOUSIF)
Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa, bi dilekî esîl û nizm, bi hêjayîbûna pesindayîna xwe, nexweşxaneyê bi rê ve bir û bi dilsozî hay ji nexweşên niştecihên Farqînê ma û wan baş kir.
Ew, her wiha niviskarekî bû. Ewî di der barê dermanan de gelekî ceribandinan nivîsîn û li ser şîrovekirina xewn û dîmenan jî pirtûkek nivîsî. Têkilîyên wî û birayê wî Elîas, ê ku xebata xwe ya “Pirtûka Pakîyê” li ser navê wî (li ser navê Zahîd El Ulama) nivîsîbû, pir baş bû.
Ibn Bûtlan ê Felsefevan û Bijişk di civata Farqînê de
Bijişkê din ê binavûdeng ê wê demê, Ebû El Hesen El Muxtar bû, ê ku wekî Ibn Bûtlan dihat zanîn û di nav bera wî û Mîr Nasir El Dewle de têkilîyên pir baş hebûn. Ew pisporekî navdar, felsefevan, civaknas û polîgrafekî (kodveşêrekî) bû. Ev zanyarê Asûr ê Rojavayî, xwendekarê bijarte yê Ebu’l Ferec ibn El Tayyîb bû, ê ku keşetî, bijişkî dikir û her wiha şîrovekarê Arîsto bû (mirina wî (ya Ebu’l Ferec ibn El Tayyîb) ; piştî 1043-an)
Ibn Bûtlan ê ku ji hemû ramanan re rêza wî hebû, pirecaran rêwîtîya ber bi Sûrîye, Misirê û Stenbolê ve pêk tanî. Ewî serîyekî li Dewleta Farqînê jî da rewşa wê a ronak û bêhempa, Ibn Bûtlan ber bi xwe ve vekişand. Ewî, ji bo ku dixwest Merwanî jê hez bikin, pirtûka xwe ya “Şahîya Bijişkan” li ser navê Merwanîyan nivîsî, a ku nav de bijişk û tevgerên wan, bi awayekî pêkenokî dihatin rexnekirin.
Ibn Bûtlan Elîas ê Nisêbînî re jî hevdîtin pêk anî û pê re têkilîyên dostanî danî. Metropolîtê ku Ibn Bûtlan wekî “Şêxê me” bi nav dikir, rêza xwe ya bo wî teqsîr nekir û pirtûka xwe ya “Pirsên di der barê Peymana Nû De” li ser navê wî nivîsî.
Ibn Bûtlan di der barê tenduristîyê û olê de xebatên dî jî nivîsî, yek ji wan şîretên paqijmayînê “Taqwîm El Sıhha” bû ku em dikarin weke “Jinûveavakirina Tenduristîyê” biwergerînin. Di salên xwe yên dawîn de, ewî xwe ber bi dêreka nêzî Antaqîya ve kişand û di sala 1066-an de li wir koça dawîn kir.
Encam
Pêwendîya rêzdar a di nav bera Nasir El Dewle û Elîas ê Nisêbînî, tenê bi mirina Metropolît a derûdora sala 1046-an de qut bû.
Nasir El Dewle ê Merwan, di sala 1054-an de bêgav ma ku serdestîya Tuxrul Beg ê Selçûqî bipejirîne, ê ku li piranîya Cizîrê desthilatdar bibû, lê Nasir El Dewle dîsa jî desthilatdarîya xwe ya li herêmên xwe parastin. Ew jî di sala 1061-an de koça dawîn kir.
Ew serdema xweş, a ku nav bera kurd û Asûran de di nav aştî û hestên xweşik de derbas bû, di qada jiyana çandî de zengînîyên bêhempa afirandin. Di warê bazirganîyê de têr û tije, di warê huner, pîşesazî û zanînê de çalak, bi kurtî serdemeke bêhempa bû. Nasir El Dewle ê Merwan, li Amedê nivîsarên qerase û dîrokî, yên ku hîn îro jî ronakbûna desthilatdarîya wî xweş nîşan dide, li dû xwe hiştin.
Piştî mirina Nasir El Dewle, hêza Merwanîyan şikest û Merwanî lewaz ketin. Kurê wî yê duyemîn Nîzam kete şûna wî û ew heta 1079-an hikim kir, pey wî jî vêca kurê wî Nasir El Dewle Mensûr hat.
Pira Deh Derî ya li ser çemê Tîjle, ji hêla kurê Nasir El dewle Ehmed ê Merwan, Nîzam El Dewle ve derûdora sala 1065-an de li Amedê hatîye avakirin (Xerzî Xerzan)
Dawîya Xanedana Merwanî di nav bîneka xayintîyê ya genî de hat. Ibn Cehîr ê wezîrê wan ê berê, ji Amedê ber bi Bexdayê ve çû. Li wira, ewî Siltan Melîk Şah ê birazîyê Tuxrul Beg û wezîrê binavûdeng Nîzam El Milk qanî kirin ku destûr bidine wî, da bikaribe êrîş bibe ser Farqînê.
Dema bajêr kete destê Ibn Cehîr, ewî dest danî li ser xezîneyên bêhempa yên Merwanîyan û wan ji bo xwe hilanî. Ji wê rojê pê de, Amedê bêtir û hema rasterast kete bin rêveberîya Selçûqîyan. Mîrê dawîn Nasir El Dewle Mensûr, tenê dikaribû bajarê Cizîra Ibn Omer parasta.
Melîk Şah di sala 1092-an de mir û piştî mirina wî, Amed a ku pir tengasî kişandibû, bêtir azad û serbixwe ma.
Û her wiha, Merwanî bi tevahî winda nebibûn. Di bûyêrnameya Patrîkê Asûr ê Rojavayî Mîkhaîl ê Asûr, a ku sala 1195-an hatiye nivîsandin de, hatîye tomarîkirin ku Merwanî di nîveka sedsala XII jî xuyayî ne û navê wan dibihure.
(“Bûyêrnameya Mihaîl ê Asûr” J.B. Chabot, Parîs, 1899-1910)
Mihaîl dinivîse ku, ji sala 1134-an pê de, Zengî yê Tirkê Selçûqî û walîyê Musilê, pirecaran bo talana kurdan êrîş birîye ser axa wan û li hemberî hin elên kurdan dest bi seferan kirîye û kelehên wan zevt kirine. Piştî zevtkirina Rihayê ya di sala 1144-an de, Zengî xwest ku desthilatdarîya xwe li seranserê mîrnişînîyên hawirdor ên cînar bide pejirandin. Ev yek wisa kir ku, bê guman herêma Nisêbînê jî xera bû, kelehên wan nikaribû xwe li ber hêzên Zengî bigirin û ji ber vê yekê wan kelehan vale kirin, herêm beyar ma.
Yek ji nevîyên Merwanîyan, Ehmed, hîn jî li keleha Hetaxê dima. Mîrê Mêrdînê Tîmûrtaş Husameddîn, ê ku kurê Mîrzayê bihêz ÎlGazî (mirina wî piştî 1122-an) bû lê ne ji malbata Zengîyan, ji malbata Artûqîyên Tirkmen bû, dixwest ku ev keleh zevt bike û ji ber vê yekê amadehîya dorpêçkirina wê dikir. Ev xanedana biçûk a Tirk, ji 1102-an heta 1408-an li Amedê dem bi dem, desthilatdar dibû.
Ê Kurd, bilez daxwaza girêdana peymanekê kir:
“Di vê kêlîyê de, cîyê zexm ê Hetaxê, ê ku qet neketibû destê Tirkan, di destê endamekî malbata Kurên Merwan de bû. Ewan xwedî pênaseya Siltan bûn û li Farqînê dijîyan. Di nav bera van torînan de şer, pevçûn û nerazîbûn rû da. Husameddîn, dizanibû ku , ên Kurd tim û daîm li hev nakin û ji hevûdin acis in, dorpêçkirina kelehê salek û çar meh domand. Piştî, Ehmed daxwaza peymangirêdanekê kir. Tîmûrtaş zêran û hin gundên welatê xwe danê û kelehê jê stand. . Lê pişt re, ê Kurd ji biryara xwe poşman bû û ji bo ku kelehê careka din bikaribe bistîne, hawara xwe gihand Mîrê Amedê û jê alîkarî xwest, lê bi ser neket. (Bûyêrnameya Mihaîl ê Asûr, Cilda III, r. 264)
Axir, destana xweş a Merwanîyan bi dawî bû, ên ku di herêma Amedê hikimdar bûn û gelên cînar bi rê ve dibirin. Ma ew, li ser çiyayên bilind, mîna taca pirûpak a ji berfê, nedibirîqîya? Bîranînên wan û bîranînên bûyêrnûs û zanyarên Asûr ên Mezopotamyaya Jorîn, îro di bîra kurdan û Asûran de hîn jî bi awayekî zindî tê parastîn û dijî.
(12ê Îlon a 2000-an)
Lîsta kronolojîk a Mîrzayên Merwanî
El Hesen ê Merwan (990-997)Mûmehhîd El Dewle Seîd (997-1011)Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan (1011-1061)Nîzam El Dewle Nasır (1061 – 1079)Nasir El Dewle Mensûr (1079-1085)
Zanyarên Asûr
Gabrîel bin Abdallah bin Boxtîşo (mirina wî; piştî 1002-anElîas ê Nisêbînî (975-1046)Ebû Mensûr Ibn Îsa (her wiha Ibn Bûtlan, mirina wî; piştî1066-an)Mikhaîl ê Gewre (1126-1199)Bar Hebraûs (1226-1286)__________________________________________
*Ephrem-Isa YOUSIF kî ye: Ephrem Îsa Yousif, di sala 1944-an de, li gundê Sanateyê yê li Başûrê Kurdistanê hatîye dinyayê. Niştecihên gundê Sanateyê Asûr-Kildanî ne û Ephrem Îsa Yousif jî yek ji endamê wan malbatan e. Ewî pêşî li Musilê pişt re li Fransa perwerdehîya xwe temam kir . Heta sala 1980-an du têzên xwe yên doktorayê ava kir, yek ji wan li ser şaristanîtîyê, ya din jî li ser psîkolojîyê bû. Li Zanîngeha Toulouse-ê, dersên psîkolojîyê û perwerdehîya zimanê erebî da xwendekaran. Ephrem Îsa Yousif, derbarê Mezopotamyayê de û li ser çanda Asûrî gelekî pirtûkan nivîsîne. Xebata “Çand û Civakên Rojhilat” a Weşanxaneya L'Harmattan ji hêla wî ve tê birêvebirin û hê jî yek ji endamên Yekîneya Niviskaran a Fransayê ye. Her wiha şêwirmendê Konseya Bilind a Francophonia-yê ye. Heta vêga 14 lêkolînên wî (Erebî û Fransî)hatine çapkirin û hin ji wan li zimanê Ingîlîzî û Tirkî hatine wergerandin. Yek ji xebatên wî yên dawîn bi navê; “Selahaddîn û Destana Eyyûbîyan“, hatîye weşandin. Di civaka zanistê de, yek jî pisporên çand û gelên Mezopotamyaya kevnar tê zanîn û wisa tê pênasekirin.
Çavkanî:  http://eyousif.blogspot.com.tr/
**Ji bo wergera li kurdî, teksta bi Îngilîzî esas hatîye girtin û hin beşan de, ji teksta orîjînal a bi Fransî sûd hatîye wergirtin.
(Ev werger-gotar cara ewil di Kovara Sormey-ê de hatîye weşandin)
[1]
Ev babet 261 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 23-09-2023
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 19-05-2019 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Zimanê eslî: Înglîzî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 261 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
Derûniya ciaknasiyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Elî Paksirişt (Azad Makûyî)
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
EZÎZÊ ÎSKO
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Kurdên Batûmê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Ferhad Merdê
Kurtelêkolîn
بين الديمقراطية و”الدُمى قراطية
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Serokên çend eşîrên kurdan, 1898
Kurtelêkolîn
Hevgirtina dagirkeran û belavbûna kurdan
Pirtûkxane
Dîroka mesopotamya
Pirtûkxane
Zanista Civakê
Pirtûkxane
Civaknasiy perwerdeyê
Pirtûkxane
Çand û Civak
Kurtelêkolîn
Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Wêne û şirove
Endamên Yekitiya Jinên Kurd a El-tealî 1919
Kurtelêkolîn
Rojnameya Şerq û Kurdistan
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
TAHARÊ BRO

Rast
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
13-07-2024
Sara Kamela
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv
18-07-2024
Burhan Sönmez
Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv
Şehîdan
Mahmûdê Kerem
18-07-2024
Burhan Sönmez
Mahmûdê Kerem
Jiyaname
Ishaq Iskotî
21-07-2024
Aras Hiso
Ishaq Iskotî
Jiyaname
Tewfîq Wehbî
25-07-2024
Burhan Sönmez
Tewfîq Wehbî
Babetên nû
Jiyaname
Tewfîq Wehbî
25-07-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Ishaq Iskotî
21-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Letif Memmed Brukî
18-07-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv
18-07-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Mela Kaka Hemê
13-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemed Cezaêr
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mistefa Elî Şan Nebo
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Nîroz Malik
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ebdo Mihemed
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 526,130
Wêne 106,512
Pirtûk PDF 19,793
Faylên peywendîdar 99,725
Video 1,450
Ziman
کوردیی ناوەڕاست 
301,423
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,780
هەورامی 
65,761
عربي 
28,952
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,323
فارسی 
8,571
English 
7,175
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Pol, Kom
Kurmancî - Kurdîy Serû
Peyv & Hevok 
41,119
Pend û gotin 
24,602
Kurtelêkolîn 
4,869
Şehîdan 
4,214
Enfalkirî 
3,011
Pirtûkxane 
2,706
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,602
Jiyaname 
1,229
Cih 
1,134
Belgename 
289
Wêne û şirove 
132
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
26
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Pêjgeha kurdî 
3
Wekî din 
2
Karên hunerî 
2
Nexşe 
2
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Ofîs 
1
MP3 
311
PDF 
29,990
MP4 
2,353
IMG 
194,689
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
Derûniya ciaknasiyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Elî Paksirişt (Azad Makûyî)
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
EZÎZÊ ÎSKO
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Kurdên Batûmê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Ferhad Merdê
Kurtelêkolîn
بين الديمقراطية و”الدُمى قراطية
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Serokên çend eşîrên kurdan, 1898
Kurtelêkolîn
Hevgirtina dagirkeran û belavbûna kurdan
Pirtûkxane
Dîroka mesopotamya
Pirtûkxane
Zanista Civakê
Pirtûkxane
Civaknasiy perwerdeyê
Pirtûkxane
Çand û Civak
Kurtelêkolîn
Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Wêne û şirove
Endamên Yekitiya Jinên Kurd a El-tealî 1919
Kurtelêkolîn
Rojnameya Şerq û Kurdistan
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
TAHARÊ BRO
Dosya
Peyv & Hevok - Ziman - Şêwezar - Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Enfalkirî - Partî - KDP Enfalkirî - Dereceya partiyê - Endam Enfalkirî - Cureyên Kes - Enfakirin Enfalkirî - Cureyên Kes - Çalakwanê siyasî Enfalkirî - Cureyên Kes - Qurbaniyên Enfalê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.078 çirke!